PKK/TIRKIYE – Di payîzê de agirbest!

Hewlêr (Rûdaw) – Civaknas Mûstafa Gurbuz diyar kir ku Amerîka dixwaze li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê ji nûve destpê bike.

 

Nivîskarê pirtûka “Li Tirkiyê Tevgerên Etnîkî yên Kurd: Veguherîna Pevçûnên Etnîkî” Mustafa Gurbuz dibêje ne gengaze ku di demek nêzîk de Ewropa PKKê ji lîsteya rêxistinên terrorist derbixe.

 

Bi dîtina Gurbuz PKK naxwaze HDP bihêz bibe û herwiha qulupandina maseya aştiyê ji aliyê Erdogan ve jî ji aliyê PKKê ve weke firsend hatiye dîtin.

 

Akademîsyen Mustafa Gurbuz, derbarê pirsa Kurd ya li Tirkiyê, bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Îro nêrîna Amerîka ya derbarê pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê çawa ye. Gelo ti guhertinek çêbûye?

 

Xelet e ku mirov bêje li gor dema borî guhertinek mezin çêbûye lê misoger e ku Amerîka êdî ji nêz ve pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê dişopîne. Di vê mijarê de şerê navxweyî yê li Sûriyê û hevkariya Amerîka û YPGê bandorek mezin kir.

 

Di mijara pirsgirêka Kurd de, di navbera Amerîka û welatên Ewropayê de cudahiyek nêrînê heye? Gelo Erdogan dikare vê yekê di berjewendiya xwe de bikarbîne?

 

Jixwe berî de li hember Tirkiyê, Ewropayê ji Amerîkayê zêdetir rexnegir bû. Di salên dawiyê de eger peydabibû ku hinde welat PKKê ji Lîsteya Rêxistinên Terorîst derbixe. Lê ji ber serhildana pirsgirêka penaberan, ne mûmkûne ku di demek nêzîk de Ewropa vê pêngavê bavêje û dilê Tirkiyê bihêle.

 

Hindek sedemên vê yekê jî hene ku Ewropa zêdetir rexneyan li Tirkiyê digre: Rewenda Kurd a li Ewropayê ji ya Amerîkayê bihêztir e. Ji ber pêvajoya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê, mijarên maf û azadiyan zêdetir dibin rojev û herwiha Ewropa ji aliyê cografîk ve nêzîkê Tirkiyê ye. Amerîka li ser hîmê polîtîkayên ewlekariyê nêzîkê Tirkiyê dibe lê Ewropa li ser hîmê polîtîkayên aborî.  

 

Serokê PKKê beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê jib o çareseriya pirsgirêka Kurd, daxwaza çavê sêyem û çavdêrên bê alî dikir. Gelo ev yek pêk tê?

 

Mumkûne lê di demek nêzîk de ne mumkûne. Di serî de, jib o pêvajoya çareseriyê gavên ciddî pêwîst in. Herdu alî jî li hember hev bê bawer bûne.

 

Amerîka bi rastî jî dixwaza ji bo çareseriyê navbeynkariyê bike?

 

Mebesta we vegera ser pêvajoya aştiyê be, belê Amerîka dixwaze. Li hember egera pêşketinên nerênî yên li bakurê Sûriyê, pêvajoyek nû yê aşitiyê ji bo Amerîkayê giring e. Lê di mijarekê ku hêza Amerîkayê ji bo çareseriyê têrê neke, dikare pragmatist nêzîk bibe û zêde pêdagir nebe.

 

Gelo dibe ku di pêvajoya serokomariya Erdogan de pirsgirêka Kurd were çareserkirin?

 

Erdogan bi rastî jî bibe serokomarek, dibe ku pêşketinên erênî di vê mijarê de jî çêbibin. Lê belê Erdogan ji niha ve ketiye nav hewaya serokatiyek xweser. Referandûm bibe jî û nebe jî, em dikarin bêjin ku li Tirkiyê êdî rejîma tekane heye.

 

Îsmaîl Beşîkçî rexne li HDPê girt û got ku stratejiya “Emê te nekin serok” xelet bû. Bi nêrîna te HDP di vê mijarê de xelet bû?

 

Ez tevlî nêrînên Beşîkçî nabim. Li Tirkiyê ku rejîma tekrayî û tekane hebe, di mijara çareserkirina pirsa Kurd de mirov nikare geşbîn be. Heger PKK û Erdogan li hev bikirana, ji bo PKKê dibe ku ev biba stratejiyek rast lê ji bo HDPê ne wesa ye. Dema ku PKKê dît ku geşedanên li Sûriyê li gor berjewendiya wî pêşdikeve, dest ji bazariya li gel Erdogan berda. Lê ev polîtîkaya HDPê hêlişt ku di hilbijartinan de ji sedî 13ê dengan bigre ku ev jî serkeftinek dîrokî bû. Jixwe bi hêzbûna HDPê kêrî PKKê nedihat. Dema Erdogan maseya hevdîtinan qulupand, PKKê ev weke firsendekê dît. Nexwe şerê xendekan salekê berdewam nedikir.

 

Li gor nêrîna hinek çavdêr û siyasetmedaran, ji bo PKK û dewlet di payîzê de carek din vegerin ser maseya danûstandinan, bingeh tê amadekirin. Gelo ev agahiyek rast e?

 

Li gor geşedanên şerê navxweyî yê Sûriyê, teqez dê carek din vegerin ser maseyê û dê Washington jî piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Lê ji ber ku vê care, dê kantonên Kurdan ên li bakurê Sûriyê jî bikevin nava hesaban, ji bo aştiyek mayînde pêwîst bike ku herdu alî baweriya xwe ya li hember hev nû bikin.

 

Vegera ser maseyê gelo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd?

 

Dibe ku agirbest bibe lê mixabin ji bo pêvajoya aştiyê hê jî gelek astengî hene.

 

Ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd, şertên pêşwext çi ne?

 

Her aliyek, çawa pişrsgirêka Kurd pênase dike, di mijara çareseriya mayînde de jî xwedan hizrê xwe yê taybet e. Li gor hindekan bi avakirina dewletek kurdî û li gor hindekan jî ji holê rakirina PKKê ev pirsgirêk çareser dibe. Bi nêrîna min, heta ku hemû cudahiyên li Tirkiyê, Elewî, Sûnnî, dîndar, laîk, yên ne misliman, bêyî ku di bin zextê de bin û nekarin xwe bi azadî rave bikin, di mijara pirsgirêka Kurd de jî nikarin gavên ciddî biavêjin. Pirsa Kurd ji bo demokrasiya Tirkiyê weke turnusolê ye.

 

Tê gotin ku Amerîkayê kariye Îranê ji gefbûnê dûrbixe. Heger ev rast be, dê stratejiya Amerîkayê ya li hember Kurdan çi be?

 

Nexêr, Washington hê jî Îranê weke gefek mezin dibîne û polîtîkayên Îranê yên li ser Kurdistanê jî weke gef dizane.

 

Bandora pêşkeftinên li Rojavayê Kurdistanê li ser Kurdistana Tirkiyê dê çi bin? Heger Amerîka û Tirkiye li ser Sûriyê bigehin rêkeftinekê, dê ev yek bibe sedem ku Tirkiye vegere ser maseya çareseriyê?

 

Geşedanên li Rojava rê da ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bibe pirsgirêkek navneteweyî. Hê jî nayê zanîn ka dê şerê navxwe yê Sûriyê çawa bidawî bibe. Weke di serî de jî min got, dê Amerîka ji bo vegera ser maseyê bikeve nava hewldanan. Lê bêguman ev dîsa jî ji bo rêkeftinek ciddî û mayînde ne bes e. Mijara herî sereke avakirina baweriyê di navbera herdu aliyan de ye.  

 

 

PORTRE - Mustafa Gurbuz

Xwendina xwe ya bilind li beşa Pêwendiyên Navdewletî ya Zanîngeha Bilkentê bidawî kir. Xwedina doktorayê jî li beşa Civaknasî ya Zanîngeha Connecticut a Amerîkayê domand.

 

Di dema doktorayê de li zanîngehên South Florida û George Masonê lêkolîn kirin û pirtûka xwe ya bi navê “Li Tirkiyê Tevgerên Etnîkî yên Kurd: Veguherîna Pevçûnên Etnîkî” (Rival Kurdish Movements in Turkey: Tranforming Ethnic Conflict) amade kir.

 

Hê jî li Zanîngeha Amerîkayê waneyên li ser Rôjhilata Navîn dide.