Kurd berê faktor bûn niha aktor in

02-05-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan BDP AKP CHP Erdogan Qendîl PKK Ocalan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parlementerê BDPê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlioglu diyar kir ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn ji faktoriyê derbasî aktoriyê dibin û ev guherînên li Kurdistanê wê tîna xwe bide ser çar welatên cînar jî.

Zenderlioglu, ku di Koordînasyona Çand, Ziman û Perwerdehiyê ya KCDê de jî cih digire, li ser pêşveçûnên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan ji Rûdawê re axivî.

Rûdaw: Pêvajoya aştî û çareseriyê weke surprîzek kete rojevê. We bawer dikir dê di demeke wiha de ev pêşveçûnên aştiyê çêbibin?

Zenderlioglu: Gava me dest bi têkoşînê kir, me digot emê rojeke wiha pêşwazî bikin. Têkoşîn êdî hatibû asteke ku rêya xwe veke. Di vê astê de gellek nêzîkahî, hevdîtin çêbûn. Lê weke vê carê hevdîtinên ku bi tenduristî pêk bên çênebibûn. Bi peyama rêzdar Abdullah Ocalan a Newrozê re hêviyên me xurttir bûn.

Herî zêde li ser awayê vekişîna çekdarên PKKê nîqaş tên kirin. Ev vekişîn wê çawa çêbibe?

Ew kesên ku ev têkoşîn afirandine, ew bi çek û rêxistin kirine, bêhtir dizanin wê bi çi rengî vekişin an nevekişin. Zirûf û mercên wan çi ne, baştir dizanin. Li gorî giyana pêvajoyê çawa hatine, wê wisa bikaribin xwe bi cih bikin.

Çek tedbîrek e, hertişt nîn e

Ev pêvajo çekdanîn e yan bêdengkirina çekan e?

Li Rojhilata Navîn dinya alem dizane her ku diçe hemû gel zêdetir xwe bi çek dikin. Di nava van gelan de şerekî çekdarî didome. Li Sûriyê didome. Li Iraqê di navbera hikûmeta Malikî û Herêma Federal a Kurdistanê de pirsgirêk hene, nakokî hene. Ji bo vê Kurd jî nikarin bibin temaşevan. Muheqeq wê çekên wan jî hebin. Ev nayê wê wateyê ku îro wê li Bakurê Kurdistanê çek bêdeng bibin. Eger ev aramî li Bakur bê çêkirin, lihevhatin û aştî bê çêkirin, ne pêwîst e ku çek li pişta mirov be. Çek tedbîrek e, hertişt nîn e. Mezin dibêjin îro siyaset ji şûr tûjtir ji şer jî bandortir e. Li gorî deman çekên mirov hene. Îro siyaset jî çek e. Çekeke bê xwîn e. Em şoreşeke bê xwîn dixwazin. Lê em ji aştiyê re jî, ji şer re jî amade ne. Dîsa dibêjim ev nayê wê wateyê ku emê îlehî di şer de israr bikin. Vê tevgerê ti caran di şer de israr nekiriye.

Li gorî we Kurd di vê serdemê de xwedî pozîsyoneke çawa ne?

Ji hêla jeostratejîk, jeopolîtakaya aboriyê ve jî erdnîgariya Kurdistanê balkêş e. Sererd û binerdên wê hemû maden e, zêr û zîv e. Guherînên li cîhanê tîna xwe daye Rojhilata Navîn jî. Kurd berê faktor bûn lê îro bûne aktor. Hûn rewşa Sûriyê dibînin. Li Sûriyê Esad îro rêwî ye. Em dixwazin li wê derê dewleteke demokratîk û serbixwe çêdibe. Lê mafên hemû gelên li wê derê divê bên misogerkirin. Herkes divê bikaribe bi ola xwe, çanda xwe bijî. Em dixwazin di sîstemeke weke xweseriyeke demokratîk de û azad bijîn. Eger li Bakur jî aştiyek çêbibe, wê tîna xwe bide Rojhilata Navîn, Sûrî, Iraq, Îran û Filistînê jî.

Derdê hikûmetê jî çekberdan nîn e, derdê wê  bêdengkirina çekan e

Çi bi çekên di destê PKKê de tê?

Amûrên şer cihên xwe guhertine. Di destê wan de keleşkofek e. Êdî modela wan xirab bûye. Îro teknolojî ewqas bi pêş de çûye, bi firokeyan ji azmanan jehrî dibarînin. Ji bo mirovahiyê, însaniyê ti xetereyek ku keleşkof biafirîne tine ye. Derdê hikûmetê jî çekberdan nîn e, derdê wê  bêdengkirina çekan e. Di gellek cihan de polîtîkayê dikin. Ji ber ku gellek dijberên wan hene. CHP û MHP naxwazin ev pirsgirêk çareser bibe. MHP ji ber vê yekê hertim çekan tîne rojevê. Ev partiya nijadperest naxwaze şer biqede. Dixwaze avê şolî bike. Lê av li ser kaniyê şolî dibe, di binê kaniyê de av şolî nabe.

Kurd ji hikûmetê bawer dikin yan na?

Dibêjin mûsîbetek ji hezar nesîhetî çêtir e. Ji ber vê yekê gelê me baweriya xwe bi wan nayîne. Ji ber ku dîroka Kurdistanê li holê ye. Dîroka Tirkan li ber çavên me ye. Heta niha 29 raperîn çêbûne. Rêzdarên raperînan bi xapandinê xeniqandine, sêdar kirine. Di vî 30 salî de jî tiştên ku nehatiye serê gelê kurd tine ye. Kuştin, lêdan, girtin, sêdar, nefî û koçberî bûye. Li Rişmila Mêrdînê pîsîtî bi gel dan xwarin. Her tişt hatiye serê Kurdan. Piştî vê seetê ku yek bibêje wê we bixapînin ne rast e. Ji ber ku ev polîtîka êdî bûye xwedî tecrûbeyek, bûye xwedî siyasetek. Îro gelê kurd ne gelê berê ye.

We dev ji Xweseriya Demokratîk berda yan na?

Yek dibêje Elî, yek dibêje Elî Xoce. Em dikarin li ser navê xwe, bi destê xwe xwe birêvebibin? Em dikarin fabrîqeyan çêbikin, razemeniyê bikin, zeviyan biçînin? Di her warî de ku em bikaribin xwe birêxistin bikin, wê civakeke azad bê afirandin. Ev amadekarî bêhtir ji bo avakirina me ye.

Tiştên ku me berê digot, niha ew dikin

We berê Xweseriya Demokratîk diparast. Di rêziknameya we de jî cih digirt. Hûnê vê rêziknameyê biguherînin?

Belkî navê rêziknameyê bê guhertin, naveroka wê nayê guhertin. Serokatiyê digot bila li 25 cihan xweserî hebe. Niha Erdogan jî 7 herêm çêkirine û li her herêmê 9 kes dixebitin. Serok, alîgir û endamên wan komîsyonan hene. Ev jî di parlementoyê de, di binê sîwanekê de dicivin. Tiştên ku me berê digot, niha ew dikin. Em dixwazin di nava van sînoran de bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi çanda xwe bijîn. Niha li Amedê şaredariyek heye û serokê wê heye. Endamên meclisê hene. Evê sibê bibin meclisên bajaran.

Em bibêjin sibê Şaredariya Amedê dest bi perwerdehiya kurdî kir. Ev pirsgirêk li Meletiyê wê çawa bê çareserkirin?

Kurd li ku hebin wê perwerdehî çêbibe. Eger ev hiqûq bê nasîn, li gorî vê hiqûqê wê rêgezên wê bên çêkirin. Her mal, her kolan dikare bibe dibistanek. Evê bêne çêkirin. Kêmasî esas ya me ye. AKP partiyeke pêşverû nîn e, partiyeke şoreşê nîn e, partiyeke demokrat nîn e. Giyana xwe ji Îtihat û Terakiyê werdigire. Kes êdî nikare zimanê kesî qedexe bike. Li Tirkiyeyê 200 zanîngeh hene, bi sedan qenalên televîzyonan, rojname û radyo hene. Ji bo perwerdehiyê ewqas amadekarî heye, nekarîn zimanê kurdî asîmîle bikin. Ji ber ku zimanê kurdî dewlemend e.

Eger Kurd ji vî zimanî pere qezenc nekin wê çima bi kar bînin?

Esas ziman bi pere nîn e. Ziman bi fikr û ramaneke neteweyî ye. Ziman di mêjiyê mirov de motîfên neteweyî çêdike. Çawa tu şîr haveyn dikî dibe mast, şûnde tu berhemên din jê digirî,  ziman jî wisa ye. Ziman bi pere nabe.

Lê di civakê de hemû kes weke we nafikirin. Însan li debara xwe dinêrin…

Heta em bikaribin emê ji bo misogerkirina perwerdehiya bi kurdî di zagonê de bi israr bin. Lê ev nayê wê wateyê ku emê xwe amade nekin. Ji bo wê em dibêjin her herêm, her mal divê bibe dibistanek. Emê weke KCDê li her bajar, her gund, her navçeyê vê pergalê birêxistin bikin. Divê em karê xwe bi zanistî bi cih bînin, da ku em bikaribin bi pêş bikevin. Kes ji kesî re di nava tepsiyeke zêrîn de azadiyê nade.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst