Berdevkê turkmen ê HSDê bo Rûdawê: Tirkiyê yek fîşek jî neavêtiye DAIŞê

03-12-2015
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, ew hêz dibêjin ku hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê alîkariya wan dike, çek û cebilxaneyê dide wan. Herweha dibêjin ku hin hêzên din li parêzgeha Helebê ya Sûriyê tevlî hêzên Sûriya Demokrat bûne û wê li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê şerê xwe berdewam bikin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat eqîd Telal Silo, ku kesekî turkmen e, derheqê plan û çalakiyên Hêzên Sûriya Demokrat li dijî rêxistina DAIŞê û peywendiya wan bi hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ji Radyo Rûdawê re axivî û bersiva pirsên Imer Kalo da.

 

Rûdaw: Cencabê Eqîd Ednan Silo destpêkê em bi xêrhatina we di vê hevpeyvînê de dikin, em dixwazin hûn hinekî li ser damezrandina Hêzên Sûriya Deomkrat biaxifin, ramana avakirina vê hêzê ji kuderê hat û we çawa ev hêz damezirand?.

 

Eqîd Telal Silo: Destpêkê ramana Hêzên Sûriya Demokrat li ser asta serkirdeyên wan hêzên damezrêner jê re hat gotûbêjkirin, lihevkirin li ser armancên hevbeş di navbera wan de çêbû di civîna 10ê meha Cotmehê de, û Hêzên Sûriya Deomkrat hat damezrandin.

 

Rûdaw: Hejmara we çiqas e, şiyana we çiqas e, hûn dikarin çiqasî ji xaka Sûriyê ji destê rêxistina DAIŞê derxin û têxin bin kontrola xwe?

 

Eqîd Telal Silo: Hêzên Sûriya Demokrat ji van yekîneyan çêdibe; Ceyş Elsiwar, Yeyîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Senadîd, Volkana Ferat, Kombûna Elwiyêt Elcezîrê û Encûmena Leşgerî ya Siryanî. Em nikarin hejmara hêzên xwe bidin kesî, lê ew bi hezaran in, ew dikarin şerê rêxistina DAIŞê ya terorîst bikin û beşekî fereh ji xaka Sûriyê kontrol bikin, ger ku piştgiriya asmanî û ya çekan ji me re were kirin.

 

Rûdaw: We hêza xwe li parêzgeha Hesekê ragihand û hêzên hikûmeta Sûriyê jî li wê parêzgehê hene, ew ji we hêrs nebûn ku we hêzeke nû li wir ragihand?.

 

Eqîd Telal Silo: Ev pirsa pir ji me hatiye kirin, di qonaxa yekê de em şerê rêxistina DAIŞê ya terorîst dikin, û tevahiya parêzgeha Hesekê di bin kontrola me de ye, hebûna rêjîma Sûriyê di hin xelekên teng de maye û ti hêza wê li parêzgeha Hesekê tuneye, ew ji bo xizmetguzariyên hemwelatiyan maye, û DAIŞ cihên rêjîmê topbaran dike, lê em nahêlin têkeve bin kontrola rêxistina DAIŞê.

 

Rûdaw: Ango di vê qonaxê de armanca we ne rêjîma Sûriyê ye?

 

Eqîd Telal Silo: Belê belê di vê qonaxê de, belê.

 

Rûdaw: Şêweyê danûstendina we bi rêveberiya xweser re çawa ye, YPGê û YPJê xwe wekî beşekî ji desteya berevaniyê ya bi ser rêveberiya xweser ve dibînin, şêweyê peywendiya we bi rêveberiya xweser re çawa ye?

 

Eqîd Telal Silo: Ji aliyê rêxistinî ve, serkirdayetiyeke me ji 9 kesan û ji hemû pêkhateyên hêzên me heye û ew serkirdayetî lêvegera me ya rêxistinî ye, ji aliyê siyasî ve, lêvegereke siyasî ji Hêzên Sûriya Demokrat re tê avakirin, di navbera 1 ta 10ê meha Kanûnê de wê di kongreyekî de were ragihandin, wê ew lêveger nûnertiya me ya siyasî li hindur û derve bike.

 

Rûdaw: Hûn dikarin hin agahiyan li ser wê hêza siyasî bidin me, ger ku mumkin be?

 

Eqîd Telal Silo: Ew hêza ku wê di kongireyekî de were ragihandin, wê ji berpirsên siyasî yên Hêzên Sûriya Demokrat pêk were, û wê ew di kongirê de beşdar bibin, niha komîteyeke amedekar ji bo kongirê hatiye avakirin, wê ew li hev bicivn û biryara ragihandina kongirê bistînin, me hîn ti nav jê re hilnebijartiye, û em bi hêvî ne ku ew hêz bibe cihê baweriyê li hindur û derve.

 

Rûdaw: Ji destpêka damezrandina we de, ti hêzên Sûrî yên nû tevlî we bûne, an ti hêz bi wê yekê difikirin û peywendiyê bi we re dikin, ji bo ku tevlî we bibin?

 

Eqîd Telal Silo: Me di daxuyaniya damezrandina xwe de bang li hemî hêzên şoreşger kir ku bê dudilî tevlî me bibin, li Cezîrê 2 hêzên nû tevlî me bûn, piştî ku me li dijî rêxistina DAIŞê dest bi pêngava xwe kir û em tê de bi ser ketin, û yek ji wan hêzan ku bi navê Lîwai Siqûr Elbadiyê bi me re beşdar dibe, û yekîneyeke din ji Kobanî tevlî me bû, lê hîn di vê pêngava me de beşdar nebûye, ji bilî wan hêzeke din ku cihê wê di navbera Ezaz û Efrînê de ye li Helebê tevlî me bûye, ew 3 yekîne ne ku di navbera gundewarên Heleb û Idlibê de ne.

 

Rûdaw: Hûn dikarin navê wê hêza ku ji Kobanî tevlî we bûye ji me re zelal bikin?

 

Eqîd Telal Silo: Bi rastî pir nayê bala min navê wê yekîneyê, lê tê bîra min ku navê Cerablusê di navê wê de heye, ew tevlî Odeya Operesyonên Volkana Ferat bibûn, me di wê re ew naskir.

 

Rûdaw: Peywendiya we li gel Odeyea Operesyonên Volkana Ferat wekî yek hêzê ye, an wekî her hêzeke serbixwe ji hêzên di nava Volkana Ferat de ye?

 

Eqîd Telal Silo: Di hindirê Odeyea Operesyonên Volkana Ferat de Lîwai Siwar Elreqa û Ketaib Şems Elşemal hene, ew ne odeyeke operesyonan e, ew bi xwe kombûneke wan hêzan e di bin navê Odeyea Operesyonên Volkana Ferat de.

 

Rûdaw: Ji destpêka ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat ve, cihên herî girîng ku we ji rêxistina DAIŞê rizgar kirine, kuder in?

 

Eqîd Telal Silo: Ji destpêka pêngavê ve me derdora ji %70 ji xaka parêzgeha Hesekê ji rêxistina DAIŞê rizgar kiriye, û herî dawiyê jî navçeya hol hat standin. Niha jî em xwe ji bo kontolkirina Şedadê amede dikin.

 

Rûdaw: Piştî ku hûn Şedadê kontrol bikin, hûn dê berê xwe bidin ku, ango berê we li kîjan deverê ye?

 

Eqîd Telal Silo: Ana di vê qonaxê de armanca me kontrolkirina tevahiya parêzgeha Hesekê ye, paşê wê pêngava me raweste û her 9 endamên serkirdayetiya giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat li hev bicivin û wê biryarê bistînin ka wê em çi bikin, lê di vê qonaxê de pêngava me li Hesekê ye.

 

Rûdaw: Cenabê Eqîd li parêzgeha Helebê jî Hêzên Sûriya Demokart hatibûn ragihandin, ew û yên ku di navbera Efrîn û Ezazê de hatibûn ragihandin, yek in an ji hev cudan e?

 

Eqîd Telal Silo: Na na ew heman 9 hêzên ku tevlêbûna xwe bo Hêzên Sûriya Demokrat ragihandibûn, in. Ez wekî fermandarê Lîwai Selaciqa me, û li Cezîrê ez fermandarê Ceyş Elsiwar im, ango 9 hêz yên berê ne û 9 jî nû tevlî me bûn, ku di daxuyaniyeke fermî de ragihandibûn ku ew di bin fermana me de ne.

 

Rûdaw: Ew hêzên ku li Helebê tevlêbûna xwe ji bo we ragihandibûn, wê ew li kur şer bikin û wê şerê kê bikin, wê şerê Cebhel Elnusra an DAIŞê, an hêzên rêjîmê bikin?

 

Eqîd Telal Silo: Ew hêzên ku li Helebê tevlî me bûne, wê li ser eynî rêbaza Hêzên Sûriya Demokrat şer bikin, wê şerê rêxistina DAIŞê bikin û wê ji Ezazê heta rojavayê Helebê ji DAIŞê rizgar bikin, ji bo hêzên rêjîma Sûriyê jî, li wê derê ana em bi Cebhet Elnusra re di şer de ne û em ji rêjîmê re ne valan e, û demekê berê me derdora 70 çekdarên DAIŞê kuştin.

 

Rûdaw: Ti niyeta we heye ku Hêzên Sûriya Demokrat li ti parêzgehên Sûriyê yên din damezrînin, wekî Hema, Hims û Idlibê?

 

Eqîd Telal Silo: Pirojeya me pirojeyeke niştimanî ye û ji bo hemû Sûriyê ye, û ne tenê ji bo parêzgeha Hesekê yan cihekî din e, em dikarin bi hemû hêzan re bidin û bistînin, û armanca ew e ku em bikaribin li parêzgehên din jî Hêzên Sûriyê Demokrat ava bikin.

 

Rûdaw: Rastiya piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ji we re çî ye, ew çi didin we, tê gotin ku piştî carekê duduyan hevpeymaniyê çek û cebilxane dabûn we, û êdî ew nema alîkariya we dikin?

 

Eqîd Telal Silo: Di derbarê wan alîkariyên ku hevpeymaniya navdewletî dabûn me ku 50 ton cebilxane bû di dema damezrandina me de di 10 Cotmehê de, hevpeymanî li gel me kar dike ta em herêmên ku em lê şer dikin wekî Cezîrê kontrol bikin, ez bawer nakim ew piştgirî raweste, ji ber ku hemû dinya ji Emerîka ta Ewropa li dijî rêxistina DAIŞê ne, wekî ku di dezgehên ragihandinê de tê gortin, serokê Emerîka gotiye û wê ew 50 şêwirmendên leşgerî ji bo piştgiriya me bişîne, û em bawer in ku gellek hêzên dinyayê hewl didin ku li gel me kar bikin ji bo ku em bi hev re rêxistina DAIŞê ji nav bibin.

 

Rûdaw: Di derbarê şandina hêzên bejayî de ji bo rahênan û alîkariya we, ti peywendiyên fermî di navbera we û Emerîka de çêbûn an na?

 

Eqîd Telal Silo: Di vê demê karê hevbeş di navbera me û hêzên hevpeymaniya navdewletî de heye, û em kar di odeyeke operesyonan de hevbeş dikin, ango em ji serkirdayetiya Emerîka û hevpeymanê ne dûr in, bi awayekî rojane peywendiyên me berdewam in.

 

Rûdaw: Baş e ji bo şandina hêzên bejayî, hevpeymaniya navdewletî bi we şêwiriye an û we erê kir, an na?

 

Eqîd Telal Silo: Wek ku min ji te re got, peywendiyên me berdewam in û ti problem li cem me nîne, û em bi hêvî ne ku em wan hêzan pêşwaz bikin, ta ku em sûdê ji serpêhatiyên wan werbigrin, ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê.

 

Rûdaw: Em dikarin bibêjin ku êdî Hêzên Sûriya Demokrat beşek in ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê?

 

Eqîd Telal Silo: Belê belê tenê yên ku li ser erdê şerê rêxistina DAIŞê ya terorîst dikin, em in, wekî din kesî tiştekî xwe li dijî DAIŞê tuneye wekî Artêşa Azad û rêjîmê, tenê em li ser erdê şerê DAIŞê dikin.

 

Rûdaw: Hevpeymaniya navdewletî hemî pêwîstiyên we ji we re peyda dike, ango ji bilî çekên sivik û cebilxaneyê û piştgiriya asmanî, ger ku hûn çekên giran bixwazin wekî tank û topan, wê bide we, an tenê wê piştgirî bi çekên sivik bimîne?

 

Eqîd Telal Silo: Di vê qonaxê de hevkarî di riya bombebarana balefiran re dibe, lê di qonaxa pişt re wekî ku pispor û şêwirmend bighên, wê rewş were guhertin, lê ana em bi hewceyî piştgiriya asmanî ne.

 

Rûdaw: Hikûmeta Tirkiyê hewldana avakirina herêmeke tampon li rojavayê çemê Ferat ta Ezazê dike, ango di navbera Kobanî û Efrînê de, hûn çawa li herêma tampon dinêrin?

 

Eqîd Telal Silo: Em destêwerdana Tirkiyê di wê herêmê de wekî fitneyekê di navbera me û Artêşa Azad de dibînin, û ta vê demê Tirkiyê yek fişek jî li dijî rêxistina DAIŞê neavêtiye, ew delîlê ku Tirkiyê ne acize ji hebûna DAIŞê li ser sînorê wê, û piştgiriya Tirkiyê ji hêzên Artêşa Azad re li wê deverê, ji bo ku Hêzên Sûriya Demokrat nekevin wê derê.

 

Rûdaw: Cenabî Eqîd hûn xistina balefira Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve çawa dibînin, ango mirov dikare tê bigihe ku Rûsya jî nahêle ku Tirkiyê destêwerdanê di Sûriyê de bike?

 

Eqîd Telal Silo: Belê belê, Rûsya û rêjîma Sûriyê û Îranê û gellek aliyên navdewletê wê nehêlin ku Tirkiyê destêwerdanê di Sûriyê de bikin, civaka navdewletî nahêle ku Tirkiyê metrekî jî têkeve nav xaka Sûriyê, ger ku têkeve wê cengeke navdewletî çêbibe.

 

Rûdaw: Tê gotin ku hin hêzên Turkmen li parêzgeha Helebê hene, ku Tirkiya û hevpeymaniya navdewletî piştgiriya wan dikin, agahiyê we li ser wan hêzan çi hene?

 

Eqîd Telal Silo: Belê ez jî wek fermandarê lîwaekî li bakurê Helebê bûm, li wê derê Lîwai Sultan Murad heye, hejmara şervanên wan, 450 kesin lê tenê 25 kes jê Turkmen in, ji bilî wan 25 şervanên lîwai Sultan Murad ti hêzên Turkmen li bakurê Helebê nînin, ew nav lê nabe hêzeke Turkmenî.

 

Rûdaw: Di baweriya we de, dewleta Tirkiyê ew şervanên Turkmen şandine Sûriyê?

 

Eqîd Telal Silo: Na ew ji berê de li wir bûn, rêjîma Sûriyê ew şandin bakurê Helebê ta ku bibêje hêzeke Turkmen li wê derê heye, piştre Tirkiyê peywendî bi wan re kir, mebesta wê yekê ew e ku tevliheviyeke etnîkî çêbike, û ji bo ku ji xwe re sûdê jê werbigre. Lê ew 25 şervanên Turkmen nikarin gundekî jî kontrol bikin.

 

Rûdaw: Cenabî Eqîd kengî hûn wê dest bi kontrola bajarê Reqayê bikin, amedekariyê we ji bo wê yekê di çi astê de ne?

 

Eqîd Telal Silo: Di vê dmê de, hêzên me di pêngava başûrê Hesekê de ne, piştê vê pêngavê em bidawî bikin, wê serkirdeyên hêzên Sûriya Demokrat li hev bicin, û wê binerin ka wê di qonaxa bê de berê xwe bidin kur, lê tiştekî diyar nîne ka emê biçin Reqayê an bakurê Helebê, tenê ragihandin behsa kontrolkirina Reqayê dike û haya me jê tuneye.

 

Rûdaw: Erebistana Siûdîiye hewldana lidarxistina kongireyekî ji bo jihevnêzîkirina oposîzyona Sûriyê made dike, Siûdiyê peywendî bi we re jî kiriye ji bo ku hûn jî di wê kongirê de beşdar bibin, an ti hêzên nêzîkî we hatibin vexwendin?

 

Eqîd Telal Silo: Na, me tenê ji dezgehên ragihandinê bihîst wê Siûdiyê kongireyekî ji oposîzyona Sûriyê re lidar bixe, û ta vê demê ti vexwendin ji me re nehatiye, bi rastî em pê dihisin ku ew naxwazin em beşdar bibin, em jî têkildarî biryar û encamên wê kongirê nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst