Victoria Taylor: Herêma Kurdistanê ya xurt û berxwedêr gelekî girîng e

Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylorê got, “Herêma Kurdistanê ya xurt û xweragir ji bo aramî û ewlehiya Îraqê zafî girîng e.”

Victoria Taylorê amaje bi girîngiya yekîtiya partiyê Kurdan da û anî zimên, “Yekîtiya armancê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê de hebe, Herêma Kurdistana Îraqê bihêztir dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di maweyê çend rojên borî de li Amerîkayê hevdîtinên girîng kiribûn.

Victoria Taylorê serdana Mesrûr BArzanî bi bîr anî û got, “Bi rastî, ev ji bo me derfetek bû ku em hemû hêlên hevkariya xwe gotûbêj bikin û dabaşa wê yekê bikin ka em çawa dikarin karkirina ji bo bihêzkirina wê berdewam bikin.”

Victoria Taylor li ser girîngiya parastina mafên mirovan jî wiha axivî:

“Me diyar kir ku hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz û berxwedêr ku ewle û geş be û demokrasî û mafên mirovan biparêze, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê bi xwe lê ji bo Bexdayê jî girîng e.”

Hevpeyvîna diyar Kurde ya bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Berpirsa Karûbarên Îraq û Îranê ya Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk Victoria Taylorê re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Zor spas Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve Victoria Taylor ku tu mêvana Rûdawê yî. Bila em ji civînên Komîsyona Bilind a Leşkerî dest pê bikin ku we berî demekê bi hikûmeta Îraqê re dest pê kir. Ya ku ji bo min balkêş e ew e ku hikûmeta Îraqê dibêje, “Ev civîn ji bo danûstandinên li ser danîna demeke dawî ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ne.” Tiştê ku min jî li vir, li Wezareta Karên Derve û li Pentagonê li Wezareta Parastinê jî bihîstiye ew e ku ew civîn ne ji bo danûstandinên li ser vekişîna hêzên we ne. Niha hûn ji min re bibêjin, ew civînên Komîsyona Bilind a Leşkerî li ser çi ne? Herwisa, heke Hikûmeta Îraqê daxwazê ji we bike, ti niyeteke we heye ku hûn ji Îraqê vekişin?

Victoria Taylor: Li gorî min, girîng e ku em gavekê paşde biavêjin û li ser dema ku em razî bûn dest bi van civînên Komîsyona Bilind a Leşkerî bikin, biaxivin. Di meha tebaxê de, gotûbêjeke me ya hevbeş a ewlehî û hevkariyê bi hikûmeta Îraqê re hebû. Di wê gotûbêjê de, em razî bûn ku Komîsyona Bilind a Leşkerî ava bikin da ku li ser asta şehrezayên ku çavê wan li amadebûna Hevpeymaniya Navneteweyî ye, gotûbêj bên kirin.

Herwisa komên ceribandin û kar ku çavê wan li metirsiyên DAIŞê yan pêdiviyên operasyonên ewlehî û şiyanên ku ji bo şerê DAIŞê pêwîst in, li xwe digire. Me di çend hefteyên borî de dest bi gotûbêjan kir û ev dê bibe zincîreyeke berdewam a gotûbêjan li ser asta şehrezayan di navbera hikûmetên me de. Di rastiyê de, ev li ser wê yekê ye ku em binêrin ka me û Hevpeymaniya Navneteweyî çawa dijî DAIŞê şer kiriye û rûbirûyî wê bûne, herwisa em dinêrin da bibînin ka em çawa wê veguherin tiştê ku em bawer dikin dê bibe hevkariyeke ewlehiyê ya dualî ya domdar.

Rûdaw: Hûn dê di civînên Komîsyona Bilind a Leşkerî de gotûbêjê li ser danîna demeke dawî ya vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê bikin an na?

Victoria Taylor: Bi rastî, gotûbêj li ser wan rewşan in ku ji bo şerê DAIŞê pêwîst in û li ser ka pêdiviyên operasyonê çi ne. Loma dê gotûbêjên berdewam bin û em dê jî bi hikûmeta Îraqê re li ser wan berdewam bin.

Rûdaw: Van dawiyan me dît ku grûpên milîs ên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, êrişî hêzên we li Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê jî kirin. Ez dizanim ku ew ji êrişên xwe paşve vekişiyane lê hîn jî li ser mana we li Îraqê gef in, lewra ger êrişên xwe yên li ser hêzên we berdewam bikin, hûn dê bi tundî bersiva wan bidin, hevdem we li ser vê mijarê çi ji hikûmeta Îraqê re gotiye?

Victoria Taylor: Berî her tiştî, divê ez bibêjim ku em pêşwaziyê li wê yekê dikin ku di çend hefteyên borî de ti êrîş çênebûne lê em dizanin ku Îran dabînkirina piştevaniyên xwe berdewam dike wekî dayîna amûran, rahênan û fînansekirina van komên milîs.

Loma em li hemberî gefên ku bi berdewamî ne tenê li me lê li gelê Îraqê jî dixwin û ji metirsiyên wan li ser aramiya navçeyê jî pir dilgiran diin. Li gorî min, tiştê ku em niha li ser disekinin piştrast dike ku em dê berdewam bin li ser bikaranîna hemû amûrên berdest da ku em bi rastî şiyana wan a têkbirina ewlehiya Îraqê û şiyana wan a êrişkirina ser hêzên Amerîkî jî ji holê rakin.

Rûdaw: We dawî li êrişên tolhildanê yên li ser êrişa Urdinê anî ku bi sedema wê 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û 40 leşker jî birîndar bûn?

Victoria Taylor: Divê ez bibêjim ku ti erkeke serok ji parastina gelê Amerîkayê mezintir nîne. Wî pir eşkere got ger êrişî me bê kirin, mafê me heye ku em xwe biparêzin.

Rûdaw: Zafî baş e. Yek ji grûpên ku gefan li hêzên Amerîkayê dixwe, beşek ji hêzên Heşda Şebiyê ne. Heşda Şebî jî beşek ji pergala parastina Îraqê ye û hikûmeta Îraqê salane 2,7 milyar dolaran ji budceya xwe jê re dabîn dike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dibêje, ger Amerîka ji Îraqê vekişe, ti garantiyek nîne ku ew hêz êrişî Herêma Kurdistanê, hevpeymana we ya kevnare nekin, lewra ez dixwazim bipirsim, gelo vê yekê ti dilgiraniyek li ba we li ser paşeroja ewlekariya Îraqê çênekiriye ku ew grûp pereyan ji hikûmetê werdigirin û roj bi roj jî di dewleta Îraqê de bihêztir û serdesttir dibin?

Victoria Taylor: Ev texmîneke demdirêj bû, lê li gorî min tiştê ku divê ez bibêjim ew e ku hevkariyeke me ya demdirêj a ewlehiyê, ne tenê li gel Hikûmeta Federal a Îraqê lê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye.

Loma, em li ser ka çawa bikarin ne tenê berjewendiyên xwe yên ewlehiyê yên hevpar biparêzin lê li ser ku em bikarin piştrast jî bibin ku em bikarin wê hevkariya ewlekarî ya demdirêj û dîrokî bidomînin, em li Bexda û Hewlêrê jî mijûlî gotûbêjên berdewam in.

Rûdaw: We berî çend rojan li vê avahiyê mazûvaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, herwisa hûn li gel Hikûmeta Îraqê jî ji bo hebûna peywendiyeke 360 pileyî di danûstandinê de ne, ez dixwazim zanibim Herêma Kurdistanê di tevahiya wê peywendiya 360 pileyî ya di navbera Amerîka û Îraqê de, li kû derê ye?

Victoria Taylor: Zor spas ku te bal kişand ser serdana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî. Em pir kêfxweş bûn ku me ew li vir pêşwazî lê kir. Wezîrê Karên Derve Derve roja duşemê civîneke zafî baş pê re saz kir.

Bi rastî, ev ji bo me derfetek bû ku em hemû hêlên hevkariya xwe gotûbêj bikin û dabaşa wê yekê bikin ka em çawa dikarin karkirina ji bo bihêzkirina wê berdewam bikin.

Bê guman, hevkariya ewlehiyê hêmaneke sereke ye lê hevkarî ji wê bi wêdetir e û parastina demokrasî, mafên mirovan, pirsgirêkên enerjiyê û berfirehkirina hevkariya aborî jî vedihewîne.

Ev jî beşek e ji koma giştî ya hevkariya ku ne tenê Îraqa federal lê Herêma Kurdistanê jî li xwe digire. Me her tim jî gotiye ku Herêma Kurdistanê ya xurt û xweragir ji bo aramî û ewlehiya Îraqê zafî girîng e.

Rûdaw: Te behsa Kurdistaneke bihêz û berxwedêr kir, lê em ji serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê dilgiraniyekê dibihîzin ku ev destûra niha ya Îraqê ku di bin çavdêriya Amerîkayê de hat nivîsandin, paşvekişîn jê tê kirin û nayê cîbicîkirin. Vê yekê jî wiha kiriye ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kûrtir bibin, baş e, Amerîka çawa piştgiriya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê dike ji bo cîbicîkirina destûreke ku wan bi xwe deng li ser daye û pesend kiriye?

Victoria Taylor: Bi baweriya min, di hemû gotûbêjên me yên li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Bexdayê de, me diyar kir ku hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz û berxwedêr ku ewle û geş be û demokrasî û mafên mirovan biparêze, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê bi xwe lê ji bo Bexdayê jî girîng e.

Loma bi dîtina min, xala bingehîn li vir ew e ku em piştrast bibin ku mafên demokratîk ên şêniyên Herêma Kurdistanê jî bên parastin. Dibe ku mebesta te biryara dadgehê ya nû li ser hilbijartinan be.

Rûdaw: Ez ê werim ser wê jî?

Victoria Taylor: Li gorî min, ez tenê dikarim bibêjim ku em dizanin girîng e ji bo niştecihên Herêma Kurdistanê û gelê Kurd ku bikarin dengê xwe bidin.

Dengdan û hilbijartin beşeke pir girîng a her demokrasiyê ne. Îcar divê mafê van kesan hebe ku nûnerên xwe bi dilê xwe hilbijêrin. Em hêvîdar in ku di dema herî zû de hilbijartin li Herêma Kurdistanê bên kirin.

Rûdaw: Te behsa mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir, şîrove û nêrîna we û siyaseta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilind a Îraqê ku li dijî kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê biryar da, çi ye? Vê jî gelek karvedan çêkir û karvedana pêkhate û berpirsên Herêma Kurdistanê bi dûv de hat, nêrîna we çi ye?

Victoria Taylor: Beşek ji tiştê ku Îraqê bihêztir dike pirrengiya wê ya etnîkî û olî ye. Îcar ne tenê li Herêma Kurdistanê lê li Îraqê jî zafî girîng e ku mafên hemû hevwelatiyan, hindikahiyên etnîkî û olî jî di nav de, werin parastin. Ev mafê hilbijartinê jî li xwe digire.

Rûdaw: Pirseke din li ser hêzên Pêşmerge, gelo hûn bi şertê ku her du hêzên Pêşmerge di çarçoveya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge de bibin yek, piştgiriya Hêzên Pêşmerge dikin? Hûn hîn jî ji vê pêvajoyê dilgiran in?

Victoria Taylor: Bê guman. Em kêfxweş in ku Wezîrê Pêşmergeyan vegeriya ser karê xwe. Bi rastî, ji bo me girîng e ku em karibin di gotûbêjên xwe yên li ser çaksaziya Pêşmergeyan de her pêşketinekê pêk bînin.

Lewra em kêfxweş dibin ku vê bibînin. Karên zêdetir hene ku divê bên kirin û em hêvîdar in ku niha wezîr li ser kar e, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavavêtina ber bi plana kar a ku me li ser li hev kiriye, berdewam bike.

Rûdaw: Pirseke min a din derbarê yekrêziya di navbera hêzên Kurdî de heye, wezîr Blinken jî di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de behsa vê mijarê kir, nîgeraniyên we derbarê yekrêziya navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê çi ne?

Victoria Taylor: Bi baweriya min, Wezîrê Karên Derve gotiye û me jî berê gotiye, dema ku yekîtiya armancê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê de hebe, Herêma Kurdistana Îraqê bihêztir dibe.

Bêguman tiştekî xwezayî ye ku li her welatekî demokratîk di navbera du partiyan de rikberî hebe lê em hêvîdar in ku her du partî rêyekê bibînin da ku bi hev re kar bikin ji bo rûbirûbûna hin gefên ewlehî û aboriyê yên ku niha rûbirûyî wan bûne.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, şîroveya we li ser rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê çi ye ku Amerîka piştevaniya kompanyayên xwe yên petrolê di vê sektorê de kiriye, nêzîkî salekê ye hinartina petrolê sekiniye, Bexda wekî Tirkiyeyê ne amade ye ji bo destpêkirina hinartina petrolê, loma jî pirsa min ev e: Amerîka çawa ligel Hewlêr, Bexda, Enqere û herwisa kompanyayên petrolê kar dike ji bo destpêkirina hinartina petrolê ku kompanyayan name ji bo we Kongreyê jî li ser vê mijarê şandine?

Victoria Taylor: Ev arîşeyeke girîng e û em dizanin ku boriya Îraq-Tirkiyeyê çavkaniyeke pir girîng a dahatê ye ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha ji bo hejmarek kompanyayên cîhanî yên petrolê jî girîng e ku kompanyayên Amerîkî jî li xwe digire. Loma Amerîka karê xwe li gel Bexda, Hewlêr û Enqereyê didomîne ji bo ku daxwazê ji hemû aliyan bike ku beşdarî gotûbêjan bibin ku ev jî wiha dike petrol di boriyê de biherike.

Rûdaw: Zor spas Alîkara Wezîrê Karên Derve Victoria Taylor. Spas ku tu mêvana Rûdawê bûyî.

Victoria Taylor: Spas.