Balyozê Rûsya bo Rûdawê: Divê Ukrayna bêalî be
Balyozê Rûsya yê li Iraqê êrişa bo ser Ukraynayê wek `dramayeke mezin` binav dike û dibêje, “Ukrayna ji gelê rûs re dewleteke bira û dost e. Bi rastî rûs û ukraynî ser bi yek miletî ne. Di alîyê dîrokî de, heman koka me heye.”
Lê ew dibêje, “Sala 2014an, wexta ku derbe pêk anîn, hikûmeta Kievê serobin kirin û hikûmeta xwe pêk anîn. Ew kêlîk bû ku ne tenê anarşîstî li Kievê peyda bû, lêbelê ew hûrdem bû jî ku hêzeka sîyasî ya tundrew, şoven û nazî li Ukraynayê desthilat girte dest.”
Elbrus Kutraşev êrişa bo ser Ukraynayê jî wek `operasyon` pênase dike û dibêje, “Em naxwazin Ukraynayê wêran bikin yan dagir bikin. Em tenê dixwazin berevanîya ewlekarîya xwe ya niştimanî bikin û berevanîya birayên xwe yên rûs li rojhilatê Ukraynayê bikin.”
Balyozê Rûsya tekez jî dike, “Em naxwazin Ukrayna di bin destê NATOyê de be, em naxwazin di bin destê me de be jî, bila serbixwe be. Ji bo Ukraynayê wiha baştir e.”
Li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya derbarê petrola Herêma Kurdistanê û bandora wê de, Balyozê Rûsî dibêje, “Heta niha ti bandor li ser karê kompanyayên me nebûye, ji ber ku hêj nehatiye cîbicîkirin.”
Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kutraşev di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, bersiva pirsên Rêbaz Elî da.
Rûdaw: Balyozê rêzdar, spas ku te ev dema xwe da me.
Elbrus Kutraşev: Hûn bi xêr hatin, hûn bi xêr hatin, dostên me li kanala Rûdawê. Ez kêfxweş im ku ji çaxê ez hatime Iraqê, qet nebe ev cara sêyem e ku çavê min bi we dikeve. Ez kêfxweş im ku bersiva pirsên we ji bo dostên me yên temaşevan li Kurdistanê bidim.
Rûdaw: Bi dirêjahîya dîrokê pêwendîyên Rûsya yên baş bi Iraqê re hebûn. Lê eger tu li pêwendîyên niha binerî, ev pêwendî ne wek berê germ û xurt in. Li gor te, sedem çi ye?
Elbrus Kutraşev: Ev pirseke baş e, lê dibe ku hewce bike ne tenê ji Rûsyayê, lê belê ji Iraqê jî were kirin. Çunke Iraqa niha ne ew Iraq e ku di dema berê de hebû. Tişt diguherin. Rûsya jî ne Yekîtîya Sovyetê ya Berê ye. Bi ser de jî, ez bi reşbînî li vê mijarê nanerim. Lê ez bi geşbînî dibêjim ku tevî hemû guhertinên dîrokî û rewşa aloz a deverê û hemû pirsgirêkên ku Iraq tûşî wan bû û Rûsya jî tûşî wan bû, em hêj du welatên dost in û pêwendîyên me yên nêzîk hene. Ji bilî hebûna gotûbêja sîyasî ya pêşketî û hevsozîyê.
Rûdaw: Çi tiştî hişt ku têkilî vêga cuda bin? Li gor we.
Elbrus Kutraşev: Ev mijar berfireh e. Divê pispor û kesên akademî vê mijarê li ser maseyê gengeşe bikin. Lê ez bi kurtî dibêjim sedem ew e ku dem hatiye guhertin. Berê, Yekîtîya Sovyetê hebû. Desthilateke din ya Komara Iraqê hebû. Niha Rûsyaya Federal heye. Komara Iraqê jî heye lê bi hebûna rewşeke pir cuda li nav welat û sîstemeke sîyasî ya cuda, tevî rewşa cuda ya herêmî. Bi giştî rewş li cihanê cuda ye. Lê tevî wiha jî, em wan pêwendîyên xwe ji bîr nakin ku berê hebûn. Bingeha ku niha heye ji pêwendîyên kevin wek mîrat ji me re maye û dihêle ku em îro hest bi rehetîyê bikin.
Rûdaw: Li gor hejmarên li ber destê min, bihayê hilberîna Rûsya li Iraqê digihe 13 milyar dolaran. Eger agahî çewt e ji min re rast bike!
Elbrus Kutraşev: Ez ê bi kêfxweşî ji te re rast bikim. Rêje zêdetir e.
Rûdaw: Zêdetir e? Baş e.
Elbrus Kutraşev: Hinekî zêdetir e.
Rûdaw: Baş e. Hejmar çiqas e û ji wê rêjeyê çiqas hilberîn li Herêma Kurdistanê tê kirin û çiqas li navçeyên din ên Iraqê ye?
Elbrus Kutraşev: Li gor agahîyên me, bihayê rêjeya hilberînê 14 milyar dolar in. Ango nêzîkî wê hejmarê ye ku te qal kir. Piranîya hilberînê di projeyên me yên li başûrê Iraqê de ye. Beşek jî li Kurdistanê ye. Mixabin, bi sedema van çend hefteyên aloz hejmara rast li ba min nîne, mebesta min rewşa proseya sîyasî li Iraqê, her wiha girêdayî rewşa Ukraynayê. Vê hişt ku em şopandina xwe ya pêwendîyên me yên aborî bi Iraqê re hinekî bidin alîyekî. Lê bi bawerîya min, qet nebe hilberîna me li Kurdistanê du milyar dolar e.
Rûdaw: Du milyar, tu dizanî bi taybetî di kîjan warî de ye? Gaz û petrol yan kertên din jî?
Elbrus Kutraşev: Bi gelemperî di kerta gaz û petrolê de ye. Hem li Kurdistanê û hem li beşên din ên Iraqê. Mixabin, hilberîna me di kertên din de kêm e, lê em kar dikin ji bo ku em zêde bikin. Hinek hizir û planên me yên hevbeş hene, eger bi başî bi pêş ve herin, rêjeya veberanînê zêdetir dibe.
Rûdaw: Tu dikarî qala wan hiziran ji me re bikî? Kîjan warê din heye ku bala we kişandibe ji bo hilberîna li Iraqê?
Elbrus Kutraşev: Bi rastî, em dikarin qala hemû warên pîşesazîyê li Iraqê bikin. Pirsgirêk ew e ku rewşa niha Iraqê tê de ye ne zêde alîkar e ji bo kişandina bala veberanîna bîyanî. Ev astengîya sereke ye ku divê em pê re tevbigerin. Ji bilî pirsgirêkên din ku pêwîstîya wan jî bi guhdan û giringîdana hikûmetê heye. Lê wek min berê got, xala sereke ew e ku vîna me ya sîyasî ya baş ji bo vî karî heye. Derbarê mijarên din wek rewşa bazarê, rêjeya pevguhertinê û bank û dorpêçên ku li ser Rûsyayê hatin danîn, gelek mijar in em dikarin li ser wan kar bikin.
Rûdaw: Dema tu dibêjî rewşa Iraqê ne zêde alîkar e ji bo hilberînê, mebesta te bi zelalî çi ye?
Elbrus Kutraşev: Berî her tiştî rewşa ewlekarî. Tiştekî eşkere ye ku her veberhênerekî bîyanî ku hewl dide di her kertekê de pereyên xwe bixe hilberînê, wê yekê li ber çav digire ku ji sedî 20 heta ji sedî 25ê dahata hilberîna wî ji bo dabînkirina ewlekarîyê diçe. Ev pir zêde ye.
Rûdaw: Gelo bandora rewşa sîyasî ya Iraqê li ser kişandina hilberînê ji bo Iraqê heye?
Elbrus Kutraşev: Mebesta te rewşa sîyasî ya Iraqê ye?
Rûdaw: Erê Iraq.
Elbrus Kutraşev: Eger ez eşkere biaxivim, rewşa sîyasî bi gotinekê nayê behskirin. Bê guman rewşa sîyasî ya navxwe ya Iraqê bi vê hemû bêaramîyê, wek dîyar e piştî her hilbijartinekê pirsgirêka pêkanîna hikûmetê heye, ev ne alîkar e. Li milekî din jî, wek min got, em hest dikin jîngeheke dostane li Iraqê heye. Ez qala rêxistinên terorîst nakim ku hemû şênîyên cihanê, yên Iraqê jî di nav de, bi destê wan dinalin. Eger em qala civaka iraqî û dewleta Iraqê û hikûmeta Iraqê bikin, em bi coş û kelecan in ji bo hevahengîyê bi wan re bikin û piştevanîya wan ji bo karê me li Iraqê bidest bixin.
Rûdaw: Ti detayek li ber destê we heye ka çend kompanya û çend welatîyên rûs li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin?
Elbrus Kutraşev: Eger em qala kompanyayên mezin bikin, sê kompanyayên me yên mezin li başûrê Iraqê kar dikin: Lukoil, Gazprom Neft û Bashneft. Çend sed kesên me li her yekê ji van şirketan dixebitin. Wek min behs kir, eger em rewşa ewlekarî ya vî welatî li ber çav bigirin, ev hejmar pir mezin e. Ev mînakeke baş e li ser vîna me ya rijd ji bo karkirina li vî welatî û pêşxistina hevahengîya me ya dualî. Ez hêvîdar im ku ev hejmar zêde bibe û kêm nebe. Serdema Yekîtîya Sovyetê bi hezaran welatîyên me li vir bûn. Hêj gelek tişt hene em lê bifikirin û gelek kar hene werin kirin.
Rûdaw: Qebareya bazirganî di navbera Iraq û Rûsyayê de çend e?
Elbrus Kutraşev: Mixabin qebareya bazirganî pir kêm e, xasma piştî belavbûna koronayê. Tew ne hêja ye di vê hevpeyvînê de were behskirin. Bazirganîya rasterast ne zêde ye, em ji bo zêdekirina wê kar dikin. Iraq dixwaze kelûpelan ji Rûsya bikire û kelûpelan ji bo Rûsyayê hinarde bike. Divê berî her kesî bazirgan li ser vê yekê kar bikin. Em wek desteyeke hikûmî, wek balyozê Rûsya û wek Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê amade ne alîkar bin. Lê pêwîst e pêşî bazirgan gotina xwe bêjin. Em niha bi bazirganên her du alîyan re di gotûbêjê de ne ji bo karkirina li ser vê mijarê. Lê heta niha rêjeya bazirganîyê pir kêm e.
Rûdaw: Gelo berî koronayê jî kêm bû?
Elbrus Kutraşev: Ne evqasî kêm bû, lê bi hatina koronayê re pir kêm bû. Wek mînak rêjeya hinardeya Iraqê ji bo Rûsyayê heta rêjeyeke pir kêm daket. Niha bazirganî bêhtir hatina kelûpelên rûsî bo Iraqê ye.
Rûdaw: Ez piştrast im tu haydar î ku biryara Dadgeha Federal a Iraqê yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê red kir. Kurd û sunîyan ev biryar rexne kir. Ev biryar çawa bandorê li ser karê kompanyayên rûsî li Herêma Kurdistanê dike, nemaze kompanyayên ku di pîşesazîya gaz û petrolê de dixebitin?
Elbrus Kutraşev: Tiştekî ku ti balyoz naxwaze, gengeşekirina yasayên navxweyî û biryardana li ser başî û xerabîya wan e. Ji bo me tiştekî nepêşbînîkirî bû. Heta niha ti bandora wê li ser karkirina kompanyayên me li Iraqê nebû, çunke bi sadeyî hêj nehatiye cîbicîkirin. Mafekî serwerî yê hikûmeta Iraqê ye ku bi vê mijarê re tevbigere. Ez hêvîdar im bi awayê ku li ser kar dikin ne zîyandar be, lêbelê berevajî ji hemûyan re sûdmend be. Hêvîya me ev e. Derbarê encama pratîk jî, wek min got, hêj zû ye em behs bikin.
Rûdaw: Navenda pevguhertina saloxgêrî ku Rûsya, Iraq, Îran û Sûriyê tê de endam in, gelo hêj ew navend di kar de ye? Çi erkekî Rûsya di wê navendê de heye ji bo dabînkirina zanyarîyên saloxgêrî ji wan welatan re?
Elbrus Kutraşev: Ew navend di kar de ye û ji çaxê ez hatime Iraqê, min du caran serdana wê kiriye. Cara yekem tenê serdaneke protokolî bû. Cara duyem civîna min bi şêwirmendê ewlekarîya niştimanî rêzdar Erecî re li wir hebû. Me li wir guhdarîya raporên hemû şandan kir. Em hemfikir bûn ku navendeke pir baş e û pir giring e ji bo ewlekarîya niştimanî û rûbirûbûna DAIŞê. Lewma divê ew navend di karkirinê de berdewam be. Tew pisporan jî li wir qala wê yekê kirin, ji ber ku DAIŞ li vî welatî û li welatên din ên cihanê jî hêj maye, hebûna navendên bi vî rengî pir giring e. Her wiha encama karkirina navendê jî pir erênî ye. Ango çima em jê negerin karê xwe bikin?
Rûdaw: Berpirsên rûs ên ku li wê navendê kar dikin çi dikin ji bo alîkarîya welatên navçeyê di warê ewlekarî û şerê dijî terorê de?
Elbrus Kutraşev: Em niha tenê dikarin behsa wan welatan bikin ku endamên navendê ne. Ez helwesta welatên din nizanim. Gava min got welatên din, mebesta min ew e ku DAIŞ gefeke hevbeş e li ser hemûyan. Wek mînak em dizanin ku DAIŞ li Efganistanê heye, ku tew li ser Talibanê jî metirsî ye. DAIŞ li Afrîqayê heye ku sehneyeke nû ya çalakîyên wê ye. DAIŞ li Nîvgirava Erebî û çend navçeyên din jî heye. Di vî warî de, em wek Rûsya ji bo çalakîyên dijî terorê amade ne hevahengîyê bi hemî alîyan re bikin li cihanê. Îcar ev kar li wê navenda Bexdayê tê kirin yan na? Nizanim. Bi bawerîya min, pêwîst e ev pirs ji hemû welatên endamên navendê were kirin. Heta niha ev mijar li ser ti maseyekê nehatiye gengeşekirin. Tu yekem kes î ku îşaretê pê bidî. Dibe ku te karekî baş kiribe.
Rûdaw: Baş e. Ti xwestekek ji bo berfirehkirin û vexwendina welatên din ji bo navendê heye?
Elbrus Kutraşev: Wek min got, her kesek bi vê destpêşxerîyê were, pêkan e lê were mêzekirin, bi liberçavgirtina helwesta hemû endaman. Ez wek balyozê Rûsya ti pirsgirêkekê di vê yekê de nabînim. Lê ez ne berpirsê dezgeha saloxgêrîyê me. Bila ew li ser vê mijarê gotina xwe bêjin. Heta vê demê hemû wek tîmeke mezin di jîngeheke pir dostane de kar dikin. Ji ber vê yekê encama karê wan baş û erênî ye û siberoja wan geş e.
Rûdaw: Mebesta te çi ye encama karê wan baş û erênî ye? Ti tiştekî şênber heye ku em bikarin di pratîkê de di karê wan de bibînin?
Elbrus Kutraşev: Bi bawerîya min, em hemû dikarin bibînin. Her çiqasî DAIŞ hewl dide vegere, bi ser nakeve. Beşeka vê jî bi saya karê navenda zanyarîyên sîxurîyê ya Bexdayê ye.
Rûdaw: Ez ê paşê vegerim ser mijara DAIŞê. Ez niha dixwazim derbarê hewldanên hikûmeta we ji bo avakirina navendeke çandî li vir li Bexdayê bipirsim. Gelo ti planek ji bo avakirina navendên hevawa, navendên kultûrî li Hewlêrê yan Herêma Kurdistanê heye?
Elbrus Kutraşev: Mixabin min plana avakirin yan vekirina navenda kultûrî li Bexdayê nebihîstîye. Eger planeke bi vî rengî hebe, ez ê bi kêfxweşî piştgirîya wê bikim. Niha ji ber sedemên ewlekarî, balyozxaneya me li cihekî wiha ye wek tu dibînî, em di rewşeke asê û tund de ne. Eger em bikarin balyozxaneya xwe veguhêzin cihekî nû, xasma ku mezintir û rehettir be, hingê em ê bikarin li avahîya balyozxaneya xwe ya nû navendeke çandî jî vekin. Eger em wî karî bikin ku karekî siruştî yê her balyozxaneyekê ye, pêkan e wek navenda kultûrî yan beşa kultûrî ya balyozxaneyê were binavkirin. Ew beş ser bi wî erkê dîplomatîk dibe ku bi pêşxistina hevahengîya çandî re tevdigere. Derbarê Hewlêrê jî, heta niha plana me nîne ku em navenda çandî vekin. Dibe ku em di siberojê de herin ser vê mijarê. Konsulxaneya me li wir heye. Berî gelek salan gava me biryara vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê da, me soz da Mam Celal, rehma Xwedê lê be, ku em navendeke kultûrî li Silêmanîyê vekin. Me hêj venekirîye. Ango heke em wê navendê vekin, ez bawer im em ê li Silêmanîyê vekin.
Rûdaw: Hêj plana we heye hûn vekin?
Elbrus Kutraşev: Tu dizanî, ez endamê wê şanda rûsî bûm ku di sala 2004an yan 2005an de ew soz da. Ez ji wê çaxê ve hest bi berpirsîyarîyê dikim. Her çiqasî ne soza min bû, lê bi amadebûna min hate dan. Bila em çaverê bin. Têkilîyên me yên çandî yên baş bi Iraqê re hene. Beşeka vê jî bi saya çalakîyên serdema Yekîtîya Sovyetê ji hêla her du alîyan e. Di vî alî de, mîrateke baş ji me re maye. Çiqasî zûtir derfeta me bibe, di warê erkên me yên dîplomatîk li Iraqê, ku em bikarin bêhtir berê xwe bidin mijara çandê, em ê bikin.
Rûdaw: Kursîyên we yên xwendinê ji bo xwendekarên Iraqê hene ji bo ku li zanîngehên Rûsyayê bixwînin?
Elbrus Kutraşev: Bê guman. Budceya me ya taybet ji bo xwendekarên piranîya welatên cihanê heye. Eger em qala Iraqê bikin, nêzîkî 220 kursîyên me yên xwendinê hene. Ji xeynî 35 kursîyan ji bo Kurdistana Iraqê.
Rûdaw: Hêj berdewam e? Ev proje hêj çalak e?
Elbrus Kutraşev: Erê berdewam e. Em wek yek welatê hevgirtî li Iraqê dinerin. Proje ji bo hemû Iraqê ye. Lê ji bo ku hemû dilrehet bin, em dibêjin pişka Iraqê ev e. Ji wê pişkê, ev rêjeya beşa Kurdistanê ye. Bi vî awayî, Hewlêr û Bexda, her du alî rizamend dibin.
Rûdaw: Plana we heye ku hûn wê hejmarê zêdetir bikin?
Elbrus Kutraşev: Bi bawerîya min, ew hejmar bi awayekî jixweber zêde dibe. Çunke hejmara rûniştîyên Iraqê di zêdebûnê de ye û pêwîst e em pê re tevbigerin.
Rûdaw: Em niha diçin navberekê û hevpeyvîna me paşê berdewam dibe.
Rûdaw: Balyozê rêzdar, Kurdistan dixwaze bi rêya kerta taybet çend bendavan çêbike. Çar bendavên mezin ên Kurdistanê ji alîyê kompanyayên Yekîtîya Sovyetê hatine avakirin. Ti planeke we heye ku kompanyayên Rûsya bendavên nû li Herêma Kurdistanê ava bikin?
Elbrus Kutraşev: Mixabin ez tiştekî ji bendavan nizanim. Ez bi giştî dizanim ku hin hizir ji bo pêşxistina hevahengîya me di warê avê de hene. Ev mijar di civîna meha tebaxê di navbera her du hikûmetan de li Moskowê hate gengeşekirin. Gelo di pêşvebirina hizirê de serkeftî bûn yan na, mixabin agahîya min nîne. Bi her awayî ev mijar li holê ye. Piştê bi her du alîyan girê dide ku ber bi pêş ve bibin bi vî awayî yan wî awayî, bi lez yan bi hêdî. Lê ez bi te re hevnerîn im ku ev mijar ji bo Iraqê pir giring e.
Rûdaw: Bila em qala rewşa sîyasî li Iraqê bikin! Tu rewşa sîyasî li Iraqê çawa dibînî? Xasma piştî hilbijartinên cotmeha sala borî.
Elbrus Kutraşev: Ez wek hemû welatîyên Iraqê û welatên cînar û welatên din jî, wek hemû endamên din ên şandên dîplomatîk, bendewarê pêkanîna hikûmeta nû me. Em çaverê ne bibînin çawa pêk tê. Em hêvîdar in pêkanîna hikûmetê pir dûdirêjî hev nebe.
Rûdaw: Ti tiştek heye hikûmeta we bike ji bo alîkarîya iraqîyan ji bo ku bigihin rewşekê ku bikarin hikûmeta nû pêk bînin?
Elbrus Kutraşev: Eger ez eşkere bim, iraqî ne di statûyekê de ne ku doza alîkarîyê li ti alîyekî bikin. Alîyên sereke yên nav proseyê pir baş dizanin ku çawa tê kirin û çi astengek dertê pêş wan. Mesele qet ne ew e kesek were û ji irqaîyan re zelal bike ku bi lez pêwîstîya wan bi pêkanîna hikûmetê heye û çawa wê hikûmetê pêk bînin. Hewce nake em di vî alî de tiştekî bikin. Wek min behs kir, em destwerdana karûbarên navxweyî nakin. Pêwîst e pêkanîna hikûmetê biryareke xwedî serwerî ya gelê Iraqê be. Lê tişta ku em wek dost dikin, çavê me li ser bûyeran dibe, em çavdêrîya her tiştî dikin, em her tiştî şirove dikin, em bi hemû alîyan re diaxivin û nêrîna xwe nîşan didin. Helwesta me ew e ku çiqasî pêkanîna hikûmetê dûvdirêjî hev bibe, çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî ji iraqîyan re dijwartir dibe. Çiqasî leztir be çêtir e. Lê ez dîsa dibêjim pêwîst e biryar ji alîyê iraqîyan were dan. Çunke giring e hikûmet xurt û bihêz be. Heke ne wiha be, baş nabe.
Rûdaw: Derbarê destwerdanê, di hevpeyvîneka vê dawîyê de, te qala wê yekê kir ku tu ji destwerdana li Iraqê dilgiran î. Tu dikarî qal bikî tu ji çi cure destwerdanekê li Iraqê dilgiran î?
Elbrus Kutraşev: Mebesta te kîjan hevpeyvîn e? Ya berî çend rojan?
Rûdaw: Erê.
Elbrus Kutraşev: Baş tê zanîn ku Iraq ne bi tenê ye. Gelek welat hene di bûyerên ku li vir diqewimin de, bi roleke giring radibin. Bi awayê sereke jî Îran û Amerîka ne. Lê ji bilî wan, welatên din jî hene, bi rastî, cînarên Iraqê li cihana erebî tevî Tirkîyê, hemû rola xwe di bûyerên Iraqê de dilîzin. Beşeka wê ji ber wê yekê ye ku ew welat giringîyê didin berjewendîyên xwe li vî welatî û li navçeyê jî. Lê beşek jî ji ber wê yekê ye ku iraqî nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Xwe davêjin ber tor û bextê lîstikvanên bîyanî ji bo piştevanî û navbênkarîyê. Ez pêwîst nabînim balyozê Rûsya ji gelê Iraqê re zelal bike ev çawa diqewime. Divê ez ji iraqîyan bipirsim çawa diqewime û hesta wan çawa ye? Bawerîya me ya xurt ew e ku destwerdana seba destwerdanê ne baş e. Lê hin caran çêdibe ku erênî be.
Rûdaw: Çawa erênî be?
Elbrus Kutraşev: Di alîyê dîrokî de, hin destwerdan li dewletên hevalbend ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan alîkar bûn. Ez naxwazim herim kûrahîya vê mijarê, da ku em ji Iraqê dûr nekevin. Wek min got, em amade ne bi hizir û nêrînên xwe alîkarîya Iraqê bikin eger bixwazin. Lê em ne bi nêt in destwerdana van mijaran bikin. Ez hergav dibêjim ez kêfxweş im ku çavdêrîya awayê pêkanîna hikûmeta Iraqê dikim. Ev berpirsîyarîya min e û ez raporê digihînim hikûmeta xwe. Lê hewce nake ez tiştekî girêdayî pêkanîna hikûmeta Iraqê bikim. Em vê erkê ji şênîyên Iraqê re dihêlin.
Rûdaw: Lê çi destwerdaneke Amerîka û Îranê te dilgiran dike?
Elbrus Kutraşev: Em dilgiran in ku ew her du welat Iraqê wek meydana pevçûnê bikar bînin. Ez dikarim bêjim ku heta niha berjewendîya her du alîyan ew e ku Iraq aram be. Çunke Iraqa nearam ne di berjewendîya Îranê de û ne jî di berjewendîya Amerîkayê de ye. Lê di dawî de ew li Iraqê du welatên bîyanî ne. Heke li Iraqê bi roleka mezin rabin, tê wateya ku rola Iraqê di çareserkirina pirsgirêkên xwe de ne pir mezin e. Lewma ez dibêjim ku em di demdirêjê de piştevanîya rola ji hed zêdetir di karûbarên navxweyî yên Iraqê de nakin. Wek min got, ez hewl nadim kesî sûcdar bikim. Berevajî, wek tu dibînî, Washington û Tehran dixwazin Iraq ji vê pirsgirêka pêkanîna hikûmetê derkeve û xelas bibe. Dibe ku nêrînên wan ên cuda li ser awayê pêkanîna hikûmetê hebin. Lê di vê rewşa niha de, berjewendîya wan ne ew e ku Iraqê bikin qada şerê navbera xwe. Lê kî dizane. Baş tê zanîn ku her çiqasî têkilîyên dîplomatîk ên Washington û Tehranê nînin, lê hêj têkilî di navbera wan de her hene. Ew têkilî bi gelemperî aloz in. Pirsgirêkên mezin jî di navbera wan de hene. Ango, heke her tiştek biqewime û rewş têk here, çend welatên din ku ti pêwendîya wan bi pirsgirêkên navbera Îran û Amerîkayê nîne, divê baca wê bidin.
Rûdaw: Helwesta Rûsya li ser gotûbêjên navbera Amerîka û Îranê derbarê Peymana Atomî, çi ye? Bandora vê çawa li ser rewşa Iraqê dibe?
Elbrus Kutraşev: Em li Vîyenayê piştevanîya dîyalogê dikin û rola me ya navbênkarîyê heye. Ku pir giring e. Qet nebe heta derketina qeyrana Ukraynayê, hemû alî spasdarên Rûsyayê bûn.
Rûdaw: Bila em qala mijara mezin bikin: Pirsgirêka Rûsya û Ukraynayê. Armanca vê êrişa leşkerî ya hêzên Rûsyayê li ser Ukraynayê çi ye?
Elbrus Kutraşev: Dramayeke mezin ji bo me. Ukrayna ji gelê rûs re dewleteke bira û dost e. Bi rastî rûs û ukraynî ser bi yek miletî ne. Di alîyê dîrokî de, heman koka me heye. Ukrayna wek welat, Rûsya wek welat û Belarûs wek welat bi rêya çend proseyên dîrokî û bûyerên ku di serdema dewleta hevgirtî ya Rûsyaya kevnar de qewimîn, çêbûn. Wek min got, heman koka me heye û em hemû bi nêzîkî bi yek zimanî dipeyivin, bi çend cudahîyan ve. Lê bi her awayî, rûs û ukraynî wek komên etnîk heman ola wan heye. Sala 2014an, wexta ku derbe pêk anîn, hikûmeta Kievê serobin kirin û hikûmeta xwe pêk anîn. Ew kêlîk bû ku ne tenê anarşîstî li Kievê peyda bû, lêbelê ew hûrdem bû jî ku hêzeka sîyasî ya tundrew, şoven û nazî li Ukraynayê desthilat girte dest. Tiştê yekem ku kirin, ku tiştekî pir kawikane bû, lê pir li ser rijd bûn, zimanê rûsî li Ukraynayê qedexe kirin. Herdem du zimanên Ukraynayê hebûn. Ji wexta ku serxwebûn bidest xistiye, du ziman lê hebûn: Rûsî û ukraynî. Dibe ku tu wek kurdekî li Iraqê ji min fêm bikî. Bîne ber çavê xwe, hikûmetek li Bexdayê desthilatê bigire dest û biryarekê derxe. Hûn niha ji biryara girêdayî petrolê dilgiran in. Bîne ber çavê xwe, kesek were ser desthilatê li Bexdayê û zimanê kurdî qedexe bike. Zimanê kurdî li tevahîya Iraqê qedexe bike, ne tenê li Bexda û Besrayê, ku hêj xerab e, lêbelê li Kurdistanê jî qedexe bike.
Rûdaw: Tiştên wiha li Ukraynayê qewimîne?
Elbrus Kutraşev: Ev sala 2014an qewimî. Min gote te, ew beşa Ukraynayê ti carî ne ukraynî bû. Ew beşa Ukraynayê 370 salan parçeyek ji Rûsyayê bû û bi zimanê rûsî yê xwerû diaxivin. Beşeka din 200 salan parçeyek ji Rûsyayê bû. Niha nikarin bi rûsî biaxivin.
Rûdaw: Li wan beşên Ukraynayê kes nikare bi zimanê rûsî biaxive?
Elbrus Kutraşev: Bi fermî qedexe kirine.
Rûdaw: Ceza çi ye?
Elbrus Kutraşev: Li zanîngeh, dibistan û medyayan hate qedexekirin. Pirs ev e. Şênîyên rojhilatê jî..
Rûdaw: Gelo Rûsya hewl da vê pirsgirêkê bi danûstandinê bi hikûmeta Kievê re çareser bike ji bo ku rewşê ji bo wan rûsên ku li wan beşên Ukraynayê dijîn hêsan bike?
Elbrus Kutraşev: Rûniştîyên rojhilatê Ukraynayê berê nerazîbûn nîşan dan. Dijatîya wê derbeyê kirin, li dijî wê qanûna xêvik. Ew yasaya kawik ku li ser wan hat ferzkirin. Li dijî wê derketin. Hûn li Iraqê ne, Iraq welatê nîşandana nerazîbûnê ye. Xelk xwepêşandanê dikin, tiştekî asayî ye. Li Ukraynayê jî xwepêşandan asayî bû berî ku ew mafya were ser desthilatê. Ew mafya bi xwepêşandanê hate ser desthilatê, xwepêşandan kirin bi gotina xwe li dijî encama neyasayî ya hilbijartinê. Bi xwepêşandanan desthilat jî girtin dest. Piştî wê her kesek xwepêşandanê li hember wan bike hêza leşkerî li dijî wî bikar tînin. Artêşa Ukraynayê bo ser xwepêşanderan hat şandin, 50 hezar leşker û tank û top. Dest bi şerekî xwîndarî kirin. Gava em qala hevrikîya Ukraynayê dikin, te behsa êrişa Rûsyayê kir, şerê Ukraynayê sala 2015an dest pê kir. 2014. Sala 2014an dest pê kir û heta vê gavê berdewam e. Tew piştî vê jî gava serhildêran artêşa Ukraynayê têk birin û ji rojhilatê Ukraynayê qewitandin. Tew piştî wê jî gava ku Rûsya biryar da destwerdanê di rewşê de bike, hêzan biryar dan ku agirbestê îmze bikin û dest bi proseya sîyasî bikin. Gava me bi Almanya û Fransayê re biryar da ku em dest bi gotûbêjên Normandîyê bikin, ku Rûsya, Fransa, Almanya û Ukrayna beşdar bûn ji bo cîbicîkirina Peymanên Minskê. Peymanên Minskê di navbera Donbas û Kievê de, bi navbênkarîya Rûsya yan bi çavdêrîya Rûsyayê. Em ne beşek ji wan rêkeftinan in. Tevî ku ev hemû tişt hatin kirin ji bo em bigihin çareserîyeke sîyasî, Kievê ti pêngavek neavêt, lêbelê di guvaşa leşkerî li ser rojhilatê Ukraynayê û Donbasê de berdewam bû. Ev guvaş heta kêlîya dawî her berdewam bû. Berî ku ev bûyer dest pê bikin, detayên me yên eşkere hebûn ku desthilata Kievê hewla êrişa leşkerî li ser beşên rojhilatê Ukraynayê dide. Her tişt ji bo vê armancê amade kiribûn. Plana jenosîdê li dijî şênîyên rojhilêt danîbûn. Me hişyarî da wan ku nikarin vî karî bikin. Gava me hişyarî da wan, hawar ji wan rabû ku Rûsya gefan li me dixwe. Van bûyeran bi vî rengî dest pê kir. Gava fêm kirin ku rejîma Kievê bi nêt e çi bike, bêyî guh bidin dê çi biqewime û piştgirîya wan a xurt a Rojavayê heye, ku ew wan dehf didin di warê çêkirina hevrikîyê bi Rûsyayê re, paşê divabû em tiştekî bikin. Çênabe tu tenê rûnî û binerî merivên te çawa têne kuştin. Pêwîst e tu tiştekî bikî. Di vî alî de, tişta ku em vêga li Ukraynayê dikin, karekî neçarî ye. Ti bijarteyeke me ya din nebû. Ti alternatîveka me ya din nebû. Em li dû alternatîvan gerîyan…
Rûdaw: Rêya dîplomatîk?
Elbrus Kutraşev: Me bi dîplomasîyê karê dijwar kir. Me hewl da bi Ukraynayê re biaxivin, em bi ser neketin. Em bi wan kesan re axivîn ku li pişt wan in li Rojava, guhdarî nekirin. Berevajî, dest bi çêkirina propagandeyê li dijî me kirin û guvaşên sîyasî û leşkerî çêkirin.
Rûdaw: Mebesta te Amerîka ye?
Elbrus Kutraşev: Amerîka, Brîtanya, heta radeyekê jî Fransa. Bi awayekê sereke Amerîka.
Rûdaw: Ligel wan hemû dorpêçên ku niha li ser Rûsyayê hatine danîn, Rûsya heta kû dixwaze berdewam be? Gelo Rûsya dikare xwe li ber wan hemû guvaşan ji alîyê cihanê ve bigire?
Elbrus Kutraşev: Ji salêa 2014an ve, dorpêç li ser Rûsya hatin danîn wek piştgirîyê ji rûniştîyên rojhilatê Ukraynayê re. Dorpêç li ser Rûsya hatin danîn li hember guhdarîkirina li xwesteka şênîyên Krîmyayê ji bo tevlîbûna nav Rûsyayê.
Rûdaw: Lê ez bawer im ku ev ceza cuda ne. Ev dorpêç ne dijwartir in?
Elbrus Kutraşev: Cudahî ew e ku bi rastî ti cudahî nîne. Rojava lê digere ku derfeteke nû jê re çêbibe ji bo sepandina dorpêçan. Dorpêçên nû ferz dike û jîyana me aloztir dike. Lê jîyana me bi ti awayî aloztir nabe li gor sala 2014an dema em cara yekem rastî vê rewşê hatin. Em niha hîn bûne. Sîyasetvanên Rûsya, ewên endamên parlamentoyê ne yan berpirsên hikûmî ne, ji wan re şanazî ye dorpêç li ser wan hebe. Eger ne di lîsta cezayan de bin, dibe ku kesek gumanê ji wan bike ka çima ne di lîstê de ne? Çunke hemû kesên baş li Rûsyayê di lîsta cezayan de ne.
Rûdaw: Gotûbêjên ku niha di navbera Rûsya û Ukraynayê de hene, li gor te dikarin encameke wan a şênber hebe ku wiha bike Rûsya operasyona leşkerî li Ukraynayê rawestîne?
Elbrus Kutraşev: Bê guman, bi bawerîya min, rejîma Kievê, ez nabêjim rejîma Ukraynayê, çunke em wî rejîmê bi dostên me li Ukraynaya cînara me ve girê nadin. Ev rejîma Kievê bi awayekî bihêz bi piştevanîya leşkerî ya Rojavayê piştgerm e. Ji ber vê sedemê vê hemû dijmindarîyê li hember Rûsyayê dikin. Gefê li rojhilatê Ukraynayê dikin, tew gefa bikaranîna bombeyan jî li dijî me dikin. Lê ew pir çewt bûn. Gava em hatin neçarkirin ku em dest bi vê operasyona taybet bikin ji bona parastina berjewendîya me û parastina birayên me li rojhilatê Ukraynayê, gava me dest pê kir, rejîma niha tûşî bêhêvîtîyeke mezin bû ku kes ji Rojava nehat berevanîya wan bike. Pir diaxivin, dibêjin em ê çekan ji we re bişînin, em ê Rûsya ceza bikin, em nahêlin balafirên Rûsyayê bifirin, em ê wiha bikin û wiha bikin. Lê hêzan naşînin Ukraynayê, çunke naxwazin rûbirûyî Rûsya bibin û guh nadin wê yekê ku li Ukraynayê heye. Ev bêhêvîtîyeke mezin bû ji rejîmê re. Lewra wê rejîmê di dawî de bersiva pêşnîyara Rûsyayê ya danûstandinê da.
Rûdaw: Li gor te, ew gotûbêj armanca xwe pêk tînin?
Elbrus Kutraşev: Ez nizanim, kî dizane? Kî dizane çi di serê wan de ye?
Rûdaw: Lê Rûsya jî dixwaze encama wan danûstandinan hebe.
Elbrus Kutraşev: Bê guman. Em naxwazin Ukraynayê wêran bikin yan dagir bikin. Em tenê dixwazin berevanîya ewlekarîya xwe ya niştimanî bikin û berevanîya birayên xwe yên rûs li rojhilatê Ukraynayê bikin. Em vê yekê dixwazin. Heta niha guhdarîya me nedikirin. Vêga ku guhdarîyê dikin dem dereng ketiye. Pêşî wiha hatibû plankirin ku em roja înê cara yekem bi hev re rûnin. Razî bûn werin, lê nehatin. Operasyona leşkerî jî di wê demê de hatibû rawestandin. Ev tenê hîlekirin bû. Me jî got ji niha bi şûn de her çiqasî danûstandin werin kirin jî em operasyonên leşkerî ranawestînin. Piştê bi vê girê nedin! Eger hûn dixwazin biaxivin werin lê têbigihin dem ne di berjewendîya we de ye gava em danûstandinê dikin. Em li ser danûstandinê rijd in û çend daxwazîyên me ji hikûmeta Ukraynayê hene. Ji destpêkê ve, ev daxwazên me wek armancên operasyona me ya taybet hatin ragihandin. Em dibêjin yekem pêwîst e Ukrayna ji çekan were paqijkirin. Ango pêwîst e hemû çekên Rojava ku aramî û ewlekarîya Rûsyayê dikin armanc nemînin. Nabe ti pisporekî leşkerî yê rojavayî li Ukraynayê hebe. Ti gotûbêjek jî derbarê endambûna Ukrayna di Yekîtîya Ewropayê de neyê kirin. Pêwîst e Ukrayna welatekî bêalî be. Em naxwazin Ukrayna di bin destê NATOyê de be, em naxwazin di bin destê me de be jî, bila serbixwe be. Ji bo Ukraynayê wiha baştir e. Ev daxwazên me yên yekem û duyem bûn. Divê hikûmeta Ukrayna dev ji hemû tuxmên nijadperestî, tundûtîjî û nazî berde ku êzingê van pirsgirêkan e û çavkanîya wan hemû pirsgirêkan e ku me hene. Hemû pirsgirêkên din bi Ukraynayê re wek pirsgirêkên aborî û sîyasî, çareserkirina wan pir hêsan e. Ango hemû têkildarî wê yekê ye ka wê şanda Ukraynayê çawa bi van daxwazîyên me re tevbigere. Em li ser van daxwazîyan rijd in û em kirîn û firotinê nakin ku em qala nirxê bikin. Pirs girêdayî ewlekarîya niştimanî ya Rûsya ye û henek pê nayê kirin.
Rûdaw: Pirseke din balyozê rêzdar.
Elbrus Kutraşev: Deh pirsan bike, ne pirsgirêk e.
Rûdaw: Ez pir spasîya te dikim. Muqteda Sedir, ku ez piştrast im tu wî nas dikî, di twitekê de got tiştê di navbera Rûsya û Ukraynayê de diqewime, di navbera du kevanan de,"tam bêsûd e". Karvedana te li ser gotina wî çi ye?
Elbrus Kutraşev: Ez pê re hemfikir im. Ez hemfikir im pê re wek rêberekî olî yê iraqî û serkirdeyekî iraqî. Helwesta wî bibalans û zîrek e. Ez wek balyozê Rûsya jê re dibêjim zor spas li ser vê helwesta te, her çiqasî em nikarin bi tevahî bi te re hemfikir bin, lê ez ê niha ji te û temaşevanan re jî bi hûrî zelal bikim da hûn baştir fêm bikin. Kî dikare baştir ji we re behs bike? Nehênî di hûrgilîyan de ye. Bi bawerîya min, heke iraqîyan ev hûrgilî bizanibûna, dê helwesta wan li ser vê pirsgirêka Ukraynayê cuda bûna. Lê tenê ewqasî jê dizanin, ewqasî dizanin ku ji mas medyayê dibihîzin, ku piranîya wê li dijî Rûsya ye. Eger em wan hemû derewan li ber çav bigirin ku li dijî Rûsya tên kirin, her wiha li dijî operasyona wê li Ukraynayê, tu yê hingê fêm bikî ku iraqî pir dostane ne ku me rexne nakin, tenê bi sadeyî dibêjin şer bêmifa ye. Ez dibêjim ev helwesta iraqîyan nîşan dide ku dewleta Iraqê dosta me ye û helwesta me li hember Iraqê û karûbarên Iraqê helwesteke baş e û siberojeke me ya baş heye. Ez kêfxweş im ku balyozê Rûsya li Iraqê me. Spas ji bo vê hevpeyvînê jî. Zor spas.