Balyozê Hindistanê yê Îraqê Prashant Pise ragihand ku pêwendiyeke bihêz a welatî bi Herêma Kurdistanê re heye û got:
“Me berî çend salan konsulxane li vir vekir û ji wê demê ve gelek xwendekarên Kurd ên baş çûne Hindistanê. Em her sal nêzîkî 50 bursan didin xwendekarên Kurd.”
Prashant Pise da zanîn ku piraniya wan xwendekaran dermansazî, endezyarî, zanist, teknolojî û çandiniyê dixwînin.
Piser herwiha eşkere kir ku ew rojane 30 heta 35 vîzeyan didin nexweşên Kurd ên ku dixwazin ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyên cuda cuda yên Hindistanê.
Balyozê Hindistanê yê Îraqê Prashant Pise bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Dihokê Nasir Elî da.
Rûdaw: Xwendekarên Dihokê çawa dikarin bursên xwendinê yên Hindistanê bi dest bixin?
Prashant Pise: Gelek spas. Ez pir kêfxweş im ji bo vê mêvandariyê ku ez ji we re behsa Hindistanê bikim. Wekî ku hûn dizanin, wekî beşekê ji têkiliya me ya bi navê "xelk bi xelk"ê re, pêwendiyeke Hindistanê ya pir xurt bi Îraq û Herêma Kurdistanê re heye. Pêwendiyeke me ya pir bihêz heye ku me xwe gihandiye xelkê Herêma Kurdistanê. Em salane bursan didin xwendekarên Îraq û Herêma Kurdistanê.
Me berî çend salan konsulxane li vir vekir û ji wê demê ve gelek xwendekarên Kurd ên baş çûne Hindistanê. Ya rast, rêxistineke me ya bi navê Encûmena Hindistanê ji bo Têkiliyên Çandî heye ku rêxistineke hikûmeta Hindistanê ye û bursan pêşkêşî xwendekarên zanîngehan dike. Em her sal nêzîkî 50 bursan didin xwendekarên Kurd. Bi vî awayî jî gelek xwendekarên Kurd çûne Hindistanê. Ev bursên ji bo xwendekarên Kurd bi tevahî belaş in, kar û barên wan tên bicihanîn û cihê mana wan jî tê peydakirin. Piraniya wan xwendekaran dermansazî, endezyarî, zanist, teknolojî û çandiniyê dixwînin.
Rûdaw: Her sal hejmareke mezin ji şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya nexweşiyan berî didin Hindistanê. Gelo ti planên we nînin ku hûn nexweşxaneyan li Herêma Kurdistanê vekin an jî doktoran bînin vir, da ku ne hewce be xelk rêwîtiyeke wisa dirêj bikin?
Prashant Pise: Sektoreke me ya geştyariya tenduristî ya xurt heye, çimkî gelek nexweş hene ku ji bo çareseriyê ji Herêma Kurdistan û Îraqê diçin Hindistanê. Çimkî sektora tenduristî ya Hindistanê pir baş bi pêş ketiye, neştergeriyên penceşêrê yên pir giran û taybet lê tên kirin, gurçik û kezeb têne çandin û tew neştergeriyên giran ên dil jî xasma ji bo pitik û zarokên piçûk têne kirin.
Em jî li vir li Hewlêrê li konsulxaneya xwe vîzeya dermankirinê didin. Em rojane 30 heta 35 vîzeyan didin nexweşên Kurd ên ku dixwazin ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyên cuda cuda yên Hindistanê. Di heman demê de, bijîşkên Hindî jî hene ku têne Kurdistanê û li nexweşxaneyên vir neştergeriyan dikin.
Bi rastî, berî çend rojan, ji min re hat gotin ku paneleke wan doktorên Hindî li vir hebû ku ji bo çêkirina neştergeriyan hatine Dihokê. Mesele dualî ye: doktorên me têne vir û nexweşên vir jî diçin Hindistanê. Neştergerî û çareseriya wir di asteke pir bilind a profesyoneliyê de ye.
Em li konsulxaneya xwe jî gelekî alîkariya nexweşên Kurd dikin. Em bi kirina van karan kêfxweş in lê em dixwazin şirket û kompanyayên me yên tenduristî jî werin vir û li nexweşxaneyan kar bikin.
Rûdaw: Her sal çend kes ji Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo dermankirinê serdana Hindistanê dikin?
Prashant Pise: Em nêzîkî 35 hezar vîzeyan didin nexweşên Îraqê û di nav wan de nexweşên Kurd jî. Piraniya van vîzeyan ji bo dermankirinê ne, ango nêzîkî 35 hezar kesan diçin Hindistanê.
Rûdaw: Nexweşxaneya Farûq li Silêmaniyê bi sîstema Hindî kar dike, gelo hûn plan nakin ku hûn nexweşxaneyên bi vî rengî li Hewlêr û Dihokê jî vekin?
Prashant Pise: Ev tiştekî baş e, çimkî niha Nexweşxaneya Farûq ji hêla kompaniyeke bijîşkî ya Hindî ve tê birêvebirin û heya niha ezmûneke baş bû. Nêzîkî 120 karmendên Hindî wekî perestar, dermansaz û doktor li Nexweşxaneya Farûq kar dikin.
Ez hêvîdar im ku em bikarin li Dihok û Hewlêrê jî heman tiştî dubare bikin û bijîşk û karmendên wan werin Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Gelek kompanyayên biyanî di warên din de li Herêma Kurdistanê kar dikin. Çend kompanyayên Hindistanê li Îraq û Herêma Kurdistanê kar dikin?
Prashant Pise: Bi rastî, niha gelek pisporên Hindî li vir di warên cihêreng de hene lê halê hazir ti kompanyayeke Hindî nîne, bi nêrîna min çend sedemên vê yekê jî hene. Berê, gelek kompanyayên Hindî hatibûn lê di sala 2003yan de neçar man vegerin. Piştre di sala 2013an de jî şerê DAIŞê hebû û dîsa neçar man derkevin.
Êdî ji hingê ve kompanyayên Hindî venegeriyane. Lê gelek şehrezayên Hindî di warê IT û elektrîkê di kompanyayên petrolê de hene, herwiha Hindî di kompanyayên hesin ên Hewlêr û Dihokê de jî kar dikin. Herwisa, çend mamoste li zanîngehan jî dersdar in.
Rûdaw: Hindistan di warê IT de gelekî pêşketî ye. Hûn çawa dikarin di warê IT de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin?
Prashant Pise: Wekî ku tu jî dizanî, Hindistan di warê IT de pir navdar e. Belkî tu bizanî ku gelek rêveberên cîbicîkar ên kompanyayên cîhanî yên mîna Google û Microsoftê Hindî ne. Pîşesaziya IT li Hindistanê pir xurt e. Ez hêvîdar im ku pisporên IT û kompanyayên IT werin Herêma Kurdistanê, çimkî bi nêrîna min li vir pêwîstî bi teknolojiya aborî heye nola bankên dijîtal û peredayîna dijîtal û tiştên din ku ev war hemû li Hindistanê hene.
Bi rastî, pergaleke me ya diravdana dijîtal a pir serkeftî heye ku tenê bi rêya bikaranîna programeke mobaylê tu dikarî tiştan bikirî û pereyan bidî. Pêwîstiya te tenê bi înternetê heye, tew programeke me ya mobaylê heye ku pêwîstiya wê bi înternetê jî nîne. Em jê re dibêjin giştgiriya darayî, çimkî ji ber berbelaviya vê pergala diravdanê, mirov kêfxweş in û diravdana bi destan pir kêm bûye. Ev yek pir lezgîn e û bi tevahî bê beramber e.
Herwiha xerciya wê jî pir kêm e. Heke tu herî Hindistanê yan herî gundekî û tiştekî pir asayî ji her kes û firoşkarekî li ser kolanê bikirî, ew kes pereyên kaş wernagire. Bernameyeke mobaylê pê re heye û tu dikarî pereyên xwe bi rêya mobaylê bidî.
Bi baweriya min, ev pergala diravdana dijîtal bi rastî jî pir baş xizmeta Hindistanê kiriye. Tu dizanî, Hindistan welatekî pir mezin e û milyarek û 400 milyon kes lê dijîn ku ev jî dibe sedema tevgereke darayî ya zehf mezin. Bi rastî, em teknolojiya xwe bi welatên din re parve dikin.
Rûdaw: Li Hindistanê jî birinc pir tê xwarin. Li vir jî birinc û çaya Hindî pir tên bikaranîn. Gelo birinc û çaya ku li vir hene bi heman kalîteya yên Hindistanê ne?
Prashant Pise: Ya rast, birincê besmetî yê libdirêj ê Hindî pir bi navûdeng e. Em gelekî ji vî birincî hinardeyî Herêma Kurdistan û Îraqê dikin. Tu dizanî, biryanî li Hindistanê pir navdar e. Li Hindistanê gelek cureyên birinc hene ku besmetî yek ji wan birincan e. Lê ne hemî Hindî vî birincê besmetî dixwin. Li başûrê Hindistanê celebên cuda hene.
Rûdaw: Çend Hindî li Îraq û Herêma Kurdistanê kar dikin?
Prashant Pise: Bi baweriya min, nêzîkî 8 hezar Hindî li Herêma Kurdistanê di warên cuda de kar dikin. Wekî min got, ew li bank, kargeh, nexweşxane û hin jî li zanîngehan kar dikin.
Rûdaw: Gelek spas ku tu mêvanê me bûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse