Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Ebdulhekîm Beşar got, “Ma karê Kurdan li Minbic û Bendava Tişrînê çi ye? Çima Kurd li wê derê ne?”
Ebdulhekîm Beşar got, “Heta niha PKK birêvebiriyê dike. Em dibêjin xwe ji PKKyê qut bikin” û li pey çû:
“Divê Kurdên Sûriyeyê xwe bi rê ve bibin. Ne pêkan e ku ez biçim Şamê û Qendîl bi min ve girêdayî be. Divê şandeyeke Kurdên Sûriyeyê be û biryara wan di destê wan de be.
Ez dîsa dibêjim bila PKK ji nav me derkeve û eger wê demê êrişî me kirin ez dê li kêleka we bisekinim.
Ez dibêjim xwe ji PKK qut bikin û PKKyê li cem me qedexe bikin.
Bila PKKyê derxin û peywendiya xwe bi PKKyê re qut bikin û kesên biyanî ji nav xwe derxin, wê demê eger êriş hat ser Kobaniyê dê nerîneke min ya din hebe û dê ne ev nerîn be.”
Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku wan dev ji daxwaza federaliyê bernedaye û got:
“Em heta vê kêliyê federaliyê dixwazin. Paşeroja Sûriyeyê federalî ye.
Li gorî şopandin û hevdîtinên min, ez dibînim ku paşeroja Sûriyeyê federalî ye. Durzî daxwaz dikin ku ew bi xwe birêvebiriya xwe bikin. Elewî jî bi heman awayî, her wiha xelkê Derayê jî.
Em Kurd jî dixwazin xwe bi rê ve bibin.”
Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Ebdulhekîm Beşar pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Hûn doh li cem Serok Barzanî bûn. Gelo ew ji paşeroja Rojavayê Kurdistanê geşbîn bû?
Ebdulhekîm Beşar: Ez bi kurtahî nikarim bibêjim lê rewşeke nû li Sûriyeyê çêbûye. Rêjîmeke ku partiya Beas bû 60 salî desthildarî kiriye, niha derfetek çêbûye ku Kurd bighêjin mafê xwe.
Di serdama Beasê de ti derfet ji bo Kurdan tunebû. Me gelekî hewl dan lê berevajî wê karê şovenîstî li dijî Kurdan dihat kirin. Îro pêwîstiya me bi gotineke Kurdî ya hevbeş û yedengiyê heye, pêwîstiya me bi şandeyeke Kurdî ya hevbeş heye lê mixabin heta niha ew şande pêk nayê.
Min ji cenabê Serokê re behsa wan çalakî û civînên xwe yê di dema wan 20 rojên ku li Şamê bûm kir. Min dîtina xwe derbarê paşeroja Sûriyeyê jê re got û pêwsît e em wekî Kurd çi bikin. Bersiva wî ji bo me şîretek bû ku gelekî biha ye û bi kurtî got:
"Eger hûn şîreta min qebûl bikin hûn Kurdên Sûriyeyê bighêjin hev û li ser mafê gelê Kurd çi pêwîst be û çi alîkariyê ji min were, ez amade me eger ez karibim". Gotina wî zelal e.
Rûdaw: We ji Serok Barzanî re behsa çi kir?
Ebdulhekîm Beşar: Li Sûriyeya me piraniya hêzên siyasî dîtin yên HikûmetEn Bereya Niştmanî, yên Opozisyonê û yên di wê navberê de jî. Me neteweyên Sûriyeyî (Durzî, Elewî, Îsmaîlî) dîtin û me nerîneke hevbeş kom kir û me ji cenabê Serok re diyar kir ka netewe û xelkê Sûriyeyê çi nerîn hene û daxwaza çi dikin.
Yek ji wan dîtina ew bû ku xelkê Sûriyeya hemû kêfxweş in ji ber ku cara yekemîn e ku dikarin ew tiştên ku dixwazin bibêjin. Her wiha hinek metirsî hebûn ji ber ku ev rêjîma nû hatiye paşxaneya xwe ya Îslamî heye lê di heman demê xelkê Sûriyeyê biryara xwe daye û bi ti awayî desthilateke yekalî qebûl nake çi Îslamî be yan ne-Îsalmî be. Yek partî, yek hêz, yek kes nema dikare desthildariya Sûriyeyê bike.
Xelkê Sûriyeyê nema vê yekê qebûl dike û hêzên navneteweyî nameyên xwe gihandin birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ku ew Sûriyeyekê dixwazin ku ne yek alî bi rê ve bibe lê Sûriyeyek be ku piralî be, mafê jin û neteweyan tê de hebe.
Rûdaw: Gelo rast e ku Serok Barzanî bi telefonê bi Ehmed Şer re axiviye?
Ebdulhekîm Beşar: Ez wê yekê nizanim lê Ehmed Şer li gorî zanyariyên min gelekî bi xweşî behsa Kurdan dike. Li cem wan dezgehek heye bi navê Encûmena Rîspiyan ku ji 32 kesan pêk tê, semîneran li ser pirsgirêka Kurdan ne tenê li Sûriyeyê lê li herêmê jî dike.
Daxuyaniyên wî yên li ser Kurdan erênî ne her wiha Kurd û PKKyê bi zanebûn ji hev cuda dike û ji ber wê jî cenabê Serok re nameyeke vekirî şand û spasiya wî kir li ser van daxuyaniyê wî yên derbarê pirsgirêka Kurdan.
Rûdaw: Dema hûn diçûn Şamê, we ji min re got, daxwaza me wekî ENKSyê federalî ye. Gelo desthilata nû ya Şamê federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê qebûl dike?
Ebdulhekîm Beşar: Niha, ne desthilat bi tena xwe vê biryarê dide lê wê destûra Sûriyeyê ya nû hebe. Vî birêvebirî digot ez biryara 2254an qebûl nakim lê niha dibêje ku ew cewherê vê biryarê qebûl dike ku destûr yek ji xalên wê ye bi awayekî ku hemû Sûriyeyî beşdarî bibin û em wekî Kurdên Sûriyeyê li kêleka neteweyên din em dê beşdarî bibin û xelkê Sûriyeyê bi gotûbêjeke berfireh bigihêjin encamekê derbarê rengê Sûriyeya bê û emê wê demê daxwaza federaliyê dayînin ser maseyê gotûbêjê ku ji bo hemû Sûriyeya dê baş be.
Rûdaw: Daxuyaniya dawî ya civîna serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye behsa navendîtiyê dike. Gelo navendîtî bûye daxwaza partiya we?
Ebdulhekîm Beşar: Na, em heta vê kêliyê federaliyê dixwazin. Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê bernameya xwe neguhertiye û her federaliyê dixwaze. Em behsa nenavendiya siyasî dikin ku wekî federaliyê ye.
Xelkê Sûriyeyê naxwaze vê têgehê bi kar bîne ji ber ku ji gotina federaliyê ditirsin. Min gotûbêj li gel gelek hêzan kiriye ew jî heman naveroka federaliyê dibêjin lê ji wî navî ditirsin û sedema wê yekê nizanim lê em ê hewl bidin baweriyê li cem wan çêbike ku federalî pêgeha Sûriyeya xurt dike ne ku lawaz dike û federalî wê bihêle zêdetir Kurd bi Sûriyeyê ve bên girêdan.
Rûdaw: Kîjan partî û alî li gel vê daxwaza Kurdan in?
Ebdulhekîm Beşar: Gelek in. Min derdora 20 partiyî dîtin û min neteweyên cuda dîtin û piranî dibêjin divê Kurd bi xwe, birêvebiriya xwe bikin. Dema min ji wan pirsî, gelo mafê me heye ku em encûmenekê pêk bînin û biryaran derxin, wan got belê, we ew mafê heye.
Dema me ji wan pirsî em dikarin birêvebiriya xwe bikin û hikûmetê ava bikin û serokekî hilbijêrin dîsa dibêjin erê. Ev federalî ye lê wekî min got ew ji vî navî ditirsin.
Rûdaw: Şêxê Durziyan daxwaza navendîtiyê dike, hin kes li Siwêdayê daxwaza federaliyê dikin. Hûn bawer dikin hikûmeta paşerojê ya Sûriyeyê dê navendî be yan nenavendî?
Ebdulhekîm Beşar: Li gorî şopandin û hevdîtinên min, ez dibînim ku paşeroja Sûriyeyê federalî ye. Durzî daxwaz dikin ku ew bi xwe birêvebiriya xwe bikin. Elewî jî bi heman awayî, her wiha xelkê Derayê jî.
Em Kurd jî dixwazin xwe bi rê ve bibin. Xelkekî zêde ye ku roleke wan ya girîng ji bo paşeroja Sûriyeyê heye. Daxuyaniyên birêvebiriya niha dibêjin em ne bi federaliyê re ne lê ne ew bi tenê biryarê didin, xelkê Sûriyeyê bi xwe biryarê dide. Paşeroja Sûriyeyê federalî ye.
Rûdaw: Welat li ser vê yekê çi dibêjin? We garantiyên navneteweyî wergirtine?
Ebdulhekîm Beşar: Welatên navneteweyî dibêjin hûn xelkê Sûriyeyê li ser çi rêk bikevin em li gel we ne. Li cem hêzên navneteweyî 4 xal gelekî girîng in ew jî Sûriyeyeke Demokratîk, mafê gelê Kurd, parastina neteweyên din û parastina mafên jinan. Ev li cem hêzên navneteweyî bi taybetî Amerîka û Yekitiya Ewropayê bingeh in ku jê venagerin.
Rûdaw: We Ehmed Şer dît?
Ebdulhekîm Beşar: Na.
Rûdaw: Sedem?
Ebdulhekîm Beşar: Me nexwest.
Rûdaw: Çima we nexwest?
Ebdulhekîm Beşar: Ez ji bo wê yekê çûbûm ku xelkê bibînin, zanibim xelkê Sûriyeyê çi difikire û ez ne ji bo danûstandinan û rêkeftinan çûbûm. Dem ji bo rêkeftinê be pêwîst e şandek ji 3 kesan biçe û danûstandinê bike û li ser rêkeftinan îmze bikin. Ez tenê çûbûm ji bo li rewşê binerin. Rêjîmek rûxiya û rêjîmeke din hat û Sûriyeyeke nû, pêwîst e em Kurd li wir bin û binerin ka rewş çawa ye û çi çêdibe.
Çûyîna min ji bo ku ez fêm bikim xelkê Sûriyeyê bi giştî çawa difikire, ji ber ku hinek tenê mafê çandî ji bo Kurdan dixwazin û hinek li gel wê ne ku Kurd bi xwe, birêvebiriya xwe bikin lewma pêwîst e em hevalbendan ji xwe re çê bikin.
Rûdaw: Ehmed Şer dibêje nivîsandina destûra nû û hilbijartin dê sê heta çar salan bikişîne. Hûn vê yeke wekî metirsî dibînin?
Ebdulhekîm Beşar: Na , berî niha dema biryara 2254an em bi wezîrê karên derve yê wê demê yê Amerîka re John Kerry re civiyan û wê demê got wan demek daniye ku 2 sal in ji bo ku destûr bê nivîsandin lê gotibû zehmet e ku di 2 salan de pêk were û dibe heta 4 salan biçe.
Niha piştî ev hikûmeta karbirêker here ku dema wê heta adarê ye lê ez bawer im ku dema wê bê dirêjkirin, dê hikûmeta demkî ava bibe û ev hikûmet divê aramiyê peyda bike ku xelkê vegerin malê xwe û ev hemû pêvajo demê dixwaze. Eger em di 3 salan de destûreke nû amade bikin dê gelekî baş be.
Rûdaw: Gelo hûn ditirsin ku ev gavên niha beşek bin ji pêvajoyeke avakirina hikûmeteke Îslamî li Sûriyeyê?
Ebdulhekîm Beşar: Na, zehmetî hene, ne ku tunin ji ber ku aliyê ku desthildariyê dike Îslamî ye, lê Ehmed Şer hêdî hêdî gavan ber bi sivîlbûnê ve diavêje, cilê xwe guhertine û daxuyaniyên xwe jî. Ehmed Şer jî têdighê ku Sûriyeya qebûl nake û gotiye ku Sûriyeya ne Efxanistan e û Sûriyeya bi tevahî ne wekî Idlibê ye.
Carekê got Sûriyeya dewleteke sivîl û şerî ye bi milyonan kes daketin qada Umewînê ku ez jî li wir hazir bûm û xelkê got Sûriye dewleteke sivîl û demokratîk e. Ew jî fêm dike ku ne civaka navneteweyî û ne xelkê Sûriyeyê vê yekê qebûl nakin.
Rûdaw: Ehmed Şer hejmarek fermandarên çekdarên tundrew ên biyanî ku di lîsteya terorê ya welatan de ne, bi awayê fermî kirine fermandar û piledarên hêzên Sûriyeyê. Helwesta we di vî warî de çi ye?
Ebdulhekîm Beşar: Bi nerîna min Ehmed Şer berpirsên hêzên çekdar ji wê derê derxistine û ew xistine devereke birêvebiriyê. Komîteyan çêdike, lîwa, fermandar û wezareta parastinê û wan ji beşê leşkerî vediguhêze beşê birêvebiriyê û dema wan dixe beşê birêvebirî de pirsa leşkerî ji destê wan derdixîne.
Piştre wî biryar jî daye ku di kongreyê niştmanî de Desteya Tehrîr El Şamê hilweşîne û wê demê wê artêşeke niştmanî bê damezirandin û dê ne Îslamî be, dê artêşeke niştmanî be û her kesê ku çek hilgirtiye di bin hinek şert û mercan de karibe cihê xwe di nava artêşê de bigire. Îca çi hêzên Itilafê bin yan yên Durziyan an HSDyê bin.
Rûdaw: Lê ev çekdarên biyanî ne.
Ebdulhekîm Beşar: Dê gelekî sembolîk be, ew ji navenda biryardana leşkerî veguhastin cihekî birêvebiriyê.
Rûdaw: Hûn Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê ne. Ehmed Şer got Koalîsyon (Îtilaf) nemaye û dikarin wekî kes beşdarî kongreya diyaloga niştimanî bibin. Helwesta we di vî warî de çi ye?
Ebdulhekîm Beşar: Me ew daxuyanî li Facebookê dîtiye û me tiştekî fermî jê nebihîstiye. Îtliaf ne girêdayî bi kesekî yan bi aliyekî ye lê girêdayî xelkê wê ji ENKS, Encûmena Tirkmanî, Îxwan El-Muslimîn, Rêxsitina Demokratîk a Aşûrî, ji bile beşa leşkerî ku niha jê derdikevin. Hinek hêzên çekdar niha tevlî artêşa nû bûne ku Şer ava dike û nema endamên Îtlafê ne, wekî Emşat, Hemzat, Feyleq El Şam û Cebha Şamiyê.
Rûdaw: Çend hêz in?
Ebdulhekîm Beşar: 8 hêz derketine ji Îtilafê.
Rûdaw: Çend mane?
Ebdulhekîm Beşar: Em 77 hêz û alî bûn, niha em 69 mane.
Rûdaw: Çima Ehmed Şer heta niha şandeya Îtilafê nedîtiye?
Ebdulhekîm Beşar: Li gorî agahiyên min, heta niha bi ti hêzên siyasî re rûnenîştiye, bi kesayetiyan re rûdinê. Ew dibêje yasaya partiyên siyasî tune û her dema ku yasa çêbû ew dê bi partî û hêzên siyasî re bicive lê heta niha bi ti aliyê siyasî re neciviyaye û ji ber wê jî dixwaze kogreyekê çêbike û li wir HTŞyê nehêle.
Rûdaw: Gelo hikûmeta demkî ya Îtîlafê maye?
Ebdulhekîm Beşar: Maye lê wê hêdî hêdî çareser bibe ji ber ku nabe 2 yan 3 hikûmet hebin. Em ne li dijî rewşa nû ne û her dema ku qonaxa veguhêz dest pê bike karê hikûmeta demkî ya Îtilafê namîne.
Rûdaw: Dê her du hikûmet tevlî hev bibin an çawa?
Ebdulhekîm Beşar: Her dema ku hikûmeta demkî bê avakirin, mebesta min ne hikûmeta niha ye ji ber ku ya niha karbirêker e. Dema ku Hikûmeta demkî bê avakirin dê şêwir çê bibe û dê li gorî wê kesên pêwîst li gorî rola wan bên danîn.
Rûdaw: Gelo Îtîlaf ji reftar û biryarên Ehmed Şer razî ye?
Ebdulhekîm Beşar: Hinek rexne hene lê heta niha em pê re ne û em naxwazin astengiyan jê re derxînin. Dema ku em derbasî qonaxa hikûmeta veguhêz bûn wê demê pêwîstî bi şêwireke berfireh e ku her kes beşdarî bibe.
Dema hikûmeta niha xwest kongreyeke niştmanî saz bike, Îtilaf rexne hebû ku divê komîteyeke amadekar hebe û hinek kaxez hebin û bi zanebûn li ser wê yekê rawestin ka çawa xelkê vexwendî kongreyê bikin. Niha ew yek jî bi paş xistin.
Rûdaw: Bi tenê ev rexneya Îtilafê heye, yan rexneyên din jî hene?
Ebdulhekîm Beşar: Zêdetir li ser kongreyê û damezirandina hinek kesan. Îtilaf dibîne ku rewşeke nû heye, welatekî wêran ku ketiye destê vê birêvebiriyê lewma pêwîst e hinekî demê bidin wan heta ku ber xwe bibînin.
Rûdaw: Çima heta niha êrişên grupên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê li ser Kobanî û Bendava Tişrînê û berdewam dikin?
Ebdulhekîm Beşar: Ma karê Kurdan li Minbicê û Bendava Tişrînê çi ye? Çima Kurd li wê derê ne? Em wekî ENKSyê dixwazin şandeyeke hevbeş pêk bînin. Em 2 tiştan dixwazin, em Kurdên Sûriyeyê bi hev re kar bikin û li ser mafê gelê Kurd li hev bikin.
Heta niha PKK birêvebiriyê dike. Em dibêjin xwe ji PKKyê qut bikin ji ber hebûna wan dûdiliyê çêdike û ya din bila bernameya xwe eşkere bikin û bighuherin. Em wekî ENKSyê mafê gelê Kurd dixwazin û bernameya me zelal e. Bi bicihanîna van her du gavan em dighêjin hev û ne zehmet e.
Rûdaw: Nakokiya we li ser awayê mafê Kurd ê li Sûriyeyê ye?
Ebdulhekîm Beşar: Divê Kurdên Sûriyeyê xwe bi rê ve bibin. Ne pêkan e ku ez biçim Şamê û Qendîl bi min ve girêdayî be. Divê şandeyeke Kurdên Sûriyeyê be û biryara wan di destê wan de be.
Rûdaw: te behsa Minbic û Bendava Tişrînê kir lê Kobanî jî tê armanckirin?
Ebdulhekîm Beşar: Ez dîsa dibêjim bila PKK ji nav me derkeve û eger wê demê êrişê me kirin ez dê li kêleka we bisekinim.
Ez dibêjim xwe ji PKKyê qut bikin û PKKyê li cem me qedexe bikin. Tirkiye ji cîhanê re di nav de jî Amerîka ku jê re gotiye ku tu tê bi dehhezaran kîlometre dibirî ji bo şerê DAIŞê bikî ji ber ku wekî metirsî li ser xwe dibîne lê ya me metirsî li ser sînorê me ye.
Bila PKKyê derxin û pêwendiya xwe bi PKKyê re qut bikin û kesên biyanî ji nav xwe derxînin, wê demê eger êriş hat ser Kobaniyê wê nerîneke min ya din hebe û dê ne ev nerîn be.
Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Ebdulhekîm Beşar:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 5, 2025
🎙️ ❝Serok Barzanî got, dema Kurdên Sûriyeyê li ser mafên miletê Kurd bigihêjin hev, çi ji destê min were ez amade me bikim❞
🎙️ ❝Pêwîstiya me bi şandeyeke Kurdî ya hevbeş heye lê mixabin heta niha pêk nehatiye❞… pic.twitter.com/2Iaj9rWWXT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse