Bayram Bozyel: Hewcedariyên Kurdan em neçar kirin ku tevlî tifaqê bibin

03-04-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bayram Bozyel PSK Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Serokê PSK'ê Bayram Bozyel derbarê beşdarbûna “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” got “Ev tifaq ji hewcedariyek derket holê. Ev bu 2 sal em rewşa Kurdistanê û Tirkiyê dinirxînin û dibînin û dibêjin ku siyaseta serdest ya li ser desthilatê siyaseta xwe ya bi tevahî li dijî Kurdan dimeşîne, ne tenê li Bakur li çar parçeyan. Û ev bûye sedema wendakirin û têkçûna gelek destkeftiyên Kurdistanê.”

Li Amed a Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” bi partiyên Kurdî re hat avakirin û di banga xwe ya ji bo hilbijartinan de banga dengdayîna ji bo Partiya Çep a Kesk kir.

Ji bilî HDP, Partiya Çep a Kesk û DBPê partiyên Kurd jî tevlî tifaqê bûn. Yek ji partiyên ku di nav tifaqê de cih girtiye Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bû.

Bozyel da zanîn ku her çend berê HDP rexne kiribûn jî, lê konjonktûra heyî partiyên Kurd neçar kiriye ku ji bo parastina destkeftiyên Kurdan di nava yekîtiyê de tevbigerin.

Serokê PSK'ê Bayram Bozyel di weşana zindî ya Rûdawê de diyar kir ku çima tevlî tifaqê bûne.

Serokê PSK'ê Bayram Bozyel beşdarî bultena Rûdawê ya taybe bo Bakur bû û derbarê tevlîbûna “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Rûdaw: Berê weke PSKê rexneyên we yên tund li hemberî HDPê siyaseta HDPê hebûn. HDPê di bernameya xwe de tu guhertinek nekiriye, em dikarin bibêjin nêrînên we li hemberî HDPê hatine guhertin ku hûn beşdarî vê tifaqê bûn?

Bayram Bozyel: Ev tifaq ji hewcedariyek derket holê. Ev bu 2 sal em rewşa Kurdistanê û Tirkiyê dinirxînin û dibînin û dibêjin ku siyaseta serdest ya li ser desthilatê siyaseta xwe ya bi tevahî li dijî Kurdan dimeşîne, ne tenê li Bakur li çar parçeyan. Û ev bûye sedema wendakirin û têkçûna gelek destkeftiyên Kurdistanê. Herwiha ev desthilat li Tirkiyê jî ber bi otoriteriyê ve diçe û ew qazancên demokrasiyê di van salên dawî de tev ji holê rabûn û niha Tirkiye di qeyraneke mezin û kûr de ye ku êdî nayê meşandin. Lê li hember vêya jî em dibînin ku lêgerîn hene di nava civatê de. Daxwazên ku hatine di nava civatê roj bi roj bilind dibin. Di vê çarçovê de muxalefet çêdibin, partî dengên xwe bilind dikin, nerazîbûnek heye ku bi vî awayî nameşe, divê guhertinek çêbibe. Raya me ew e ku êdî ev siyaseta heyî nameşe. Bibe nebe sibe wê guhertin werin rojevê. qesta me ji guhertinê ne ew e ku wê sibe dusibe meseleya Kurd safî bibe lê em zanin ku sîstema heyî sîstema serokatiyê were ser maseyê, bo wê guhertina desturê dê were ser masê, bo wê dê meseleya Kurd were ser masê çunkî vana tev bi hev ve girêdayî ne yanî li Tirkiyê dê keşûhewayeke nû dest pê bike. PSK bû 2 sal ku xebateke me hebû di vê derbarê de, di derbarê daxwazên acîl de ku me û PAK û hevalên tevgerên din dimeşandin, me digot ku Kurd li ser van daxwazan werin ber hev û tevlî vê pêvajoyê bibin da ku bikaribin îstiqameta rêya vê guhertinê ber bi berjewendiyên Kurdan de biguherînin. Ev hewcedarî îro zêdetir aktuel e, zêdetir di rojevê de ye. Bi raya me wek PSKê em bibêjin ev tifaqa ku niha em tê de ne ji bo ew xebatên ku me dimeşandin bû destpêkek. Yanî destpêka ku em aliyên Kurd heta bikaribe fireh li ser daxwazin Kurdan yên acîl werin ber hev û derkevin li hember desthilatê hem jî li muxalefetê û siyaseta Tirk. Armanca me ya ku em beşdar bibin ev bûn. Esas hêviya me piştî hilbijartinê ye ku piştî hilbijartinê li parlamentoyê jî yan jî li derveyî parlamentoyê Kurd heta bikaribin li ser hev bin û beşdarî vê pêvajoyê bibin û bikaribin bandorê li vê pêvajoyê bikin da ku ber bi berjewendiyên Kurdan de bizivire. Yanî HDP HDP a berê ye, em jî PSK PSK a berê ne lê hewcedariyên civatê her roj diguherin, sibê jî diguherin. Hewcedarî me neçar dike ku em pêwendiyên xwe biguherînin em şewaza xwe biguherînin. Ez mînakek bibêjim me nexwes navê vê tifaqê Kurdistan be ji ber ku Kurdistan îdiayeke mezin e, ji ber ku partiyên ku tê de ne gelek ji wan partiyên Kurdistanî nînin, pêşniyara me bû ku Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd be. Yanî mutevazî be, em bibêjin partiyên ku pir îdiayên wan derbarê Kurdistanê de tinebe jî bikaribe tê de cih bigre. Yanî Kurd hemû anî bikaribin werin ba hev.

Hûn dê di parlamentoyê de jî hebin? Ji ber ku temamê wan hevpaymanên di bin banê HDPê de bûn û niha jî di bin banê Partiya Çep a Kesk de nûnerek an du nûnerên wan di parlamentoyê de jî têne dîtin. Hûnê jî weke PSKê di parlamantoyê de hebûn?

Bayram Bozyel: Heta roja îro jî vê meseleyê me qet qise nekiriye., ne hevalên HDPê ji me re pêşniyarek anîne, ne me daxwaz kirine. Lê piştî îro wê çi bibe ez aniha nikarim tiştek bibêjim. Yanî halê hazir di vê deqê de ti angajman, ti peymanên me yên deheqê namzetiyê de tiştek tineye. Ji bo me esas ew e ku em bikaribin aliyên Kurdî yanî HDP jî tê de em bikaribin li ser daxwazên Kurdan li hev bikin û dengên xwe heta bikaribin bilind bikin. Raya me ew e, ev mesele tenê bi aliyek du aliyan safî nabe, heta gavek jî em pêş de biçin, divê em alîkariya Tirkan jî bistînin. Yanî divê ew civat jî diyaloga me bi wan re hebe. Eger îro, sibê yan jî piştî hilbijartinê em bikaribin vê tifaqê bi rêkûpêk bixin rê, wê gavê divê em berê xwe bidin Tirkan, bi wan re diyalog deynin, ehm ji qada parlamentoyê de, hem jî qada civakî û siyasî de da ku keşûhewaya guhertinê, keşûhewaya danûstendinê vebibe ku meseleya Kurd derkeve rojevê û hewldan ji bo wî geş bibin.

Weke PSKê wê karê we yê serekî di nava vê hevpeymaniyê de çibe? Yanî hûn dê çi guhertinê di nava vê hevpeymaniyê de çêbikin, zêdetir kîjan babetan bidine pêş?

Bayram Bozyel: Berê jî me çend caran gotibûn, ev du sal ew însiyatîfa daxwazên bilez ku me ji raya giştî re parvekiribûn, îro jî em li ser wî ne. Îro em dibêjin konjonktor û rewşê me haniye noqteyê ku em li hindikahiyên hevpar de li hev bikin, ne stratejiyeke pir wisa îdayên asta wî pir bilind be. Îro wek min got hemû destkeftiyên Kurdan di bin xeterê de ne heta hinek ji wan ji holê hatine rakirin, divê em li gor şert û mercên îro daxwazan derxin ortê û li ser wî xebat bikin. Ji bo wî wek nimûne îro naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê, wek zimanê fermî yê duyem digel zimanê Tirkî. Îro gelê Kurd ji sedî 90 li ser vê li hev dike. Em jî dibêjin ku em aliyên siyasî jî li ser viya lihev bikin û aliyên Tirkan jî em dikarin reaksiyonên pozîtîf jî peyda bikin. Raya me ew e ku di mesela ziman de êdî civata Tirk jî hatiye wê qonaxê ku meriv dikare qiese bike. Yek, meseleya ziman ku ziman xala herî giring e di mesela Kurd de. Eger mesela ziman pêşiya wî vebibe wê meseleyên din jî pêşiya wan vebibin. A duduyan jî meseleya nasnameyê ye, nasnama Kurd wek nasnameyeke fermî di destûra bingehîn de cihê xwe bigre were qebûlkirin. Ji xwe eger îro ev bibe ji bo miletê Kurd ev şoreş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst