Arinç: BDP di navbera çakûçê Ocalan û bizmarê Qendîlê de maye

 

Enqere (Rûdaw) - Rojeva Tirkiyê dagirtî ye. Li aliyekî proseya hilbijartinan didome, 30ê Adarê hilbijartinên heremî hatin kirin, di meha Tebaxê de jî wê hilbijartinên serokkomariyê pêk werin, salê pêşiya me jî wê hilbijartinên giştî bên kirin. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç derbarê van mijaran û karê BDPê di parlementoya Tirkiyê de nêrînên xwe ji Rûdawê re diyar kirin.

 

Rûdaw: Ez dixwazim ji hilbijartinên serokkomariyê destpêbikim. Encamên hilbijartinên herêmî didin xuyakirin ku rêya rêzdar serokwezîr ji bo serokkomariyê vekirî ye. Rêzdar serokwezîr hêj biryarek nadaye, lê li gorî we wê bibe berendam?

Bulent Arinç: Niha em herin heft salan beriya niha. Di wan deman de îro, yanî roja 24ê Nîsanê, rêzdar serokwezîr bi xwe ragihandibû ku namzetê serokkomariyê Abdullah Gul e. Roja 23yê Nîsanê bi min re hevdîtin û şêwra xwe ya dawiyê kiribû. Me ew şev bi hevalên xwe re derbas kir. Roja 24ê Nîsanê jî min di komcivîna me de ragihand ku birayê min yê hêja Abdullah Gul namzetê me ye. Ji wê rojê heta roja îro tam heft sal derbas bûn. Dîsa em ber bi hilbijartineke serokkomariyê ve diçin, rêzdar serokwezîr jî nêzîkî 12 salan wezîfeya xwe ya serokwezîriyê dike. Bi serkeftin û fidekariyeke mezin ev wezîfe kir. Ji hemû hilbijartinan serkeftî derket. Herî dawî di 30ê Adarê de jî bêje hema nêzîkî ji sedî 46ê rayên dengdêran bi dest xist. Nêzîkî ji sedî 61ê şaredariyan bi dest xist. Ez bawer dikim rêzdar serokwezîrê me, piştî serokweziriya xwe ya 12 salan, eger bixwaze, piştî ku bi serokkomar re hevdîtin pêk anî û eger fikrekî wisa hebe, wê bibe nazmet. Lê ez dikarim bêjim şert û merc didin xuyakirin ku wê rêzdar serokwezîrê me ji bo serokkomariyê bibe namzet. Ez bêjim heta bîst rojên din emê naveroka hevdîtina rêzdar serokkomarê me û rêzdar serokwezîrê me û biryara wan ya hevpar bi hev re bibînin.

Derketina rêzdar serokwezîr ya li koşka Çankayayê  li ser pêşeroja partiyê we dixe fikaran?

Na, me naxe fikaran, ji ber ku em partiyeke bi saziyanî ne. Sê serdem in em bi tena serê xwe li ser desthilatê ne, ji sêsedî zêdetir parlementerên me hene, me heşt hilbijartin derbas kirin û di her heştan jî em biserketin. Îro neh milyon endamên me yên tomarkirî hene, ji van endaman nêzîkî çar milyon jê jin in, nezîkî sê milyon ji van endaman di bin temenê sîhê de ne, yanî ciwan in û em partiyeke wisa ne ku li her derê Tirkiyê em hene. 81 bajarên Tirkiyê hene, li 81 bajaran jî em hene. Em ne partiya herêmekê, yan jî neteweyekê ne, em partiya Tirkiyê ne. Partiya me edî bûye saziyeke xwedî bingeh. Bêguman dema ku cenabê wî bibe serokkomar, pirsên weke wê partiya me bi kîjan serokê giştî rêya xwe dewam bike û heta hilbijatinên 2015ê wê kî partiyê bibe hilbijartinan, teqez ev mijar wê di dema berendametiya serokkomariyê û di dema serokkomariyê de werin gotûbêj kirin. Çi şerpezeyiyên me nîne. Di nava partiya me de kesên ku karibin serokatiyê bikin, ku karibin partiyê birêvebibin û partiyê bigihînin armancê serkeftî hene; gellek kadroyên me yên baş hene.

