Keça Kurd a Êzidî li Filistînê: Dema ku ez bi çekdarekî DAIŞê re zewicandim ez 10 salî bûm

Meryem keçeke Kurd a Êzidî ye, dema ku li Şingalê ket destê DAIŞê 8 salî bû. Di 10 saliya xwe de li Reqayê bi çekdarekî DAIŞê yê Filistînî re hat zewicandin û piştre bû dayika kurekî.

Wê got ku kêliyên herî nexweş ên jiyana wê yên neh salên borî destdirêjiya wî zilamê Filistînî bûye. Herwiha jidayikbûna keça wê ya di otomobîlekê de gelekî nexweş bûye.

Meryemê got ku ew bêriya malbata xwe bi taybetî jî bêriya dêya xwe dike. Herhiha anî zimên ku ew bi dê û bavê xwe û jinbirên xwe re diaxive lê bi birayên xwe re naaxive.

Bi gotina Meryemê ji ber ku ew bûye Misilman birayên wê pê re naaxivin.

Meryemê li ser jiyana xwe ya li Filistînê jî got ku ew di xaniyekî kirê de dijî. Jineke xêrxwaz kirêya xaniyê wê û lêçûnên wê yên din dide.

Xewna Meryemê ew e ku vegere cem malbata xwe, lê hîna na, ji ber ku hin karên wê li Filistînê hene ku pêwendiya wan bi paşeroja du zarokên wê ne û divê wan karên xwe bike.

Meryem niha li gundekî Filistînê ye, Rêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî hevpeyvînek pê re kir û xwest dengê wê bigihîne cîhanê.

Hevpeyvîna ku Meryemê bi Rêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî re kiriye bi wiha ye:

Rûdaw: Dem baş, em pêşî çîroka te bibihîzin. Eger tê bîra te tu çend salî bûyî û bi kê re ketî destê DAIŞê, çend xizmên te li wir bûn û çend kes ji we ketin destê DAIŞê?

Meryem: Em neh kes bûn, ez û birayên xwe li cem xala xwe bûn û em bi wan re ketin destê DAIŞê. Malbata min rizgar bûbû lê ez û birayên xwe ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin, piştî wê nêzîkî salekê em di malekê de man, piştre birayên min birin û ew ji wir derketin û rizgar bûn.

Piştî ku ez ji birayên min veqetandim, pir bandor li min kir, min dixwest ez bi birayên xwe re bim. Paşê ez jî bi jinxala min û hin kesên din re birim.

Rûdaw: Tu dikarî ji me re bibêjî ka çawa tu ji her du birayên xwe hatî veqetandin, gelo tu wê demê li kû derê bûyî, li Şingalê yan li Teleferê, li kû bûyî? Çawa bû piştî salekê tu ji birayên xwe hatî veqetandin?

Meryem: Em li Teleferê bûn, wan her du birayên min birin, nizanim çi bi wan kirin.

Rûdaw: Dema ew birin çend salî bûn?

Meryem: Yek ji min biçûktir bû, wê demê ez heşt salî bûm, yê din jî du salan ji min meztir bû. Her yek du salan ji min biçûktir û mezintir bûn. Bi vî awayî bû.

Rûdaw: Birayên te çawa ji te hatin veqetandin? Wan tu birî kû derê?

Meryem: Wan (DAIŞiyan) em birin cihekî wekî dibistanekê. Keç birin, xort birin, mezin birin, hemû ji hev cuda kirin û piştre keç bi awayekî cuda birin. Paşê min têkilî bi dê û bavê xwe kir û wan got, ‘Birayên te hatine cem me.’ Min hewl da ku birevim lê min nekarî, ez biçûk bûm.

Rûdaw: Çawa bû ku hûn ji Teleferê hatin veguhestin, çend kes li wê derê bûn û hûn birin kuderê?

Meryem: Wan em dibirin dibistanekê û her carê kesek dihat keçek dibijart û wan ew keç bi xwe re dibir.

Rûdaw: Li kû derê bû? Cihê ku keç birin wê derê, li kû derê bû, li Sûriyeyê bû yan li Îraqê? Çawa dihatin û keç ji xwe re dibijartin?

Meryem: Dema em ji Teleferê veguhastin, em birin cihekî wek zindanê, nizanim li kû bû. Wiha tê bîra min ku navê wê Badoş bû. Ji wir em birin Reqayê, piştî Reqayê hinek birin Nofeyê, hinek jî birin cihên din. Bi vî awayî em ji hev belav kirin û her yekî keçek ji xwe re dibir.

Paşê ez bi qasî du salan di girtîgehê de mam û piştî du salan wan ji min re got ku tu mezin bûyî û divê tu bizewicî.

Rûdaw: Wê demê tu çend salî bûyî?

Meryem: Ez 10 salî bûm.

Rûdaw: Wan ji te re got ku tu mezin bûyî?

Meryem: Min nexwest ez ji wan re bibêjim ji ber ku min dizanibû ku eger ez ji wan re bibêjim dê min bizewicînin. Min ji wan re negot lê wan dizanibû çimkî eger mirov bibe Misilman, divê nimêj bike, lê dema mezin bû divê nimêj neke (mebesta xwe bi heyza keçan e), lewra wan dizanibû.

Rûdaw: Yanî wan dizanibû ku tu mezin bûyî dema ku te di dema heyzê de nimêj nedikir?

Meryem: Belê, rast e.

Rûdaw: Paşê dema wan ji te re got ku divê tu bi kesekî re bizewicî çi qewimî?

Meryem: Dema ku ez birim, di destpêkê de kesekî ji Tirkiyeyê ez birim û xwedî kirim. Ez li cem wî û jina wî mam heta ku ez mezin bûm.

Piştî ku ez mezin bûm, wan ji min re got divê tu bizewicî. Mmin ji wan re got, ‘Niha na.’ Wan got, ‘Divê tu bizewicî û eger tu razî nebî, em dê bi zorê te bizewicînin.”

Rûdaw: Dema wan ji te re got divê bizewicî, tu çend salî bûyî, cara ewil tu bi kê re zewicî, gelo tê bîra te ew kes kî bû, çend salî bû û xelkê kû derê bû?

Meryem: Dema wan got divê tu bizewicî, ez 10 salî bûm. Kesekî qelew bû, bi porê dirêj û rihdirêj bû lewra ez pir tirsiyam, ewqas tirsiyam ku min li serê xewn dît.

Piştî ku wan fêm kir ez tirsiyame, wan got ku divê em wê bifiroşin. Ji bo firotinê ez birim mêvanxaneyeke taybet. Yekî qenc hat û got ez dê wê bigirim û wek keça xwe mezin bikim û dema mezin bû ez dê wê bizewicînim.

Wî ez birim û bi qasî du salan ez xwedî kirim û ez mezin bûm. Şêx û emîrê wan ê mezin got, divê ew keç bizewice, eger bixwe jî nexwaze divê bi zorê were zewicandin.

Rûdaw: Pirsa min ev e, tu çend salî bûyî dema wan tu zewicandî? Tu 10 salî bûyî? Te got qey tu du salan li cem kesekî mayî. Yanî tu 12 salî bûyî yan 10 salî? Ew kes xelkê kû derê bû? Tu li kû derê bûyî? Ew pêvajo çawa bû? Wan tu di xaniyekî de dîtî? Hatin te bibînin an du salan li cem kesekî mayî û piştî ku tu mezin bûyî wan tu zewicandî?

Meryem: Ez du salan bi wî zilamê re bûm ku ez xwedî kirim. Paşê kesek hat û got ku dixwazim bizewicim. Ew xortek bû lê dêya wî ji ber ku em kole bûn, destûr neda wî ku ew bi koleyekê re bizewice. Ew Sûriyeyî bû. Piştre Filistîniyek hat û ji min re got divê tu li min guhdarî bikî. Paşê ew bi min re zewicî û em ji bo ceribandina xwînê birin ku bibînin ka em li hev tên yan na. Paşê em birin ba dadwer. Ji dadwer pirsîn ez çend salî me, gotin 16 salî ye. Ji ber ku eger min bigota ez 10 salî me, nedihiştin em di wî temenî de bizewicin. Lewra wan got ku ez 16 salî me daku min bizewicînin. Paşê peymana zewacê nivîsandin û ez birim bazarê û şikir ji Xwedê re zêr û her tişt ji min re kirîn. Herwiha qelenek jî dan min.

Rûdaw: Çima tu razî bûyî di 10 saliya xwe de bizewicî? Çima te ji dadger re negot tu 10 salî yî? Wan bi zorê bi te dae kirin? Gelo wan ji te re got nabe tu wisa bêjî? Gelo ew bi dilê te bû?

Meryem: Na, tiştek ne bi dilê bû. Ne tenê ez, hemû keç, tiştek bi dilê wan nebû.

Rûdaw: Çima te ji dadwer re negot ku tu 10 salî yî dema ku gotin tu 16 salî yî? Te çima qebûl kir ku bi wî kesê Filistînî re bizewicî? Ew çend salî bû?

Meryem: 24 salî bû, ez jî 10 salî bûm. Wan ez tirsandim û got ku divê tu nebêjî çend salî yî. Min jî pir baş nizanibû ez çend salî me. Lewra wan ez tirsandim daku nebêjim ez çend salî me.

Rûdaw: Çima te ji dadwer re negot ku tu 10 salî yî? Gelo wan tu diêşandî? Te eciband ku tu zewicî?

Meryem: Na, min jê hez nekir. Min ji wan re got ez hîn zarok im lê ew tişt di destê min de nebû. Ger min bixwesta ji dadwer re bibêjim jî min tiştek fêm nedikir. Min tiştek ji gotinên dadwer jî fêm nedikir.

Rûdaw: Te bi zimanê wan nedizanî? Te ji Erebî fêm nekir lewra?

Meryem: Min Erebî jî baş nizanibû. Min tenê hinek jê dizanibû. Ez nû hinekî fêrî Erebî bûbûm. Min nizanibû dadwer çî ye, min nizanibû zewac çî ye. Min heta nizanibû ez bi kû ve dibirim, min nedizanî ku ew min dizewicînin.

Rûdaw: Dema ku wan tu ji bo kirîna zêran û cilan birî, tu birî kû derê? Li kû dera Sûriyeyê bû? Gelo tê bîra te? Wan ji bo te dawet kir? Ew roj çawa bû?

Meryem: Belê, tê bîra min. Ez û yek ji jinên wan bûm. Em birin bazarê. Ji min re zêr û cilûberg kirîn. Pere û her tişt dane min. Ji wan re ev tişt şerîet in. Lewra hewce bû ku wan tiştan bidin min. Ev di şerîeta wan de ye. Min cilûberg û tişt li bazara Reqayê kirîn.

Rûdaw: Roja veguhestinê tê bîra te? Gelo wan ji te re şahiyek kir? Hestên te çawa bûn? Gelo bi dilê te bû wek keseke 10 salî û zilam jî wek xortekî 24 salî? Eger tu bi wî re nezewicîba, tu ji çi ditirsiyayî, ji wê yekê ditirsiyayî ku yekî mezin te bigire?

Meryem: Şahî, mûzîk û tiştên wisa li cem wan heram in, wan ji min re got ku eger ez bixwazim dikarim cilê bûkaniyê yê spî li xwe bikim. Min eciband lê ne ji ber tiştekî, ji ber ku min nedizanî şahî û tiştên wisa çi ne. Ji ber ku ez pir biçûk bûm.

Paşê ez birim malekê. Di wê malê de wî zilamî li min dinêrî û min jî li wî dinêrî. Min nizanîbû. Tiştek ecêb hebû. Min nizanibû li wir çi heye. Min nizanibû zewac çi ye. Paşê êvar hat û wî dizanibû ku ew çi dike lê min nizanibû ku li wir çi heye.

Min hîs dikir ku tiştekî ne normal heye lê min nizanibû ew çi ye. Paşê bû êvar û got were razê. Ez jî çûm. Tiştekî pir ecêb bû. Pir zehmet e. Min xwe pir xerab hîs kir.

Rûdaw: Tu çend salan li cem wî mayî? Wî çi tişt bi kotekî bi te kir û çi anî serê te? Tu rastî çi belayekê li nik wî hatî? Hûn li kû bûn, gelo hûn li Reqayê bûn? Gelo tu zarokên te ji wî hebûn?

Meryem: Em li Reqayê bûn. Piştî salekê ez ducanî bûm. Paşê kurek ji min re çêbû. Navê wî Xetab e. Du mehan piştî ku Xetab çêbû, ew bi jineke din re zewicî lê jina wî ya duyem Ereb bû, ne wekî me bû. Piştî vê yekê me gelek derd û kêşe kişandin û wî gelekî li min dixist.

Min wê salê gelek êş kişand. Du heyvan piştî ku ew jin anî, ez dîsa ducanî bûm, ango du mehan piştî zarokê xwe, ez dîsa bi keça xwe ku navê wê Cena ye, ducanî bûm. Dema ez ducanî bûm, em dîsa ketin bin dorpêçê û xwarin û tiştên din nedigihiştin me. Dorpêç hebû, bombebaran hebû.

Rûdaw: Hûn li kû bûn? Tu hîna li Reqayê bûyî?

Meryem: Na, ez ji Reqayê derketim. Ez li devereke berî Baxozê bûm... Sûse. Paşê em ji Sûseyê çûne Baxozê.

Rûdaw: Hûn çiqasî li wan deveran man ku dihatin bombebarankirin? Tu çend salan bi wî mêrikî re mayî?

Meryem: Ez du sal û nîvan li cem wî mam. Yan ez du-sê salan bi wî re bûm. Em zewicî bûn. Paşê gava ez hê bi keça xwe ducanî bûm, wî em derxistin derve. Agirbest hat ragihandin. Em ji Baxozê derxistin û birin Kampa Holê.

Rûdaw: Dema ku tu çûyî Kampa Holê, ew jî li gel te bû? Hûn çend salan li wir man? Çi hat serê mêrik? Ma hat kuştin?

Meryem: Tenê jin û birîndar ji Baxozê derxistin lê ew bi min re nehat. Ji min re got: "Tu here, dema tu bi silametî derkevî, ez ê dûv re werim." Dûv re ez çûm Kampa Holê û piştî du mehan kêm zêde, ez derketim û ez hîna jî pê re di têkiliyê de bûm. Yanî em bi hev re dipeyivîn.

Ez du heyvan li Kampa Holê bûm. Ez pir nerehet bûm, loma ez ji kampê derketim. Zarokên min bi min re bûn lê min nikaribû pereyan jib o wan xerc bikim. Piştî ku ez derketim, ez çûm Idlibê. Têkiliya me li Idlibê qut bû. Ez çûm Filistînê, piştî wê jî wan vîdeoya wî belav kir û got ku ew hatiye kuştin.

Rûdaw: Tu çawa ji Idlibê çûyî Filistînê? Di Kampa Holê de, tu keçên din ên Êzidî bi te re hebûn? Te kes nas dikir? Tu kengî çûyî Filistînê?

Meryem: 2019 em ji Kampa Holê derketin û çûne Idlibê. Ez di meha anîna zaroka xwe de bûm. Di rê de, di otomobîlê de zaroka min çêbû. Ne nexweşxane û ne jî bijîşk hebûn. Rê jî çolistan bû. Zaroka min çêbû. Êş û jana min zehf hebû.

Ji wê westînê û piştî wê hemî rêya dirêj, pitika min di otomobîlê de çêbû. Min zarokên xwe birin û ez bi qaçaxçiyekî re çûme Idlibê. Ez bi qasî sê mehan li wir mam. Min tu keçên Êzidî nas nedikirin û min xwe nêzî tu kesî nedikir. Piştre ez ji Idlibê çûme Tirkiyeyê. Tevî ku min nû pitika xwe anîbû Ez 30 demjimêrî li ser lingên xwe meşiyam. Zehf diwar bû.

Rûdaw: Tu çawa ji Idlibê 30 demjimêrî li ser lingên xwe çûyî Tirkiyeyê? Tu çawa ji wir çûyî Filistînê? Tu bi qaçaxî çûyî an pasaport an hemwelatîbûna te hebû?

Meryem: Na, bi qaçaxî bû. Ne paseport û ne jî tiştekî me hebû lê dema em çûn Tirkiyeyê, em 8 mehan li wir man. Paşê em birin Misirê û ji wir jî birin Filistînê.

Rûdaw: Reftara wan bi te re çawa bû? Gelo ew dê û bavê wî zilamê DAIŞî bûn ê ku li Sûriyeyê hat kuştin? Dê û bavê wî çawa bi te re tev digeriyan? Tu niha bi wan re yî yan tu çûyî cihekî din?

Meryem: Ew baş bûn. Wan ti kil û kêmasiyek nedikir lê ciwanên wan hin nexweşî ji min re çêkirin, loma ez ji mala wan derketim. Şikir ji Xwedê re ew kesên qenc bûn û wan xaniyek ji min kirê kir û hemî xerciyên min peyda kirin.

Rûdaw: Ev çiqas heye tu ji ba wan çûyî? Tu niha li Filistînê li kû yî û çawa dijî?

Meryem: Em li Nablusê ne lê ew li devereke din bûn. Rêya navbera min û wan nîv saet e. Niha ez û keça xwe li mala xwe ne û em tenê ne. Şikir ji Xwedê re, merivên xêrxwaz di ti tiştî de texsîriyê bi me re nakin.

Rûdaw: Kî alîkariya we dike? Hûn çawa dijîn? Kî şîr, xwarin û tiştên din ji we re tîne? Kî hevkariya we dike? Ma tu dixebitî?

Meryem: Na, ez tu karî nakim. Zarokên min mezin in û pêwîstiya wan bi şîr û pêçekan nîne. Xwarinê dixwin lê şikir ji Xwedê re, ew jinik her tiştî ji min re tîne. Xwarin, av û her tiştî tîne û tew xerciyê jî dide min.

Rûdaw: Kîjan jin ji te re xwarinê tîne? Mebesta te kî ye?

Meryem: Jinek e, jineke xêrxwaz e.

Rûdaw: Ji kengî ve têkiliya te li gel mala te li vir çêbû? Tu li vê derê, li Kurdistanê li Şingalê, bi kesekî ji malbata xwe re diaxivî?

Meryem: Ez bi dêya xwe re diaxivim. Ez bi jinbirên xwe re diaxivim, bi bavê xwe re jî hinekî diaxivim, lê bi birayên xwe re na.

Rûdaw: Çima tu venagerî? Ma dê û bavê te nabêjin vegere? Tu li vir bêriya kê dikî? Tu herî zêde bêriya kê dikî?

Meryem: Dêya xwe.

Rûdaw: Dayika te?

Meryem: Erê. Ez pir bêriya wê dikim.

Rûdaw: Dema tu pê re diaxivî, tu dilteng nabî?

Meryem: Erê, ez pir dilteng dibim. Dema ku ez dibînim keçek li cem dêya xwe ye, ez pir xemgîn dibim ji ber ku tiştekî min ê wisa tune ku ez pê rehet bim. Ez pir xemgîn im.

Rûdaw: Çima tu naxwazî vegerî? Ma ji ber ku kes alîkariya te nake? Kes nabêje were? Çima tu venagerî?

Meryem: Ez dixwazim vegerim lê ne niha, ji ber ku hin karên min hene dive ez wan biqedînim û paşê vegerim. Dema ku ez ji silametiya zarokên xwe piştrast bûm ez ê werim.

Rûdaw: Tu dixwazî vegerî? Ger hin kes li vir hebin ku bixwazin alîkariya te bikin, tu dikarî vegerî?

Meryem: Belê lê ne niha. Tenê dema ku ez piştrast bikim ku zarokên min ewle ne û bizanim ku dê silamet bin, ez ê wî çaxî vegerim.

Rûdaw: Çima tu vê niqabê (hîcabê) li xwe dikî?

Meryem: Dema ez kirim Misilman, wan got divê tu ebayê li xwe bikî. Ev ebaya ku hemû laş dipêçe û ev peçe jî rû vedişêre. Dibêjin ji ber ku jina Pêxember wisa kiriye û ji bo ku kes me nebîne, divê em xwe binixumînin. Yanî dema ez bûme Misilman, ev cil li min kirin.

Rûdaw: Dê û bavê te nabêjin vegere? Tu ji wan re çi dibêjî? Tu dixwazî vegerî? Ger kesek alîkariya te bike, tu dê kengî vegerî?

Meryem: Ew pir ji min re dibêjin. Dibêjin were û vegere lê hin tişt di mejiyê min de hene. Bi îzna Xwedê hema ez wan biqedînim ez ê werim. Min soz da dayika xwe ku ez ê vegerim.

Rûdaw: Yanî tu dixwazî vegerî û dê û bav û xizmên xwe bibînî?

Meryem: Bê guman.

Rûdaw: Me wêneyên te dîtin. Tu cilê doktoran li xwe dikî. Çima tu wan cilan li xwe dikî? Piştî zehmetiyên ku te derbas kirin, hêvî û xeyalên çi ne?

Meryem: Ji dema ku ez hatim Filistînê û min xwe li dibistanê tomar kir, tew hê ji zarokatiya xwe ve, min xeyal dikir ku bibim doktor, ji ber ku min gelek zehmetî dîtin. Ez dixwazim kesên birîndar an nexweş derman bikim, wan rehet bikim û xizmeta wan bikim.

Rûdaw: Tu hîn Misilman î û nimêjê dikî? Ji ber ku wan bi darê zorê ola te guhert û tu dizanî wan çiqas zilm li te kiriye? Hin kesan li ser navê Îslamê êş û azar dane te û gelek caran jî gelek tiştên xerab bi te kirine. Di 10 saliya te de bi te re zewicîn, ku di Îslamê de ne wisa ye ku keçek di temenê 10 saliyê de bi mêrekî re bizewice. Piştî dîtina van, tu hîna jî Misilman î? Ma tu hîn jî nimêj dikî?

Meryem: Ola îslamê ne pê re bû ku ev stem li min bê kirin çimkî pêdiviya Misilmantiyê pê nîne kesek bi kotekî bibe Misilman, ev yek qet nayê qebûlkirin lê tenê DAIŞ wisa bû û wan got, “Divê bibî Misilman, ger nebe Misilman nebe em ê lê xin.”

Rûdaw: Çima tu peçeyê ji xwe nakî û bêyî wê bi me re naaxivî? Ma tu difikirî ku ev guneh e? Ji ber ku te ji min re got ku jin û mêr bi hev re biaxivin heram e, tu çima peçeyê ji xwe nakî û bi me re wisa diaxivî?

Meryem: Ez nikarim.

Rûdaw: Heram e yan tu nikarî yan çima?

Meryem: Merema te çima ez peçeyê ranakim?

Rûdaw: Erê, tu çima bêyî çarîk napeyivî? Da ku em û xelk jî te bibînin.

Meryem: Na, ez nikarim. Ev ne bi destê min e û ez nikarim rakim.

Rûdaw: Ji ber ku guneh û heram e yan çima?

Meryem: Min li vir gelek tişt dîtin ku pir baş in, ne ji ber Îslamê lê gelek tişt pir baş bûn. Tew hin ji wan li cem me hebûn û li cem wan jî hebûn ku tiştên çê ne lê ne ji ber Îslamê ye ku ez vê peçeyê li xwe dikim, lê ji bo ku ez xwe ji gelê wan biparêzim.

Rûdaw: Em di wêneyên te de dibînin ku neynûkên te dirêj û boyaxkirî ne, gelo ev yek di Îslamê de ne qedexe ye?

Meryem: Na, ev nayê qebûlkirin, di nimêjên wan de jî destûr nayê dayîn, lê ez jê hez dikim.

Rûdaw: Tu dikarî neynûkên xwe nîşanî me bidî? Dirêj in?

Meryem: Belê.

Rûdaw: Çima tu wan kurt nakî? Ji ber vê yekê ev peçe tenê ji bo xweparastinê ye?

Meryem: Na, lê neynûk ne tiştekî baş in. Ez wan kurt dikim lê carinan hez dikim wan bihêlim.

Rûdaw: Eger rêyek hebe, tu dê kengî vegerî? Wek mînak saleke din an kengî? Te got heta ku tu ji zarokên xwe piştrast bibî, ango du salên din? Meheke din e? Yan çawa? Tu dizanî ku diya te û mala te hemî li benda te ne û malbata te hemî dixwazin ku tu vegerî? Diya te niha ji bo te digirî?

Meryem: Erê, digirî û gelek hêsiran dibarîne lê min got ez ê bêm dema ku ez ji zarokên xwe piştrast bûm, yanî naxwazim gunehê wan di stûyê min de be.

Heta ku ez ji wan piştrast nebim ez ê venegerim. Nizanim îro ye, meheke din e yan saleke din e, nizanim. Lê gava ez ji wan piştrast bim, ez ê bi alîkariya Xwedê werim.

Rûdaw: Tu dizanî ku vêga nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye û heta niha nêzîkî 4 hezar kesan rizgar kiriye û piştgirî daye wan, eger piştgirîya te jî bê kirin, gelo tu amade yî rojekê vegerî? Pêwîstiya te bi tiştekî heye ji bo ku tu xwe rizagar bikî û vegerî?

Meryem: Min berê jî got, dema ku ez ji ewlekariya zarokên xwe piştrast bim, çawa ku min têkilî bi we re kir, ez ê dîsa têkiliyê bi we re bikim û bibêjim alîkariya min bike û ez ê vegerim lê ez nikarim bi tena serê xwe bêm.

Rûdaw: Tu tiştekî derbarê keçên din ên Êzidî yên wekî xwe dizanî? Bo mînak, heke li Tirkiyeyê mabin? Te çend ji wan li Filistînê û welatên din dîtin? Haya te ji kesî ji wan heye? Zanyariyên te li ser kesên din ên wekî te hene?

Meryem: Min ew li Kampa Holê didîtin lê min ew nas nedikirin.

Rûdaw: Gelek bûn?

Meryem: Na, du sê kes bûn. Min rojekê tenê ew dîtin. Min tenê zanî ew Kurd in. Paşê ez ji wê kampê derketim û min tiştek li ser wan nema zanî.

Rûdaw: Te kesekî din li Tirkiye, Filistîn û welatên din nedît?

Meryem: Na, min li Tirkiyeyê bi kesî re neda û nestand. Min hewl nedida ku kesî nas bikim û ez ti Êzidiyekî wiha nas nakim. Tew li vir li Filistînê jî kesekî wisa nîne. Ez jî nizanim ez çawa derketim.

Rûdaw: Niha têkiliyên te bi kî re hene? Tu çi dikî û rojên xwe çawa derbas dikî? Ma tu di xaniyê kirê de yan di apartmanekê de yî? Kî kirê û xerciyên te peyda dike? Te got ku jineke xêrxwaz vî karî dike? Gelo pereyên dide te têra kirê û hemî pêdiviyên te dikin?

Meryem: Ew kirê dide mêrik nade min lê mesref, xwarin û tiştên din dide min. Ji min re dibêje tu çi bixwazî ji xwe re bîne lê gava pereyan dide min, ez diçim bazarê û her tiştî ji xwe re tînim.

Rûdaw: Tu kesekî Kurdê Êzidî li Filistînê nabînî?

Meryem: Na, yek Kurdê bi tenê jî li vir nîne, qet.

Rûdaw: Li gorî te, çend keçên din ên mîna te hê jî li Filistîn, Sûriye û Tirkiyeyê mane û venegeriyane? Ango yên ku ola wan hatiye guhertin? Bi nêrîna te, gelek in? Bi texmîna te çend in?

Meryem: Kêm zêde, dibe ku 150 kes bin.

Rûdaw: Ango tu texmîn dikî ku heya vêga 150 mabin?

Meryem: Erê, bi texmînî.

Rûdaw: Tu li Kurdistan û Şingalê dinêrî? Televizyon heye? Yan jî tu wan li ser torên civakî dibînî? Tu dixwazî kê bibînî? Tenê diya xwe û ne kesekî din?

Meryem: Ez dixwazim hemû xizmên xwe bibînim: Birayên xwe, bavê xwe... hemûyan lê ez pir bêriya dêya xwe dikim.

Rûdaw: Di van 10 salên dawî de, çi tiştê xerab hatiye serê te ku te ji bîr nekiriye û ji berê bigirî di demekê de ku tu hîna nebûyî 18 salî?

Meryem: Min gelek êş kişand. Gelekî gelek. Ji ber kambaxiya ku min dîtiye, ji min re dibêjin tu ne 17 salî yî. Dibêjin temenê te, nêzî 25 an 26 salan e ji ber wê zanîna ku li nik min heye. Kul û derdên ku hatin serê min, wan kir ku temenê bibe 25 an 26 sal.

Rûdaw: Te got ku tu niha jî hewl didî bixwînî. Ma tu dixwazî xwendina xwe berdewam bikî? Tu diçî dibistanê?

Meryem: Erê, ez diçim dibistanê û dê meheke din ezmûnên me hebin. Ez dixwînim.

Rûdaw: Li Filistînê paseport, hemwelatîbûn û vîze ji we re hatine çêkirin? Tiştekî we heye?

Meryem: Na, ew tişt hê amade nebûne lê min daxwazname pêşkêş kiriye û li benda derketinê me û paşê ez dikarim biçim her cihê ku ez bixwazim.

Rûdaw: Tu dizanî ku niha xizm û nasên te hemû li bendê ne ku tu careke din vegerî vir, gelo tiştekî te heye ku tu ji vir ji xizmên xwe re bibêjî yan peyameke te ji bo wan heye? Gelo wê rojek were ku em te bê laçik bibînin?

Meryem: Bê guman, ger ez vegerim, ez dikarim peçeya xwe rakim lê ez ê li şûnê şalekî li ber xwe bikim, ango tiştekî ku min binixumîne.

Rûdaw: Ango heke niha li vir rê bidin ku tu nuximandî û wekî jineke Misilman vegerî, tu amade yî vegerî?

Meryem: Ne ji ber Misilmantiyê lê wekî min got, dema ku ez karên xwe biqedînim, çi wekî Misilman an ne Misilman, ez ê her vegerim. Li vir kesekî min tune ye. Ez ji bo kê bimînim?

Rûdaw: Tu dixwazî vegerî, lê tu bendewariya hatina dema vegerê dikî?

Meryem: Erê, ez pir dixwazim vegerim lê piştî ku ez karên xwe biqedînim. Ez hêvîdar im ku hemû şêniyên Kurdistanê alîkariya min bikin da ez vegerim… Xewna min bi cih bînin… Ez pir dixwazim.

Rûdaw: Tu bi darê zorê hînî gelek tiştan li ser Misilmantiyê bûyî lê tu di derbarê dînê xwe de tiştekî nizanî çimkî dema tu çûyî tu zarok bûyî, rast e?

Meryem: Çend tişt tên bîra min lê min dînê xwe zêde nedît.

Rûdaw: Tu ji ber çi bi telefonê bi birayên xwe re naaxivî? Te got tu tenê bi dê û jinbirên xwe re diaxivî, çima?

Meryem: Rast e. Ez bi wan re diaxivim. Ji min re dibêjin ji ber olê…

Rûdaw: Tu çima bi birayên xwe re naaxivî?

Meryem: Ew naxwazin. Dibêjin tu Misilman î loma.

Rûdaw: Ma tu bi malbata xwe re jî bi peçeyê dipeyivî?

Meryem: Na, tiştekî helal e ku birayên min min bibînin.

Rûdaw: Ma bi dîtina te, niha heram e ku xelk te bê hîcab bibîne?

Meryem: Belê, kesên xerîb min bê peçe nabînin. Ez tenê ji bo xweparastinê peçeyê bi kar tînim. Yên li vir ji yên li derveyî gund ne ewle ne. Ez tenê dixwazim xwe biparêzim.

Rûdaw: Di van 9 salan de xirabtirîn bûyera ku hat sere te û tu ji bîr nakî çi bû?

Meryem: Zewaca bi darê zorê û dema keça min çêbû, ez van qet ji bîr nakim.

Rûdaw: Yanî dema keça te hatiye dinyayê?

Meryem: Belê, pir zehmet bû. Tu doktorek li ba min nebû. Zaroka min peyda dibû û pêwîstiya min bi alîkariyê hebû, ji bilî jinekê û çar mêran kesek bi min re nebû.

Ez çawa dikarim pitika xwe bînim dinyayê? Min gelek êş kişand. Nexweşxane tune bû. Di erebeyê de zaroka min çêbû.

Rûdaw: Yanî ji bilî jinekê û çar mêran ti doktor û tiştek tunebûn?

Meryem: Na, nebû. Em birin cihekî ku dişibiya mizgeftê, di hundirê mizgeftê de Kurd hebûn, Kurdên Şîe bûn.

Dema wan em dîtin, yên li gel me Sunî bûn. Wan got em we qebûl nakin. Me tenê dixwest ku em heta zaroka min çêbibe li mizgeftê bimînim û paşê biçim lê wan nehiş. Paşê, şikir ji Xwedê re, di otomobîlê de pitika min çêbû.

Rûdaw: Tiştek maye ku me nepirsîbe û tu bixwazî li ser biaxivî?

Meryem: Erê, ez tenê dixwazim gava ku ez vegerim, xelk alîkariya min bike ji bo ku ez xewna xwe bi cih bînim.

Rûdaw: Gelekî spas. Em hêvî dikin ku em rojekê li vê studyoyê bi te re hevpeyvînê bikin.

Meryem: Bi alîkariya Xwedê.

Rûdaw: Te nedixwest navê xwe eşkere bikî û te navekî din hilbijart, Meryem an Lûsya?

Meryem: Meryem, erê.

Rûdaw: Gelekî spas.