Nîlufer Akbal bi “Klasîkên Kurdî” dest bi sala nû kir

02-02-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) - Sranbêj Nîlufer Akbal di destpêka sala 2014ê de bi navê „Klasîkên Kurdî“ albûmeke nû deranî. Di albûmê de 15 stranên klasîk yên bi zaravayên soranî, kurmancî û zazakî cih digrin. Albûma Nîlufer Akbal ya bi navê „Klasîkên Kurdî“  ji alîyê NAM Muzik & Produktion ve hatiye amadekirin û Kalan Muzîk û şîrketa Sonny belav dikin  

Nîlufer Akbal di sala 1995ê de bi albûma xwe ya solo “Mîro” hat naskirin. Nîlufer di albûma ”Mîro” de bi alîkariya nivîskarê kurd Huseyîn Erdem kilamên gelêrî yên kurdî strandibûn û piştre jî şêweza muzîka xwe guherandibû. Em derbarê xebata nû ya wê de pê re axivîn.

Hûn di sala nû de bi albûmeke nû derketin hemberî guhdarên xwe. Em albûmê nas bikin…

 

Ev albûm encama xebata salekî ye. Min 20 stranên klasîkên kurdî yên ku ez bi salan e li mala  xwe dibêjim hilbijartin. Min ew bi dostên xwe re parvekirin, min strandin, wan jî zindî guhdariya min kirin. Bi daxwaza dostên xwe min ew 20 stran di studyoyê de xwendin, ji wan me 15 stran hilbijartin. Lê dawiyê de min 12 stran ji bo albûmê de xwendin. Bi vê albûmê min daxwaza guhdarên xwe anî cîh ku bi salan e ji min albûmeke wekî “ Mîro” hêvî dikirin.

 

We stranên vê albûmê çawe hilbijartin?

 

Min ji bo albûma “ Klasîkên Kurdî” stranên ku ez ji wan pir hez dikim, stranên ku li cem min pirr hêja ne û stranên ku bi gotin, melodî û hestan bandore xwe li ser min hiştine hilbijartin. Wekî mînak “Malan bar kir” gellek hozanên  hêja strandine,lê li gor min her nîvçe hatiye strandin. Wekî tê zanîn ew kilam çîrokeke koçberiyê ye. Ez jê pir hez dikim, min dixwast ez dîsa bi wateya wê, wê stranê bêjim. Me bi strana “Ez dilgeşê can im” xwast seydayê Cegerxwîn bi bîr bînin. Strana Mahsunî “Oy bana bana” ji aliyê peyamên xwe ve ji bo roja me pirr bi wate ye. Strana “Ha wayîro” ya davut Sularî ye, bi zaravayê zazakî ye. Me Davut Sularî wekî kesekî Tirk dizanî lê bi vê strana wî em pê hisiyan ku ew Kurd e. Strana “Bazî beryan” soranî ye û li Rojhilatê Kurdistanê hatiye gotin. Bi strandina mamoste Mazhar Xaliqî heta roja me hatiye. Me bi destûra wî xwend. Ez meqamê vê stranê pirr hez dikim.

 

Hûn bi albûma “Mîro” di cîhana muzîka kurdî de hatin naskirin. Di albûma “Mîro” de we stranên gelerî yên kurdî xwendin. Lê piştre we şêwaza xwe ya muzîkê guherand, şêweyên din ceribandin. Hûn li ser encama vê lêgerîna xwe dikarin çi bêjin?

 

Berî salan dostê min yê hêja Huseyîn Erdem pêşniyar kiribû ku ez klasîkên kurdî berhev bikim, baş amade bikim û bikim arşîvê. Wê demê ez ciwan bûm, sergerm bûm, min dixwast ez ceribandinan pêk bînim. Mûzîkên curbecur bicerîbînim, xwe ji alîyê muzîkê de pêşve bibim. Min berê bi mûzîsyenê fransî Jean Michel Kannerle re li Strasburgê albûma “Rêwengî” derxist, piştre bi mûzîsyen Ayhan Evcî re albûmen “Raye”,”Şewa” û “Herîre” çêkir. Me di wan albûman de pirranî şêweyên mûzîkî yên rojava, yên populer bikaranîn.

 

Gava  salên mirov pêşve diçin, ango bi gotina gel mirov dibe insaneke kamil, mirov dixwaze cihê ku mirov destpêkiriye jinûve ji wê derê destpêbike. Ew dibe destpêkeke baştir, bi hêztir. Albûma “Klasîkên Kurdî” ji bo min jinûve destpêkirinek e.  

Min ji bo amadekirina vê albûmê bi 2 aranjoran re kar kir. Ji wan yek Engîn Arslan e, me berê bi hevre kar kiribû. Me di gellek konseran de bi hevre cîh girtibû. Aranjorê din Kemal Sahîr e.

Min berê bi soundên rojava û muzîsyenên rojavayî re kar kir, wê ezmûnê ji aliyê kalîta mûzîkê ve ez dewlemend kirim. Muzîk karê min yê profosyonelî ye, ez dixwazim heta dawiya jiyana xwe karê mûzîkê berdewam bikim. Ji ber ez aliyê xwe yê mûzîkî çiqasî pêşve bibim, ewqas dikarim karên baş, karên mayînde bikim.

 

Hûnê xebatên xwe yên mûzîkê çawa bidomînîn?

 

Ezê xebatên xwe yên ceribandinê bidomînim, ango şêweyên curbecur yên muzîkê bikarbînîm. Lê ezê albûmên stranên klasîk jî çêbikim. Piştî vê albûme, ezê albûmeke stranên klasîk yên zazakî çêbikim û piştre jî albûmeke bi tirkî.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst