Serokê HUDA PARê: Ji sedî 90ê Kurdên Tirkiyeyê serxwebûn û federaliyê naxwazin

03-03-2025
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Zekeriya Yapicioglu û Dilbixwîn Dara /Wêne: Rûdaw
Zekeriya Yapicioglu û Dilbixwîn Dara /Wêne: Rûdaw
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR Kurd Tirkiye Serxwebûn
A+ A-

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bîr û baweriyên xwe yên derbarê çawaniya danîna çekan a endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) anî zimên ku Abdullah Ocalan bangî wan kiriye ku çekên xwe deynin.

Zekeriya Yapicioglu got: "Mimkun e li Herêma Kurdistanê yan jî li axa Îraqê kampek bê avakirin, ew endamên PKKê yên ku beşdarî şer nebûne yan jî destên wan bi xwînê nehatine lewitandin, li wê kampê bimînin, serkirdeyên xuya jî dikarin biçin welatên Ewropayê."

Yapicioglu di axaftina xwe de wiha domand: "Dewlet dikare rêkarên yasayî ji bo vegerandina van kesan bi cih bîne û vegerin Tirkiyeyê." 

Rûdaw: Birêz Zekeriya, gelo pêvajo (pêvajoya çareseriyê) dest pê dike?

Zekeriya Yapicioglu: Ez texmîn dikim ku pêvajoyê dest pê kiriye. Nêzîkî salekê ye ku serdanek û hevdîtinek di navbera Abdullah Ocalan û Îstixbarata Tirkiyeyê de tê kirin. Wisa xuya dike ku gihiştiye qonaxekê. Herçend dibe ku siyasetvan ne zêde agahdar bin jî, lê îro [27ê Sibatê] biryar e ku şandeke DEMê serdana girava Îmraliyê bike û tê çaverêkirin ku îro bangewaziya danîna çekan bê kirin. Eger îro neyê kirin, dê sibê bê kirin. Bi ya min eger ew bangewazî îro bê kirin ji sibê çêtir e, eger sibê bê kirin ji hefteyeke din çêtir e. Çiqas zûtir be, dê çêtir be. Li Tirkiyeyê navê pêvajoyê wek "pêvajoya dawîanîna li terorê" yan jî "danîna çekan" hatiye danîn. Ango, qonax û serdema têkoşîna çekdarî ya ku 40 salî dirêj kişandiye, divê bi dawî bê û pirsgirêk niha gihiştiye astekê ku êdî bi awayekî siyasî û aştiyane dikare giftûgo li ser bê kirin.

"Dewlet ji PKKê re dibêje ez ti miameleyê bi te re nakim"

Rûdaw: Piştî danîna çekên PKKê, dê çi guherîn çêbin?

Zekeriya Yapicioglu: Heta îro hikûmet dibêje eger PKKê çekên xwe deyne, dê hin gav bên avêtin, lê ew gav çi ne, heta niha ne diyar in û eşkere nekirine.

Rûdaw: Hûn wek HUDA-PARê ku gelekî nêzîkî AK Partiyê û birêz Recep Tayyip Erdogan in, gelo hûn nizanin li hember danîna çekên PKKê, dê çi ji Kurdan re were kirin?

Zekeriya Yapicioglu: Heta niha eşkere nekirine. Ne tenê em, ez dikarim bibêjim ku gelek berpirsên AK Partiyê jî nizanin, piraniya berpirsên DEMê nizanin, tewra yên ku serdana Îmraliyê kirine jî nizanin. Çima? Ji ber ku berî 10 salan pêvajoyekê bi navê "pêvajoya çareseriyê" dest pê kir. Ew pêvajo têk çû. Bi dîtina min, yek ji sedemên têkçûna pêvajoyê ev bû; li ser hin maf û daxwazên Kurdan ku daxwaz dikirin hin gav bên avêtin, hikûmetê bi PKKê re miamele kir, ango ji bo bicihanîna van gavan danîna çekan a PKKê bû şert. PKKê jî wekî nûnera hemû Kurdan tevgeriya û dixwest li şûna herkesî danûstandinê bike, hinekî destê xwe giran kir û pêvajo têk çû. Ez bawer im ders ji vê şaşiyê hatiye wergirtin. Îro dewlet (ji PKKê re) dibêje, ez ti miameleyê bi te re nakim. Eger daxwaz û xwestekên welatiyên Kurd hebin, aliyê beramber ew in. Aliyê têkildar jî ji bo avêtina gavan di vî warî de, dewlet û hikûmet e û her tiştê pêwîst be em ê bikin, lê bi ti awayî em miameleyê bi we re nakin. Wisa xuya dike ku PKKê ev qebûl kiriye û DEMê jî ev qebûl kiriye. Gava behsa tiştekî din ê wek vê dikin, hikûmet ji wan re dibêje, bi ti awayî em ê bi we re miameleyê nekin. Dibêjin, baş e dema ku PKK bê miamele çekan deyne, dê çi gav bên avêtin? Hikûmet dibêje, em ê her gaveke pêwîst be bavêjin.

"Kes nizane gavên dewletê çi ne"

Rûdaw: Gelo Tirk amade ne gavan bavêjin?

Zekeriya Yapicioglu: Dibêjin em amade ne, lê ew gav çi ne, çend gav in û di çi warî de ne, kes nizane.

Rûdaw: Birêz Zekeriya, Kurd çi ji Tirkiyeyê dixwazin. Ji bo ku em bibêjin Kurd daxwaza van tiştan dikin û Tirkiye amade ye van gavan bavêje ji bo bicihanîna daxwazên Kurdan?

Zekeriya Yapicioglu: Dewlet an hikûmet amade ye yan ne amade ye, bi rastî kes nikare di vî warî de tiştekî bibêje û bibêje ku di filan warî de gav tên avêtin, lê ez di wê baweriyê de me ku di gelek waran de gav tên avêtin, lê gav çi ne, bi rastî jî em nizanin. Hûrgiliyên wan çi ne, em nizanin. Kurd çi dixwazin? Rewşa Herêma Kurdistana Îraqê cuda ye. Referandûmek hat kirin û zêdetirî 90% xelkê deng da serxwebûnê. Li vir sîstemekd federal heye. Rewşa Kurdên Sûriyeyê cuda ye, rewşa yên Îranê cuda ye. Bi dîtina min zêdetirî 90% Kurdên Tirkiyeyê jiyaneke hevpar û birûmet dixwazin. Ji bo vê jî, pêşî em dibêjin, dema ku Komara Tirkiyeyê berî sed salan hate damezrandin, Kurd û Tirk bi hev re bûn. Beriya wê jî di salên 1914 û 1915an de di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li hemû eniyên şer bi hev re şer kirine ji bo parastina welêt.

Eger em vegerin 500 sal an heta 1000 sal berê, em dibînin ku her bi hev re bûne. Ji ber vê em dibêjin Kurd jî yek ji damezrênerên vê dewletê ne û Kurd jî xwediyê vê dewletê ne û xwediyê vî welatî ne. Li her quncikeke welêt Tirk û Kurd dijîn. Rast e dibe ku li Hekariyê (Colemêrg) zêdetirî 95% yan 98% rûniştevan Kurd bin, lê li Stenbolê jî Kurd hene û mezintirîn bajarê ku Kurd lê dijîn, Stenbol e. Tewra ez bi xwe jî li navçeya Stenbolê bûme parlamenter û çûme parlamentoyê. Ji ber vê Kurd li wan deran bûne xwediyê ax, xwediyê milk û kar. Danûstandina wan bi hev re ye, hevpariya wan bi hev re ye û kompaniyên wan bi hev re ne û bi awayekî berfireh merivantiya wan heye. Kurd jî dibêjin, em jî xwediyê vî welatî ne, ne tenê xwediyê Hekariyê, Şirnex û Diyarbekirê, lê belê xwediyê hemû welat in û bi hev re me ev komar damezrandiye.

Rûdaw: Bi ziman û nasnameya Kurdî, bo mînak daxwaza ziman dikin?

Zekeriya Yapicioglu: Bi nasnameya Kurdî, bi zimanê Kurdî, em jî beşek in ji vî welatî, em jî xwediyê vî welatî ne, em jî xwediyê vê axê ne û tewra ji damezrînerên vê komarê ne. Em dibêjin em dixwazin ev dewlet a herkesî be. Kurd jî hest bi vê bikin û bibînin ku ew jî xwediyê dewletê ne.

Di destpêka komarê de û di salên yekem û duyem de di xula yekem a parlamentoyê de ji sala 1920an heta sala 1923an, ew kesên ku wek nûner ji Kurdistanê di parlamentoyê de bûn, wek nûnerên Kurdistanê çûbûn parlamentoyê. Yên Lazistanê jî bi heman awayî, lê paşê û ji sala 1925an ve hebûna Kurdan hat înkarkirin, zimanê wan hat qedexekirin, gelek zulm û kuştinek mezin qewimî. Ji ber wê Kurd dilgiran in, dilê wan şikestiye. Dema ku birêz Bahçeli di 25ê Çiriya Pêşîn de li parlamentoyê bangewazî kir û got, bila Ocalan bê û daxwaza danîna çekan ji PKKê bike yan jî bila rêxistin (PKK) xwe hilweşîne, bila bê nava parlamentoyê û di nava fraksiyona DEMê de vê yekê bibêje, di rastiyê de kesî bawer nedikir ku kesekî wek Dewlet Bahçeli bangewaziyeke wisa bike. Piştre Ozgur Ozel, serokê CHPê got, tiştekî din dibêjim û ji Kurdan re dibêjim, dewlet divê ji Kurdan re, bila hûn jî bibin xwedî dewlet. Yanî hûn jî xwediyê vê dewletê ne. Rastî ev e ku di destpêkê de em jî xwediyê vê dewletê bûn lê gav bi gav Kurd ji dewletê hatin dûrxistin. Eger pêvajoyeke berevajî dest pê bike û Kurd careke din bibînin ku xwediyê dewletê ne, ew ê daxwaza heman tiştî bikin.

Rûdaw: Ango hûn naxwazin ji Tirkiyeyê veqetin. Tirk ji wê yekê ditirsin ku hûn dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Gelo niyeta Kurd ji bo parçekirina Tirkiyeyê heye?

Zekeriya Yapicioglu: Wek kes, min niyeta parçekirinê nîne. Ez bawerim ku 90%ê Kurdên Tirkiyeyê jî niyeteke wisa tune ye. Dibe ku 10%ê Kurdan li Tirkiyeyê bixwazin bibin welatekî serbixwe yan sîstemeke federal ava bikin. Lê ez bawer im 90%ê Kurdan jiyaneke hevpar, wekhev û birûmet dixwazin. Jiyaneke birûmet ku tê de ne kes axa be ne kes jî xulam. Kesek mezin nebe û yê din nebe biçûk û dîlê destê wî.

"Li destpêka Komara Tirkiyeyê navê Kurdistan dihat bikaranîn"

Rûdaw: Di dîrokê de cihek heye jê re dibêjin Kurdistan. Gelo hûn dikarin bibêjin cografyayeke Kurdistanê li Tirkiyeyê heye?

Zekeriya Yapicioglu: Belê em dibêjin. 10 roj berê li Diyarbekirê civîneke me hebû, me got navê wê devera ku piraniya wê Kurd lê dijîn, Kurdistan e. Ev navekî cografî ye. Lê dema ew (Tirk) peyva Kurdistanê dibihîzin, dibêjin ew dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin û beşekê ji axa me ji Komara Tirkiyeyê veqetînin û dewleteke serbixwe ava bikin. Em jî dibêjin na, ev navê cografyayê ye. Di serdema desthilata Selçûqiyan, di serdema Osmaniyan de û di salên destpêka komarê de, navê van deveran Kurdistan bû. Gelek nexşeyên wan deman hene û gelek nameyên sultanên wê demê hene ku tê de navê Kurdistan hatiye. Tewra di tomarên parlamentoyê de jî di salên destpêka komarê de, dîsa navê Kurdistanê hatiye.

Rûdaw: Em vegerin ser mijara pêvajoya aştiyê. DEMê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bi çendîn partiyan re hevdîtin kiriye. Gelo hatin ba we jî?

Zekeriya Yapicioglu: Na, nehatin.

Rûdaw: Deriyê we girtî bû yan wan nexwest?

Zekeriya Yapicioglu: Na, deriyê me ji ti kesî re ne girtî ye. Çend caran pirsiyar hatiye kirin, bersiva me ev bûye. Ne tenê ji bo DEMê, lê ji bo hemû partiyan jî wisa ye. Her kesê bixwaze, deriyê me vekirî ye. Deriyê me ji ti kesî re ne girtî ye.

Rûdaw: Wek HUDA-PARê we nexwest di vê pêvajoyê de beşdar bin?

