Ufuk Uras: Îhtîmal heye efûyeke giştî bê ragihandin

03-01-2025
RÛDAW
Ufuk Uras û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Ufuk Uras û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Nîşan Ufuk Uras Pêvajoya Çareseriyê Şandeya Îmraliyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî
A+ A-

Siyasetmedar û akademîsyen Ufuk Aras ragihand modela ku Herêma Kurdistanê  pêşkêş kiriye modelekî gelekî girîng e û got: “ Di çarçoveya pêşvebirina vê modelê de li Kurdistana Sûriyeyê jî, ew aliyên li Sûriyê divê bibin beşek ji rêveberiya navendî ya Sûriyeyê.”

Ufuk Uras dibêje berê Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê xeta sor bû lê aniha pêwendiyên herdû aliyan baş in û piştî hilweşîna rejîme Esed pêwendiya Tirkiyê ya ligel Kurdên Sûriyê jî ber bi vê qonaxê ve diçe.

Uras  di wê baweriyê de ye ku  dê wek pêngavek ji pêvajoya çareseriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê efûyek bê ragihandin û dibêje,“Mafê hêviyê” ne ji bo kesekî tenê ye, tenê bi Abdullah Ocalan ne sînordar e û mafekî giştî ye. Ez di wê baweriyê de me di vê çarçoveyê de sererastkirineke yasayî ya wek efûyekê bê kirin.”

Ufus Uras ku demekê Serokê Giştî yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) bû û sala 2009an di parlamentoyê de  beşdarî grûba Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) bûbû, 20ê Çiriya Paşîn a 2024an bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya bû. Banga Serokê MHPê  ya bo Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd, rojeva sereke ya civîna Bahçelî û Uras bû.

Rûdaw: Berî ku şandeya DEM Partiyê serdana Îmraliyê bike, we serdana Dewlet Bahçelî kir. Gelo ev nêrînek şexsî bû yan hin aliyan xwestin ku hûn vê serdanê pêk bînin?

Ufuk Uras: Helbet piştî ku me pêwendî ligel Hevserokê DEM Partiyê birêz Tuncer Bakirhan û Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan kir me ev serdan pêkanî. Girîngiyeke  sembolîk a civîna parlamenterekî sosyalîst ê berê û serokekî neteweperest hebû.  Min jê re got ku hevdîtina DEM Partiyê û Ocalan gelekî bi qîmet û berpirsên DEM Partiyê jî amade ne ku her sûdeke pêwîst bigihînin vê pêvajoyê. Wî bixwe jî spasî kir. Me pêvajo nirxand. Piştre min li gel Ahmet Turk peywendî kir û ev agahî dane wî. Bi rastî pêşhatên piştî vê ji bo Tirkiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Me xwest herkesê ku dixwaze di vê mijarê de sûdê bigihîne di pêvajoyê de cih bigire.

Rûdaw: Dibe ku hûn jî wekî endamekî şandê serdana Îmraliyê bikin?

Ufuk Uras:  Nexêr pêwîstî bi vê yekê nîne. Jixwe pêwendiya di navbera DEM Partî û Ocalan de bes e. Me tenê ji bo ku pêvajo bi lez bibe û asan bibe cih girt lê ji xwe niha li Tirkiyê hema bêje her roj em nerînên xwe yên erênî yên li ser vê mijarê bi raya giştî re parve dikin. Em hewil didin ku ew nîgeranî û pirsên ku hene ji hole rakin. Ji ber ku ev pêşbirkeke li dijî wext e. Aliyekî navneteweyî yê mijarê jî heye. Wate piştî hilweşîna rejîma Esed û vekişîna Îranê ji navçeyê ji bo asayîbûna pêwendiyan zemîneyeke guncav heye. Em jî hewil didin ku sûdê bigihînin vê yekê.

Rûdaw: Ji bo  ku ev pêvajo bigihe encamekê hêviyek heye?

Ufuk Uras: Helbet em gelek bi hêvî ne. Ji ber ku plana “B” nîne. Wate eger ev hemû xelet bin kesek nîne ku bibêja tişta rast ev e. Wate zemîne guncav heye ku PKK çekan deyne û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Dema dibêjin çekan deynin nabêjin dest ji siyasetê berdin. Wate ev pêvajo dê di zemîneyeke rewa de careke din berdewam bike.  Li vê derê biratiya Kurd û Tirkan jî gelekî girîng e. Ji bo vê yekê jî divê biratiya di navbera Kurdan de jî bihêztir bibe û pêşve biçe. Modela ku Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Îraqê pêşkêş kiriye modeleke gelekî girîng e. Di çarçoveya pêşvebirina vê modelê de li Kurdistana Sûriyeyê jî, ew aliyên li Sûriyeyê divê bibin beşek ji rêveberiya navendî ya Sûriyeyê û ewlehiya sînoran ji holê rabe. Em di wê baweriyê de ne pêkhatina ewlehiya sînoran jî dê pêvajoyê gelekî bileztir bike.

Rûdaw: Yek ji mercên sereke ew e ku PKK çekan dayîne. Piştî danîna çekan tu nexşerêyek heye ku dê çi bê kirin? Gelo danîna çekan dê bibe sedema misogerkirina mafên Kurdan û guhertina destûrê?"

Ufuk Uras: Helbet ev tişt dikarin hevdem çêbibin. Ne tenê çekdanîna PKKyê û xwe hilweşandina wê veguherîna wê bo tiştekî din. Ji bo mînak divê li Sûriyeyê PYD û YPG di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de bibin beşek ji rêveberiya navendî ya Sûriyeyê, Kurdên li Sûriyeyê bibin xwedî mafên destûrî û hevdem li gel van li Tirkiyeyê jî guhertineke destûrî ya li ser bingehê welatîbûnê dikare bê kirin. Ez pêşbînî dikim ku dê di mehên Kanûna Paşîn û Sibatê de zêdetir ev mijar di rojevê de cih bigirin.

Rûdaw: "Nêrîna we li ser gotinên Dewlet Bahçelî çi ye ku dibêje 'Em amade ne ku mafên Kurdan wekî takekes misoger bikin lê wekî mafên giştî tiştekî wiha nayê qebûlkirin û guhertin di 4 xalên destpêkê yên destûrê de nayê kirin?"

Ufuk Uras: Wate pêkanîna wekheviya destûrî û welatîbûna destûrî tê wê wateya nemana kêmasiya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Ev jî bi tena serê xwe têkoşîneke girîng e. Wate em bibêjin mafê perwerdeya zimanê dayikê mafekî takekesî ye yan kolektîf e? Ev mijar di nav hevde û bi hev re ne lê guhertineke destûrî ku dê me ji rejîma 12ê Îlonê rizgar bike û her wiha DEM Partî, hemû partî û partiya sereke ya mixalefetê CHPyê jî têde beşdar, dê li Tirkiyê qada siyaset û demokrasiyê berfireh bike. Ji ber wê DEM Partî piştevaniyê li vê pêvajoyê dike. Ji ber wê Abdullah Ocalan piştevaniyê li vê pêvajoyê dike. Ji ber wê aliyê desthilatê jî beşeke ji vê pêvajoyê.

Rûdaw: Dê Selahattin Demirtaş bê berdan? Dê efûya giştî ji bo girtiyên siyasî bê ragihandin?

Ufuk Uras: Bi texmîna min ev tişta ku jê re tê gotin “Mafê hêviyê” ne ji bo kesekî tenê ye. Wate ne tenê bi Abdullah Ocalan re sînordar e. Mafekî giştî ye. Ez di wê baweriyê de me eger heye di vê çarçoveyê de sererastkirineke yasayî ya wekî efûyekê bê kirin.  Ji ber ku di dîroka komarê de salên 10emîn, 50emîn ên wekî serdemên sembolîk de efû çêbûn. Di sala 100emîn de çênebû. Ji ber wê jî wekî beşek ji pêvajoyê dikare efûyeke siyasî ya wiha û destpêkeke nû bê fikirîn. Ev ew mijar in ku qonax bi qonax û bi dorê tên rojevê. Helbet dê bi pesendkirina gel ve girêdayî be û  bi îhtîmaleke mezin dê rûpeleke nû bê vekirin. Ji bo vê yekê jî dibe pêwîstî  bi bertengkirina pênaseya terorê hebe. Ji ber ku bi rastî jî ew aliyên ku rasterast pêwendiya wan bi çekan nîne wate tenê ji ber nerînên xwe di girtîgehan de hene. Divê ev yek bê kirin da ku mirov û rewşenbîrên me yên ku ji ber nerînên xwe  di girtîgehan de  bên berdan.

Rûdaw: Cara pêşîn pêvajo bi ser neket û her du aliyan hevdû tohmetbar dikin ku pêvajo têk çûye. Niha ji bo pêşveçûna pêvajoyê ne pêwîst e ku çavdêrek hebe?

Ufuk Uras: Serdama borî daxwaza çavdêrekî sêyem pêknehat û rawestiya lê mijara sereke ew bû ku Sûriye xeta sor bû lê aniha bi hilweşîna rejîma Esed xetên sor bûne rengên pembeyî. Berê li gel Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê jî xetên sor hebûn lê niha pêwendî asayî bûne. Li Sûriyeyê jî ber bi vê qonaxê ve diçin. Wate çavderekî sêyem. Ji ber ku serdemên borî pêvajoya çareseriyê biserneket bêyî hebûna çavdêrekî sêyem jî ev pêngav dikarin li parlamentoyê bên avêtin. Ya girîng bidestxistina encamê ye. Niha derbarê negihiştina encamê de metirsiyek xuya nake.

Ufuk Uras kî ye?

Siyasetmedar û akademîsyen Ufuk Uras 4ê Kanûna Paşîn a 1959an li Stenbolê ji dayik bû. Li Fakulteya Îktîsadê ya Zanîgeha Stenbolê lîsansa xwe temam kir û piştre lîsansa bilind û doktaraya xwe li heman zanîngehê bi dawî kir. Di heman fakulteyê de wekî akademîsyen kar kir.

Sala 1996an Serokê Damezrîner yê  Partiya Hevgirtin û Azadiyê (ODP) bû.  Piştre di hilbijartinên sala  2007an de ji Stenbolê wekî parlamenterê serbixwe hat hilbijartin. Sala 2009an Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi biryara Dadgeha Destûrê hat girtin û ji bo hevserokên wê Aysel Tugluk û Ahmet Turk 5 sal cezayê qedexeya siyasetê hat dayîn. Piştî wê hejmara endamên grûba Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ku berdewamiya DTPyê bû li parlamentoyê ji 21 kesan bû 19 kes.

BDP ji bo li parlamentoya komê ava bike pêwîstiya bi parlamenterekî hebû. Siyasetmedar û akademîsyen Ufuk Uras ji bo ku BDP li parlamentoyê grûbê ava bike biryar da ku beşdarî wê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst