Pisporê leşkerî bersiv da: Putîn dê piştî hilbijartinan bajo ser Kiyevê?

02-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Hevpyevîna bi Konstantin Sivkov re
Hevpyevîna bi Konstantin Sivkov re
Nîşan Konstantin Sivkov Rûsya UUkrayna
A+ A-

Alîkarê Serokê Akademiya Zanistên Moşek û Topxane ya Rûsyayê Konstantin Sivkov şerê ku du sal in navbera Ukrayna û Rûsyayê berdewam dike nirxand.

Pisporê Rûs diyar kir ku îro jî hêza Rûsyayê heye ku Ukraynayê têk bibe û got ku ev gav dikare NATOyê bîne qada Ukraynayê û wê tevî şerî bike.

Konstantin Sivkov got:

Rûsyayê îro xwedî wê şiyanê ne Ukraynayê li rojhilata wî welatî têk bibe û pê re jî hilweşandina rejîmê Kiyevê di heyama mehek, meh û nîv de pêk bîne.

Lêbelê, pêkanîna vê tevgerê dê teqez bibe sedema kişandina NATOyê di nava vî şerê de.”

Sivkov tekez kir ku heta merc ne li gorî Rûsyayê bin Putîn dê dest bi gotûbêjan neke.

Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî hevpeyvînek li gel Alîkarê Serokê Akademiya Zanistên Moşek û Topxane ya Rûsyayê Konstantin Sivkov kir û ev jî naveroka hevpeyvînê ye.

Rûdaw: Piştî du salên şer, niha hûn dikarin bêjin, gelo destpêkirina li Ukraynayê Opreasyona Taybet a Serbazî, wekî ku tê binavkirin, pêwîst bû?

Konstantin Sivkov:  Ew operasyon pêwîst bû. Ji ber ku eger na, dê hema ji destpêka meha adarê ve şerekî hîn hişktir û xedar ji aliya Ukraynayê ve bihata destpêkirin.

Rûdaw: Li hebmerî Rûsyayê?

Konstantin Sivkov: Li hemberî Donbasê: Donetsk û Luganskê. Wan dê li wir jenosîd pêk bianiya. Pêleke mezin a penaberan dê berê xwe bidaya Rûsyayê. Di encamê de li Federasyona Rûsyayê dê arîşeyeke qerase ya desthilta dewletê derketiba û ti îtîbara dewletê li ber çavê civakê nemaba.

Di rewşeka wiha de, xuyayeke ku Amerîka her bi awayeke girseyî cezayan bisepanda û di encamê tevgereke wiha ya kompleks de, wan hesabê wê yekê kiribû ku serokê heyî yê Rûsyayê ji desthilatê bixin û kûklayekî xwe li şuna wî danin.

Piştî hingê jî dê dagirkirina welatê me pêk bînin. Bi destpêkirina Operasyona Taybet a Serbazî re, ev plan hat pûçkirin.  Vê gavê planên Amerîka û hevpeymanên wê yên li ser hilweşandina Rûsyayê bi tevayî têk çûye. Ew, niha amadekariya qonexeke nû ya êrişan li dijî Rûsyayê dikin lê Rûsya jê re amade ye.

Rûdaw: Erkê operasyonê wekî “bênazîstkirin û bêçekkirin” hatibû destnîşankirin. Roja îro, hûn dakirin çi bêjin li ser van armancan?

Konstantin Sivkov: Vê gavê, Federasyona Rûsyayê li dijî Rojavaya Yekgirtî şerekî hîbrîdê dimeşîne. Ukrayna tenê şanoyeke tevgera şer e û hew! Lewma jî tevgera şer û pevçûnan li erdê Ukraynayê di çarçoveya rewşa jeopolîtîkî a giştî ya cîhanê de rû dide. Di çarçoveya mentiqa giştî ya hevrikiya hîbrîdî ya Rûsyayê li dijî Rojavaya Yekgirtî û ya Rojavaya Yekgirtî li dijî Rûsyayê de tê meşandin.

Loma jî erkê “bênazîstkirin û bêçekkirin”, bê guman, dê bê bicihkirin. Ti şik tê de tune. Lê ev yek dê di çarçoveya mantiqê giştî ya hevrikiya dijî Rojavaya Yekgirtî de pêk were. Ji ber ku ji bo Rûsyayê dijminê sereke ne Ukrayna ye. Ji bo Rûsyayê dijminê sereke Rojava ye û Ukrayna tenê lepikek e di destê Rojava de ku bi alîkariya wê Rojava dixwaze welatê me hilweşîne.

Rûdaw: Eger tê bîra we, du sal berê, nêzîkî du hefte piştî destpêkirina şer û pevçûnan, hevpeyvîneke me hebû li gel we û hingê got ku ev şer herî zêde mehekê yan jî du mehan dom bike. Vaye, êdî du sal derbas bû.

Konstantin Sivkov:  Belê, careke din dubare bikim. Ez gotinên xwe yên ku min berê gotine, piştrast dikim. Eger Operasyona Taybet a Serbazî li gor planên seretayî bihata meşandin, hingê li gor mantiqa şer ku eger bihata pêkanîn, diviya bû êdî di meha Gulanê sala 2022an de li Kiyevê rêûresma serbazî ya serkeftinê hatiba encamdan an ku Artêşa Ukraynayê bi tevayî hatiba têkşikandin.

Rûdaw: Lê çi rû da?

Konstantin Sivkov:  Rewşa giştî ya jeopolîtîkî bû asteng. Metirsiya destwerdaneke berfireh a welatênRojavayî resterast di şerê Ukraynayê de bû steng. Lê ji bo pêşîgirtina vê yekê, me wek dibêjin,  pêngaveke niyetpakî avêt û hêzên xwe ji dorberên Kiyevê û ji çendîn herêmên rizgarkirî yên bakûr vekişandin. Stasyona Çernobil jî tê de. Paşê, meşandina Operasyona Taybet a Serbazî ket nava çarçoveya mantiqa giştî ya hevkiriya li dijî Rojavayê ku min êdî behsa wê yek kir.

Roja îro Hêzên Çekdarî yên Rûsyayê xwedî wê şiyanê ne ku erkê xwe yê têkşikandina Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê li rojhilata Ukraynayê pêk bînin û pê re jî hilweşandina rejîmê Kiyevê di maweya mehek, meh û nîv de bicih bikin. Lêbelê, pêkanîna vê tevgerê dê teqez bibe sedema kişandina NATOyê di nava vê şerê de, êdî bi awayekî vekirî. 

Di serî de jî Hêzên Çekdarî yên Amerîkayê. Ji ber ku ji bo Amerîkayê, li gorî hişmendiya siyaseta wan a navxweyî, têkşikandineke wiha ya Ukraynayê qebûl nîne. Lewre, ev yek dê bibe sedema qeyraneke navxweyî hem di nava Amerîkayê de û hem jî li Ewropayê.

Loma jî Rûsya divê, herfiyen li ser devê kêrê bimeşe.  Ji layekî ve divê nehêle ku qet xeyala şikestina welatê me jî bê kirin,  li layekî din jî divê em nehêlin pêşî li kişandina NATOyê di nava şer de bê vekirin. Loma jî ev reftara Rûsyayê ya wiha hayjixwe, mantiqa reftara di eniya şer de jî diyar dike. Îro Rûsya xwedî wê şiyanê ye ku di maweya meh û nîvan de Artêşa Ukraynayê têk bişkîne, ne zêde. 

Rûdaw: Baş e, em vegerin ser eniyê şer. Gelo di van du salan de destkeftên artêşa Rûsyayê çi ne?

Konstantin Sivkov: Di maweya du salan de artêşa Rûsyayê serkeftinên mezin bi dest ve anîne. Em ji wê destpê bikin ku tenê di proseya bergirîkirina, qaşo êrişa artêşa Ukraynayê de, ne ku qaşo, bi rastî jî di werza havînê de artêşa Ukrynayê ketibû êrişê, hema bêje Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê bi giranî hatin têkşikandin.

Wan windahiyên mezin dan, hem mirovî hem jî teknîkî. Windahiyên wan, ji windahiyên Wermaxta Hîtlerê jî zêdetir bûn, yên dema pêkanîna operasyona “Keleh” ya di sala   1943an de. Ew operasyona navdar ku li qewsa Kûrskê pêk hatibû û îro windahîyên Artêşa Ukraynayê, ji windahiyên Naziyan yên wê demê zêdetir in.

Rûdaw: Hûn niha behsa şerê parastinê yê Rûsyayê dikin. Lê beriya wê Rûsya êrîş dikir.

Konstantin Sivkov:  Belê, Rûsya ta wê demê êriş dikir.  Lê Rûsya bi neçarî derbasî tevgereke weha bû, da ku pêşî li alozbûna şer bigire û nehêle ku NATO bê kişandin nava şer. Sedem tenê ew bû. Îro Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê windahiyên mezin dane. Ti şiyana wan nemaye ku operasyoneke êrişê pêk bînin. Heta di operasyonên perastinê de jî derfetên wan gelek sînordar in. Loma jî Rûsya xwedî wê şiyanê ye ku di maweya demekî kurt de wan têk bişkîne.

Lêbelê, faktora pêşîgirtina tevlêbûna NATOyê di şer de û metirsiyê ku NATO dikare li erdê Ukraynayê çekê nukleerî bikar bîne; em neçar kir ku em bi îhtiyat tev bigerin. Em, di hêlên ciyawaz de tevdigerin û hin bajarên cuda yên xwedî giringiyên taybet rizgar dikin. Wek mînak, me Avdeyevka rigar kir. Niha dibe ku dor bigihêje Çasov Yar. Ew der xaleke pir stratejîk e. Niha kembera berevaniya pêşîn ya Artêşa Ûkraynayê hatiye şikandin û diyare Çaso Yar dê bibe xalê wan ê îstînadê.

Kembera duyemîn ya parastina Artêşa Ukraynayê bi xeta Slavyansk – Kramotorskê re derbas dibe. Ew xet dikeve nêzîkî 50-60 km li başûrê kembera pêşîn. Hêzên Rûsyayê ber bi wî aliyê ve pêş ve diçin. Herwiha, em ber bi aliya wîlayeta Xarkovê jî pêşve diçin. Em êrîşên xwe bi baldarî pêşve dibin û pê re jî careke din ez bêjim, hewl didin hincetan nedin destê Rojava ku bi awayekî rasterast tevlî vî şerê bibe.

Rûdaw:  Aliya Ukraynayê çi winda kir û zererên wê çi ne?

Konstantin Sivkov:  Aliya Ukraynayê, tenê di proseya parastina me ya êrişê wan de, nêzîkî 800 tankî winda kiriye. Wermaxta Hîtlêr li qewsa Kûrskê kemtir winda kiribû. Nêzîkî 2 hezar 900, bifikirin!. 2 hezr 900 wesayîtên zirxpûşî, her cure wesayîtên zirxpûş ên piyadeyan, dîsa dibêjim, 2 hezar û 900 wesayît!

Windayiyên wan ên mirovî an ku serbazî, li gor daneyên herî mitewazî, tenê yên kuştî û birîndar 250 hezar kes e.  Tenê di maweya sê mehên havînê de. Li gorî daneyên giştî ku ew êdî ne daneyên me ne, daneyên Bîryargeha Ukraynayê, daneyên rêveberiya Ukraynayê ne, windahiyên wan ên bêveger an ku yên kuştî, dîlketî, birîndarên giran, nêzîkî mîlyon kesa ne.

Hejmara tank û zirxpûşên wan ên ku di maweya du salên şer de hatine jinavbirin, nêzîkî 15 hezar wesayît in. Rûsya, di maweya Operasyona Taybet a Serbazî de tenê nêzîkî 600 sîstemên parastinê ji hewayê ve ji nav birine. Hûn wê pîvanê têdigihêjin? Wate, windahiyên artêşa Ukraynayê pir mezin in.

Rûdaw: Gelo çi dane hene li ser windahiyên Rûsyayê, hem wek leşkerî, hem jî teknîkî?

Konstantin Sivkov: Windahiyên aliya Rûsyayê, teqrîben li gorî hesaban lii ser serbazan wihaye,  yek ji 10an, yek ji 12an di leyha Rûsyayê de ye. Li ser teknîkî û wesayîtên leşkerî jî her wisa ye.

Rûdaw : Rûsya li bendê ye, weke ku gelek şareza jî dibêjin, kengî potensiyala NATO xelas be û êdî nikaribe bi çek û çebilxane pişta Ukraynayayê bigre. Herwiha NATO jî li bendê ye ka kengî yedekên cebilxaneya Rûsyayê xelas bibe. Gelo, bendewariya we çi ye, wek pispor?

Konstantin Sivkov: Li vir divê em çend taybetiyan li ber çavan bigirin. Tenê berewirdkirineke mekanîkî ya potensiyala Rûsyayê û ya NATOyê ti wateya xwe nîne. Divê em aspektên jepolîtîkî, sîyasî û serbazî-teknîkî jî bigrin dest. Ger em ji nêrîngeha serbazî-teknîkî ve lê binêrin, Rûsya ji bo çend salan ketiye pêş Amerîkayê û Rojavaya bi giştî, di warê vegerandina pîşesaziya xwe ser rêya serbazîyê de.  Me karî ku vê yekê pêk bînin.

Rûdaw: Ev di maweya tevaya şer de, yan… ?

Konstantin Sivkov: Di maweya tenê Operasyona Taybet a Serbazî de. Di maweya şer de, tenê berhemînana tankên zirxpûş şeş caran mezin bûye. Berhemînana wesayîtên zirxpûş ên piyadeyan nêzî pênc caran mezin bûye. Berhemanîna moşekên ji bo sîstema moşekavêjê ya pirjimar çil caran hatiye mezinkirin. Berhemanîna guleyên topan sê caran mezin bûye. Ev hemû daneyên vekirî ne, hûn dikarin li ser înternetê jî peyda bikin. Rojava nikare bi serkeftineke wiha pesna xwe bide. Tevî ku potensiyala aborî ya Rojavayê 10 caran ji potensiyala aborî ya Rûsyayê xurtir e. Lewma jî hîn derfeta meya herî kêm, bo du salan heye. 

Nêrîngeha duyemîn: Warî sîyasî. Di nava dewletên Rojava de proseyên cidî yên alozbûne geşe didin. Di rewşa têkçûna Rojavayê de di şerê jeopolîtîkî ya bi Rûsyayê re de ku ev yek êdî pêk hatiye, ew amadekariya qonaxeke duyemîn dikin. Têkçûna wan a pêşîn êdî pêk hatiye, an ku Rûsya zerbeyên wan uên aborî û ragihandinê û ya serbazî berteref kir.

Desthilata xwe ya heyî parast û milet li dora xwe konsolîde kir û civak seferber kir. Li Rojavayê ev yek tune. Li Rojavayê proseyên pir cidî geşe didin, ku wateya wan jî ew e: gelên Rojavayî êdî têdigihêjin ku welatên Rojavayî amaraz in di destê globalîstan de û elîtên neteweyî yên wan welatan dest pê dikin li dijî globalîstan derdikevin.

Proseyên ku îro ji bo avakirina cîhaneke pircemser destpê kirine. Mîna berfirehbûna BRIKSê, mîna pêşveçûna peywendiyên gelek welatan bi Rûsyayê re, mîna redkirina pêkanîna cezayan li ser Rûsyayê hemû ew faktor in ku zerbe li pêgeha Rojavayê didin.

Rûdaw: Gelo êrişeke nû ya Artêşa Ukraynayê tê çaverêkirin, eger em bigrin ber çav ku eniya şer niha germ e û di van rojan de çend balafirênin giring ên Rûsyayê hatine xistin?

Konstantin Sivkov:  Roja îro qebareya şandina çek û teknîkên serbazî  ji aliya welatên Rojavayî ve ji bo Artêşa Ûkraynayê, gelek kêm bûye. Loma jî ji nêrîngeha stratejiya leşkerî ve, di nava salekî nêz de ti şansa serkeftina Artêşa Ukraynayê di her êrîşekî de li dijî Artêşa Rûsyayê tune ye. Ji nêrînega siyasî, ji nêrîngeha serbazî- siyasî, hin hewldan dikarin di vê hêlê de  bikin. Lê di rewşekî wiha de ev yek dê bi şikestineke civî ve bidawî bê ji bo Artêşa Ukrayanyê bêyî ku ti encameke operasyonel jî bi dest bixe.

Rûdaw: Putîn sinyalan dişîne, hem ji bo Rojava, hem ji bo Kiyevê ku Rûsya amadeye ji bo gotûbêjan. Gelo, ji bo destpêkirina gotûbêjan,  Putîn li benda çi pêngavan e ji aliya Rojavayê ve? 

Konstantin Sivkov:  Tenê pêngavekî, divê roja mercên Rûsyayê ji bo gotûbêjan pesend bike. Ti guhertoyên din ên aştiyê, an jî gotêbêjên ji bo aştiyê nemumkun in.

Rûdaw:  Gelo ji bo Rûsyayê qebûl e ku Ukrayna li gorî xeta eniya şer ya îroyîn  bê dabeşkirin?  

Konstantin Sivkov:  Qebûl nîne!

Rûdaw: Lê ji bo bidawîbûna şer, mercên Rûsyayê çi ne?

Konstantin Sivkov:  Mercên Rûsyayê pir besît in. Merca herî mînîmûm ya Rûsyayê ew e ku divê statuya Ukraynayê, statuyeke derveyî blokan û bê alî be. Tevaya erdê Ukraynayê.

Rûdaw: Piştî hilbijartinan Putîn dê biçe ser mêzê gotûbêjan, an bajo ser Kiyevê?

Konstantin Sivkov:  Ew dê neçe ti gotûbêjan heta ku gotûbêj di mercên Rûsyayê de nebin. Paşê jî dê diyar bibe ka welatê me ber bi ku ve biçe û şer dê berdewam be an na, ew jî dê bi geşedana rewşê ya li welatên Rojavayê ve girêdayî be.

Rûdaw: Gelek spas!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst