Karayilan bo Rûdawê: Çekdanîn qonaxa dawî ye
Rûdaw: Hinek rexne li biryara vekişandina gerîlla ji Bakurê Kurdistanê tê kirin. Nêrîna we çi ye?
Karayilan: Dema em behsa aştiyê dikin, ji ber ku baweriya me bi aştî û biratiya gelan heye. Eger na, wek tevgera azadiyê em dikarin şer bikin û gelê xwe bigihînin azadiyê. Ew hêza me jî heye. Ji wê rojê heta îro baweriya me bi me hebû. Niha jî baweriya me bi hêza me heye. Ev jî di qonaxa siberojê de eşkere dibe. Me çareserî divê. Lê çareseriyeke bi rûmet. Dema em ji bo çareseriyê gavê davêjin, pêwîst e hûn pişta me bigirin û piştgiriya me bikin. Lewma em bang li her kesekî dikin ku piştgiriya xebata azadiyê bikin.
Vekişandin gerîlla ya niha çi cudahiya wê ji vekişandina gerîlla ya 1999ê heye?
Niha di vî warî de ezmûneke baş ya gerîlla heye. Rewş û qonax jî cuda ye. Vekişandina me ya niha di demekê de ye ku xebata me bihêz e. Lewma ev vekişandin ne wek qonaxa 1999ê ye, ku yekalî bû. Baweriya me bi rêberatiya me û baweriya me bi me ye ku em dikarin vê qonaxê ber bi pêş ve bibin. Daxwaza me ya sereke ew e ku pirsa kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Ev e helwesta me ya sereke, ji vî alî ve em gellekî bi coş in. Lê em nabêjin ku her tişt baş e û hemû tişt çareser bûye, na hemû tişt çareser nebûye. Ev jî ji me re babeteke bingehîn e. Bê guman biryar ewqasî ne hêsan bû, lê bi hemû awayan baweriya me bi serokatiya me heye û em jê piştrast in. Lê di egera derketina her êriş û operasyonekê de jî, bê guman berxwedana gelê kurd û gerîlla divê. Bila ti kes û alî di vî warî de ti gumanên wan nebin. Di dema vekişandina gerîllayan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, di wê demê de êrişa artêşa Tirkiyeyê bi wateya ragirtina vekişandinê tê. Hêzên me jî mafê wan ê bersiva parastin û bervedêriyê heye.
Gelo çi gavek piştî qonaxa vekişandinê tê?
Ev gavên ku pêwîst in di vê qonaxê de birêve herin, pêk tên ji agirbest, vekişandin, piştî vekişandinê guhertina yasayî. Herwiha li ser bingeha wan guhertinan çareserî û gava asayî. Rakirina berbesta mezin a li pêşiya demokratîzebûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsa kurdî ye. Bi wê gavê jî ne ku tenê li Tirkiyeyê lê belê li Sûriyê û Îranê jî rê li ber çareseriya pirsa kurdî vedibe. Bandora wê li qezencên Başûrê Kurdistanê jî dibe. Herwiha demokratîzebûna Tirkiyeyê dibe nimûne ji bo demokratîzebûna Rojhilata Navîn.
Ew nayê wateya çekdanînê?
Na. Gerîlla çekan danaynin. Tenê vekişandin û bêdengkirina çekan e, ne ku çekdanîn e. Gerîlla jî ku vedikişin çekên xwe tînin. Em bi awayê dirust kar dikin.
Tê gotin ku Îran ji danûstandina di navbera PKKê û Tirkiyeyê de dilgiran e?
Ev qonax sûda wê li seranserê herêmê û Îranê jî heye. Em hêvîdar in ku ew jî piştgiriya vê proseyê bikin.
Bendewariya we ji Başûrê Kurdistanê, bi taybetî ji serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê qonaxê de çi ye?
Bê guman bendewariyeke me ya mezin ji berpirsên Başûr heye, bi taybetî di vê qonaxa hestyar de. Serokatiya Herêma Kurdistanê û kak Mesûd Barzanî her wek çawa berê piştgiriya prose û pêvajoyê kirin, niha jî em heman bendewariyê ji wan dikin. Ji aliyekî din ve jî piştgiriya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û birêz Nêçîrvan girîng e. Me roleke kak Nêçîrvan Barzanî ya erênî di dema çûyî de dît. Em wiha hizr dikin ku ji bo vê qonaxê jî kak Nêçîrvan her alîkar û piştgir be. Herwiha bendewariya me jî heye, wek berê jî me ragihandibû, ku devera bicihkirina gerîlla dibe Başûrê Kurdistanê. Em doz jî dikin ku bi awayekî erênî û fermî kar bi mana hêza me li Başûrê Kurdistanê bê kirin. Di heman demê de çavên me li piştgiriya tevaya qadên gelê me ye.
Vekişandina gerîlla bi çi awayî pêk tê?
Murad Karayilan: Vekişandin bi vî awayî dibe.
Yekem: Hêzên gerîlla bê ku rê bi her awayî bidin pevçûnekê, bi destpêşxeriya xwe û bi bikaranîna wê rêyê û cihên ku berê hatine bikaranîn, bi sîstem û rêxistin dest bi vekişandinê dike.
Duyem: Di çarçoveya van amadekariyan ku tên kirin û berdewam in, vekişandina hêzên me di 08.05.2013ê de destpêdike. Vekişandin bi awayekî grûp grûp û bi plan tê kirin, gav bi gav dibe, bi liberçavgirtina awayê tevgera gerîlla û sîstem û veşartî. Em hewl didin ku ev prose di kêmtirîn dem de bê bidawîkirin.
Sêyem: Piştî vekişandinê, devera bicihbûna hêzên me dibe Başûrê Kurdistanê. Bendewariya me ji tevaya hêzên pêwendîdar, nemaze hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew e ku bi awayekî erênî û fermî kar bi mana hêzên me li Başûrê Kurdistanê bikin.
Çarem: Di proseya vekişandinê de pêwîst e artêşa Tirkiyeyê bi heman hişyariyê û ji dil tevbigerê. Eger di dema vekişandinê de her awayê êriş, operasyon û bombebaranê li dijî hêzên me pêk bên, vekişandin her di wê demê de tê rawestandin û hêzên me li ser bingeha parastin û berevaniya rewa mafê xwe yê bersivdana bikartînin.
Pêncem: Dema ku hêzên gerîlla vedikişin, pêwîst e hêzên dewleta Tirkiyeyê jî rê nedin tevgerên xapînok û kesên keysbaz. Yan jî rê nede tevgera leşkerî ku karibe şer û pevçûnê pêk bîne. Da ku qonaxa vekişandinê bi aramî û serkeftin birêve here, pêwîst e ew babetên ku herî zêde bi rêya nameyên me rêberatiya me jê agahdar bû û dewlet jî jê agahdar e, li ber çav bên girtin.
Şeşem: Çavdêriya vê qonaxê ji aliyê şandeke serbixwe ve giring e, ji bo rawestandina li ser şaştî yan astengiyên ku ji herdu aliyan derkevin, ji bo aramî û pêşketina qonaxê.
Ev qonax ji sê gavan pêk tê. Proseya çareseriya demokratîk jî ji sê qonaxan pêk tê. Bi wê agirbesta ku birêve diçe û vekişandina hêzên gerîlla bi awayekî serkeftî, qonaxa yekem bi dawî tê. Qonaxa duyem jî destpêdike. Qonaxa duyem qonaxeke ku ji bo çareseriya herdemî ya wê kêşeyê ye, pêwîst e dewlet û hikûmet berpirsyariyên xwe cîbicî bikin. Bi wan reformên ku di çarçoveya destûrê de bên kirin, şert û mercên bi wateya rasteqîne ji bo demokratîzebûna Tirkiyeyê û çareseriya kêşeya kurdî dirust dibin. Pêwîst e sîstema caşîtiyê, tîmên taybet û hwd., bi tevayî dezgehên şerê taybet bên rawestin. Herwiha jî civak li gor hişmendiya demokrasiyê û civaka sivîl bê avakirin. Bi taybetî danîna destûra nû ya demokratîk ku Tirkiyeyê demokratîze bike û dawiyê li înkarkirina gelê kurd bîne. Hebûn û azadiyê teqez bike. Maf, wekhevî û azadiya hemû nasname, bawerî û mezheban garantî bike, ew tiştekî jiyanî ye.
Bi bicihkirina wan gavan, qonaxa sêyem ku "qonaxa asayîbûnê" ye destpêdike. Qonaxa asayîbûnê qonaxa herdemiya aştiyê ye, dad jî civaka wekhevî û azadiyê ye. Yekrêya birêveçûna wê qonaxê, bi azadiya rêberê me jî, her kes azad dibe. Wê demê bikaranîna çekan û bêçekkirina gerîlla jî dikeve rojevê.
Murad Karayilan:
Di nav PKKê de wek heval Cemal tê naskirin.
Sala 1957ê li Rihayê (Urfa) ji dayik bû.
Kolêja Endezyariyê ya zanîngeha Dîlokê qedandiye.
Ji sala 1979ê ve bi PKKê re kete nava pêwendiyan.
Di navbera salên 1980-1988ê li Libnan û Rojavayê Kurdistanê karê rêxistinî kiriye.
Ji 1989ê heta 1991ê li Ewropayê maye.
Sala 1991ê vegeriya Rojavayê Kurdistanê.
Di sala 1992ê de Ocalan berpirsyariya fermandeyî ya şerê Botanê sparte wî.
Wek diyartirîn fermandeyê şerê gerîllayî tê dîtin.
Sala 1998êan di operasyoneke leşkerî ya artêşaTirkiyeyê de bi giranî birîndar bû.
Li ser pêşniyaza Ocalan sala 2004ê wek serokê Konseya Rêveber a KCKê hat hilbijartin.