Senatorê Fransayî: Divê Kurd zanibin ku pêdiviya wan bi yekîtiyê heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro li Parîsê dicivin.

Senatorekî Fransî ragihand ku Serokkomarê Fransayê giringiyê bi Kurdistanê dide û serdana Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê helwesta Fransayê nîşan dide.

Rémi Féraud kesayetiyekî navdar ê û siyasetmedarekî xwedîezmûn e.

Rémi Féraud ji sala 2017ê ve senator e û li Fransayê gelek peywirên girîng anîne cih û serokatiya Koma Sosyalîst a Encûmena Parîsê kiriye.

Rémi Féraud da zanîn, “Divê Kurd yek bin da ku karibin li hemberî Bexdayê berjewendiyên rewa yên Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Senatorê Fransayî destnîşan kir ku hinek alî dixwazin seqamgiriya herêmê têk bidin û got, “Divê Kurd li hemberî van aliyan jî yekdeng û yekreng bin.”

Hevpeyvîna Senatorê Fransayî Rémi Féraud û Ala Şaliyê bi vî rengî ye:

Rûdaw: Niha li Rojhilata Navînê bûyer gelekî germ in. Fransa dixwaze li vê herêma germ û girîng çi bike?

Rémi Féraud: Zor spas ji bo hatina we da ku hûn ji min bipirsin û guh bidin helwesta parlemanterên Fransî di derbarê herêmê de û Kurdistanê de û van aloziyên ku li Rojhilata navîn hene.

Ev navçeya ku gelek milmilanî lê hene, gelek alozî lê hene, ji çendîn sal ve niha rewşeke pir tevlîhev lê tê dîtin, ji encama êrîşên terorîstî yên Hemasê li dijî Îsraîlê ku bi şêweyekî herî hovane bi sedan sivîlên Îsraîlî kuştin.

Ev yek bû jeneratorê aloziyên pir dijwar ku îro li navçeyê derketine, ligel bersivdana Îsraîlê ku bûye sedema gelek qurbaniyên sivîl ku di çarçoveya siyaseta Netanyahû de tê ku em napejirînin lê me wekî Fransayê piştevaniya xwe nîşan da ji bo gelê Îsraîlê ku qurbaniya terora Îslamîst e ku li tevahiya navçeyê daye.

Ji ber vê yekê, divê Fransa rolekê bilîze, li gel hemû faktorên li navçeyê û herwiha di sînorê hêza me de lê îradeya bihêz roleke erênî lîst, roleke sûdbar ji bo dîtina rêyekê di heman demê de ji bo piştevaniya Îsraîlê û rêyek ji bo çarseriyeke siyasî ji bo gelê Filistînê û gelê Îsraîlê.

Bi nêrîna min, serokê Komarê dema ku li Îsraîlê bû, piştre jî li Urdun û Misirê bû, rêyek girtibû ber ku rêyeke rast bû. Paşê divê em guh bidin dost û hevpeymanên xwe li vê navçeya cîhanê û bêguman Kurd di rêzên pêşiyê de tên û îradeya ku ew nebin qurbaniyên belavbûna û berfirehbûna milmilaniyê ku bibe piralî ku em dibînin egera wê yekê heye ku mîkanîzmayek bê danîn ji bo giştîkirina milmilaniyê li tevahiya navçeyê.

Tişta herî xirab ne teqez e lê di heman demê de xwejêdûrxistin jî ne teqez e. Lewra pêwîstiya vê yekê bi karekî dîplomatîk ê berfireh heye, û ez dizanim ku Fransa di nav vî karî de ye û serokê Komarê di nav vî karî de ye. Ez hêvî dikim ku em wekî parlemanter li kêleka hikûmetê û Serokê Komarê bin lê di heman demê de em hişyar bin di derbarê kalîte û çalakiya karvedana karê dîplomatîk li navçeyê.

Rûdaw: Serokê Fransayê çû herêmê lê em dibînin ku bandora Fransayê li Sûriye û Libnanê kêm bûye. Sedemên vê çi ne?

Rémi Féraud: Fransa berê desthilateke mandater bû li Sûriyê û Libnanê lê ew serdem bi demê re dûr dikeve. Fransa welatekî mezin e lê her wiha hêzeke di asta navîn de ye li cîhana îro.

Wate, êdî em ne di sedsala 20î de ne, em di sedsala 21ê de ne. Bi rastî pirsgirêk îro bêhtir ji gotina Fransayê nekarîna Ewropiyan e ku xwe bikin yek û helwesteke hevbeş bigirin û ev yek zelal bû di cudahiya dengdanê de li ser biryara Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

Di baweriya min de hin caran şaşiyên siyasî tên kirin. Îro eger Fransa nikaribe roleke zêdetir bibîne, sedem ew e ku Ewropa ne xwedî helwesteke hevbeş e. Ji bo min ev cihê mixabiniyeke mezin e lê di baweriya min de divê helwesta Fransayê hebe dema babet girêdayî Libnanê be, Sûriyê be, Îraqê be, Kurdan be û Fransa hewiha rêya piştevaniyê û girtina helwesta rast nîşanî Ewropayê bide û pabendiya pêwîst ku divê Ewropî nîşan bidin.

Hêza me rêjeyî ye lê em ne bêhêz in û bê guman eger Ewropa bi dengekî yekgirtî biaxive dê bihêztir be lê em îro dibînin ku tenê Amerîka piraniya caran bandorê li rewşê dike. Ji bo min cihê mixabiniyê ye ku Ewropa nikare yekgirtî be lê ev yek ne tenê girêdayî Fransayê ye, lê divê Fransa roleke  sereke li Ewropayê bibîne li vê herêma cîhanê.

Eger bikaribim vê bersivê bidomînim, divê em teslîmî qederê nebin, eger siyaseteke bihêz hebe û ev yek bû di salên 2014 û 2015an de, dema ku Fransa li gel Amerîka û li gel Kurdan biryar da ku bi şêweyekî kar bikin ku Hevpeyaniya li dijî DAIŞê bikaribe bigihêje armanca xwe û xîlafetê ji nav bibe, wan karîbû vê yekê bikin.

Pêwîstiya vê yekê bi pabendiyeke dîplomatîk heye û hin caran jî bi pabendiyeke serbazî heye. Rewş wiha bû berî kêmtirî 10 salan û bêguman, rola Fransayê, rola Amerîkiyan û rola Kurdan yekalîker bû wê demê.

Rûdaw: Serokê Fransayê xwest ku Hevpeymaniya Navdewletî wekî ku bi DAIŞê re têkoşiya bi Hemasê re jî têbikoşe. Gelo ev niha mimkin e?

Rémi Féraud: Ez bawer nakim, herwiha bi baweriya min ne ev bû ya ku Macron bi xwe jî dixwest bibêje. Bila em li bîra xwe bînin ku Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dirist nedibû bêyî hêzên Kurdî li ser erdê.

Bêyî Pêşmerge li Sûriyeyê, li Îraqê dê karîgeriya bombebarana hêzên Amerîkî û Fransayê û NATOyê nebûya.

Hêzên taybetî li ser erdê dê nikarîbana karîger bin bêyî hêzên Kurdî. Niha em ne di heman rewşa cografîk de ne li Xezeyê.

Lewra eger serokê komara Fransayê xwestibe bibêje ku pêwîst e hevpeymaniyeke navdewletî hebe li dijî terora Îslamîst ku Hemas nûneratiya wê dike, ez tevlî vê bîrokeyê dibim lê bi baweriya min ev têgeh ne gelekî hûr e û baş nehatiye dariştin.

Lewma naxwazim ku tenê li ser vê xalê bê rawestandin di vê serdanê de ku wekî tiştekî bilez hatibe dariştin û ne pir konkret be, ji ber ku ji bilî vê, di baweriya min de wî xeteke siyasî girt ku rêyeke divê rê bide ji bo pêşveçûnê di çareserkirina milmilaniya Îsraîl û Filistînê de, ew jî çareseriya hebûna du dewletan e, lewma pêwîstiya hevpeymaniyeke navdewletî heye li dijî terorê û rast e divê hevpeymaniyeke navdewletî hebe lê ne bi wateya ku şerê li dijî Hemasê bibe wekî şerê li dijî DAÎŞê. Ji ber ku rewş ne heman rewş e, û dibe ku rewş pir zehmet be, ji ber ku Hemas Filistîniyan û xelkê sivîl ên Xezeyê wekî mertalekî bikar tîne, lewma divê bombebarankirin pir hestyar û hûr be ji ber ku mixabin em dibînin di van rojên dawî de hejmara qurbaniyên bombebaran Îsraîlê ya li Xezeyê zêde dibe.

Êdî divê kar ji bo piştevaniya Îsraîlê li dijî terorê bê kirin lê divê herwiha kar bê kirin da ku heta em dikarin, êş û azarên xelêk Filistînê yên sivîl bên kêmkirin da ku rê bê dayin alîkariyên mirovî bigihêjin wan û çareseriyeke siyasî bê dîtin.

Ev dê sûdbartir be û bi baweriya min rewş ne heman rewşa li Sûriye û Îraqê ya sala 2014an e. Eger tenê ne di yek xalê de be, ew jî girîngiya hebûna tevgerek berfireh li dijî terora Îslamîst û li dijî vê hovîtiyê ku gef û metirsiye li ser me hemûyan û li ser cîhanê.

Rûdaw: Anku hûn ne bi wê yekê re ne lê Fransa dixwaze piştgiriyê bide Îsraîlê. Çawa dikare vê bike?

Rémi Féraud: Di serî de, nîşandana piştevaniya xwe li dijî terorî. Nîşandana piştevniya xwe li hemberî tiştê bûyî û diyar bû ku tundtirîn tişt bû dibe ji dawiya şerê cîhanî yê duyem de, herwiha hevsoziya xwe nîşan bide.

Guman li ba min nîne ku danûstandin jî hene di navbera her du hikûmetên Fransa û Îsraîlê de û di navbera berpirsên dezgehên îstixbaratê de ji bo xebata hevbeş li dijî terorê.

Bi baweriya min, divê Fransa piştevaniya xwe ji bo Îsraîlê nîşan bide û bersiva piştevaniya di navbera welatên demokrat de ji bo xebata li dijî terorê bide û herwiha ji Îsraîlê re bibêje û tekez bike ku di siberojê de, tenê û tenê çareseriya siyasî dikare rê bide bidawîanîna vê rewşê ku hem diramatîk e û hem jî ji çend salan ve xitimiye.

Wate divê Fransa careke din viyana xwe dubat bike ku divê Filistînê bibin xwedî dewletekê û serxwebûnekê û her du gelên Îsraîl û Filistînê karibin siberoja xwe bi aştiyane ava bikin û ev bû tiştê ku Serokê Komarê anî zimên.

Rûdaw: Serok Macron di vê dema hedtyar de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dicive. Nêçîrvan Barzanî di meseleya Filistinê de alîgirê çareseriya du dewletî ye. Gelo dê ev hevdîtin ji bo aştiya herêmê girîng be?

Rémi Féraud: Hatina Serok Barzanî ji bo civîna li gel Serok Macron nîşaneya bihêzbûna pêwendiyên heyî yên di navbera Paris û Hewlêrê de ye û bêguman ev pir pir girîng e ku ev pêwendî her tim bihêz bin û piştevaniye saxlem û cîgir bibe bi rêya hevdîtinên yek li dûv yekê.

Nîgeranî hene li tevahiya navçeyê. Nîgeranî ji bo Kurdistanê hene ku ez jî hest bi wan dikim û ez guhdana serokê Komarê bi Kurdistanê dizanim, ez guhdana wî bi hemû aloziyên ku li derdora tevahiya Îraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî hene dizanim û li gel aktorên navherêmî bêguman wekî Tirkiye, Îran û Erebistana Siûdiyê û tevahiya milîsên ku dibe ji vî aliyî yan wî aliyî ve bên livandin.

Lewma ev serdana Serok Barzanî ya Parîsê hişyariya Fransayê li hemberî rewşê nîşan dide û bêguman ev pir pir girîng e. Herwiha me serbazên Fransê hene ku berî çend hefteyan jiyana xwe ji dest da di xabata bedewam a li dijî zindîbûna DAIŞê de.

Ez dizanim ku rojana êriş an jî projeyên êrişan bo ser baregehên Amerîkayê li Kurdistanê û Îraqê hene, lewma rewş pir aloz e û pir metirsîdar e. Hebûna Fransayê li vir ji bo misogerkirina serweriya Îraqê û otonomiya Kurdistanê û tevahiya ewlehiya navçeyê, bêguman bes nake, ji ber me berî kêlîkekê behsa hêza rejeyî ya Fransayê kir lê ev pir pir girîng e û beşdarbûna Fransayê di van mijaran de zor pêwîst e. Lewma ez baweriyê bi Serokê Fransayê û Hikûmeta Fransayê bikim ku dê bêguman ev hişyarî û ev guhdan û îradeya bihêz hebe bi taybetî li kêlek dostên me yên Kurd ku di rewşeke jeopolîtîkî ya zehmet û hestyar de ne lê ez dizanim jî ku dostên Kurdan hene û divê Fransa li pêşiya van dostan be.

Rûdaw: Hûn siyasetmedarekî xwedî serpêhatî ne. Hûn dizanin ku Fransa, pirsa Kurd û Kurdistanê gelekî baş nas dike. Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ji bo çareseriya pirsa Filistînê hinek biryar hene lê ji bo çareseriya pirsa Kurd qet biryarê wan nînin. Sedemên vê çi ne?

Rémi Féraud: Sîstema Neteweyên Yekbûyî piraniya caran felc e di van salên dawiyê de. Me ev yek dît jî ji bo Ermenistanê, Qerebaxê ku civaka navdewletî nikarîbû xelkê ji pakkirina etnîkî ku Azerbeycanê kir biparêze.

Herwiha me ev yek hin caran dît dema ku di salên borî de û heta niha jî xaka Sûriyeyê parçekirî ye û Esed heta niha li ser serê desthilata Sûriyeyê ye yan jî beşeke mezin ji xaka wê,û herwiha jî êrişên artêşa Tirkiyeyê hene bi şêweyekî rasterast li xaka Sûriyeyê, bêyî ku em behsa hebûna Îraniyan û Hizbulahê bikin li Sûriyeyê.

Wate em hin caran bêkêriya Neteweyên Yekbûyî dibîninm û bi herhal ne bes e ku dengdan li ser biryaran bê dayin lê divê ew bên cîbibicîkirin jî.

Neteweyên Yekbûyî bi sîstema vêto kar dike, ji aliyê her pênc welatên xwedî endamtiya daîmî di Encûmena Asayişê de ku îro nikarin tu biryarê bipejirînin. Lewma ez nizanim eger îro rêya herî baş ji bo Kurdan ev derbasbûna di Neteweyên Yekbûyî re ye lê bi baweriya min divê ev nêyê dûrxistin, pêşwext neyê dûrxistin, eger ev yek pêwîst be di cihanekê de ku mixabin Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî Encûmena wê ya Asayişê, zehmetiya biryardanê nîşan dide.

Ez herwiha dizanim ku Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî Kurd parastin beriya çend dehsalan bi rêya herêmeke parastî û dijîfirîn, ew biryara Neteweyên Yekbûyî jî bi destpêşxeriya Fransayê bû, bi serokatiya Serok François Mitterrand.

Êdî, ez pir hêvî dikim ku eger kurd rastî gefê hatin di hefte û mehên dahatî de, Neteweyên Yekbûyî desttêwerdanê bike û Fransa vê daxwazê li Neteweyên Yekbûyî bike.

Ji bo min cihê mixabiniyê ye ku ev yek ji bo Qerebaxê ne mimkin bû, dibe ku Fransa pir dereng mabe ji bo penabirin bo Neteweyên Yekbûyî û nikaribe tev bigere ji bo biryardan û parastinê lê divê her tim derfet bê dayin ji bo vê sîstema navdewletî û bê xwestin ku Neteweyên Yekbûyî bikaribe rola xwe bilîze, û sekreterê wê yê giştî bi dengekî bihêz diaxive îro.

Lewma ez hêvî dikim ku Neteweyên Yekbûyî dê bi erkê xwe rabe ji bo parastina Kurdan eger ev yek pêwîst be di hefteyên dahatî de.

Rûdaw: Hûn dibêjin ‘Divê Kurd beşdarî Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî bibin’. Li gorî we divê Kurd çi bikin?

Rémi Féraud: Kurd li cîhanê gelê herî mezin ê bêdewlet e. Ev rastiyek e ku di dîrokê de ji bo demeke dûr û dirêj vedigere. Niha jî ku bi taybetî sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe. Li hemberî jî Kurd ji dema rizgarkirina Îraqê û ketina Sedam Hiseyn ve, ev herêma otonom li derdora Hewlêrê ku nimûneyeke ji bo pêşketineke awarte, xwediyê otonomiyeke rasteqîne ye, ku hin caran beşbûnên navxweyî jî hene ku hin caran wê lawaz dikin lê dikare hev bigire da ku bikaribe herêma biparêze û Kurd herwiha dizanin piştevaniya hev bikin dema ku rastî êrişê tên, tevî nakokî û cudahiyên xwe.

Lewma bawer dikin û me hefteya borî li Sênatoyê ev yek li gel nûnerên Diyasporaya Kurd a Ewropayê behs kir, tiştê îro ji bo Kurdan girîng ew e ku bizanin bibin yek, bizanin serdestî nakokiyên xwe bin, bizanin bibin yek da ku giraniya wan bêhtir be û bikaribin berjewendiyên rewa yên Herêma Kurdistanê ya otonom biparêzin, li hemberî Bexdayê di derbarê dabeşkirina dahatan de û pabendbûn bi destûra Îraqê û rêzgirtin li otonomiyê û dabeşkirina dadmendane ya dahatên petrolê.

Tiştê girîng ji bo kurdan ew e ku bizanin piştgirê hev bin, dema ku li ser xaka dewletên cuda ku li wan hene, li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê rastî çewisandinê tên û gef li hebûna wan tê xwarin.

Min dît çawa dûr ji nakokiyên siyasî, piştî erdheja dijwar ku li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûbû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî şandin, li wê deverê ku tu kesekî din alîkarî neşandin herêmên Kurdî yên li bakurê Sûriyeyê.

Min herwiha dît çawa parastin hat dabînkirin ji bo hin kurdên ku ji xaka Îranê reviyan da ku neyên girtin û çewisandin. Wate tişta ku ji bo Kurdan girîng e ew ku bizanin hev bigirin û bêhtir bibin yek û xwe di ser cudahiyên xwe yên siyasî re bigirin wekî çawa me par sal dît di dema hilbijartina serokkomarê Îraqê de wan ev yek kir. Di baweriya min de ev ewlewîyetek e ji ber ku cudabûn her tim çavkaniya lawaziyê ye.

Rûdaw: Fransa gelekî hewl dide da ku nêzîkî Îraqê bibe lê encama van hewlan kêm bû. Dê rola hevdîtina Serokê Fransayê û Serokê Herêma Kurdistanê ya di vê mijarê de çi be?

Rémi Féraud: Ez nikarim ji we re bibêjim çi dê ji hevdîtina her du serokên me yên Fransayê û Herêma Kurdistanê derkeve lê heta Fransa nikare her tiştî li şûna hemû aktoran bike.

Konferansên Bexdayê ku bi destpêşxeriya serokê Fransayê hatin lidarxistin, destpêşxeriyeke baş e, ku Fransa tev digere ji bo piştegiriya serweriya Îraqê bi tevahî, û otonomiya Herêma Kurdistanê di nav vê Îraqa serwer de, bi baweriya min siyasetek e ku bi arasteyeke rast de diçe.

Ji ber ku rola Fransayê nikare cihê hemû aliyên ku tevnagerin bigire û hin alî hene ku lîstka têkdana cîgîriyê dikin ku tu sûda wê tune lê danpêdaneke giştî bi rola Fransayê heye û bi şiyana wê ku dikare hemû aliyan li ser maseyê bicivîne.

Ez îro tiştekî dizanim, ew jî ew e ku di cîhana îro de, eger Ewropa bi yek dengî biaxive, û destpêşxeriyeke wê ya hevbeş hebe, bêguman dê bandoreke wê ya pir mezintir hebe lê ez dê gazinan ji serokê Fransayê nekim dema ku destpêşxeriyan pêşkêş dike eger di cihê xwe debin heta ku karîgeriya wan sînordar be jî.

Ez beşek im ji opozisyonê li Fransayê lê bi baweriya min pêwîst e Fransa bi yek dengî biaxive ji bo em bikaribin Ewropa û civaka navdewletî rakişînin dema ku destpêşxeriyên serok bi arasteya rast ve biçin. Paşê karîgerî mijareke din e lê ez hêvî dikim ku dengê Fransa di bandora xwe de berdewam be û siyaseteke bihêz bi demê re dikare karîger be.

Bi herhal, ez dizanim ku viyaneke rasteqîne ya Fransayê heye ku li vir parleman û Senato jî hevpar in li gel wê da ku di heman demê de nêzîkî Îraqê be û nêzîkî kurdan be û di nav de jî da ku Fransa rolekê bilîze di nêzîkirina Bexdayê û Hewlêrê de dema ku pêwîst be û ev e li gorî min rola Fransayê ye ku tê de beşdar be.

Rûdaw: Parastina Herêma Kurdistanê û alîkariya Pêşmergeyan siyaseta berçibav a Fransayê bû li Herêma Kurdistanê. Gelo ev siyaset di vê serdana de çawa dikare were bihêzkirin?

Rémi Féraud: Ez naxwazim li şûna serokê Fransayê û Hikûmeta Fransayê biaxivim, ez nikarim vê yekê bikim. Ez dê wekî hemû hevkarên xwe li parlamentoyê û komîteya karûbarên derve ya senatoyê baldar bin ji encama vê hevdîtinê lê bê guman li ser asta serbazî, li ser asta aborî, li ser asta siyasî, çiqasî pêwendî bihêz bin, ewqasî dê piştevaniya Fransayê girîng be û ewqasî Fransa dê bikaribe piştevaniya Ewropayê bi giştî rakişîne û dê baştir be.

Em wekî parlamentar her tim amade ne da ku ji Hikûmeta Fransayê bipirsin, ji komîteya karûbarên derve bipirsin da ku em bipirsin ka bê pabendbûn û şiyana pabendbûnê di çi astê de ye li kêleka Kurdan bi taybet ji bo xebata li dijî vegera terora Îslamîst lê herwiha jî ji bo ku rê bi gelê Kurd bê dayin da ku bi pêş de biçe û bigihêje baştirîn rewşên aborî û civakî lê herwiha ji bo misogerkirina ewlehiya wî di navçeyeke herî metirsîdar de li cîhanê.

Rûdaw: Min divê ez zanibim siyaseta Fransayê ya li Rojavayê Kurdistanê çawa ye?

Rémi Féraud: Îro, Rojava heye, bi rastî. Hebûna hêzên Kurdî li gel hevpeymanên wan jî ji bo hewldana dayina baştirîn siberojê ji bo gelê herêmê ji bo parastina wan ji êrişên derekî tiştekî pir binirx e lê Rojava nehatiye naskirin li ser asta navdewletî lê ez hêvî dikim ku Fransa û welatên din hebûna wê nas bikin ku pêwîst e beşdar bibe di destnîşankirina seberoja tevahiya Sûriyeyê de, herwiha hêvî dikim ku projeyên mirovî û piştevaniya xizmetguzariyên giştî yên hene bên piştevanîkirin ji aliyê civaka navdewletî ve û Tirkiye ne azad be di êrişê û bombebarankirinê de.

Dema ku ez dibînim hêzên Kurdî, Pêşmerge tênekuştin bi êrişên dronan, ji aliyê cîhadiyan ve û hin caran jî bi êrişên rasterast ên artêşa Tirkiyeyê ku li kêleka me bûn li dijî DAIŞê, ez dibêjin ku ev yek nayê qebûlkirin û divê civaka Navdewletî û Fransa bi dengekî bihêz biaxivin da ku bibêjin ev yek nayê qebûlkirin.

Kurdên bakurê rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya nişteciyan ku nişteciyên Ereb û Xiristiyan jî hene divê karibin beşdarî siberoja Sûriyeyê bibin û bi ewlehî bijîn û îro divê otonomiya Rojava û şiyana wê ya jiyana aştiyane bên parastin û divê ev yek ewlewiyet be û ez spasiya we dikim ku we ev pirs ji min kir ji ber ku em gelekî li ser neaxivîn û nabe rewşa li Îsraîl û Xezeyê bihêle em ji bîr bikin ku rewş li bakurê rojhilatê Sûriyeyê îro pir pir zehmet e û bombebaran heye û rojane kuştî hene û rewşa mirovî li wir pir xirab e.

Rûdaw: Pirsa min a dawiyê ev e. Hûn ji partiya Serokê Fransayê ne. Dixwazim zanibim serdana Serokê Herêma Kurdistanê çiqasî girîng e û hûn vê serdanê çawa dinirxînin?

Rémi Féraud: Ne mesela partiya piraniya serokatiyê li Fransayê ye lê Emmanuel Macron gavên xwe di çarçoveya siyaseteke Fransî de diavêje ku berê hebû û bi taybetî roleke bihêz a François Hollande di dariştina wê de hebû ku wî li kêleka Kurdan şêrê li dijî DAÎŞê meşand.

Lewma îro pêwendî bihêz mane di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de. Hevdîtina her du serokan, serdana Wezîrê Parastinê yê Fransayê ya Hewlêrê nîşanên pir girîng in ji bo berdewamiya siyaseta Fransayê ku pir girîng e.

Wate parleamenterên Fransî jî karê xwe dikin di çavdêriya karê hikûmetê de û lêpirsîn ji hikûmeta Fransayê û tu cudabûna siyasî di navbera me de nîne û ev jî pir girîng e di rewşeke ewqasî hestyar de wekî rewşa îro.