Ev mijar di nava raya giştî de jî gellekî tê mereq kirin; vaye navê rêzdar Gul derbas dibe, navê we û navê arîkarên din tê gotin, li ser vê mijarê wê formûleyeke çawa bê meşandin?

Ev mesele hemû piştî hilbijartinên serokkomariyê yek bi yek wê werin peyikandin. Dibe ku bi wekaletî wezîfe bê domandin. Rêzdar serokkomarê me dikare wezîfeya serokwezîriyê bide hevalekî me. Paşê wê miheqeq kongreya mezin ya partiyê bicive, eger serokê giştî bibe serokkomar.

Tê gotin ku di partiya we de wê rêbaza hevserokatiyê bê meşandin. Hinek alî dibêjin wê serokwezîr cüda, serokê giştî cuda be. Tiştekî wisa heye?

Nexêr, fikrekî wisa nîne. Ev hemû li derve tên axaftin û bi kêrî me tên dîtin. Rêbaza me rêbaza hevserokatiyê ranagire. Ango berê em axivîne; li gundekî du muxtar nabin. Lê derekî du rawêşkar nabin, du parêzgar nabin, du serokşaredar nabin. Ya rast, parlementerên BDPê berevajî van gotinên min dipeyikînin, lê em weke AK Partî difikirin ku li seranserê Tirkiye divê her kesek xwedî yek wezîfeyê be. Na eger wisa nebe, dibe ku kar tevlihev bibin, di desthilatdariyê de valahî pêk were û di nava me de, di nava civakê de ew gotin gellekî bi wate ye “li gundekî du mixtar nabin”. Ya rast, di pakêta demokrasiyê ya dawî de, partiyên siyasî ku ji du kesan zêdetir bin dikarin nûnertiya xwe bi hevserokên giştî pêk bînin. Yê ku dixwaze dikare vê  bikarbîne. Tenê BDPê bikardianî, me wisa kir ku ji bo her partiyekê pêkan be. Lê ya rastî em bi xwe nafikirin.

Qanûna bingehîn ya nû daxwaza gellek aliyên civakê bû û hêviyek jî di nava gel de ava kiribû.

Bêguman, lê partî ji bo vê daxwazê nebûne bersiv.

Lê mixabin di vê serdemê de ev yek pêk nehat, ev mijar bû xeyal. Di serdema peşiya me de emê bigihijin qanûneke bingehîn ya nû?

Bêguman di serdema peşiya me de emê bigihijin vê armancê, ji ber ku dîsa daxwaza me ya herî mezin çêkirina qanûneke bingehîn ya nû, medenî, pêşketî  û demokratîk e.

Weke partî amadekariyeke we li ser guhertina rêbaza hilbijartinan û anîna rêbaza heremên dengan heye. Oposizyon dibêje hikûmet li du terzeke wisa digere ku bi dengekî kêm dengekî zêde bistîne. Hûn çima dixwazin rêbaza hilbijartinan biguherin?

Berê gazinde û nerazîbûna wan li ser vê mijarê hebû. Em bi xwe bawer in ku em çiqas dengan bistînin jî, em bawer in ku gel wê me weke desthiladar hilbijerê. Ya rast ew di rewşeke wisa de ne ku dilê mirov bi wan bişewite. Ango li min biborin, lê yek ji wan nikare ji xwe re ji sedî 30 bike armanc, ya din nikare sedî deh bike armanc, xeyale ku em hêvî bikin ew bibin desthiladar. Ji ber ku di nava gel de cihê wan gellekî kêm e. Ji ber wê, kîjan rêbaza hilbijartinê hebe bila hebe, ew di wê fikrê de ne ku ew van bendan derbas nekin û wê zirar bigihije wan.

Niha partiya bizava nijadî ji bo xwe sedî deh kiriye armanc ku bikeve parlementoyê. Ya din jî ji cihê xwe nerazî nîne, di fikire ku bibe  pariyeke ku di navbera sedî 20 û sedî 25 de. Lê heke armanca wan desthiladarî be, divê hisaba wê yekê bikin ku kîjan rêbaza hilbijartinê be bila be, ew dengên xwe û hejmara parlementerên xwe zêde bikin.lê ev bi salane dikevin hilbijartinan.. va ye hilbijartina wan ye heşta bû di navbera deh salan de, di hemûyan de jî têk çûn. Îro çi hêvî ji bo wan nahên hewandin.

Niha benda sedî deh heye, ev bend ji 25 salan zêdetir e li Tirkiyê heye, em tevî vê bendê bûne desthilatdar û piştî ku 15 meh li ser damezrandina partiya me de derbas bûn em ketin hilbijartinan û me hemû partî li derveyî parlementoyê hiştin û em bi serê xwe bûn desthilatdar. Niha ew ji bendê ne razî ne, dibêjin sedî deh gellek e, dibêjin bila bend nebe. Lê eger wisa be, gellekî zehmet ku li tirkiyê istixrar bê ava kirin. Ji ber ku qanûna bingehîn dibêje; di rêveberiyê de divê îstixrar, di temsiliyetê de jî divê edalet hebe. Eger Tirkiye ber bi siyaseteke perçebûyî ve here, wê dîsa vegere koalisyonên berê û ev hemû sernekevtî bi encam bûn.

Me wê deme, ango 30ê Îlonê, yanî nêzîkî şeş mehan beriya niha, me sê pêşniyar teklîfî wan kirin, me kir mijara nîqaşê. Yek: dibe ku rêbaza heyî bimîne, weke berê bi benda sedî deh. Du: ti bend nabin, lê 550 parlementer wê bi ser 550 herêman ve bên dabeş kirin û emê herin rêbaza hilbijartinan ya heremên berteng. Li her heremekê namzetên wê heremê kî ji hemûyan zêdetir deng wergirtin, bêyî bend wê were hilbijartin. Bi saya vê yêkê jî herkes dikare nazmetê xwe nas bike, di nava wan namzetan de yekî hilbijêre. Gotûbêj û demokrasiya di nava partiyê de jî wê girîngtir bibe. Eger hûn vê jî naxwazin em nakin rêbaza heremên berteng, emê bikin rêbaza heremên bertengkirî. Emê her heremê weke sê yan jî pênc hereman parve bikin, li vir emê bendê bikin sedî pênc. Li tevaya Tirkiye kî sedî pêncê dengan bi dest bixe, dikare li wan hereman jî çiqas deng bi dest xistibe, evqas parlementeran derxe. Derfeta me ya rêya çaremîn tine. Lê mixabin ev partî tenê dikarin li ser rêbaza ku bend nebe biaxivin. Tiştekî wisa ne mimkun e ku em qebûl bikin.

Dema we ev bijare nirxandin, we fikra wê yekê kir ka gelo hûn kîjan rêbazan bikarbînin hûnê zêdetir parlementeran bidestbixin?

Her partiyeke siyasî bêguman fikra vê yekê dike. Ew çawa fikra vê yekê dikin ku rêbaza nebûna bendan dixwazin, em jî di vê rêbazê de li gorî encamên 2011ê eger heremên berteng bin wê rewş çawa be, eger heremên bertengkirî bin wê rewş çawa be, em jî hisaba vê yekê dikin.

Proseyeke çareseriyê heye ku hêj didome, nêzîkî salekê zêdetir e ku cenaze nayên. Di nav raya giştî de jî piştgiriyeke gellekî mezin ji bo vê proseyê heye. Ev prose çawa dimeşe? Pirsgirêkek heye?

Nêzîkî 15 mehan e ku proseya çareseriyê di nava gel de bersiva xwe dît. Êdî hêstir nabarin, heta rêjeyeke zêde çek bêdeng bûn. Dîsa gellek bûyerên ku aramiyê xirab dikin pêk tên, lê bûyerên weke biserdegirtina qerekolan, teqîna mayînan, erişên di nava bajar de, bûyerên ku kezeba me dişewitînin, ku dibin sedema mirina ciwanan, jinan, zarokan, çalakiyên wisa mezin yên çekdarî em êdî nabînin. Ji ber vê jî em hemû şukur ji xwedê dikin û em hêvî dikin ku ev keşûhewayê aram wê wisa dewam bike û di encamê de jî wê keşûhewayeke wisa derkeve holê ku piştî bêçalakiyê çek bên berdan û cihê siyasetê, nîqaşkirina fikran, ango rewşeke aştiyane dekeve holê. Ango wê tundî û şerê çekdarî bi dawî were, wê qada nîqaşên li ser ramanan û siyasetê hê jî berfirehtir bibe. Em weke hikûmet çi bikeve ser milê me em dikin. Li aliyekî bi aliyê giring yê proseyê Abdulah Ocalan re pêwendî didome. Piştî peyamên wî yên Newroza borî çend pêşkeftin pêk hatibûn. Lê ev pêşkeftin dûre ji aliyê Qendîlê ve hatin sekinandin. Ango derketina hezên çekdar ya ji bo derveyî sînor ez bêjim tenê heta rêjeya ji pêncan yek pêk hat.

Ango li gorî we tevî Ocalan ev yek pêk hat?

Bêguman! Ji ber ku em dizanin ku di peyama Ocalan ya Newrozê de, ku ji aliyê Sirrî Sureya Onder û Perwîn Buldan ve hatibû xwendin, ya “edî bila çek bêdeng bibin, tundî bila bisekine, bila raman û siyaset biaxive û hûn hemû hûnê derkevin derveyî welat, êdî hêzên çekdar li Tirkiyê namînin” cih digirt. Yên ku li gorî vê peyamê dest bi vekişînê kirine, em dizanin ku dûre bi daxuyaniyên Qendîlê, yan jî bi zora çekan hatin sekinandin. Tevî van jî bêçalakî didome, lê belê gef didomin. Ango hin kesên diyar car caran dibêjin wê filan demê çalakî destpêkin, eger wiha nekirin, emê wiha bikin. Kesên ku tundî, dijwarî û zordariyê ji devê xwe bernadin hene. Lê bi qasî ku em dibînin bandor û hêza Ocalan didome, hem li ser rêxistinê û hem jî li ser parlementerên BDPê. Ez dibinin, weke yek fikir ji bo biencamanîna proseya çareseriyê, di warê fikran de hevpariyek heye.

Hûn helwesta BDPê çawa dinirxînin? Divê BDP piştgiriyeke çawa bide vê proseyê?

BDP di nav hatûçûnekê de ye. Ango em bêjin di nava nal û bizmaran de maye, yanî di navbera çakûçê Ocalan û bizmarê Qendîlê de maye. Ez wisa dibînim. Gellek tiştên ku ew hevalên me dikarin li siyaseta Tirkiyê zêde bikin hene û ez dizanim ku pirraniya wan piştgiriya proseya çareseriyê dikin, bi axaftin û tevgerên xwe. Lê di nava wan de yên ku aligirên tundiyê ne jî hene. Hinek  tevgerên wan kesên ku aligirên tundiyê ne Tirkiyê gellekî xemgîn dike û diguvêşe. Berpirsên Qendîlê yên çekdar çi bejin, ew jî neçar dimînin ku wan gotinan erê bikin û bipejirînin. Ez dizanim gellek hevalên parlementer yên BDPê di wê baweriyê de ne ku ji bilî proseya çareseriyê ti rêyen din yên Tirkiyê tine û divê miheqeq ev prose bi erênî bigihije encamê.


Bulent Arinç-Kemal Avci