Qubad Talebanî: Ez bi hebûna xalên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de fedîkar im

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di derbarê xalên kontrolê yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de got “Ez bi hebûna xalên kontrolê yên di navbera PDK û YNKê de fedîkar im. Ez ê însiyatîfê bikim û bi dilê min e ku ew her du xalên kontrolê bên rakirin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, gelekî xwezayî ye ku di navbera YNK û PDKê de li ser mijarên cuda nakokî û nêrînên cuda hebin û dibêje “Niha eger YNK û PDKê li ser her tiştî li hev bikin, çima yek YNK û ya din jî PDKê be? Çima du partî hebin?

Derbarê nakokiyên li ser serokkomariya Iraqê de jî  Qubad Talebanî got “pir xwezayî ye ku du partî, her yek ji bo postekê namzedê xwe hebe, eger pêşwext lihevkirinek hebe li ser kandîdkirina heman kesî û piştre ew rêkeftin binpê kiribe, wê demê dibe ku aliyek mafdar be gilî bike.

Rûdaw: 4 roj in Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di dîdar (civîna) xwe ya giştî de di nav guftûgoyên tund û zêde de ye û nêzîkî 13 komîteyan ji bo qadên cuda hatine çêkirin. Gelo vê dîdarê armanca xwe pêk anî?

Qubad Talebanî: Dîdarê beşek ji armanca xwe pêk anî. Lidarxistina civînê di vê demê de pêngaveke girîng bû. Dîdara YNKê ji bo dariştina siyaset û nêrîna YNKê bû. Dîdarek bû ji bo ku kadro, endam û alîgirên YNKê bicivin û siyasetên YNKê binirxînin û careke pêdaçûnekê bi dîtin, nêrîn û siyasetên YNKê de bikin. Di encama vê proseyê de çendîn nêrîn û pêşniyar hatine pêşkêşkirin û hatine qebûlkirin û divê ji aliyê Civata Serkirdatiya YNKê ve werin pesendkirin û bibin siyaseta partiya me.

Rûdaw: Ev pêşniyar dê bibin biryar?

Qubad Talebanî: Erê.

Rûdaw: Dê çi biguhere, ferq û cudahiya YNKê dê berî û piştî civîna giştî çi be?

Qubad Talebanî: Ev bi naveroka pêşniyaran û rapora dawî ya civînê ve girêdayî ye. Em partiyeke siyasî ne û demeke dirêj e me polîtîkayên xwe nenirxandiye. Rast e me kongreyek li dar xist, di kongreyê de heykelê partiyê hat sererastkirin û bû sedema guhertinê di serkirdatiya partiyê de. Lê belê ev yek nebû sedem ku di siyasetên partiyê de pêdaçûn û guhertin çêbibe, lewma jî Dîdara YNKê ew derfet bû ji bo ku em nirxandinekê bikin û em kadro û endamên xwe tevlî vê pêvajoyê bikin û YNKê bi şêwe û formeke din bi civak û gelê Kurdistanê bidin nasîn, bi wê yekê ka gelo prensîb, nêrîn û polîtîka wê çi ne? Bi hemû mijarên ku ji bo civak û gelê Kurdistanê li pêş in.

Rûdaw: Hejmareke berbiçav ji kadroyên YNKê beşdarî dîdarê/civînê bûn, lê wekî din jî hin lîderên diyar ên YNKê beşdarî civînê nebûn. Encûmena Bilind a Berjewendiyên Yekîtiyê (YNK) û hejmarek ji endamên polîtbîroyê beşdar nebûn, çima ev qewimî?

Qubad Talebanî: Vê pêvajoyê 6 mehan dom kir û ne tenê hevdîtinek ku yek civîn be yan jî em çend rojan rûnin û qala wan mijaran bikin. Ev 6 meh in kadro û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexda, Kerkûk, Xaneqîn, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn û Duhokê bi beşdariya kadroyên Mûsilê mijûl in, ango ev partî bi tomerî beşdarî proseyê bû. Vexwendname ji wan hemû organan re çû ku ser bi YNKê ne, ew heval jî di nav de ku di Encûmena Bilind a Berjewendiyên YNKê de ne, bi me ne xweş e ku ku beşdar nebûn, lê hemû ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin.

Rûdaw: Gelo ji we re negotin çima beşdar nabin, ango bersiva vexwendinnameya we nedan?

Qubad Talebanî: Li gor zanyariyên min, wan bersiv nedaye, lê wan hemûyan vexwendinname ji wan hemûyan re hatibû şandin û me dixwest beşdar bibin jî.

Rûdaw: Li gor te, rêkeftinek di beşdar nebûna hemû endamên Encumena Bilind a Berjewendiyên YNKê de heye?

Qubad Talebanî: Ez nikarim li dewsa wan biaxivim.

Rûdaw: Gelo Dîdara (Civîna) YNKê ji bilî ku Pavel Talebanî kir serokê YNKê, tiştekî din di nava YNKê de guhert? Tevî vêya jî, çima sekreterê giştî nebû û we serokê YNKê hilbijart? Ferqa di navbera herduyan de çi ye?

Qubad Talebanî: Kekê Pavil her serokê YNKê bû. Desthilata Dîdara YNKê ya kongreyê tune ye. Desthilata wê ya destwerdana di rêziknameya hundir de jî tune ye. Lewra kekê Pavil beriya civînê serokê YNKê bû û piştî wê dîdarê jî dîsa serokê YNKê ye.

Rûdaw: Berê di medyaya fermî ya YNKê de navê wî wek serokê YNKê nedihat, lê piştî axaftina we ya di destpêka civînê de, bi fermî bû serokê YNKê? Tew di hesabên wî yên medyaya civakî de jî hevserok hatibû nivîsîn, piştî gotara we kir serok?

Qubad Talebanî: Ew çend pirsên teknîkî ne, kekê Pavel serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû. Piştî kongreyê me heykelek darişt ku ji du serokan pêk dihat, lewma piştî ku li dijî yek ji wan serokan tedbîr hat wergirtin, yê din ku kekê Pavel e, her serok bû û hîn jî her serok e. Bêguman di van pêşniyaran de û beriya civîna YNKê jî gelek kar ji bo sererastkirina rêziknameya navxwe ya YNKê hatiye kirin ji bo ku em wê bi daxwazên civak û gelê Kurdistanê, endamên YNKê, encûmena serkirdatiyê û kadroyan YNKê re biguncînin.

Rûdaw: Sekreterê giştî yê YNKê hebû, kesê wê yê yekem Mam Celal bû ku sekreterê giştî yê wê partiyê bû, çima bû serok?

Qubad Talebanî: Ji ber ku YNKê her yek Mam Celalê wê hebû û dê her yek Mam Celalê wê hebe.

Rûdaw: Te behsa wê yekê kir ku yek ji hevserokan hat dûrxistin, piştî Dîdara YNKê em dikarin bêjin ku ew pirsgirêk bi dawî bû wek ku Pavel Talebanî got "Yên qewitandî venagerin nav YNKê"?

Qubad Talebanî: Dîdara YNKê ti guhertinek neanî ser biryarên Encûmena Serkirdatiyê. Encûmena Serkirdatiyê biryar daye û tedbîr wergirtiye. Dîdara YNKê ji bo dîtin, siyaset û vegera ramanê ji bo nav YNKê ye û ji bo awayê karkirina YNKê nola partiyekê ye.

Rûdaw: Hem axaftina we û hem jî gotara kekê Pavel di Dîdara YNKê de wisa tên ravekirin coşdar û tund bûn, xasma li hember Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê. Gelo ev hemaset ne ya atmosfera beriya civîna polîtbîroyên YNK û PDKê bû? Bi dîtina we, dê ev yek zirarê negihîne hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ji hev nêzîkkirina YNK û PDKê?

Qubad Talebanî: Em spasiya hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê dikin. Kekê Nêçîrvan hewleke baş nîşan da û serdaneke serkeftî ji bo Silêmaniyê kir û di encama wê serdanê de civîneke serkeftî di navbera YNK û PDKê de pêk hat. Bi baweriya min, civîna YNKê û axaftinên wê civînê, ne bandora wan li ser gotûbêjên ku di wê civînê de hatin kirin hebû û dê di paşerojê de jî bandora wan li ser gotûbêjan nebe. Axaftinên me ne tund bûn, nizanim! Bila cenabê te binirxîne ka gelo em tund bûn an ne tund bûn.

Rûdaw: Atmosferek di navbera YNK û PDKê de çêbûbû ku nedihat pêşbînîkirin gotarên we ewqas tund bin.

Qubad Talebanî: YNK û PDKê du partiyên cuda ne. Dîroka herdu partiyan heye. Pir normal e ku nêrînên me yên cihê û nakok hebin. Pir normal e jî ku ev nakokî carnan tund û hin caran jî nerm û sivik dibin.Tişta ku me di civîna Mekteba Siyasî ya YNK û PDKê de gotûbêj kir ew bû ku em li ser çend mijaran li hev nakin, lê bila em li ser çend mijarên din li hev bikin. Em çawa bikarin nakokî û cudahiyan bidin aliyekî û nehêlin ku bibin asteng li pêşiya hevdîtinê? Di civînê de yek ji axaftinan Serokê Herêma Kurdistanê kir, wî got nabe civîna YNK û PDKê bibe mijar, wek mîna berê çunke em zêde nediçûn Bexdayê, her carekê şandeke Herêma Kurdistanê biçûya Bexdayê, hemûyan dinivîsandin bi lez: Şanda Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Normal e ku em herin Bexdayê û bi hikûmeta federal û aliyên siyasî re jî bicivin. Her bi vî awayî jî divê civînên YNK û PDKê normal bibin.

Rûdaw: Dê wiha lê were ku rêze civînên we hebin?

Qubad Talebanî: Bêguman erê. Me biryara vêya jî daye. Divê em wiha bikin ku dîsa kadro û endam bizanin, medyakarên mîna we bizanin ku em du partiyên cuda ne û ne partiyeke tenê ne. Ku em du partiyên cuda bin jî, pir normal e nakokiyên me hebin û ne hemfikir bin li ser mijaran. Lê ne normal e ku em bi hev re necivin, ji hev hêrs bibin çimkî nakokî hene. Ev ne normal e. Siyasetmedar li her derê cîhanê xwediyên bîr, îdeolojî û berjewendiyên cuda ne, ev tiştekî xwezayî ye, lê ne xwezayî ye eger em hemû bibin yek û wek robotan li ser her tiştî li hev bikin û xwedî eynî gotinê bin.

Rûdaw: Di civîna dawî ya navbera we û PDKê de, biryar hat dayîn ku hûn komîteyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan ava bikin?

Qubad Talebanî: Na, ji ber ku me got her demekê ku me komîteyek ava kir, ev tê wê wateyê ku kar nayê kirin. Ji ber vê yekê me got em ê xwe hinekî ji wan rêbazên dubare yên berê dûr bixin, ji bo vê jî em ê komîteyê ava bikin û ji bo wê jî komîteyê ava bikin û êdî ti encamel jî dernekeve holê. Serkirdatiyeke siyasî, kesên têkoşer û xwedî giranî û biryar ên herdu partiyan civiyan û biryar dan ku van hevdîtinan berdewam bikin. Pirsgirêk hebû, bila ew civîn wan çareser bikin, mijarên nîqaşê hebin, bila li wan civînan guftûgo bikin. Rast e me hinekî bi henek û laqirdî qal kir ku divê em êdî dev ji dûbarekirina van gotinan berdin, lê xweşbextane em her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pirsgirêk hene û bihêlin ew tîm, ew serkirdayetiya ku biryarderên herdu partiyan li wir bûn, bikarin mijaran nîqaş bikin û me li kû karî li hev bikin, bila em li hev bikin û li kû jî me nekarî xwezayî ye û bila em li hev nekin.

Rûdaw: Eger hûn di mijarekê de lihev nekin, bandorê li yên din nake?

Qubad Talebanî: Bandorê nake, mijar ev bi xwe ye. Divê em mekanîzmayekê bibînin, fêm bikin ku li tu dera cîhanê nîne du partiyên hevrik li ser her tiştî li hev bikin. Ma Partiya Demokrat û Komarparêz li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser her tiştî li hev dikin? Na. Li Brîtanya, Almanya û hwd.. heke na çima hizb hene heke nêrînên wan ne cihê bin.

Rûdaw: We serkirdeyên her du aliyan gelek caran gotiye ku em ne dewlet in, eger dewleteke me hebûya, aramiya ewlehiyê hebûya, tiştekî normal bû ku ku her du partî ji hev cuda bin. We gelek caran jî gotiye ku rewş hewce dike ku em li ser gelek tiştan li hev bikin?

Qubad Talebanî: Tişta ku me nekariye li ser mekanîzmayekê li hev bikin ka em çawa bikarin nehêlin nakokiyên me, me vegerînin çargoşeya yekem. Niha eger YNK û PDKê li ser her tiştî li hev bikin, çima yek YNK û ya din jî PDKê be? Çima du partî hebin? Em werin û bêjin ji ber ku em li ser her tiştî li hev dikin, bila em her du partiyan bikin yek û navê wê bikin Partiya Demokrat a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê! Her du hizb di siyasetê de xwedî tecrubeyên kûr in, divê em rê nedin ku nakokî cîhanê rawestînin, ger nakokiyek hebe nabe tavilê medya ji nişka ve daberizin canê hev û xelk dilgiran bibe, bazar raweste û tavilê xalên kontrolê di navbera Dêgeleyê de bên asêkirin û em li Civata Wezîran bi dilfikarî li hev binêrin. Em partiyên cuda ne û xwezayî ye ku nêrînên me yên cuda hebin. Divê serkirdayetiya siyasî ya her du partiyan, ne tenê YNK û PDKê, belku aliyên din jî, mekanîzmekê bibînin ku em bi hev re bijîn lê bi nakokiyên xwe ve.

Rûdaw: Gelo posta serokkomar nabe pirsgirêk li pêşber civînên we bi PDKê re?

Qubad Talebanî: Ne heq e bibe pirsgirêk. Dîsa jî pir û pir xwezayî ye ku du partî, her yek ji bo postekê namzedê xwe hebe, eger pêşwext lihevkirinek hebe li ser kandîdkirina heman kesî û piştre ew rêkeftin binpê kiribe, wê demê dibe ku aliyek mafdar be gilî bike. Lê ku lihevkirineke bi vî rengî nebe û posteke stratejîk û manewî ku li ser asta Iraqê û navdewletî hebe, gelekî xwezayî ye.

Rûdaw: Gelo hêj derfeta danûstandinê ligel PDKê li ser vê pirsê heye yan li cem YNKê yekalî bûye?

Qubad Talebanî: Namzetê me yê vê postê heye ku Dr. Berhem Salih e û hêvîdar im ku ew bibe serokomar.

Rûdaw: Derfeta diyalogê nemaye?

Qubad Talebanî: Binêre, namzedekê me heye û berbijêrê PDKê jî heye, em ê li ser her pirseke di navbera xwe de biaxivin, bêguman di civîneke din de dibe ku bêjin bila vê carê ew post li nik me be. Em ê jî hingê fikirekê lê bikin yan emê bêjin xem nake bila vê carê li nik we be yan em ê bêjin na bi Xwedê em hêj rijd in û wê postê dixwazin û li bal me giring e û îro cemawer, kadro û serkirdayetiya YNKê daxwazê ji partiyê dikin ku ew post li cem YNKê bimîne.

Rûdaw: Di civîna YNKê de navê 2 postên din jî destnîşan kir û got, di hilbijartinên bê de dê namzedên me ji bo wan hebin. Tişta kun û bû, posta serokê herêmê û serokê hikûkmeta Herêma Kurdistanê, dê namzedên we ji bo wan hebin yan jî dê wek wê irfa siyasî ku li Herêma Kurdistanêl hebû, ew post li cem Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bimînin?

Qubad Talebanî: Bi awayekî fermî û nefermî hatiye ragihandin ku hevalên PDKê gotine, posta serokkomariyê ne tapo û milkê YNKê ye. Postên serokê herêmê û serokwezîrtiyê jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve nehatine tapokirin. Hilbijartina me heye û mekanîzmayên me yên gotûbêjê hene, ji bo hilbijartina postan gelek rê hene. Dê pir nesirûştî û nebaş be heke YNK nexwaze serokwezîrê Herêma Kurdistanê li nik wê be. Çima nexwaze? Dibe ku bifikire ku dikare ji partiyeke din baştir Herêma Kurdistanê birêve bibe. Ne xwezayî ye heke ew xwesteka YNKê nebe, ev encamek e dibe ku li bal cemawerê YNKê ecêb be û bêjin çima hûn naxwazin postê serokwezîriyê bigirin, çima hûn tenê bi cîgirê serokwezîr razî dibin, çima hûn her bi du-sê wezîran razî dibin. YNK dixwaze xizmeta civak û gelê Kurdistanê bike û di wê baweriyê de ye ku bi rêya hikûmetê dikare baştirîn xizmet bike. Ne ku yên din xirab in, em dibêjin em yên herî baş in.

Rûdaw: Eger di hilbijartinên bê de hûn û hinek partiyên hevpeymanên we di parlamentoyê de piranî bin, hûn ê daxwaza van her du postan bikin?

Qubad Talebanî: Çima em daxwaza wan nakin? Ger em qebûl bikin û bêjin xem nake em naxwazin, dê pir ecêb û sosret be. Ev ê nesirûştî be.

Rûdaw: Di civîna YNKê de, çawa behsa pirsgirêkên rêveberiya Silêmaniyê, xasma rêvebirina darayî ya Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê hate kirin? Çareseriyek jê re hat dîtin?

Qubad Talebanî: Dîdara YNKê giştgir bû. Me tiştek ji bo navçeyekê yan bajarekî zêde nekir. Bi tenê ew komîteya ku têkildarî deverên veqetandinî bû, ku taybet bû bo deverekê ku hatiye veqetandin, komîteyek ji bo aborî û darayî hebû, ku yek ji komîteyên bandorker bû. Gelek kes tê da beşdar bûn. Lê beşa ku ez tê de beşdar bûm, bêhtir behsa stratejî û dîtina YNKê li aboriya Kurdistanê hate kirin ku divê çawa be? Îdarekirina fayla darayî ya Herêma Kurdistanê çi be? Em çawa kadroyên xwe hişyar dikin ku cudahî di navbera fayla darayî û aborî de heye, em çawa bikarin vê yekê bikin beşek ji dîtina partiya xwe ku mijarek derkeve pêş û têkildarî aboriya Herêma Kurdistanê be, siyaseta YNKê li ser wê zelal be. Ev yek ji wan tiştan e ku dihêle ez şanaziyê bi YNKê bikim ku dikare van pirsan ji xwe bike û bi baweriya min divê YNK bibe partiyek ku siyaseteke wê ya zelal li ser hemû mijarên ku ji bo civak û gelê Kurdistanê girîng in hebe. Em nehêlin ji bo kêfa min ku ez di nav hikûmetê de bim yan kesekî din ku wezîr be, ev siyaseta YNKê ye û ew pirensîp in ku YNKê bi wan bawer e û di paşerojê de dê bibe beşek ji karnameyên hikûmetê û rêkeftinên siyasî û beşek ji gotûbêj û danûstandinên li ser budceya Herêma Kurdistanê. Ew hemû ji xewnê dest pê dike û divê em germahiya kesane ji pêvajoya siyasî dûr bixin. Divê siyaset ji siyasetan pêk were.

Rûdaw: Yek ji gilî û gazinîn ku ji YNKê têne kirin, nexasim ji aliyê alîgirên PDKê ew e ku YNK hem di hikûmetê de beşdar e û hem jî ne beşdar e, ango desthilat e û opozisyonê ye jî û carinan dibêje ez herdu me, di dîdara YNKê de we çi siyasetek li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir?

Qubad Talebanî: Di hemû hikûmetan de roleke YNKê ya çalak û bibandor hebû. Yan posta serokwezîr li nik bû yan cîgirê serokwezîr. Di hemû kabîneyan de, kabîneya niha jî di nav de, YNKê parçeyek ji hikûmetê bû. Lê tenê ji ber ku em beşek ji hikûmetê ne, gelo nabe ku em wek partî li ser awayê kar, siyaset û rêya hikûmetê xwedî têbîniyên xwe bin? Ev nayê wê wateyê ku divê her tişt têk biçe. Heynê ku YNKê bû beşek ji hikûmetê, êdî nabe bêje çimkî ez beşek ji hikûmetê me, destxweşiyê li tiştên baş dikim û çavên xwe ji tiştên xerab digirim. Ji ber ku ezmûn û serpêhatiyên me yên tal di dema borî de hebûn, şerê navxweyî hebû, du-rêveberî hebû, jîngeh û hawirdorek ku me giranî dabû Bexdayê û piştre rêkeftina stratejîk hebû, em hîn fêr nebûne em çawa li hember nakokiyên xwe bi hev re bijîn. Ma tenê ji ber ku Qubad Celal Talebanî cîgirê serokwezîr e, êdî divê YNK rûne û nebe xwedî nêrîn û rexne?

Rûdaw: Ma cudahiya nêrîn û rexneyan tune ye, wek mînak derbarê ya ku li Silêmaniyê li hember hikûmetê tê kirin? Gelek caran tê gotin ku YNK-eya li Silêmaniyê ji YNK-eya di hikûmetê de cuda ye?

Qubad Talebanî: Ti tiştek wisa reş û spî nîne. Bi baweriya min, nerazîtiyek li Silêmaniyê heye û mafê xelkê Silêmaniyê ye jî ku nêrîn û nerazîbûna xwe hebe. Silêmanî nifûsa hêza sereke ya YNKê ye, ji ber wê jî divê YNKê jî beşek ji wê xelkê be û divê guhdara wê nerazîtiyê be. Ne ji ber xwe ve nerazî ye, ne ji ber xwe ve gazinan dike, ne jî bi serê xwe telefon ji bo min nayê kirin ku gazin bike ka mesele çi ye û ne çi ye? Em beşek ji vê civakê ne û jê venaqetin. Ji ber wê jî dema ku civak bi giştî têbîniyeke xwe hebe, tiştekî xwezayî ye ku YNKê gihînera wê têbîniyê be û hewl bide çareseriyê jê re bibîne. Lewra nabe em ewqas bi hestyarî wan tiştan werbigirin. Pir normal e. Ji wexta ku Silêmanî heye, têbînî hebûn. Ji wexta ku hikûmet hebûn, nerazîtiya Silêmaniyê hebû. Dr. Berhem Salih serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, têbîniyên Silêmaniyê li ser wî hebûn. Omer Fetah cîgirê serokwezîr bû, Silêmanî û YNKê di nav Silêmaniyê de têbîniyên xwe hebûn û Îmad Ehmed û…hwd. Ji ber vê yekê divê em siyasetmedar hinekî li ser xwe bin û divê partiyên siyasî jî, wek YNK, PDK û partiyên din jî, fêrî qebûlkirina rexneyan bibin. Çênabe em ewqas nazik bin ku rexneyek bihêle em wiha bifikirin ku planan li dijî me girê didin yan dijayetiya me tê kirin. Welleh, di van şeş-heft salên borî de tu kes bi qasî min nehat rexnekirin, lê karê min wek siyasetmedarekî ew e ku ez wan rexneyan bipejirînim.

Rûdaw: Te behsa wan hemû xalên kontrolê kir ku di navbera YNK û PDKê de hene, Jeanine Plasschaert li Encûmena Asayişa Navdewletî dabaşa tîrbûn û zêdebûna navçeyên zer û kesk kir, ev ê kengê bi dawî were?

Qubad Talebanî: Ez bawer nakim herêmên kesk û zer, ev bixwe ne rast e, yên ku ji Dêgeleyê wêdetir dijîn û kesk bin, dibe ku nîlî bin, şînê vekirî, qehweyî û pirteqalî bin, zer jî lê hene. Li rexê din jî, ev hemû reng hene. Reng ewqas zêde ne, dibe ku niha hemû neyên bîra min.

Rûdaw: Hebûna wan hemû rengan baş e yan xerab e?

Qubad Talebanî: Baş e, pir baş e, bila xelk azad bin û xwedî nêrîn bin, lê nifûs naguhere. Tu were Amerîka, ew eyaletên Amerîkayê, hinekan navê wan kirine eyaletên sor, di 30 hilbijartinên borî de her sor bûne. Hinek eyalet hene ji wexta ku Amerîka heye şîn bûn, xwezayî ye.

Rûdaw: Lê ji ber ku li her du deveran ew rengerengî heye, hûn çima li Neteweyên Yekbûyî dibêjin metirsîdar e û zêdetir bûye? Pirs ev e ku YNK û PDKê ji bo ji holê rakirina vê biwêjê çi dikin, gelo ew hemû xalên kontrolê yên navbera YNK û PDKê çi ne?

Qubad Talebanî: Ez pê fedîkar dibim. Li gor min tişta ku divê em çareser bikin ne reng e, nabe xalên kontrolê di navbera wan rengan de hebin.

Rûdaw: Kengî dê xalên kontrolê bên rakirin? Çima her çend kîlometran xaleke kontrolê heye?

Qubad Talebanî: Ez amade me rakim.

Rûdaw: Tu yê însiyatîfê bikî ji bo rakirina wan xalên kontrolê?

Qubad Talebanî: Ez ê însiyatîfê bikim û bi dilê min e ku ew her du xalên kontrolê bên rakirin. Dixwazin xaleke kontrolê ya hevbeş lê deynin, ku ev ê pir baş be.

Rûdaw: Ma tu yê piştî wê hevdîtinê ji bo wê bixebitî?

Qubad Talebanî: Ez ê bi serokê hikûmetê re biaxivim û bêjim kerem bikin bila em vê yekê sererast bikin. Divê ev bi dawî were. Ez wisa difikirim heta ku ev xalên kontrolê hebin, dema ku em tûşî aloziyeke siyasî dibin, xalên kontrolê tund dibin. Tu diçî ku derê, nasnameya te ya ku derê ye û hejmara otomobîla te û hwd... ne xweş e. Bi baweriya min, li wê serdemê divê em di Encûmena Wezîran de gotûbêjeke cidî ya wê mijarê bikin da ku em dawî lê bînin. Şerm e, bi rastî bes e.

Rûdaw: Gelo îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê tên kirin?

Qubad Talebanî: Hêvîdar im bên kirin.

Rûdaw: Di van çend rojên borî de, min bi gelek berpirsên Goran, YNK û PDKê re hevpeyvîn saz kir û hemû jî dibêjin, em hêvîdar in ku hilbijartin bên kirin, lê ma di ketwarê de bingehek heye ku hilbijartinên 01-10-2022 bên kirin?

Qubad Talebanî: Tu rastiyê dixwazî? Zehmet e ew hemû pêngav, rêkeftin, proje-yasa, amadekarî, bersivdana hinek ji wan pirsan, lê em hêvîdar in ku hilbijartin bên kirin û pêwîst e ku hilbijartin bên kirin û pêwîst e ku proseya hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta dahatû dest pê bike.

Rûdaw: Sê pêşniyar têne gotûbêjkirin: Meha Çile (1) bê kirin yan meha çarê (Nîsan) û Gulanê bê kirin yan jî temenê wê hikûmet û parlamentoyê salekê were dirêjkirin, gelo YNKê kîjanê ji van rast dibîne?

Qubad Talebanî: YNK li gel wê yekê ye ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên kirin, lê di derbarê dosyeyên ku dibe ku îro hilbijartinan astengdar bikin, hin têbîniyên YNKê hene. YNKê jî ne bi tenê ye û têbîniyên gelek hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser sîstema hilbijartinan bi giştî heye.

Rûdaw: Gelo dê bi sîstema pirbazine (pir dever) be yan dê wek niha be, ji ber ku PDKê rijd e ku wek niha bimîne? Wê YNKê di vî warî de nermîtiyê nîşan bide?

Qubad Talebanî: YNK di wê baweriyê de ye ku Kurdistan ji ber erdnîgariya xwe û babetek ku em wisa bikin baştirîn sîstema me ya hilbijartinê hebe, ligel sîstemeke pirbazineyî ye.