Mehdî Zana: Min û Leylayê bi hev re biryara sondxwarina bi Kurdî da

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mehdî Zana ragihand ku wî û hevjîna xwe Leyla Zana bi hev re biryar dabûn ku Leyla Zanan di parlamentoya Tirkiyê de sonda yasayî bi Kurdî bixwîne.

Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana diyar kir ku ew nêzîkî 40 salan e, ji Bakurê Kurdistanê dûr e, lê niha dixwaze li Amedê bicih bibe.

Mehdî Zana da zanîn ku wî di sala 1977an de li ser navê Kurdatiyê siyaset dikir û xelkê Amedê jî li wî xwedî derketiye.

Rewşenbîrê Kurd Mehdî Zana ligel Rûdawê di hevpeyvîneke taybet de behsa heyama xwe ya serok şaredariya Amedê kir.

Rûdaw: Tu di sala 1977an de li Amedê Şaredar bû. Niha dema tu li kuçe û kolanên Amedê digerî xelk te nas dikin?

Mehdî Zana: Bêguman, hinek kesan ez nas kirim.

Ev çend sal in tu nehatî Amedê?

Nêzîkî 40 salan e, ez ji wan deran dûr im. Ez ketim zîndanê û paşê çûm Ewropayê. Ev e, çend car e ez têm, gelek guhertin çêbûne. Cihê şaredariyê hate guhertin. Berhemên dîrokê nehatine parastin, mirov li ber wan dikeve, lê Amed gelek mezin bûye û guhertin gelek çêbûne.

Di sala 1977an de hilbijartinek çêbû û tu bo cara yekemîn weke namzedê serbixwe beşdarî hilbijartinan bû û xelkê Amedê cara yekemîn kesek li ser navê Kurdan hilbijart. Gelek kes behsa xizmeta te dikin. Te çi xizmet kiriye ku xelk ew qasî behsa wê dikin?

Em li ser navê Kurdatiyê hatin û xelkê Amedê li me xwedî derket. Em bi xebat û tevgerên xwe di xizmeta gel de bûn. Minak hinek caran ez 24 saetan dixebitim û min li malê zarokên xwe nedîtin. Hinek tişt hatibûn paşxistin û nehatibûn kirin. Budçeya şaredariyê li gor xerciyên wê gelek kêm bû. Minak di heyama min de dahata şaredariyê 14 hezar bû, lê tenê mûçeyên karmendên şaredariyê 26 hezar bû. Me hewl dida ligel hinek saziyên li Enqerê peywendiyên xwe bihêz bikin û hinek dahata xwe zêde bikin.

Hikûmetê alîkariya we nedikir?

Na, dewletê alîkariya me nedikir. Çimkî pere ji Îller Bankayê (banka bajaran) dihat û ew jî li gor rêjeya nifûsê bû, lê ji hev nedigirt. Amed bajareke mezin bû. Bêguman tiştên din jî hebûn. Minak di heyama min de me gelek caran karmendên demkî werdigirtin. Çimkî hêjarî hebû. Lê mûçe dibû pirsgirêk. Vê demê ji bo mûçeyan me ji hinek saziyên din deyn distand.

Di heyama xwe te de we çi xizmet kirin?

Amed bajareke kevn e. Me yekem dest bi binesaziyê kir. Lê me dît ku bi hezaran sal pêştir beriya zayînê bineavahiya Amedê hebû. Me nexwest ew were xirakirin. Niha jî ji Daxkapi heta Deriyê Mêrdînê ew kanal mane. Mirov dikarin têde bimeşin. Li Amedê pirsgirêka avê hebû. Me ji Qerejdaxê ava Amedê anî. Gelek tişt hebûn, lê dema me têra me nekir. Darbeya 12ê Îlonê çêbû. Yekem em girtin. Ji ber mesela Kurdî yekem em avêtin zîndanê. Me civînên xwe bi Kurdî dikirin. Me digot em Kurd in. Rojnameyan behsa vê yekê dikir. Ji ber wê yekê jî ji me aciz dibûn û em digirtin û îşkence li me dikirin.

Li wê derê li ser navê te cara yekemîn yekdengiyek di navbera Kurdan de çêbû. Partiyên Kurdî zû bi zû nedihatin ba hev, lê di şexsê te hatin ba hev…

Rast e, wisa bû. Di meseleya Kurdî de piştevaniya gelê Kurd ji me re dibû moral. Me ji gel sûdeke mezin wergirt.

Li Amedê çima navûdengê te gelek belav bûye, kesên tê nas neke nîne ku tu ji medyayê jî dûr î?

Niha jî hinek kes hene ku her çend parlamenter, walî û fermander bin jî, xwe ji xelkê dûr dixin. Min ti caran nexwestiye keseke din xizmeta min bike. Ez û Leyla derdiketin û min jê re digot were em li kuçên bajar bixwe tiştên xwe bikirin. Vê yekê bala xelkê jî dikişand. Me dixwest xelk fêrî vê tiştê bibin. Min wê demê bang ligel dikir ku dengê xwe bidin min daku ez bibim xizmetkarê wan. Lê yên niha pozbilind in. Divê mirov xizmeta gelê xwe bike.

Te otomobîla meqam hebû?

Belê, hebû lê ji Almanyayê karkerên Kurd diyariyê min kiribûn. Wan dixwest piştgiriya gel bikin. Piştgiriya gel gelek hebû, ji ber wê yekê gelek caran dewletê jî nedixwest ser bi me de were. Ez her tim dibêjim piştgiriya gel gelek girîng e. Çepik cuda ne, lê tu bikevî di nav dilê xelkê de tiştekê din e. Eger tu bikarî bikevî di nav dilê xelkê de êdî ti kes nikare rê li ber te bigire.

Weke te zanîn te dibistana seretayî qedand û piştî xwendina 2 mehan a dibistana amadehiyê te dest ji xwendina dibistanê berda û dest bi karê terzîtiyê kir. Çi çêbp ku Mehdî Zana bi namzedê serbixwe û hemû xelk derdora wî kom bibe?

Rast e. Gelek caran hîndekarî û xwendin ne gelek girîng e. Hinek kesên gelê me nas nake, carna şaşiyan dikin. Wê heyama weke îro teknolojî pêşneketibû. Qeymeqam û fermanberên dewletê dişand çi bigota yasa û her tişt ew bûn. Xelk ji wan ditirsiyan. Dema ez hatin min ji wan re got ku ez dê xizmeta we bikim û ez kesekî Kurd im. Min ji gelek Kurdan re got ku eger hûn bi Kurdî biaxivîn, hûn dê serbikevin, lê wan bawer nedikir. Min ji wan re got ku ez dê piştî çend mehên din bibim şaredar, lê wan bawer nedikir. Ez gelek xebetim. Min bi Kurdî bangeşe dikir û keyfa xelkê ji min re dihat. Pirs pirsa Kurdî bû. Di cihanê de ti kesî mina Kurd azar nekişandine.

Berî tu bibî şaredar tu çawa di nav Kurdan de navdar bû? Dibêjin ku te şimaqek li fermandeyeke pilebilind xistî ye…

Na, tiştek wisa nîne. Minak dema sibê ez dihatim kar, li ber dikanê 10-15 pîrek li benda min bû da ku ez ligel wan karên wan ên fermî bikim. Ez ligel hinek ji wan diçûm şaredariyê, ligel hinekan diçûm ba qeymeqam, ligell hinekan diçûm dadgehê û ligel hinekan jî diçûm asayişê. Min karên wan pêk dianî. Wan ziman nedizanîn, min ji digot gelo ez dikarim çawa ji wan re bibim alîkar. Danûstandinên me ligel xelkê hebû. Em bi taybetî li ser xebatên Kurdî disekînin.

Tu û Leyla Zana salê çend caran hev dibînin, hûn dikarin weke malbet bêne ba hev?

Ez niha li dervey welat dijîm û li şert û mercên xwe dinêrim. Ez êdî îxtiyar bûme, eger hatim dê çawa bibe... Me xanî û erdê xwe firotine. Ne erd û ne jî xaniyê me nemane. Ez niha werim barê wê dê giran bibe. Lê ez niha li benda hinek tiştan im, eger wan çareser bikim, ez dê werim li Amedê bicih bibim. Leyla jî jixwe hem li vir e, û hem li gund dimîne. Xaniyek ji bavê min mabû, me ew firot, piştre bi alîkariya hinek hevalan me xaniyeke din jixwe re kirî. Ew jî di hilbijartinan de Leylayê firotiye û mesrefa xwe jê derxistiye. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê mirov moralê xwe xera neke.

Di dema tu şaredar bû de herî zêde nav û dengê te belav bibû, lê piştî ku Leyla Zana çû parlamentoyê û sond bi Kurdî xwar, navûdengê wê ji yê te zêdetir belav bû. Tu ji wê tiştê dilgiran bû?

Na, ji ber ku di wê sondê de ez ligel wê bûm. Wê heyamê me bi hev re biryara sondxwarina bi Kurdî da.