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî eger ev pêvajo wek pêvajoyeke ji bo danîna çekên PKKê be, çek di destê me de nîne û erkê me jî nîne ku em wan çekan ji destê PKKê wergirin, divê di pêvajoyeke wiha de danûstandin di navbera partiyên siyasî de jî hebe. Divê em pirsê biguherînin û bi vî awayî bipirsin; dema ku DEMê serdana partiyên din kir, wan çi kir? Li ser çi axivîn? Çi biryar dan û çi bandor hebû?

Rûdaw: Lê hûn sed ji sedî dizanin!

Zekeriya Yapicioglu: Em dizanin! Em wê jî dizanin ku ti bandor li ser pêvajoyê nebûye. Ew jî hûrgiliyên pêvajoyê nizanin û nizanin çi diqewime, ber bi ku ve diçe û kengî ser digire. Ez dixwazim vê bibêjim, aliyên siyasî gelek caran hev dibînin. Bo mînak li vir li sêyemîn konferansa Hewlêrê jî, parlamenterên berê yên AK Partiyê, parlamenterên CHPê û DEMê, dema ku hev dibînin, li ser mijarê diaxivin û xuya dike ku ew şandên ku serdana hev kirine, tiştekî berbiçav gotûbêj nekirine. Me gotiye ku pêwîst nake danûstandineke bi vî rengî hebe, lê eger serdana me kiribana, bêguman pêşniyarên me jî hebûn.

Rûdaw: Lê hûn jî aliyekî Kurd in û cemawerê we Kurd in!

Zekeriya Yapicioglu: Bêguman. Bi dîtina min, ev kêmasî, kêmasiya DEMê ye. Li aliyekî dibêje, divê hemû aliyên siyasî di vê pêvajoyê de beşdar bibin, yan jî ji wan agahiyên ku hene em we haydar bikin. Gelo pêşniyarên wan çi ne, nîgeraniyên wan hene yan na. Li deriyê hemû aliyan dixin, lê serdana HUDA-PAR nakin. Em dibêjin, bila bi dilê we be, hûn sax bin.

"Amerîka jî di vê pêvajoyê de beşdar e"

Rûdaw: Birêz Zekeriya, bi hezaran gerîlayên PKKê hene. Bi nerîna we mekanîzma danîna çekan dê çawa be? Ew hezaran gerîlayên PKKê dê çekên xwe li ku deynin?

Zekeriya Yapicioglu: Nêzîkî salekê ye îstixbarata Tirkiyeyê û Ocalan danûstandinê dikin, hev dibînin û li ser van mijaran diaxivin. Abdullah Ocalan jî bi qasî pêwîst agahî û hûrgilî dide wan şandên ku diçin Îmraliyê. Ez bawer im ku ev babet jî hatiye gotûbêjkirin. Divê çek bên danîn? Bêguman wî jî pirsiyar kiriye ku çek bên danîn, li ku bên danîn? Yan jî ew kesên ku çekan datînin dê biçin ku derê? Bêguman li ser vê yekê gotûbêj hatiye kirin. Dibe ku sîstemek jî hatibe diyarkirin. Ev ne tenê mijareke di navbera Tirkiye û PKKê yan di navbera îstixbarata Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan de ye.

Ez bawer im ku hin aliyên navdewletî jî di vê pêvajoyê de beşdar in. Wek we jî di destpêkê de amaje pê kir, eger çek bên danîn û çareseriyeke vê mijarê bê dîtin, dê bandorê li Herêma Kurdistana Îraqê jî bike. Dê bandorê li Kurdên Sûriyeyê jî bike. Yanî her çiqas xuya dike ku pêvajo ji bo wan Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn e yan danîna çekên PKKê girêdayî wan û dewleta Tirkiyeyê ye, lê bandor li ser hemû herêmê heye. Dê bandorê li ser Îran û Îraqê jî bike, hikûmeta navendî ya Bexda û Şamê jî. Hemû bi hev ve girêdayî ne û dê bandor hebe.

Ji ber vê ez bawer im rêyek ji bo vê jî hatiye dîtin. Bo mînak, em bibêjin li axa Îraqê yan jî li axa Herêma Kurdistanê kampek tê çêkirin, lê rêvebirina vê kampê ne di destê PKKê de ye. Dibe ku li avakirina kampeke wisa hatibe fikirîn, lê hebûna wan li kampê dê bê çek be. Beşek ji berpirsên bilind ên PKKê dibe ku ji bo Ewropayê bên şandin û hin welatên Ewropî dikarin wan wergirin. Ev jî mimkun e. Bêguman Amerîka jî di vî karî de beşdar e, ji ber ku hesabên wan jî li ser Sûriyeyê û Rojavayê hene, li ser hemû herêmê hesabên wan hene. Bêguman li ser van mijaran hatiye axaftin, lê hûrgiliyên wan ne diyar in û nehatine behskirin. Eger ji me bê xwestin, em jî dikarin dîtin û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin. Em dikarin nîgeraniyên xwe bînin zimên.

Rûdaw: Dîtina we çi ye li ser vê mijarê?

Zekeriya Yapicioglu: Wek wan tiştên ku min behs kirin, ev tişt dikarin bên kirin.

Rûdaw: Ango hûn dixwazin kampek bê avakirin û gerîlayên PKKê tê de bimînin?

Zekeriya Yapicioglu: Heta kengî? Ne ji bo her û her. Dibe ku Tirkiye zemîneke yasayî ji bo vê mijarê amade bike. Dikare bê kirin ku ew kesên ku xwîn nerijandine, destûr ji wan re bê dayîn ku vegerin Tirkiyeyê û ji bo kesên din jî, heta ku hejmara wan kêmtir bibe, çareserkirina wan jî dê hêsantir bibe.

"Divê Xeze û Rojavayê Kurdistanê neyên berawirdkirin"

Rûdaw: Em derbas bibin ser mijara Rojavayê Kurdistanê. Berî destpêkirina hevpeyvînê min got, Kurdên Rojavayê pir baş HUDA-PAR nas kirine. Çawa pir baş nas kirine? Di civînên mezin ên ji bo Felestînê de nas kirine. Xelkê Rojavayê Kurdistanê dipirsin, HUDA-PAR ewqas mîtîngên mezin ji bo Xeze û Felestînê çêdike, çima ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê mîtîngeke wiha mezin li dar naxe?

Zekeriya Yapicioglu: Birêz Dilbixwîn, gelo piştgirî tenê bi lidarxistina mîtîngan e?

Rûdaw: Gelo we piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kiriye?

Zekeriya Yapicioglu: Bêguman! Dema ku desthilat li wir ket destê PKKê yan PYDê, bi sed hezaran Kurd ji wir reviyan. Kê alîkariya wan kir?

Rûdaw: Birêz Zekeriya, neket destê PKKê û di sala 2014an de dema ku DAIŞê êrîş kir, wê demê xelk reviya.

Zekeriya Yapicioglu: Ez behsa wê demê nakim. Piştî ku DAIŞ têk çû û PYD ku paşê bû HSD (Hêzên Sûriya Demokratîk) bû desthilatdar û bûn herêmeke xweser, çima Kurd venagerin? Gelo 250 hezar Kurd ne li Herêma Kurdistanê ne? Nêzîkî 500 hezarî jî ne li Tirkiyeyê ne? Çima venagerin? Wê demê li Rojavayê Kurdistanê şer di navbera DAIŞ û PKKê de hebû, tenê em bûn me alîkariya wan dikir ku ji şer direviyan. Ew jî ku ji PKKê direviyan, ji ber ku ji PKK û PYDê direviyan, her em bûn me alîkariya wan dikir. Ew Kurdên ku dibêjin, em berevaniya Rojavayê dikin, alîkariya wan dikin ku li Rojavayê ne, lê alîkariya wan nakin ku reviyane û koç kirine. Em dibêjin, ji bo me ti cudahî nîne, Kurd her Kurd e û bindestkirî her bindestkirî ye, heta eger ne Kurd be jî. Kî bindestkirî be, em piştgiriya wî dikin, bo mînak çend grûp ku li wê derê pevçûn di navbera wan de qewimiye, me rexne girt. Her aliyekî êrîş bike, her aliyekî zordariyê li aliyekî din bike, em rexne dikin, lê berawirdkirina Rojava û Felestînê ne rast e.

Rûdaw: Lê Rojava gelek nêzîktir e ji we. Kurdên Rojavayê zêdetir ji Felestîniyan nêzîkî we ne birêz Zekeriya!

Zekeriya Yapicioglu: Em ne partiyeke wisa ne ku di destpêka her hefteyekê yan destpêka her mehekê de mîtîngeke mezin li dar bixin. Ew tiştê ku li Felestînê qewimî, di dîrokê de dibe ku cîhan piştî operasyona Enfalê ya rejîma Sedam Husên ku tê de 182 hezar kesên Kurd hatin qirkirin û piştî êrîşa kîmyabarana Helebceyê, qirkirineke wisa nedîtibe. Li erdekî pir biçûk, wek ku mirov bibêje li Hewlêrê û li derdora Hewlêrê, li cihekî ewqas biçûk zêdetirî du milyon kes dijîn, 85 hezar ton bombe li ser wan hatiye barandin. Nêzîkî 200 hezar kes, hejmareke nêzîkî qurbaniyên operasyona Enfalê, xelk birîndar bûne, seqet bûne yan jî hatine kuştin. 16 yan 19 sal e dorpêçkirî ne û heta av ji bo vexwarinê jî tune ye. Piraniya welatiyên wan ji ber ku elektrîk tune ye di nexweşxaneyan de jiyana xwe ji dest didin. Ew hovîtiya ku li wê derê hatiye kirin, cîhanê tiştekî wiha nedîtiye. Yanî nayê berawirdkirin ku dibêjin, çima we ji bo wan kir û ji bo van nekir. Heta niha ji me re dibêjin, xem û pirsgirêka we tenê Xeze ye. Xeze ezmûneke mirovahiyê ye. Li ber çavên hemû cîhanê, ew êrîş tê kirin li ser Xezeyê û ne tenê mezin, ji zarokên şîrmêj di dergûşê de heta kesên pîr tên kuştin, kesekî nikarîbû destê alîkariyê jî dirêj bike ji wan re, lê Rojava... Ez dibêjim nayê berawirdkirin.

Rûdaw: Lê Rojava, ew birayên we ne!

Zekeriya Yapicioglu: Çima bi Xezeyê re berawird dikin?

Rûdaw: Ji ber ku hûn mîtîngên mezin ji bo Xezeyê li dar dixin û ji bo Rojavayê nakin. Ev tên dîtin!

Zekeriya Yapicioglu: Zordariyeke mezin li wê derê heye loma me mîtîngeke mezin kir. Li wê derê (Rojava) zordarî negihiştiye wê astê, me tiştê ji destê me hatî kiriye.

Rûdaw: Wek kesekî Kurd, hûn çawa li Kurdên Rojavayê dinihêrin, hûn dixwazin çi cûre mafek bikeve destê wan?

Zekeriya Yapicioglu: Li Rojavaya Kurdistanê yan Kurdistana Sûriyeyê, bi her navekî bê binavkirin, Kurdên Sûriyeyê jî pêkhateyeke Sûriyeyê ne wek Ereb, Tirkmen, Aşûrî û wek wan ên ne Misilman, yan wek wan ên mezhebên wan ne yek in. Sûriye ne welatekî yekreng e. Sîstema Baasê têk çû, piştî Sedam, Esed jî têk çû. Em dibêjin, şikir ji Xwedê re ku ew sîstema zordar têk çû. Divê sîstemeke nû bê avakirin, lê eger sîstemeke nû bê avakirin, eger Ereb bibêjin em xwediyê vî welatî ne û ti kesekî din mafê wî di vî welatî de tune ye, ev dê bibe sedema şerê navxweyî.

Şerê navxweyî ku 14 sal berdewam bû û me dît ku şerê navxweyî bi çi awayî ye. Eger ew naxwazin şerekî din ê navxweyî dest pê bike, divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigihêjin mafên xwe. Kurd jî bi heman awayî û yên din jî bi heman awayî. Yên ne Misilman, Durzî û Aşûrî û hemû alî. Kesên Elewî, Xirîstiyan û Sunnî divê bigihêjin mafên xwe. Eger dadmendî hebe, aramî jî dê hebe, eger dadmendî nebe, aramî jî dê têk biçe.

Rûdaw: Gelekî spas, gelekî kêfxweş bûm bi vê hevpeyvînê. Kurdiya we pir baş e.

Zekeriya Yapicioglu: Eger demeke dirêj nekeve navbera vî cûre bernameyan, ez bawer im Kurdiya me dê baştir bibe. Ji ber ku li Tirkiyeyê piraniya bernameyan bi zimanê Tirkî ne û di civînên me de jî, hin endamên me hene ku Kurdî nizanin. Kesên me yên Zaza hene, Kurmanc hene, Tirk hene, Ereb hene.

Rûdaw: Kêm berpirsên Kurd û serokên partiyên Kurdî hene ku wek cenabê we bi Kurdiyeke baş diaxivin.

Zekeriya Yapicioglu: Na, ez gelekî ji Kurdiya xwe ne razî me, lê ne xerab e jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst