Pizîşkê Mela Bextiyar bo Rûdawê: Dibe sê mehan bi berdewamî hatibe jehrîkirin

Pizîşkê Mela Bextiyar dibêje, “Sê corên jehrê di xwîna Mela Bextiyar de hebûn. Destpêkê rêjeya maddeya cîwa di xwîna wî de gelek zêde bû. Niha rewşa wî baştir e û bawer nakim karîgeriyeke mayînde li ser cesteya Mela Bextiyar bimîne.”

Dr. Suha Dasdelen ku pisporê hinav û gurcikan e û pizîşkê taybet ê Mela Bextiyar e, dibêje, ew nikarin diyar bikin ka Mela Bextiyar kengî hatiye jehrîkirin lê dibe ku heyama sê mehan be bi berdewamî hatibe jehrîkirin.

Dr. Suha Dasdelen di hevpeyvîneke taybet de li gel peyamnêra Rûdawê Ala Şalî behsa rewşa tendirustiya Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar kir.

Rûdaw: Silav birêz doktor Dasdelen, yekem pirsyara min ew e ku bizanim ew jehra di cesteya Mela Bextiyar çi ye û ji çi pêk hatiye?

Dr. Suha Dasdelen: Me di çarçoveya pişkinînan de çend pişkinînên taybet ên jehrê kirine, me pişkinîna xwînê ya hûr ji bo wî kiriye û piştî pişkinîna zanistî ya jehirzanînê, me 3 madde dîtine, yekem madde zîbeqê bû, duyem madde entîmon bû û maddeya din jî sifir bû, ew maddeya zîbeqê ku di xwîna wî de ji aliyê me derketibû, heman tişt bû ku di pişkinînên berî ku bê nexweşxaneya me, ji wî re hatibû kirin û derketibû.

Hûn heyama du hefteyan e çareseriya Mela Bextiyar dikin; dema hat nexweşxaneya we rewşa wî çawa bû û niha çawa ye?

Dema hat nexweşxaneya me, pirisgirêka wî ya meîde û roviyan hebû, wata verşî û navçûn û dilxelandin hebû. Ji xeynî vê jî, jehirkirina kesekî bi maddeya zîbeqê bandorê li ser tevahiya damaran jî dike, wek mînak bala wî kesî bêhêz dibe. Nexweşê me ew nîşan li ba wî hebû, dema hat nexweşxaneya me û hat vir pora wî diweşiya, lê ji dema ku li vêderê ye ew nîşan kêm bûne, ev yek jî nîşaneke ji nîşanên jiherxwarina zîbeqê ye.

Hûn dikarin ji me re bêjin çiqas ji wê jehrê wergirtiye yan birra wê çend bûye?

Estem e bê gotin, lê bi giştî em dikarin bibêjin ku bi rêya vexwarinê pêhatiye dayîn. Dibe kesek bi rêya hilmijînê vê maddeyê werbigire, lê nexweşê me ne bi vî awayî bû, belku bi rêya vexwarinê pêjhatibe dayîn. Ew piştî çend hefteyan hatiye vêderê bo çareseriyê. Em nizanin tebabê wê çend bû, ji ber ew piştî çend hefteyan hatiye, lê li gor yekem pişkinînê ku bo wî hatiye kirin, rêjeya maddeya zîbeqê zêde zêde bilind bû di xwîna wî de. Me çareseriya destpêkê bû wî kir. Dema kesekî bi zîbeqê jehrî dikin, maddeyekê didinê ku li nav meîde û roviyan û xwînê de zîbeqê kom bike û asankariyê dike bo derxistina ji laşê wî.Dema Mela Bextiyar hat ba me bo çareseriyê, me di pişkinîna xwe de maddeya zîbeqê di xwîna wî de bû û madde jî derket. Tevî wê çarseriya ku wergirtibû, her maddeya zîbeqê di xwîna wî de bû, ev wê yekê nîşan dide ku ev madde zêde pêhatibû dayîn di dema jehirxwarinê de.

Hûn çareseriyê çawa dikin, ev du hefte ye çawa çareseriyê bo wî dikin?

Çareseriya dijî jehrê bi heban jêre hatibû kirin, û em jî li vir berdewam bûn li ser wê yekê. Ligel vê yekê jî me çarseriya paqijkirina xwînê jêre kir. Hevawayê ku çawa gurçikan dişon. Ev çaresrî girîng e. çima? Ji ber maddeya zîbeqê taybetmendiya wê heye û di xwînê de têkelî protînê dibe û esteme cuda bibe, lewra me şûştina plazmayê jêre kir, wata paqijkirin xwînê. Tenê bi vê rêyê em dikarin piştrast bin ku zîbeq di xwînê de xwe têkelî protînan kiribû, em wê derdixin. Ev prose zêde girînge bo derxistina hemû ew zîbeqa ku di laşê wî de ye. 

Ev jehr ta çiqas metirsîdar e?

Zêde metirsîdar e li ser jiyana wî kesî, bi taybetî ku destpêkê rêjeya wê zêde bilinde be, zerareke zêde digihîne endaman. Encama pişkinîna endaman zêde xerab bû. Ev jehir dikare bibe sedema jikarxistina gurçikan, herwiha ew tişta ku em zêde jê ditirsin zerara wê li ser mejî ye, ev jehir dikare zerareke zêde li sîstema damar û mejî bike, û bibe sedema kêmkirina balkişanê, di dema wergirtina zêde ji vê madeyê dikare bibe sedema kuştina wî kesî bi rêya hemû damaran.

Gelo karîgeriyên wê yên demdirêj çi ne?

Eger em temaşeyî proseya çareseriya pizîşkî ya wî bikin, beramberî wê dema ku hat vêderê, niha zêde cuda ye, lewra bawer nakim ti bandoreke dirêjdem hebe. Ew li vêderê bi sedema wergirtina çareserriyê bi rêya heb û paqijkirina xwînê tendirustiya wî zêde baş bûye, û fêde ji çaresriyê wergirtiye. Lewra niha ez dikarim bibêjim bandora dirêjdem nabe, lê divê di bin çavdêriyê de be, ez dikarim bibêjim her tişt baş e.

Hûn pêşbîniya başbûna wî bi temamî dikin, heta kengî dê li vir çareseriyê werbigire?

Çareseiyên mer heta niha serkeftî bûn. Herwiha nexweş bi xwe jî amajeyê bi wê yekê dide, ku niha hest bi wê yekê dike baştir bûye, ez dikarim bibêjim em niha di dawiya hefteya çareseriya Mela Bextiyar de ne, ez dikarim bibêjim gelekî li ba me namîne.

Min jî xwest heman pirsyarê bikim! Ew kengî dikare ji nexweşxaneya we derkeve, niha dikare biaxive û hêza wî heye ku bimeşe?

Rewşa tendirustî ya Mela Bextiyar zêde zêde baş bûye, herweiha niha li ser xwe dimeşe. Dikare her tiştî bi xwe bike. Niha hinek pişkinîn mane û wan jî bo w î dikin. Çend rojên din dawiyê bi çareseriya paqijkirina xwîna wî tînin. Çend pişkinîn jêre mane û wan jî dikin. Ez dikarim bibêjin hefteyeke din dikare derkeve.

Gelek kes wê pirsê dikin ku gelo ew jehr bi hêsanî bi destê kesên ne pispor dikeve?

Bi rastî ev madde taybetin û jehrên taybetin. Zîbeq maddeyeke mirov dikare bi asanî bidest bixe. Lê pişkinîneke hûr bo jehirxwarina bi vê maddeyê divê li taqîgeheke taybet bê kirin. Bidestxistina vê maddeyê ne esteme.

Ji me re hat gotin ku hûn dikarin raportekê amade bikin. Di wê raportê de çi dê hebe û  Mela Bextiyar dikare wek belge pêşkêşî dadgehê bike?

Di raportê de bê guman yekem tişt amajeyê bi wê yekê didin, ku me di pişkinînan de çend madde di xwîna wî de dîtine, jibo bibe belge ku hatiye jehirkirin, herwiha proseya çareserkirina wî bi hûrî emê binîvisînin û behsa ku me çend rêkar wergirtine. Girîngiya çareseriya dijî jehirxwarinê wata paqijkirina xwînê di çi de bû? Me çawa kir? û çawa hat kirin? Divê meqaytebûn li çi bê kirin? Herwiha divê kontrola çi bê kirin? Bi hûrî rewşa tendirustiya nexweş berî çareseriyê û piştî çareseriyê emê bikin raport heta bikaribin serkeftina çarseriya wî bibînin.

Dawîn pirsyara min ew e ku gelo hûn dikarin bizanin ew kengî hatiye jehrîkirin?

Estem e, ji be rem nizanin ew jehirxwarin kengî çêbûye. Eger em temaşa bikin, niha du encamên pişkinînan li ba me hene. Yekem pişkinîn û pişkinîna li ba me. Li gor wan encamanan, ez dikarim bibêjim dibe bo dema 3 mehan de ev madde pê hatibin dayîn.