Tariq Mendelawî: Bi hezaran gorên bikom ên nekoloyî hene

03-10-2023
Tariq Mendelawî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Tariq Mendelawî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tariq Mendelawî Gorên Bikom Şehîd Enfal
A+ A-

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Şehîd û Qurbaniyên Terorê Tariq Mendelawî, da zanîn ku bi hezaran gorên bikom ên nekoloyî hene.

Tariq Mendelawiyê ku bixwe Kurdekî Feylî ye destnîşan kir ku herî kêm 16 hezar û 350 Kurdên Feylî şehîd ketine.

Mendelawî da zanîn, beşek ji sê beşên ku bi destên Rejîma Beasê hatine şehîdkirin Kurdên Feylî ne.

Tariq Mendelawî, li ser hejmara şehîdan û mafên xizmên wan agahiyên girîng dan.

Hevpeyvîna Tariq Mendelawî ya bi pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Birêz Tariq dem baş û spas tu mêvanê Nûrojê ye, bila em ji hejmar û amaran dest pê bikin. Hejmara kesûkarên şehîd û zindaniyên siyasî ku li dezgeha şehîdan li cem we, tomarkirî bin û mûçe werdigirin, çend e?

Tariq Mendelawî: Bi navê Xwedayê mezin, spas bo we û spas bo kanala Rûdawê ji bo vê derfetê ku em li ser pirsa şehîdan biaxivin. 3 corên şehîdan li cem me hene ku li Dezgeha Şehîdan tomarkirî ne, ew jî li gorî yasaya hejmara 2yan a sala 2016an.

Yê yekem, şehîdên tawanên Hizba Beasê ne ku hejmara wan zêdetirî 60 hezar şehîdî ye ku li gorî data û biryarên komîteyên pêdaçûnê yên Dezgeha Şehîdan hatine tomarkirin. Ev corê yekem e. Yê duyem şehîdên Fetwa ne ewên ku xwebexş bûn, ango şehîdên Heşda Şebiyê ku hejmara li cem wan tomarkirî 10 hezar û 131 şehîd in. Ev ji bilî 29 hezar bîrndaran ku li gorî datayên desteya Heşda Şebî hatine tomarkirin û ew hejmar li rêveberiya şehîdên Heşda Şebî hatine tekezkirin.

Rêveberiyeke din heye bi navê rêveberiya Qurbaniyên Operseyonên Şer û Şaşitiyên Leşkerî û Kiryarên Teroristî ku 3 corên şehîdan li xwe digire. Şehîdên Wezareta Karên Navxwe ku hejmara wan bihtirî ji 29 hezar şehîdan e, şehîdên Wezareta Parastinê ku hejmara wan 23 hezar şehîd in, herwiha birîndarên wezaretên parastinê û navxwe.

Herwiha şehîdên fermanber jî hene ku di encama operseyonên ser rêveberî û dezgehên dewletê şehîd ketine ku zêdeyî 76 hezar şehîd in û hejmareke birîndar jî hene. Corekî din yê şehîdan heye bi nave şehîdên Kesebe ku datayên wan ji aliyê komîteyan ve tên tomarkirin ku zêdeyî 22 komîte li tevahiya Îraqê hene ku dadwerek serokatiya van komîteyan dike û nûnerên  aliyên peywendîdar jî tê de cih digirin. Wekî Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Dadê û nûnerê dezgeha şehîdan herwiha nûnerê parêzgariyê û nûnerê Wezareta tenduristiyê.

Komîteyên şaxî bi fermanên rêveberî ji aliyê dezgeha şehîdan ve tên pêkanîn. Piştre komîteyên qerebûkirinê ku li hemû Îraqê hene li gel Dezegeha Şehîdan dosyayên wan dipejirînin û datayên wan belge dikin û piştre maf û şayîsteyên wan didin, ew jî li gorî yasaya hejmar 20an a sala 2009an e.

Rûdaw: Birêz Tariq, ji vê hejmara ku te behs kir, gelo bi giştî kesûkarên wan şehîdan muçe werdigirin? Muçeyê mehane yê kesûkarê her şehîdekî destê terorê çend e, muçe wekî hev in aan ew jî cudahî heye?

Tariq Mendelawî: Yasaya hejmar 2yan a 2016an ku du corên şehîdan li xwe digire, şehîdên tawanên Hizba Beasê û şehîdên Heşda Şebiyê herwiha yasaya hejmara 20an a sala 2009an û serastkirina wê ya hejmara 57an a sala 2015an, hemû mafê malnişiniyê ji bo tevên şehîdên Îraqê bû wekî hev.

3 caran li asta muçeyê herî kêm ê malnişîniyê ye ku dike milyonek û 200 hezar dînarên Îraqê ku didin malbatên şehîdan û li warisan wekî hev tê dabeşkirin.

Rûdaw: Gotûbêjên we gihiştine kû derê û gelo hevahingiya we li gel Wezreta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê heye?

Tariq Mendelawî: Belê hemû malbatên şehîdên Îraqê her meh muçeyê xwe werdgirin. Şehîdên ku li Dezgeha Şehîdan tomarkirî bin. Dezgeha Şehîdên Îraqê sala 2006an hatiye damezrandin ew jî li gorî madeya 104an a Destûra Îraqê ku ser bi Encûmena Wezîran ve ye û yekem yasaya wê jî yasaya hejmara 3yan a sala 2006an bû û piştre bi yasa hejmara 2yan a sala 2016an hat betalkirin. Ew jî hat berfirehkirin û niha hejmara herî  zêde ya şehîdan li xwe digire wekî şehîdên 63yan û şehîdên Fetwê ku li ser daxwaza lêvegerê çûn nav rêzên Heşda Şebiyê herwiha şehîdên qurbaniya operasyonên şer û şaşitiyên leşkerî û kiryarên teroristî ku berê bi encûmenên parêzgehan ve girêdayîbûn.

Îro li dezgehan şehîdan navê hemû şehîdan heye ji bilî şehîdên Herêma Kurdistanê, her sê parêrzgeh, parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê. Birayên me li Herêma Kurdistanê yasayeke xwe ya taybet heye ku yasaya Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan e.

Rûdaw: Baş e, xizmên Enfalkriyan û şehîdên serdema Beasê yên li Herêma Kurdisanê dikarin qerebûyê ji Îraqê wergirin, mafê wan li dezgeha we heye?

Tariq Mendelawî: Dezgeheke taybet a zindaniyên siyasî heye ku yek ji saziyên dadmendiya veguhêz e. Ev dezgeh li gorî madeya 132yan a Destûra Îraqê hatiye damezrandin ku li gorî wê dewlet pabend e bi xwedîkirina kesûkarên şehîd, zindaniyên siyasî û ziyandîtiyên kiryarên desthilata berê ya Îraqê û gelek yasa jî derxsitine bi taybetî jî yasayên dadmendiya veguhêz wekî yasaya dezgeha Şehîdan, yasaya dezgeha zindaniyên siyasî û yasaya hejmartina jidûrxistina siyasî herwiha yasaya hejmara 16an a sala  2010an, qerebûrkirina ziyandîtina, yasaya Wezareta Koç û Koçberan û yasaya hejmara 24an a sala 2005an û yasaya hejmara 9an a sala 2005an taybet ji bo wan kesên ku guhê wan hatiye birîn û tevaya wan tawanên ku  di serdema Rêjîma Beasê de hatine kirin.

Li gorî Destûra Îraqê madeya 132an dewlet pabend e bi qerebûkiririna malbatên şehîd û birîndarên wan herwiha yasaya hejmara 20î ya sala 2009an. Ev  hemû yasa ji bo qerebûkirina ziyanên Îraqiyan in bi tevahî û bê cudahî.

Sala 2017an di serdema Adil Ebdulmehdî de, sala 2018an, me gotûbêj li gel birayên xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebû ew jî ji bo ku yek dezgeh hebe û yasaya wê li tevahiya Îraqê bê bicihkirin, ji ber ku li gorî madeya 14an a Destûra Îraqê, Îraqî di maf û erkan de yeksan in.

Rûdaw: Birêz Tariq, te behsa Kurdên Feylî kiriye, hejmara qurbaniyên Kurdên Feylî yên li cem we tomarkirî ne çend e, kesûkarên wan muçeyên xwe hene?

Tariq Mendelawî: Na, ya rastî hin nakokiyên siyasî hebûn ku bûn sedema rawestana gotûbêjan navbera her du dezgehan de û bi rastî divê ev yek bê aktîvkirin û  ji bo hemû Îraqiyan heman şayîsteyên darayî hebin ji bo qerebûkirina ziyanên wan ji ber ku rastî gelek êş û azaran di serdama rêjîma berê ya dîktator de hatine bi taybetî jî birayên me li Herêma Kurdistanê, gelek êş û azar dîtin, rastî Enfalan hatine herwiha kîmyabarankirina Helebçeyê  û hin bajarên din û birayên me li Herêma Kurdistanê rastî komkujiyê hatin ku li gorî biryara dadgeha tawanan a navdewletî tawan e, ji ber vê em dixwazin ku mafekî yekbûyî ji bo hemû Îraqiyan hebe.

Rûdaw: hejmara qurbaniyên Kurdên Feylî yên li  cem we tomarkirîne çend e, muçeyên wan hene?

Tariq Mendelawî: Dezgeha Şehîdan ew xîvet e ku hemû Îraqiyan li xwe digire, Erebên Sune, Şîe li başûr û naverast herwiha ji Kerkûk û Nînowa û Xaneqîn ji wan jî Kurdên Feylî ku niha li dezgeha şehîdan li cem Hikûmeta Îraqê tomarkirî ne, herwiha Êzidî, Saîbe Turkuman û Xiristiyan û hemû Îraqî di bin sîwana dezgeha Şehîdan tomarkirî ne, ji bilî her sê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û divê zêdetir hevahing be di pirsa şehîdan de û divê nerîneke siyasî ya yekbûyî di pirsa xwînê de hebe ji ber ev hemû şehîd, xwîna xwe di ber Îraq û pîroziyên wê de da û divê yeksanî di maf û erkan de hebe.

Rûdaw: Ji qurbaniyên Kurdên Feylî ku li cem we tomarkirî ne, çend ji kesûkarên wan mûçe werdgirin?

Tariq Mendelawî: Di Destûra Îraqê de behsa Kurdên Feylî û Şehîdên Barzan û behsa Enfalan û şehîdên Ehwarê û qurbanîdana hoza Dilêmê li Enbarê û hemû şehîdên Îraqê ne û divê yeksan bin di maf û erkan de û em vê daxwaziyê dikin.

Rûdaw: Li Kurdistanê Qurbaniyên DAIŞê hene, kesûkarên wan yan warisên wan çawa dikarin mûçe wergirin?

Tariq Mendelawî: Belê, ez bixwe serokê komîteya şehîdên Kurdên Feylî di dezgeha Şehîdan de me. Li gorî amarên li cem me, heta niha zêdetir ji 16 hezar û 350 şehîdên Kurdên Feylî hene ku li cem dezgeha şehîdan hatine belgekirin ku derdora yek li ser sê ji şehîdên tawanên hizba Beasê ji Kurdên Feylî ne û maf û imtyazantên wan hene û bi waris û keskûkarên wan tên dayîn.

Mafên wan, wekî mafê xanenişîniyê ku 3 caran li asta herî kêm a muçeyê xanenîşniyê ye ku mlyonek û 200 hezar e. Herwiha mafê perçeyekî zeviyan yan yekeyeke neştecîbûnê ya jî xaniyek. Herwiha pere li şûna xanî herwiha minheyeke xanûberan ew jî li gorî yasaya hejmara 2yan a Dezgeha Şehîdan a sala 2016an.

Mafê damezrandinê, mafê xweveguhstinê ji rêveberiyekê bo rêveberiyeke din bo yek carê. Mafê fêrkirin û xwendinê, ev ji bilî xwendina bilind master û doktroa û gelek imtiyaz ji bo wan hene ku dezgeha şehîdan bo malbatên şehîdan dabîn kiriye

Min got li gorî datayên li cem me, 16 hezar û 350 şehîd in ku malbatên wan hemûyan muçeyên malnişîniyê werdigirin. Hinek malbat hene ku hemû bûne qurbanî û warisên wan tunin û di datayên wan de nehatine tomarkirin. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî  u kurê şehîdekî ye, gelekî alîkar e bi Dezgeha Şehîdan û dezgehên dadmendiya veguhêz heta dezgeha zindaniyên siyasî ji ber wê derfeteke zêrîn bo yekkirina nerînan heye ew jî ji bo avakirina yek dezgehê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral de ku hikûmdar be û maf û imtyazat bên dayîn û dibe ku yasa jî bê serastkirin, ji ber ku xwîna Îraqyan binirx e û bi rêya wê kabûs ji ser Îraqiyan hat rakirin ew jî rêjîma dîktator a berê bû û bi rêya wê xwînê, gelek deverên Îraqê hatin azadkirin.

Rûdaw: Gelo hemahengiya we bi Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê re heye?

Tariq Mendelawî: Belê, bo pêkanîna komîteyên şaxî, ez wekî Serokê Dezgeha Şehîdan çûm Herêma Kurdistanê kû ez bi Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan re civiyam herwiha Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan jî amade bû û me kongreyek saz kir. Ew jî bi armanca pêkanîna komîteyên Şaxî li gorî yasaya 20an a sala 2009an û yasaya serastkirî ya hejmara 57an a sala 2015an. Divê 3 komîte li herêma Kurdistanê bên damezrandin li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê  wekî tevaya parêzgehên din yên Îraqê ji bo ku yasaya hejmara 20an a sala 2011an wan Ii xwe bigire.

Ne tenê ev lê belê bo wan kesên ku li  bajar û gundên Îraqê, li Herma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê şehîd ketin ji bo ku yasaya hejmara 20an a sala 2009an jî wan jî li xwe bigre lê dîsa nerîna siyasî hebû ku  nehişt komîteyên şaxî bêne avakirin tevî ku yasa bi zelalî dibêje komîteyên şaxî li tevaya Îraq û Herêma Kurdistanê li gorî madeya 6an bên avakirin

Rûdaw: Bi kurtî eger tu bersiva vê pirsa min bidî, hejmara gorên bikom ên serdema Sedam çend e herwiha ew gorên serdema DAIŞê jî, ji ber ku hejmareke gorên din hatine dîtin, hejmar gihiştiye çend goran?

Tariq Mendelawî: Hejmara gorên bikom ku heta niha ji aliyê Rêveberiya Karûbarên Gorên Bikom hatine vekirin ku rêveberiyeke giştî ye di Dezgeha Şehîdan de û berê ser bi wezareta Mafê Mirovan bû lê piştî ku wezareta Mafê Mirovan nema êdî bû ser bi Dezgeha Şehîdan û niha ew bi karê vekirina goran radibe.

Zêdeyî 250 gorî hene ku hatine dîtin ew jî li deverên cuda yên Îraqê li Necef, Kerbela, Babilê herwiha li serbasgeha Mehmûdiyeyê û li Enbar û derdora Bexdayê herwiha li Cezîreya Semaweyê. Herî dawî ew gora ku hat dîtin ku zêdetirî ji 173 rûfat ji jin û zarokan ku ji Herêma Kurdistanê bûn bi taybetî xelkê Kelar û Çemçemalê bûn.

Ew gor berî 2 salan  ji aliyê Rêveberiya Karûbarên Gorên Bikom ve hat vekirin û bi rêya DNAyê hat naskirin û tîmên hevbeş hebûn bo naskirina nasanemya wan û radetskirina wan bo kesûkarên wan. 

Herwiha gorên bikom piştî rûxana rêjîmê hebûn, Gorên li koşkên Serokomariyê Spayker ku zêdeyî 17 gorên bikom hatin dîtin ku 1350 rûfat tê de bûne yên wan serbazên nû ku tevlî artêşê bûbûn û ser bi Wezareta Parastinê bûn. Herwiha zêdeyî 512 rûfatan li gundê Koçoyê.

Rûdaw: Yên serdema DAIŞê çendin?

Tariq Mendelawî: Heta serdema DAIŞê, zêdeyî 512 rûfat tenê li gundê Koçoyê. Herwiha li parêzgeha Nînowayê li deverên cuda ku gora dawî hat vekirin ya zindaniyên Badûş bû ku li ser nasnameya xwe hatin qirkirin.

Rêveberiya Karûbarên Gorên Bikom li ser karê xwe ji lêgerîn û vekirina goran berdewam e herî dawî berî çend rojan Serokê Dezgeha Şehîdan bi Serokkomarê Îraqê re civiya ew jî ji bo lêgerîn û vekirina wan gorên bikom ên serdama rêjîma berê ku bi hezaran gor hîn hene ku nehatine vekirin ji wan jî ew gorên ku gencên Kurdên Feylî tê de hatine qirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst