Hevserokê HDPê Ertugrul Kurkçu: Tirkiye deriyê ji bo têkbirina şoreşa Rojava dihêle vekirî

 

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Aştî û Demokrasiyê BDPê di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 2011ê de Sebahat Tuncel ji bo Stenbolê û Ertugrul Kurkçu jî ji bo bajarê Mêrsînê wekî namzed nîşan dan û di encamê de ew wekî parlamenter hatin hilbijartin. Ertugrul Kurkçu digel Sebahat Tuncel hevsorkatiya Partiya Demokrasiya Gelan HDPê dikin ku çav li rê ye ev partiya nû li Tirkiyeyê bibe hêzeke siyasî. HDP wê îsal cara yekemîn li Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinên herêmî bibe. Partiya Demokrasiya Gelan li Kurdistan û Tirkiyeyê gellek partî, rêxistin û saziyên civakî yên gel û bîrewiriyên cuda di nava xwe de dihewîne. Armanca vê partiyê ew e ku bibe banê siyasî yê gel û bîreweriyên cuda. Di hilbijartinên herêmî de wê BDP li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî HDP wê beşdarî hilbijartinan bibe. Ertugrul Kurkçu ku di 5ê Gulana 1948ê de li bajarê Bursayê hatiye dinyayê, wekî aktîvîstekî sosyalîst, weşanger û nivîskar tê nasîn. Ew navekî girîng yê pêla civakî ya 1968ê ye. Di 18ê Cotmeha 1970ê de wekî serokê giştî yê Federasyona Komelên Ciwanên Şoreşger DEV-GENÇê hat hilbijartin. Herwiha di şerê Kizilderê de ku şoreşgerên navdar yên mîna Mahir Çayan jiyana xwe ji dest dan, tenê Ertugrul Kurkçu ji vî şerî filitîbû. Kurkçu di dadgehên rewşa awarte de hat dadgehkirin û cezayê îdamê lê hat birrîn. Bi derxistina efûya giştî ya sala 1974ê, cezayê wî yê îdamê veguhezandin 30 salan. Wî 14 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin. Bi guherandina yasayê re di sala 1986ê de serbest hate berdan. Di dema girtîgehê de wî jînenîgariya Karl Marks wegerand zimanê tirkî. Piştî serbest hat berdan jî, Kurkçu sernivîskariya “Ansîklopediya Sosyalîzm û Tekoşînên Civakî“ kir.   

Me bi Ertugrul Kurkçuyê ku li Tirkiyeyê ji nêzîk ve tê nasîn li Brukselê çavpêketinek pêk anî. Em derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, armancên HDPê û serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya Amedê de axivîn:

Hûn dixwazin di hilbijartinên îsal yên herêmî de xîtabî kîjan hilbijêran bikin?

BDP wê li Kurdistanê û HDP wê li rojavayê Tirkiyeyê bikeve hilbijartinan û em piştgiriya gelê kurd û xemxurên aştiyê yên Tirkiyeyî dixwazin. Berê gellek hilbijêrên kurd li rojavayê Tirkiyeyê dengên xwe didan AKPê û zêdeyî nîvî jî dengên xwe didan BDPê. Niha em dixwazin van dengan bistînin, ya yekemîn ev e. Em dixwazin dengê ciwanên ku ji sê salan û virve, ango piştî hilbijartinên 2011ê ve dikarin dengên xwe bikarbînin jî bistînin. Evê li Stenbol û bajarên din yên rojhilatê Tirkiyeyê HDPê bikin hêza sêyemîn. MHP wê bi AKPê û CHPê winda bike. Ji xwe di warê demokrasiyê de navê MHPê nayê bîranîn. Em partiyeke ku dikarin bi BDPê re li Tirkiyeyê hêza sêyemîn bi dest bînin. 

Armancên HDPê çi ne?

Armanca me ya bingehîn bi beşdarbûna hilbijartinên rêveberiya herêmî bingehekî ji xweserîbûna birêveberiyên herêmî re daynin. Em dixwazin li vir hewla ku desthilatê teslîmî gel bikin bidin. Em di wê baweriyê de ne ku birêveberiya xweser ya li bajaran wê bêhtir azadiyê û wekheviyê ji gelan re bîne. Rizgarkirina Geziyê ya ji baregeheke leşkerî, pêşîgirtina çêkirina reyaktora nukleerî li Mêrsîn û Sînopê jî heman tişt e. Emê li şûna xwarina ranta erdan ya li bajaran, platforma ku ranta bajêr li gelemperiyê were belavkirin pêşniyar bikin. Bêguman ji bo me jin, astengdar û zarok gellekî girîng in. Emê mafê çandî yê gelan li hemberî mûameleya pileya duyemîn ya kedkarên ku koçî bajarên mezin kirine biparêzin. Herwiha parastina mafê gelê kurd jî wê ji me re babeteke sereke ya rojevê be.     

Çi bendewariyên we ji hilbijartinên îsal li Tirkiyeyê pêk werin hene?

Em dixwazin serkeftina Partiya Civaka Demokratîk DTPê ku di hilbijartinên 2009ê de bi dest xistibû, dubare werbigirin û dengên em bistînin  bilindtir bikin. Ez dizanim ku emê li Stenbolê serkeftineke baş nîşan bikin lê belê li Edena, Mêrsîn, Antalya, Antakya, Manîsa û Aydinê jî serkeftinan bi dest bixin. Wê li herêma Deryaya Reş jî yekem car partiya me alê bihejîne û eger bendewariyên me pêk werin, wê bibe hilbijartineke girîng.

HDP çawe pêk hat?

Partiya Demokrasiya Gelan ji hatina cem hev ya gellek partiyan pêk tê. Lê belê ev partî xwe ji holê ranakin, di bin banekî de digihin hev. Wekî mînak, em keskan û çepan wekî hevkarên xwe yên girîng dibînin û bi taybetî ezmûna wan ya derbarê ekolojiyê de ku bi dest xistine, di nava bernameya xwe ya partiyê de pêşkêş dikin.

Hûn hatina serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya Amedê çawa dinirxînin?

Ger ziyanê rasterast negihîne jî, têkilhevkirina muxatabên aştiyê di rastiyê de derxistina pêş ya aliyên ku ne muxatabê pêvajoya aştiyê ne, mafê gotinê yê hem Ocalan, hem yê PKKê û hem jî yê BDPê ji dest tê girtin. Hêvîdarim rêberên gelê kurd wê di çarçoveya berjewendiya gelên Kurdistanê de tevbigerin.

Dîtinên we li ser pêşveçûnên li Rojava çi ne?

KÜRKCÜ: Ez pêşveçûnên li Rojava wekî şoreşê dibînim. Herçiqas şoreşa li Rojava mifteya çareseriya li Sûriyeyê jî, Tirkiye deriyê ji bo têkbirina şoreşa Rojava dihêle vekirî, ev yek di nava min de derbarê pêvajoya aştiyê de gomanan çêdike. Ji ber vê çendê, ez di fikra ku her têkiliyên muhefezekarî yên pêk tên de, di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de neçareseriyê bi xwe re tînin de me. Ger em piçekî li paş binêrin, vê cara dawî jî wisa çêbû.