Martyn Warr: Koalîsyon heta 2026an venakişe

02-10-2024
Diyar Kurde
Martyn Warr pirsên Diyar Kurde bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Martyn Warr pirsên Diyar Kurde bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Koalîsyon DAIŞ Sûriye Îraq Vekişîn HSD
A+ A-

Berpirsê Şaneya Pêwendiyan a Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) Martyn Warr ragihand ku naveroka peymana 27ê Çiriya Pêşîn a 2024an a di navbera Amerîka û Îraqê de ne bidawîanîna erkê Koalîsyonê ye "ew guhastin e ji qonaxekê ber bi qonaxeke din ve" û ne razî bû ku "Ev bi şêweyekî hatiye nîşandan ku ev dawiyê li piştgiriya Koalîsyonê ya ji bo hikûmeta Îraqê tîne.”

Martyn Warr diyar kir ku Koalîsyon ji Îraq û Sûriyeyê venakişe û got:

“Ez careke din tekez dikim ku ev ne vekişîn e û ne bidawîanîna li erkan e lê berdewamkirin an bipêşxistina wan e.”

Martyn Warr li ser pirsa ku dê piştgiriya wan a ku didin HSD û Pêşmergeyan heta kengî bidome got, “Heta 2015an dê piştgirî bidome. Em nizanin Îlona 2026 dê rewş çawa be.

Erkê Koalîsyonê berdewam dike û em dê Îlona 2026an li gorî rewşa wê demê biryarekê bidin.”

Nûnerê Koalîsyonê li ser DAIŞê û gefên wê jî ev agahî dan:

“Li ser gefên DAIŞê yên li Îraqê, nirxandina me ew e ku kêm bûne lê kuta nebûne. Divê em zextên xwe bidomînin da ku em wan di bin kontrolê de bihêlin.

Li Sûriyeyê rewş piçekî xirabtir e, em dibînin ku DAIŞ li Sûriyeyê hinekî dike rabe ser xwe.”

Martyn Warr da zanîn ku li Kampa Holê hîn jî gelek xizmên DAIŞiyan hene li rewşa kampê li gorî berê çêtir e û hejmara kesên li kampê jî kêmtir bûye.

Berpirsê Şaneya Pêwendiyan a Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) Martyn Warr pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin:

Rûdaw: Gelekî spas Martin, ku tu mêvanê Rûdawê yî.

Martyn Warr: Ez kêfxweş im.

Rûdaw: Berî her tiştî, bila em qala Koalîsyona li Îraq û Sûriyeyê bikin. Tu dikarî ji temaşevanên me re zelal bikî, we bi hikûmeta Îraqê re behsa çi kiriye û dê sala bê çarenivîsa Koalîsyonê çawa be?

Martyn Warr: Ez kêfxweş im ku li ser vê mijarê biaxivim. Ez bala temaşevanên te dikşînim ser daxuyaniya roja înê ya pir girîng a Amerîka û Îraqê. Peyama sereke jî ew e ku erkê hêzên li dijî DAIŞê vediguhere rêzek rêkeftinên hevahengîkirinê, rêkeftina dualî li navbera her du hikûmetên Îraq, Amerîka û endamên din ên Hevpeymaniyê jî.

Lê ev bi şêweyekî hatiye nîşandan ku ev dawî li piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bo hikûmeta Îraqê tîne, ew jî ne rast e.

Em dabaşa guhastinê dikin, em behsa berdewamiya piştevaniyê dikin lê bi şêwazekî din, ev dê heta Îlona 2025 berdewam bike. Her wisa hikûmetên Amerîka û Îraqê li hev kir li ser domandina piştevaniyên xwe ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Sûriyê û ev jî dê heta Îlona 2026 be. Piştre,li gorî rewşa wê çaxê gotûbêj tê kirin û biryar tê dayîn çi bê kirin.

Rûdaw: Ango hîn jî biryar li ser nehatiye dayîn?

Martyn Warr: Na, bi baweriya min, pir girîng e ku em têbigihin ku çend prensîb û pêşniyarên me hene ku rêkeftin li ser wan hatiye kirin lê divê kar li ser hûrkariyên wan rêkeftinan bê kirin, di nav wan de dema wan mijaran e ku herdu alî di çend mehên bê de piçekî zêdetir li ser wan nîqaş dikin.

Rûdaw: Te behsa hûrgiliyan kir lê li gorî çend raporên medyayê û tiştên ku li herêmê diqewimin, me dît ku li gorî par li Îraq û Sûriyeyê liv û tevgera DAIŞê zêde bûye. Bi dîtina te, bidawîkirina erkê Koalîsyonê dê wê gurûpa terorîst han bide bike ku li Îraq û Sûriyê ji nû ve derkeve holê?

Martyn Warr: Pêşî divê bibêjim ku ez behsa bidawîanîna erkê nakim, dixwazim vê xalê tekez bikim, ev guhastin e ji qonaxekê bo qonaxeke din. Rê bide min ku ez zelal bikim.

Berî 10 salan gava DAIŞê êriş kir û beşek ji Îraq û Sûriyeyê dagir kir, Koalîsyon li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Amerîkayê çû û piştgiriya hêzên Îraqî kir û di nav wan de jî hêzên Pêşmergeyan hebûn.

DAIŞ 2017an ji Îraqê hat derxistin û sal 2019an tûşî şikestina bejahî hat û ji 2019an ve gefên DAIŞê hino hino kêmtir dibûn, ev jî ji ber zêdebûna zexta hevpeymanan û hêzên Îraqî û hêzên Kurdî li ser DAIŞê.

Kêmbûna wê gefê ji valahiyê nehatiye lê wekî min got ji zêdebûna zextan çêbûye. Niha gihîştine qonaxekê ku hêzên Îraqî xwedî şiyaneke zêdetir in ku wê zextê bidomînin, bi hevkarî û piştevaniya rêjeyî ya Koalîsyonê lê kêmtir, bi derbasbûna demê wisa derdikeve ku bi vî rengî berdewam dibe lê em dê çavdêrîkirinê berdewam bikin qene em piştrast bin ku rewş bi vî şêweyî berdewam dibe, heta em piştrast bibin ji şikestina daîmî ya DAIŞê.

Loma ez careke din tekez dikim ku ev ne vekişîn e û ne dawîanîna li erkan e, lê berdewamkirin an pêşxistina wan e, bila ez wiha bêjim.

Rûdaw: Ango ev tê wateya ku tewra hûn dê piştî Îlona 2025 û 2026 jî piştgiriya hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin?

Martyn Warr: Ji bo piştî 2025 erê, ji bo piştî Îlona 2026, ji kerema xwe daxuyaniyê pir bi miqateyî bixwîne, bi zelalî di rêkeftinê de amaje pê hatiye kirin ku girêdayî rewşa wê çaxê ye. Em nizanin Îlona 2026 dê rewş çawa be.

Rûdaw: Derbarê endamên DAIŞê de, li gorî CENTCOMê, hîn jî 2500 endamên çalak ên DAIŞê li deverê liv û tevgerê dikin, her wisa hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de ne, her wisa nêzî 43 hezar endamên malbatên wan çekdaran li wir in. Ma Koalîsyon çawa dikare vê pirsgirêkê çareser bike, gelo ti gefa dubare xwerêkxistina wan komikan û liv û tevgerên wan li herêmê heye?

Martyn Warr: Li ser gefên DAIŞê yên li Îraqê, nirxandina me ew e ku kêm bûne lê kuta nebûne. Divê em zextên xwe bidomînin da ku em wan di bin kontrolê de bihêlin. Li Sûriyeyê rewş piçekî xirabtir e, em dibînin ku DAIŞ li Sûriyeyê hinekî dike rabe ser xwe. Em ji ber zêdbûna êrişan, zêdebûna bangeşeyên wan û zêdebûna jimara kesên kuştî û birîndar bi vê dizanin.

Em ji rewşa ku heye dilgiran in û em dizanin ku Sûriye welatekî nearam e, ev jî derfetê dide DAIŞê ku keysa xwe lê bîne.

Gotina te rast e ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê kamp û navendên ragirtinê hene ku hejmareke zêde ya endamên DAIŞê di wan de hene lê berî her tiştî, gelek malbat hene di vê navendê de asê man, beşek ji wan têkiliya wan bi DAIŞê re heye.

Lê hejmareke wan a zêde têkiliya wan bi DAIŞê re tune, piraniya wan zarok in, piraniya wan jî li van kampan ji dayîk bûne û tiştekî li ser DAIŞê nizanin, ji bilî ku ketine jêr bandora propagandaya DAIŞê. Loma pir girîng e ku ew li welatên wan bên vegerandin da ku jimara şêniyên wê kampê bên kêmkirin nexasim Kampa Holê da ku tevlî civakên xwe bên kirin û jiyaneke çêtir û asayî bijîn.

Rûdaw: Çima welatên din welatiyên xwe venagerînin? Tewra çend welatiyên Amerîka û Ewropayê jî li wir hene, çima demeke dirêj e we nekariye çareseriyeke vê kêşeyê bikin?

Martyn Warr: Di heyama çend salên borî de, jimara yên li Kampa Holê ne bi şêweyekî berbiçav daketiye, ji sedî 40ê hejmarê kêm bûye, ev jî ango ji 70 hezar kesî daketiye 40 hezar kesî.

Piraniya yên ku li kampê ne Îraqî û Sûriyeyî ne, ew jimar jî bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye. Pêzanîna me heye ji bo yên li Sûriyeyê ne, xasma Hikûmeta Îraqê bo wê şêwaza ku karîne xelka zêde vegerînin û tevlî civakê bên kirin.

Jimareke berbiçav a welatiyan ji welatên din, bi piştgiriya Amerîka û endamên din ên Koalîsyonê li welatê wan hatine vegerandin. Nikarim daxuyaniyê li ser nêrîna yek bi yek a welatan bidim li ser welatiyên wan. Tiştê ku ez dixwazim tekez bikim, ger tu li hejmaran binêrî, tu dê bibînî ku rewş erênî ye. Ger te beriya yek an du salan li Kampa Holê meyîzanda cihê dilgiraniyê bû, vêga jî cihê dilgiraniyê ye lê rewş erênî ye.

Rûdaw: Li Îraq û Sûriyeyê dê baregehên leşkerî hebin? Guhastina çend hêzên leşkerî yên Koalîsyonê cîhanê bo nimûne ji Eyn Esedê bo Hewlêrê yan ji Hewlêrê bo Qamişloyê? Bi dîtina min, hûn bi niyet in bargeheke leşkerî ya nû li Îraqê ava bikin ji bo ku piştgiriya erkê we li Sûriyeyê bike. Tu dikarî ji me re behsa wê bikî?

Martyn Warr: Li wir dê baregeheke leşkerî ya daîmî hebe. Ger te daxuyaniya înê jî xwendibî, çend hûrgilî li ser vê mijarê tê de hene. Ez nikarim li ser guherînên pratîk ên ku diqewimin bipeyivim, ev ne karê min e.

Rûdaw: Ma hûn tenê li dûv DAIŞê ne? Gelek komên din hene ku komên terorîst in û bi azadî li çend deverên Sûriyeyê tevdigerin wekî mînak li Efrînê. Her wisa mafên Kurdan bin pê dikin û heqaretê li wan dikin. Gelo nêrîna Koalîsyonê li ser vê çi ye? Çawa dikarin wan grûpan bişikînin ku tewra hinekan ji wan çend serkirdeyên DAIŞê hewandibûn? 

Martyn Warr: Bersiva min dê li ser navê rêxistina Koalîsyonê be. Eşkere ye ger aliyek hebe ku destê wê di piştgiriya DAIŞê de hebe, ango dibe armanca rewa ya Koalîsyonê lê beriya her tiştî merema vê Koalîsyonê rûbirûbûna DAIŞê ye.

Rûdaw: Pirsa min a dawîn, ger piştî Îlona 2026 hewce bike hûn li Sûriyeyê bimînin, hikûmetek nîne ku hemû parçeyên Sûriyeyê bi rê ve bibe, ew der ne wek Îraqê ye, her wisa ti pêwendiya we bi Hikûmeta Sûriyeyê re nîne. Gelo hûn dê piştî Îlona 2026an çawa li gel Kurdên Sûriyeyê û HSDyê pêwendiyê deynin?

Martyn Warr: Bersiva pirsa te di daxuyaniya roja înê de bi berfirehî hatiye qalkirin. Erê heya Îlona 2026an veguhastin dê berdewam bike, piştre li gor rewşê, endamên hevpeymaniyê bi rêberiya Amerîka û Hikûmeta Îraqê dê biryarê li ser paşeroja çalakiyên hevpeymaniyê li Sûriyeyê bidin.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu mêvanê Rûdawê bûyî, ez hêvîdar im ku em te zû bibînin.

Martyn Warr: Ez kêfxweş bûm, gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst