Serokê Dêra Keldaniyan Kardînal Louis Raphael Sako ragihand ku ji dema avabûna Herêma Kurdistanê û federalîzmê, ti pirsgirêka wan çênebûye.
Serokomarê Îraqê Letîf Reşîd bi biryara hejmara 147ê ya Komarî ya sala 2013an a taybet bi tayînkirina Serokê Dêra Keldaniyan Kardînal Louis Raphael Sako hilweşandibû.
Louis Raphael Sako piştî wê biryarê Bexda bicih hişt û hatiye Hewlêrê.
Bêjerê Rûdawê Dilbixwîn Dara hevpeyvînek Kardînalê Kenîseya Keldanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Louis Sako kir.
Louis Sako amaje bi wê yekê kirk u bihevre jiyan û mozaîka Îraqê nemaye û her tişt bûye slogan û got:
“Hikûmet û siyasetvan tenê axaftinên şîrîn dikin; reform, avakirin, şerê dijî gendeliyê û kontrolkirina çekan, lê di rastiyê de em tiştekî nabînin.”
Sako diyar kir ku niha ew hest nakin ku siberojeke wan li Îraqê hebe û got:
“Em hest nakin em beşek ji civaka Îraqê ne, çimkî zordarî heye, dûrxistina bi qestî heye.”
Sako eşker kir ku dema ewa li Zaxoyê dijiyan Kurdiya wî gelekî baş bû û ew mîna bilbilan bû lê dema çûne Mûsilê wî Kurdî ji bîr kiriye.
Hevpeyvîn bi vî awayî ye:
Rûdaw: Kardînal Louis, tu bi xêr hatî.
Louis Sako: Xwedê ji te razî be, gelek spas.
Rûdaw: Xwedayê mezin ji te jî razî be. Gelek spas. Kardînal Louisê ku li Zaxoyê ji dayik bûye. Dema hat vir, min got em dê hevpeyvînê bi Kurdiya Kurmancî bikin lê te ji min re got ji bîra min çûye, gelo te Kurdî ji bîr kiriye?
Louis Sako: Spas.
Rûdaw: Tu ji zimanê Kurdî têdigihî?
Louis Sako: Erê, min ji bîr kiriye.
Rûdaw: Heta radeyekê tu li Zaxoyê baş fêrî zimanê Kurdî bûyî lê te di temenê ciwaniyê de berê xwe da Mûsilê, dema tu 6 salî bûyî. Ma tu li malê bi zimanê Keldanî diaxivî? Paşê zimanê Erebî.
Louis Sako: Erebî, Keldanî, bi derve re bêtir bi Îngilîzî, Îtalî û Fransî.
Rûdaw: Tu bi zimanê Almanî jî dizanî û tu çûyî Almanyayê, em berê hinekî bi Almanî axivîn…Tu bi xêr hatî Hewlêr û Rûdawê, Kardînal Sako, tu çima hatî Hewlêrê? Gelo jiyana te bi metirsiyê dorpêçkirî ye?
Louis Sako: Na, gava ez hatim Hewlêrê, ji ber kişandina mersûma komarî ji min bû ku bi awayekî neşaristanî bû, di demekê de ku tu pirsgirêka min a taybet bi serokkomar re nîne. Min du caran serdana wî kiriye û berî vê wî jî serdana min kiriye. Ew girêdayî partiyekê ye ku baweriya wê bi sekulerîzm û lîberalîzmê heye. Ez nizanim çi berjewendî tê de heye ku mersûma komarî tenê ji min bê kişandin lê belê oldarên din hene ku pileya wan li jêr a min e û hîna jî mersûma wan heye.
Ez li destûra Îraqê vegeriyam, min dît ku ji aliyê qanûnî ve tu bingeheke wê nîne. Madeya 73, benda 7an dibêje: Derxistina mersûmê yek ji desthilatên serok e, lê tu îşaret tê de nîne ku bibêje mafê wî heye ku mersûmê bikişîne. Piştî wê jî tu sedem nîne, ne pêwîst e, çimkî hincet çi ye, tew ji aliyê exlaqî ve jî, min tu sûcek nekiriye ku hewce bike biryarnameyê ji min bikişînin.
Têkiliyên min ên baş bi hemû serokkomarên berê re hebûn. Mam Celal û paşê Fûad Masûm û Dr. Berhem Salih û tew ew û hemû serokwezîr jî. Ango, di çarçoveyekê de bû ku xizmeta berjewendiya giştî bike. Ez qet fêm nakim çima mersûm ji min kişandin. Bê guman, divê ew di bin zexta mîlîşyayeke bi mohra mesîhî de mabe.
Fişar li wî kirine daku min kedî bike û ez bêgav bimînim serî li ber ajendaya wî biçemînim an heta dema ku bikare rewatiyê ji dêrê werbigire û bikare bi kêfa xwe tevbigere û desthilata xwe li ser şiyana hemû mesîhiyan ferz bike, ez ji vê wêdetir tu hinceteke din nabînim.
Paşê, ger ew bi teşeya wê jî ne qayil be, min teşeyeke nû jî ji wî re pêşniyar kir ku rêza wî jî biparêze lê dîsa razî nebû. Her rijd bû û nizanim jî dê heta ku derê li ser wê rijdiyê bimîne. Lê dîsa jî em hemû xeletiyan dikin û poşmanbûna ji xeletiyan jî weke karekî qenc tê hesibandin. Tu kes bêkêmasî nîne, tenê Xwedê bêkêmasî ye.
Rûdaw: Dibêjin pêşwazînekirina Papa Fransîs li serokkomarê Îraqê yek ji sedeman e, ango ew biryar weke karvedan hatiye dayîn.
Louis Sako: Na, na, qet ne wisa ye. Tu têkiliya min bi wê serdanê re jî nîne. Ew serokkomar e û ji aliyê din ve jî, Papa serokê dewletekê ye û ne tenê serokê dêrê ye. Ez nêzîkî vê mijarê jî nebûme. Jixwe ji min nepirsîn jî ku dê serokkomar here wir.
Papa wê demê nexweş bû, li nexweşxaneyê bû û divabû neştergeriyê bike. Vatîkanê ji ofîsa serok re nivîsandibû ku ger çêbibe bila serdanê li paş bixin an dema mana wî dirêj bikin daku Papa bikare pêşwaziya wî bike.
Nexêr, min xwe têwer nekir û tu bandoreke min jî li ser serdanê nebû, çimkî pêwendiya wê bi min re nîne. Rast e, gelek caran ji min pirsîne, gava kesayetiyeke Îraqî ya girîng serdana Vatîkanê kiriye, pirsîne nêrîna te çi ye? Min nêrîna xwe gotiye ka divê ew li ser çi mijaran gotûbêjê bikin, çimkî ew li Vatîkanê ye û ez li vi rim û Îraqî me û rewşê dizanim.
Bi gelemperî, ez piştevaniya wan serdanan dikim çimkî ji me hemûyan re girîng in, ji Îraqê û mesîhiyan re û tew gava yekî weke balyoz li Vatîkanê destnîşan dikin, wek Ferhan Amirî, şêwira min kirin û min jî piştevaniya wî kir. Ez dijî wî derneketim. Loma karê min bi van tiştan neketiye, ev hincet in.
Rûdaw: Baş e, çima Papa ji bo guhertina biryara serokkomar destwerdan nekir ji bo kişandina fermanê?
Louis Sako: Bê guman, hikmet û diplomasiyeke kevnar a Papa û Vatîkanê heye û rasterast destwerdana tu karûbarî nakin daku aloztir nekin, xasma jî ditirsin ku mesîhiyên ku di nava bîst salên dawî de, gelek caran armanc hatine girtin û qurbaniyên mezin dane, hatine revandin, kuştin û cîhilkirin; nêzîkî milyonek mesîhî ji vî welatî bar kiriye, loma dixwazin nîv mîlyon Xirîstiyanên ku li vir mane biparêzin, lewra nexwestin meseleyê aloz bikin lê paşê du tişt qewimîn.
Ya yekem gava serokkomar gazî rêveberê karûbarên balyozxaneya Vatîkanê kir û jê pirsîbûn ka helwesta Vatîkanê li ser vê mijarê çi ye? Di bersivê de gotibû tu zanyariyeke min derbarê helwesta welatê min de nîne, ez li bendê me. Lê li vê sextekariyê binêre. Qaşo rêveber gotiye ku tu têbîniyeke Vatîkanê li ser kişandina wê biryarnameyê nîne.
Vatîkanê jî bersiv da ku ew reftar li hember Kardînal Louis Sako ne layiq e, wiha bi dilgiranî bersiv dan. Paşê kesekî ku ez naxwazim navê wî eşkere bikim, naskirî ye.. çû, lê çawa çû? Ez nizanim. Kesekî di bin cezayên Amerîkayê de ye, çawa çû Vatîkan û Romayê, kê alîkariya wî kir, çawa karîbû bilêtên civîneke giştî ku 10 hezar kes tê de amade bûn, wergire?
Di hevdîtinê de, ez dizanim çimkî ez çar salan li Vatîkanê jiyame. Xelk rawestiyayî ne û Papa derbas dibe û destên wî dihejîne lê jixwe nizanîbû ew kes kî ye. Hat û ev yek kir mijara propagandaya medyayê ku Papa pêşwazî lê kiriye û nobedarên Swîsrî silav lê vedane.
Heke hûn li fîlmê binêrin, hûn ê bibînin ku hatiye tarîkirin. Ev tê vê wateyê ku wêneyek li ber deriyên Vatîkanê ku pasevan lê rawestiyane, kişandiye; wêneya xwe avêtiye ser dîmenê. Paşê dibêje qaşo Papa bi guhertina Kardînal Sako razî bûye û hat hin wêne dirust kirin…
Rûdaw: Ango montaj kiriye?
Lawîs Sako: Erê montaj kiriye. Wêne sexte ye. Vatîkanê jî bersiva wan da ku Papa bêyî ku bizane ew kes kî ye, silav lê kir û destên wî hejandin..îcar binêre ev ji bo Îraqê çiqasî xerab e.. ji bo navûdengê Îraqê. Dewletên cîhanê û medyaya biyanî gelek tişt li ser vê nivîsandin. Îraq dewletek e ku divê rêzê li xwe bigre, divê rê nede kesên wisa navûdengê wê têk bibin û jixwe ma çi berjewendiyek di vê de heye!
Rûdaw: Belê, kardînalê birêz, tu kardînalê kenîseya Keldanî li cîhanê û Îraqê yî. Tu niha li Hewlêrê dijî û berê te karûbarên dêran ji Bexdayê bi rê ve dibir, gelo Hewlêr ji bo dîsa destpêkirina vî karî guncav e? Gelo pêkan e ku tişt ji Bexdayê baştir bi rê ve herin?
Lawîs Sako: Ez wekî cureyekî nerazîbûnê hatim, weke fişarekê li ser serokkomar û serokwezîr jî, çimkî ew jî beşek ji wê hikûmetê ye. Ez dixwazim fişarê li wan bikim heta ku çareseriyeke guncav jê re bibînin û ez vegerim ofîsa xwe ya li Bexdayê.
Pêşniyar kirin ku ez biçim Stenbolê û qaşo dê her tiştî ji min re peyda bikin, min red kir. Pêşniyar kirin ku ez bi pêşwaziyeke fermî biçim Necefê. Min got, xem nake ez dê herim Necefê lê tu Xirîstiyanek li Necefê nîne, ez ê çima herim wir! Diyar e ku hurmeta min ji xelkê Necefê û lêvegerê re heye.
Dema ez hatim Hewlêrê, li vir kenîse heye û mesîhî li vir dijîn. Li Enkawayê û li seranserê herêmê hene. Li Zaxo, li Amêdiyê, li Akrê û li Silêmaniyê… dêr û kenîseyên me li vir hene. Ez hatim vir daku bikarim bilivim..li Bexdayê bi hebûna wê komê û wî kesî atmosfer ne xweş bû, her hefte diçûn û dozek li dij min vedikirin.
Rûdaw: Mebesta te Reyan El-Keldanî ye ku pênc nûnerên wî li parlamentoyê hene?
Louis Sako: Na…çar in.
Rûdaw: Gelo ew çar nûner, nûneratiya hemû Keldaniyên Îraqê dikin?
Louis Sako: Nexêr, ew hemû ne Keldanî ne lê hemû ji wê komika Reyan in, ango tabûrên wî kesî. Bi rastî jî, nikarîbûn dengên Xirîstiyanan bi dest bixin. Ji ber ku bazinekî vekirî ye, deng ji vir û wir berhev kirin. Binêre, nûnereke vê fraksiyonê ku jin e, di televîzyonê de got ku ez ne bi dengên mesîhiyan derketim lê ez bi dengên Necef û Kerbelayê bi ser ketim. Loma ev nûneratiya min nake.
Berî her tiştî, ez eşkere dibêjim, ez ji pêşî ve li vê komê mikur nehatim û ez ne razî me ku komeke Xirîstiyan a çekdar hebe. Ez dijî hemû binpêkirin û destdirêjiyên li ser mafên Îraqiyan im, çi Mesîhî bin û çi yên din, çi Sunî bin an yên din bin.
Ez li dij guhertina demografî li bajarokên Deşta Nînewa, Hemdaniye û Tilkêfê me. Xelkê Tilkêfê heta îro, ji ber vê komê venegeriyane ser mal û halên xwe. Wekî oldarekî, ez ji rênîşanderî û şîretkariyê berpirs im. Dema ez yekî rexne dikim, ji bo ku vegere ser rêya rast, ser wîjdana xwe û xwe rast bike.
Hişmendiya min a heyfhilanînên nîne. Di Xirîstiyantiyê de heyfhilanîn nîne. Ger lêborînek hebe, divê ew lêborîn li ser bingeha tobe, dadmendî û rastiyê be. Lê tenê bi gotina 'Efa Allahû emma selef' tiştek sergihayî nabe.
Rûdaw: Papa çawa li Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre?
Louis Sako: Li vir, berevajî vê, pêşwaziya ku li min hat kirin pir fermî bû, ji min re wekî vegerandina îtîbarê bû. Bi wê pêşwaziyê, ji Bexdayê re gotin, binêrin, ev kesayetiyeke niştimanî û tew cîhanî ye jî, ez ne tenê patrîyarkê Keldanan im lê ez di Kenîseya Katolîk de ku milyar û nîv peyrewên wê hene, kardînal im.
Qet zext li min nekirin, berevajî vê yekê li Bexdayê wisa belav dikirin ku qaşo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) min didehifîne daku ez pirsgirêkê mezin bikim, qet.. Tiştekî wiha nebû û ev hişmendiya reklam û gotegotê ye, zihniyeta komployê ye.. Ev komploya Îsraîlê ye, ev komploya Îranê ye, ev plangeriya Tirkiyeyê ye û ev plangeriya Erebistana Siûdî ye. Nexêr plangeriyeke Îraqî ye! Çima em ne realîst bin û li xwe mikur neyên ku pirsgirêkek li Îraqê heye û divê em çareser bikin? Kurdan hertim nav di min daye û hêvî kirine ku ez vegerim Bexdayê.
Rûdaw: Tu destêwerdanê di mijarên siyasî de nakî?
Louis Sako: Dema bibînim ku neheqiyek heye, ez xwe tevlî siyasetê dikim. Ango gava bibînim ku mafekî rewa hatiye binpêkirin, ev ji bo hemû Îraqiyan, nexasim jî Xirîstiyanan. Ma kê dê berevaniyê li mesîhiyan bike? Ez patiryark im, erkê min e ku ez berevaniyê li wan bikim. Berî demekê du jin ji karên wan avêtibûn.
Nehizirîbûn ew çawa bijîn û bi çi bijîn, îcar ev jin di karên xwe de pispor bûn. Ev ne karekî bê armanc e. Binpêkirina mafan e. Baş e, ka bihevre jiyan û ka mozaîka Îraqê û ka welat.. Tiştek nemaye, tev bûye slogan. Hikûmet û siyasetvan tenê axaftinên şîrîn dikin; reform, avakirin, şerê dijî gendeliyê û kontrolkirina çekan, lê di rastiyê de em tiştekî nabînin.
Rûdaw: Sedema koça xirîstiyanan a derve çi ye?
Louis Sako: Sedem ew e ku Xirîstiyan bi xwezaya xwe li aramî û ewlehiyê digerin. Gava ewlekarî û azadî nema, li cihekî aram digerin ku azadî û hurmeta wan biparêze û bikarin zarokên xwe mezin bikin. Li vir, rast e vêga rewşa ewlehiyê pir baştir bûye lê di heyama bîst salên borî de, nemaze di destpêkê de, gava tu ji malê derdiketî, tu ne piştrast bûyî ku tu dê vegerî yan na. Loma, gelek kesan koçî derveyî welêt kir.. nêzîkî milyon kesî.
Beşek ji wan jî hatin Kurdistanê ji ber ku aram bû, lê li vir jî pirsgirêka peydakirina kar û debara jiyanê zehmet bû, loma rewş bi giştî ne aram bû. Siberoj ne geş bû û xirîstiyanan jî baweriya xwe pê winda kiribû. Ger guhertineke radîkal di vê hişmendiyê de çênebe, dewlet nebe dewleta qanûnê û dewleta dadmendî, wekhevî û hemwelatîbûnê, ne xirîstiyan û ne jî kesên din nikarin bimînin.
Rûdaw: Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, gelek mal û milkên Mesîhiyan hatin talankirin, gelo ew mal û milk li Mesîhiyan hatin vegerandin?
Louis Sako: Na, di serdema Sedam Hisên de tiştekî wisa nebû.
Rûdaw: Mebesta min piştî rejîma Sedam?
Louis Sako: Ha... paşê, bê guman. Gelek mal û milk hatin talankirin. Duh xanimek li cem min bû. Behsa wî taximî kir, digot bîst defter (200 hezar) dolar jê wergirtine li hember ku alîkariya wê kirine ku mal û milkê xwe bifiroşe. Dest danîne ser mal û milkên xelkê, xaniyên wan dagir kirine, nemaze li Tilkêf û Bexdayê.
Ne tenê ew in, bê guman, kesên din jî hene. Komên mafya yên azad in. Ji nişka ve tên û dibêjin em ji filan komê ne, lê dibe ku derewan jî bikin û ne girêdayî tu aliyekî bin. Sedem jî ew e ku xirîstiyan di encama vê rewşê de bûne xeleka lawaz, çimkî ev meyla me li ser tundûtûjî û çekan nîne. Em ji çekan hez nakin, em ji aştî û aramiyê hez dikin. Ger tiştek were serê me jî, em diçin dadgehê û berî didin gilîkirinê, lê îro em biçin ku derê? Bi rastî, girêdana me ji bo welêt e, ji bo dewlet û hikûmetê ye, ne ji bo vî alî û wî alî ye.
Rûdaw: Kardînalê rêzdar, çiqas Keldanî li cîhanê hene?
Louis Sako: Xirîstiyan.. an bila ez bibêjim Îraqiyên Xirîstiyan, çimkî em mesîhiyên Îraqî ne…
Rûdaw: Mebesta min Keldaniyên cîhanê ne.
Louis Sako: Belê, ez ji te re bibêjim. Berî hilweşîna rejîmê, nêzîkî milyon û nîvê bûn.
Rûdaw: Tenê li Îraqê!...Yan li Îraq û Herêma Kurdistanê?
Louis Sako: Li tevahiya Îraqê.. li tevahiya Îraqê. Çimkî em ji bîr nekin ku li Herêma Kurdistanê, di serdema Sedam Hisên de, hemû hatin cîhilkirin. Em Xirîstiyan her tim hatine warguhastin. Zilm li me hatiye kirin. Gundên me, tew gundê me jî li bakur, hemû hatine cîhilkirin û çûne bajarên mezin. Wê çaxê hîna Herêma Kurdistanê nebû, hemû hatin Bexda, Mûsil, Kerkûk û Besrayê. Tenê li Bexdayê, berî hilweşîna rejîmê, 750 hezar Keldanî hebûn.
Em bi Xirîstiyanên din re zêdetirî mîlyon kesî bûn. Di nav şeş an heft milyon kesan de, milyonek hejmareke mezin e. Taxên me hebûn ku bi tevahî Xirîstiyan bûn wek Dore, Mekanîk, Kerade û Baxdaya Nû lê em piştî vê belawela bûn. Niha em hest nakin ku siberojeke me li vir heye yan em hest bikin ku em beşek ji civaka Îraqê ne, çimkî zordarî heye, dûrxistina bi qestî heye.
Rûdaw: Çend Keldanî li Herêma Kurdistanê hene?
Louis Sako: Em li ser asta Îraqê ji sedî 80î ne. Li Kurdistanê, em zêdetirî ji sedî 95 in. Tev Keldanî ne, çimkî heke em Kurdistanê werbigirin, Aşûrî û hinek Ermenî jî hene. Ew kêm in, li Zaxoyê hene. Ez behsa Mesîhiyên ku niha li Kurdistanê dijîn nakim, çimkî nasnameyên wan li Mûsil û cihên din in. Li vir Suryanî jî hene ku zêdeyî hezar malbatî ne. Katolîk hene ku zêdeyî hezar malbatî ne û Suryaniyên Ortodoks jî hene, lê nasnameya wan hîna li ser navendê ye, li ser Mûsil, Bexda û Kerkûkê ye û hatine vir ji ber ku ewlehî û azadî li vir zêdetir e. Lê eger em weke rêje biaxivin, em Keldanî li Herêma Kurdistanê ji sedî 95 in.
Rûdaw: Rêjeyek zêde ye...
Louis Sako: Lê hîna jî em di nûneratîkirinê de ne weke pêwîst in.
Rûdaw: Têkiliya dîrokî li navbera Keldanî û Kurdan çi ye? Ango têkiliya neteweyî…
Louis Sako: Bi rastî ez nizanim ew têkilî çawa ye lê bihevrejiyana ku li vir hebû, binêre piraniya gundên me li Kurdistanê ne. Çimkî di sedsala 12an de dema Moxolan êrişî Bexdayê kir, hingê Bexda û başûrê Îraqê navendeke girîng a Xirîstiyanan bûn.
Mîrekiyên Menazîre li Necef û Kerbelayê hebûn. Mala Hikmetê tev mesîhî bûn. Koşka Xilafetê, yên ku li wê derê dixebitîn û rewşenbîr tev xirîstiyan bûn, lê dema Moxol hatin, Mesîhî reviyan Kurdistanê çimkî li vir çiya hebûn û dikarîbûn xwe biparêzin. Bi vî awayî, li gundan belav bûn. Li vir bi dehan gundên Xirîstiyanan hene çimkî hest bi aramî û ewlehiyê kirine.
Xelk jî wê çaxê yan cotkar bûn an ajel xwedî dikirin. Xwe li vir girtin û bi vî awayî tevlihevî, çûnûhatin û cîrantî çêbû. Gundên me hene ku xelkê wan Kurd û Xiristiyan tevlihev in û tu pirsgirêkên wisa berbiçav jî di navbera wan de derneketine. Bi vî rengî li vir man, heta çaxê ku şoreşê li Kurdistanê dest pê kir û Sedam xirîstiyan warguhêz kirin.
Em dizanin çawa Kurd jî warguhêzî başûr kirin û gelek ji wan li wir mirin. Enfal û hwd. Divê rûpelên vê dîrokê bên girtin û em dest bi nivîsandina dîrokeke nû bikin û dawî li van hemî şer, hevrikî û nakokiyan bînin ku welat û gelê me wêran kirine. Ji dema avabûna Herêma Kurdistanê û federalîzmê, tu pirsgirêkek derneketiye ser rêya me. Xirîstiyan di fermangehan de kar dikin û di hikûmetê de hene. Ne girîng e Keldan in, Aşûrî ne yan Ermenî ne, ya girîng ew e ku ew hesta wan heye ku mafên wan parastî ne.
Rûdaw: Kardînalê birêz, te got ku tu li Zaxoyê ji dayik bûyî, hevalên te yên zarokatiyê li Zaxoyê ne yan li Mûsilê ne?
Louis Sako: Ez şeş salî bûm gava malbata min koçî Mûsilê kir…
Rûdaw: Hûn çima çûn Mûsilê?
Louis Sako: Hin pirsgirêk qewimîn û kar jî nebû. Birayên min ên mezin, du birayên min ên ji min mezintir hebûn, çûbûn li wir, li Mûsilê kar dikirin û em jî çûn ba wan. Kurdiya min wê serdemê pir baş bû, mîna bilbil bûm, lê dema ku em hatin Mûsilê, xwendina me bi Erebî bû.
Rûdaw: Te Kurdî ji bîr kir…
Louis Sako: Min Kurdî ji bîr kir..erê
Rûdaw: Te dixwest çend peyvan bi Kurdî bibêjî, tu bi serdan çûyî Zaxoyê?
Louis Sako: Erê, dema diaxivin ez fêm dikim.
Rûdaw: Bi Kurdî kekê kardînal, ji kerema xwe bi Kurdî bibêje, tu çûyî Zaxoyê?
Louis Sako: Belê, ez çûm Zaxoyê.
Rûdaw: Kengî, kîjan salê?
Louis Sako: Erê, îsal.
Rûdaw: Tu îsal çûyî?
Louis Sako: Belê, ez îsal çûm Zaxoyê, cem metran, keşe û kenîseyê.
Rûdaw: Zaxo xweş e, niha pir nûjen û xweş bûye, ez bi nasîna te kêfxweş im, gelek spas, min gelek tişt li ser te bihîstiye û xwendiye û min li hevpeyvînên te temaşe dikir heta çavê min bi cenabê te ket û min te rû bi rû dît, gelek spas ji bo bersivdana hemû pirsên min bi vê germiyê.
Louis Sako: Spas ji te re û ji bo nazikiya te û spas ji bo Rûdawê ji bo vê mêvandariyê. Bi îzna Xwedê, ez ê li Herêma Kurdistanê bimînim û Kurdiya min dê dîsa baş bibe..
Rûdaw: Hêdî hêdî zimanê kurdî tê bîra te…
Louis Sako: Belê…
Rûdaw: Kardînalê birêz, şeş mehan li Zaxoyê bimîne, tu dê baş fêrî zimanê Kurdî bibî..
Louis Sako: Ez çûme Zaxoyê…
Rûdaw: Here Zaxoyê, xwezaya wê ewqasî xweş bûye, tu dê li vir fêrî Soranî û li Zaxoyê jî fêrî Kurmancî bibî. Eger derfeta min hebûya, min ê te bibira Kobaniyê, ez ji Kobaniyê me.
Louis Sako: Kobanê Eynûl Ereb e, zehmet e zehmet e..
Rûdaw: Niha çûna Kobaniyê zehmet e, bi Erebî jê re dibêjin Eynûl Ereb, lê yek Ereb jî li wir nîne, hemû Kurd in, berê Ermenî û şêniyên ortodoks hebûn. Em û Ermenîyan di jiyana xwe de weke bira bûn..
Louis Sako: Belê, ez dizanim, gelek Ermenî ji ber fişarên ku hebûn, bûn Misilman. Dema ez kesekî weke te xwînşêrîn dibînim, ez dibêm, dibe ku bapîrê wî yê mezin Ermenî bû.
Rûdaw: Gelek spas. Ez bi nasîna cenabê we kêfxweş bûm…
Louis Sako: Xwedayê mezin we xelat bike.
Rûdaw: Mêvanê min Kardînal Louis Sako, Kardînalê Kenîseya Keldanî li Îraq û cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse