Casim Felahî: Îraqê ji sedî 50ê erdên xwe yên çandiniyê ji dest dane

02-12-2023
Kerîm Şewqî
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Birîkarê Wezareta Jîngehê ya Îraqê Dr. Casim Felahî re
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Birîkarê Wezareta Jîngehê ya Îraqê Dr. Casim Felahî re
Nîşan Îraq COP28 Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28) Casim Felahî
A+ A-

28emîn Konferansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guherîna Avhewayê (COP28) roja 30ê Çiriya Paşînê li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Erebiyê dest pê kir.

Îraq yek ji wan welatan e ku di rêza pêncem de ye ji ber guherîna avhewayê zerer lê bûye.

Armanceke ya COP28ê ew e ku alîkariya wan welatên li ber zererên guherîna avhewayê ketine bike.

Di peymana Parîsê de biryar hatibû alîkariya Îraqê were kirin.

Birîkarê Wezareta Jîngehê ya Îraqê Dr. Casim Felahî bersiva pirsên Rûdawê yên derbarê vê mijarê de da.

Dr. Casim Felahî ragihand ku Îraqê ji sedî 50 ya erdên çandiniyê ji dest daye.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Birîkarê Wezareta Jîngehê ya Îraqê Dr. Casim Felahî re:

Rûdaw: Ji vê koma pereyên ku bo welatên zerermend tên komkirin Îraq li bendê ye ku çiqas alîkariya wê bê kirin?

Konferansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guherîna Avhewayê (COP28) li Dubaî yek ji civînên herî girîng e di warê karkirinê de ji bo rêgiriya ji guherîna keşûhewayê. Ji wê dema ku sala 2015an rêkeftina Parîsê ya rêgiriya ji guherina keşûhewa hate îmzekirin û heta niha. Giringiya vê civînê ev e ku mekanîzma qerebûkirinê ji bo welatên nû pêş dikevin an jî wan welatên ku kêm geşekirine ji ber guherînên jîngehê tê diyarkirin.

Wekî hûn dizanin, hişkesalî, biyabanbûn, têkçûna erdên çandiniyê û kêmbûna rûberê erdên ku kêrî çandiniyê tên, ji ber kêmbûna avê û guherîna keşûhewa û  siyaseta welatên çavkanî,  wisa kiriye ku Îraq gelekî zerere bibîne. 

Me ji sedî 50 ya erdên xwe yên çandiniyê wenda kirine, Îraqê hêviyeke mezin ji vê konferansê heye, her di roja yekem de biryar li ser gaveke girîng hate dan ku me jî ew dixwest ku ew jî mekanîzma qerebûkirina zerer û ziyanan bû.

Bireke pere dê ji bo wê yekê bê danîn û dê sindûqek jêre were dabînkirin ku bi destpêşxeriya Serokê Îmarata Erebiyê hatiye ragihandin. Ew welatên ku ji ber guherîna jîngehê zerer dîtine eger pabendî wan şert û mercan bibe dê gelekî alîkariya wan bê kirin ku  sindûq ji bo wê hatiye damezirandin. Îraq jî yek ji wan welatan e.

Em di vê baweriyê de ne ku ev mekanîzmaya ku dema rêkeftina Parîsê hate danîn bi başî nehatine bicihkirin, di wan rojên konferansê de em dê hewl bidin ku mekanîzmeyên din jî diyar bikin. 

Rûdaw: Hûn li bendê ne ku çend pere bo Îraqê be?

Di rojên bê de dê hin poroje bêne ragihandin ku aliyê navdewletî piştevaniya darayî ji bo wan dabîn dikin. Ev proje gelekî girîng in ji bo Iraqê ku Herêma Kurdistanê jî li xwe digre.  Pereyê wan projeyan ji aliyên saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li Êraqê kar dikin wekî UNDP, UNIB, FAO, û Programa Xoraka Cîhanî tê dabînkirin. 

Ev proje ne tenê bi başî alîkariya me dike, hevdem ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê alîkar dibin ku em kadroyên xwe yên taybet perwerde bikin. Lê di heman demê de dibin çîrokên serkeftinê ku dê hikûmet jî alîkariya serkeftina wan bike.

Rûdaw: Ev projeyên ku têne ragihandin çi cure proje ne û di kîjan sektoran de ne?

Karê me yê herî li pêş di warê rêvebirina avê de dibe. Herwiha çareserkirina pirsgirêka erdên çandiniyê ku ji nav çûne, herwiha em dê alîkariya wan civakan bikin ku lawaz in.  Em dê alîkariya wan bikin ku li ser erdên xwe bimînin.

Em kar dikin ku teknolojiyaya nû ya çandiniyê bidin wan û pêdiviyên wan dabîn bikin ku bikarin rûbirûyê guherînên keşûhewa bibin û li ser erdê xwe bimînin.

Rûdaw: Îraqê rahênan bi 20 kesn kiriye û Herêma Kurdistanê jî di nav de ye ku li ser rêkeftina Parîsê gotûbêjan bikin. Hûn dikarin bêjin ku ew çawa ye, gotûbêj dê bi kî re bêne kirin û ji Herêma Kurdistanê çend kes hene?

Tekez Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê hevbeşeke sereke ya Wezareta Jîngehê ye her ji roja destpêkê ve û ji sala 2015an ve em rijd in li ser wê yekê ku divê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê di nava hemû çalakî û komîteyên nîştimanî yên bilind de beşdar be wekî Komîteya Nîştimanî ji bo rûbirûbûna guherînên keşûhewa, Komîteya Bilind a Ji Bo Rûbirûbna Bi Biyabanbûnê, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Hişkesaliyê, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Pîsbûna Jîngehê.

Ev komîtî pir girîng in û hemû wan aliyên hikûmeta federalî li xwe digire ku di vê COPê de beşdar in.  Em rijd in li ser avakirina komîteyeke gotûbêjkar. Ev şand ji aliyên hikûmeta Îraqê ve hatiye erkdarkirin ji bo gotûbêjkirina li ser wan metirsî û astengiyên jîngehê ku têne pêşberî Îraqê.

Şandeya Herêma Kurdistanê bi 3 endaman di vê şandeya girîng de beşdar e.  Zêdebarî wê yekê, sê endamên din ku di vê konferansê de beşdar in niha li aliyê Îraqê ne. 

Rola Herêma Kurdistanê gelekî girîng e, amadebûna rêzdar Serokkomar, amadebûna rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roleke girîng hene û handaneke bihêz e ji bo şandeya Îraqê. Ew yek nîşan dide ku serokatiyên li wî welatê federalî çiqas girîngiyê didin guherînên keşûhewayê. 

Rûdaw: Biryar bû di vê konferansê de gotûbêj li gel aliyên Tirkiyê û Îranê jî bê kirin. Gotûbêjên derbarê robarên hevbeş  gihane kû derê û çi encama wan hebû?

Tekez karê dîplomasî û gotûbêj berdewam in. Wezîrê Çavkaniyên Avê serokatiya beşa teknîkî ya şandeya Îraqê dike.  Wezîrê Derve serokatiya şandeya siyasî dike, em bi cidî kar dikin ji bo dabînkirina asayîşa avê ya Îraqê.

Siyasetên welatên çavkanî û kêmbûna berdana avê bandoreke mezin li ser geşekirinê li Îraqê heye, ev jî zêdebarî bandora guherînên keşûhewayê.  Niha rêzdar Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî rezamendî nîşan daye li ser birêvebirina konferanseke navdewletî di çaryeka yekem a sala bê de ku wezîrên jîngehê yên welatên cîran têde beşdar bin. Bi taybet welatên çavkanî û cîran wekî Îran û Tirkiye û Sûriye, Urdin, Siûdiye û Kuweyt û Îmaratê ku seroka vê gera COPê ye û Komara Misirê ku seroka gera berê ya COPê bû û komara Libnanî jî beşdar dibin.

Di vê konferansê de ev yek ji wan mijarên girîng dibe ku gotûbêj li ser tê kirin, ji ber ku guherînên keşûhewa bandor li ser hemû welatên deverê kiriye lê herî zêde zerer li Îraqê bûye.

Rûdaw: Rapor dibêjin ku ji sedî 50 ya kerta çandiniyê li Îraqê ji nav çûye û cotkar zerermend in û dê koçkirineke mezin ji başûrê Îraqê dest pê bike, Iraqê çi amadekarî kirine û dikare wan cotkaran qerebû bike?

Ev zererên ku ji ber kêmbûna avê gihane Îraqê bi sedema çêkirina bendav û wan berbestane ku li ser robaran hatine çêkirin, herweha guherîna rêya ava rûbaran ji aliyê welatên çavkaniyên sereke , guherînên keşûhewa bûne sedema kêmbûna asta baranbarînê û zêdebûna bi helimbûna avê ku tevahiya wan bûne sedema hişkesaliyê.

Belê ji ber wê me rûbereke mezin ji erdên xwe yên çandiniyê ji dest dane ku ev jî bûye sedema nemana çavkaniya jiyanê ji bo hejmareke mezin a şêniyan ku neçar mane dest ji erdên xwe berdin û bi neçarî li derdora bajaran bicî bibin. 

Vê yekê bandorên civakî, tenduristî, aborî, ewlehî û siyasî yên mezin çêkirine û niha em rastî diyardeya koçê hatine ku jêre dibêjin koçberên jîngehê ku xelk neçar dibin ji ber hişkesaliyê koç bikin.

Niha ew yek li nava  avzêyên Îraqê çêbûye. Hikûmeta Îraqê hewl dide ku mekanîzmekê bibîne ji bo qerebûkirina wan kesan û û careke din wan li ser erdên wan bicih bike.  Ji ber vê beşeke mezin a projeyên saziyên navdewletî û NY kar dikin ji bo dabînkirina bingeh û pêdiviyên sereke ji bo wan kesan ku li ser erdê xwe bimînin û neçin deverên din.

Rûdaw: Ev penaxwazên jîngehê ku hûn behsa wan dikin, derbarê wan çi amar li ber destê hene, ew çend kes in û li kû derê dest pê kiriye?

Mixabin mijara hişkesaliyê û nebûna pişka pêwîst ya avê û têkçûna zeviyan tenê li deverên başûr nîne lê ew deverên ku dikevin ber hewza rûbaran jî zerer dîtine wekî, Besre, Mîsan, Zîqar û Musenna ku herî zêde ziyan dîtiye.

Parêzgehên Herêma Kurdistanê jî bi awayeke berçav zerer dîtine û vê mijarê pêwîstî bi kareke bilez heye.  Di havîna borî de li deverên avzê yên Îraqê zêdetir ji 40 hezar malbatan neçar bûn ku ji ber guherînên keşûhewa koçber bibin.

Herdem em tekez dikin ku çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dabînkirina adilane ya pişka ava Îraqê dibe ku mafê jiyanê yê welatiyan bê parastin.

Ji ber ku eger ew aramî û cîgirî têk biçe û çavkaniya sereke ya jiyana wan ji dest biçe ku çandinî û xwedîkirina ajelan e, ew dê neçar bibin koç bikin ku dê bibe sedema koçkirinê ji derdoran ji bo nav bajaran.

Ew yek dê givaşê bike ji bo dabînkirina xizmetguzariyan û dê bibe sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî, zêdebûna rêjeya hejariyê, zêdebûna rêjeya tawanên rêkxistî û madeyên hişber û karên din ku dê bandoreke xerab li ser asayîşa nîştimanî li Îraqê bike.

Ji ber wê li ser asta nîştimanî em hemû hewlekê didin û me gelek projeyên girîng hene ku Hikûmeta Îraqê di nav yasaya budceyê de pişkek ji bo wan daniye ku bikare piştevaniya wê pêkhateya lawaz bike.

Rûdaw: Tevî ku Îraq yek ji welatên herî zerermend e lê Îraq bixwe jî enerjiya nepaqij bi kar tîne, çi hewlên Îraqê hene ku enerjiya paqij bikar bîne?

Me di nava 7 salên borî de gelek kar ji bo hewldana welatiyan kiriye ku enerjiyên xwe nû dikin bi kar bînin. Dema em behsa wan enerjiyan dikin em behsa enerjiya rojê, enerjiya bin erd û enerjiya ba û hidrojen, tevî wan enerjiyên din ku xwe nû dikin. 

Ji encama wan hewlên ku me dane rêzdar serokwezîr biryareke girîng daye ku hemû avahiyên hikûmetê û wezaretê enerjiya rojê bi kar bînin. Di nava budceyê de pere ji bo wê yekê hatiye veqetandin ku ji sala 2023an heta sala 2025an berdewam dibe.

Herwiha hemû kelûpelên ku bi enerjiya rojê  kar dikin gumrik û bac li ser wan hatiye rakirin û hatine efûkirin, herwiha otombîlên dostên jîngehê jî ji bac û gumrikan hatine efûkirin.

Di heman demê de handana berhemanîna elektirîkê bi rêya enerjiya rojê ku niha 5 projeyên hikûmeta Îraqê hene ku taybet in bi berhemanîna elektirîkê ji enerjiya rojê.  Herwiha wezareta me li gel kerta taybet jî di wî warî de kar kiriye ku me li gel kompaniyeke Almanî girêbestek heye ji bo danîna kargeha taybet bi berhemanîna panelên pêşkeftî yên enerjiya rojê ku dê destpêka sala bê de dest bi kar bike.

Tekez hewleke cidî heye ji bo bikaranîna enerjiya nûjen û ez bixwe serokatiya komîteya taybet bi bikaranîna enerjiya nûjen dikim û me yek tirilyon dînar ji Banka Navendî wergiritye di bin navê destpêşxeriyekê de ku bi destpêşxeriya Tirilyon Dînar tê naskirin ji bo handana welatiyan bo bikaranîna enerjiya rojê di nav mal û kargehan de ji bo demeke dirêj.

Ew yek serkeftineke mezin e di warê enerjiyê de ku were bidestxistin 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst