Aktor Mazin Natûr yê Sûriyeyî ji parêzgeha Derayê ye.
Mazin Natûr yek ji wan hunermendên ku helwesta wan a li dijî desthilata Beşar Esed eşkere bû.
Sendîkaya Hunermendên Sûriyeyê ya ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve di wextê xwe de biryara derxistina Mazin Natûr dabû.
Kesayetiyeke wî ya diyar di hemû rolên ku tê de lîstiye de hebû, bi taybetî di rêzefîlmên "Cewher" û "Boqat Dewî" de.
Mazin Natûr ji Dubeyê bi online bû mêvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Min di çend rojên derbasbûyî de li ser torên civakî dît ku tu bi zimanê Kurdî diaxivî. Tu dikarî ji min re behsa vê ezmûnê bike û tu çawa fêrî zimanê Kurdî bû?
Mazin Natûr: Silav bo hemû temaşevanên kenala we ya bi rûmet, berî her tiştî ez li hemû mirovatiyê û li xwişk û birayên me yên Kurd û her mirovekî Sûriyeyî, herwiha her mirovekî Ereb ku di bin hikûmê wê rêjîma jinavçûyî jiya be yan pê bihîstibe, pîroz dikim. Ez rûxandina vî zalimî li wan pîroz dikim, her wiha berbanga nû ya azadiyê li wan pîroz be.
Ez çawa hînî zimanê Kurdî bûm? Gelek hevalên min ên ji Qamişloyê hene. Ez ji wan û hin ji birayên me yên Kurd ên li Şamê ne fêr bûm. Min cejnên Newrozê bi wan re pîroz dikir. Ji bo min demsala şahiyê bû, dema ku min kêf û xweşî li ser rûyê birayên me yên Kurd didît. Kêfa min gelekî bi aheng, cejn, folklore û zimanê Kurdî dihat. Dema min ev dîditin ez kêfxweş û bextewar dibûn. Gava ez ji mirovekî hez bikim divê rêzê li çanda wî bigirim. Lewma min hewl da fêrî ziman bibim lê mixabin ez ew qasî baş negirtiye, lê ez hinek caran hewl didim.
Rûdaw: Ka em sobeteke kurt bi zimanê Kurdî bikin
Mazin Natûr: Baş e. Destûrê bide min ku ez bi Erebî bipeyivim, ez dixwazim her tiştî bi Kurdî bibêjim lê ev sînorên min in.
Rûdaw: Înşallah di rojên pêş de hûn zimanê Kurdî bi temamî hîn bibin û em gotûbêj û hevpeyvîneke bikin ku hemû bi zimanê Kurdî be.
Mazin Natûr: Bi îzna Xwedê, di rojên pêş de ji Sûriyeya nû, divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê fêrî çand û zimanên birayên xwe yên li welatê xwe bibin. Ez hest dikim ku ev yek ji bo beşek ji xwendekarên Sûriyeyê pêwîst e ku xwendevan bi zimanê birayên xwe yên Kurd biaxivin, ji ber ku ew bira û şirîkên wan in li vî welatî û wekî ku min bi zimanê Kurdî got.
Êdî dema avakirina welatê me ye. Avakirina welatekî bi keviran nabe, bi avakirina baweriyê, bi avakirina evîndariyê, bi pevguhertina zanînê tê avakirin.
Bi îzna Xwedê, di rojên pêş de, piştî ku me ew bend û sînorên ku me ji hev cuda kiribûn bi mebesta perçekirinê û li ser bingeha siyaseta kolonyalîst a parçe bike û bi rê ve bib", şikandin, divê em hevdû bêtir nas bikin.
Rûdaw: Niha, birêz Mazin, tu ji Kurdan re di serdema nû de yan jî di Sûriyeya nû de çi dixwazî, wekî ku tu jî dizanî, Kurd bi giştî ji mafên netewî bêpar mane, di nav de mafên çandî û heta ji mafê hînbûnê bi zimanê Kurdî?
Mazin Natûr: Ez şahid im û ez bûm şahid û ev rastî bû li ser erdê bû, birayên me yên Kurd bi zorê nasnameyek an belgeyek werdigirt ku hevwelatîbûna wî isbat bike, ji ber vê yekê hest bi nearamiyê dikir, hest bi bindestî û neheqiyê dikir. Min ev tişt didît lê mixabin kesî nikarîbû tiştekî bike. Ez ji bo xwik û birayên xwe yên Kurd hezkirin û pêşdebirinê dixwazim.
Ez hêvî dikim ku em hevbeşên rasteqîne di welatekî de bin ku di xweşî û nexweşiyan de me kom bike. Welatek li ser rêzgirtinê û hezkirinê bê avakirin. Welatek ku şahî û kultura me kom bike. Bîne pêşiya çavê xwe ku komeke folklorî ji Derayê li gel xwişk û birayên Kurd, bi cejna Newrozê re li Qamişlo, Hisîça û gundewarê Şamê, beşdarî şahiyê bike.
Bîne ber çavê xwe ku komeke Kurdan ji bakur, rojhilat û naverasta welat bê cihê herî dûr ê başûrê welat û dîlanan pêşkêş bike. Ev pîwendiya mirovî çi qasî hezkirinê çê dike?
Bingeha sisyaseta rêjîma berê ez dîsan dubare dikim "parçe bike û bi rê ve bibe" sînor di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de datanî ji bo ku wan kontrol bike û ji bo ku wê girêdana niştmanî nehêle. Belê di serdema bê de, divê serkirdayetî û hemû Sûriyeyî wê fêm bikin ku di çarenivîsê de ew hevbeş in. Di avakirinê de hevbeş in. Di paşerojê de hevbeş in. Ev jî ji bo paşeroja zarokên we, ji bo jiyana wan ku ev hêvî dikin ku di lûtkeya geşedan, aramî, hevbeşî û mirovatî de be.
Rûdaw: Gelo hûn geşbîn in? Dîtina we ji bo paşeroja Sûriyeyê çi ye?
Mazin Natûr: Ji 8ê Kanûna Pêşîn ve û wekî Îngilîz dibêjin, ez bi kêf û şahî li ser ewran difirim, û ez yek kêliyekê jî guman nakim ku Sûriyeya ku were dê gelek çêtir be. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê, her li gorî xwe derseeke cuda wergirt.
Kî di nav me de dijiyan û dijminê me bû û gelo kî zengîniya me kê didizî? Kê em cûda dikir? Kê zilm li me dikir? Kî û kî û kî…. Ev çû nema.
Serdema bê dê bibe xwedî rêveberiyeke çêtir û Sûriyeyî rê nadin ku rewşa din a neheqî û paşguhxistinê careke din çêbibe. Pêkhateyek li ser hesabê pêkhateyeke din derkeve, êdî ev yek nayê bihîstin. Ez bawer dikim ku her serkirdayetiya aqilmend ku were Sûriyeyê dê pêşî, vê dersê fêm bike.
Lê divê hemû gelê Sûriyeyê beşdarî vê siyasetê bibin, yanî divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi hev re biryara çarenivîsa xwe bidin.
Rûdaw: Baş e, rola we wekî hunermedan çi ye, wekî hunemerd çi li ser mile we dikeve?
Mazin Natûr: Ez bawer im ku rola huner û rola drameyê, rola stranê di civakan de roleke sereke ye di arastekirina nerînê ji bo hezkirina niştman. Ji bo ku êşên niştman bêne naskrin, drama dikare êşên rasteqîne nîşan bide. Eger huner neynika miletan e, huner berî 8 Kanûna Pêşîn neynikeke ne zelal û ne rast bû ku nekariye ti derdên Sûriyeyiyan çareser bike. Huner di serdama rêjîmê de tenê ji bo derbaskrina demê xweş bû û ji bo ku wê yekê nîşan bidin ku demokrasî û azadiya derbirînê li cem me ye lê bi awayekî sînordar ku ti ziyaneke xwe li ti kesî neke, tenê wê wêneyê bide ku civakeke demokrat e û azadî li cem heye.
Lê di rastiyê de ti caran nûneratiya xelkê Sûriyeyê nedkir. Min di jiyana xwe de nedît ku kesatyetekê Kurd di dramayeke Sûriyeyê de hebe, erê çime? Min ti caran straneke Kurdî li ser ekranê televîzyona Sûriyeyê nedît, çima? Min di jiyana xwe de komeke folklorî nedît ku ji Qamişlo, Hisîça, Heleb û Efrînê li Şamê bi cilên xwe yên folklorî bstrê û dîlanan bike û xweşiyê bixe dilê her kesî. Berovajî wê hebû.
Herêman cûdabûn hebû. Di qonaxa bê de divê pêdaçûn bi hunerê û sendîkeya hunermendan bê kirin. Divê çêkirina fîlman bê nirxandin. Divê çerxa hilberînê ji aliyê kesên ku zilamên rejîmê ne û wekî berhemhênerên dramayî hatine nixûmandin, neyê birêvebirin.
Rûdaw: Tevî ku hin navên balkêş di huner û dramaya Sûriyeyê de Kurd bûn wekî Ebdulrehman El Reşî, Talht Hemdî, Mûne Wassef, Xalid Taca. Di rastiyê de lîste dirêj dike ji ber ku gelek hunermend hene ku bi eslê xwe Kurd in û rola xwe ya sereke di geşbûna dramaya Sûriyeyê de hebû, hûn vê yekê çawa dinerxînin?
Mazin Natûr: Berî her tiştî te navê komek hevalên min anî. Hevalê min ê yekem hunermendê kurd Talhat Hemdî ye. Ew mirovekî rêzdar, bi hurmet û bi hemû wateya peyvê zilam bû. Hevalê min ê din, Ebdulrehman El Reşî rehma Xwedê lê be, min û wî di çar rêzefîlman de list. Di rêzefîlma Cewher de wî rola bavê min list. Ev hunermend ji aliyê nirxê xwe yê hunerî, bi hebûna xwe ya mêranî û hem jî bi hêrsa xwe ve bê mînak e, ti caran kes şûna wî nagire ji ber ku her tim rastgo û rast bû û rastî diparast.Ez li vir pesnê wî nadim, ew çûne dinyaya heq lê bi Xwedê ev gotinek rast e.
Hunermendê mezin Xalid Taca di qonaxên dawî yên jiyana xwe de rastî çewisandin û neheqiyê hat, heta ku çû ser dilovaniya xwe. Xwedê rehma xwe lê bike.
Di dramaya Sûriyeyê de mafên xwe digirtin. Ev stêrkên ku we behs kiribûn lê em daxwaz dikin ku di çerxa bê ya berhema dramayê de berhema Kurdî ya resen, yanî bi zimanê Kurdî hebe û jêrnivîs jê re bê çêkirin û ev berhem wekî berhemeke Sûriyeyî ku ji Sûriyê derketiye, wekî berhemeke dramaya Sûriyeyî were wergerandin.
Bîne ber çavê xwe ku berhemeke dramayî ya Asûrî, Suryanî, Tirkmenî her kes nasnameya xwe eşkere dike, çima na? Jixwe li Kanadayê binêre li welatê mezin ê cîhanê ku xelk ji regeznameyên cûda lê dijî, rêze li hemû çandan digire. Li Amerîkayê jî heman tişt heye. Ew rêzê li mirovan digirin? Ma ne qîmetê didin nasnameya xelkê? Ev welatîbûn e û ev welat e.
Rûdaw: Gelek spas
Mazin Natûr: Spas ji we re jî Xwedê we biparêze, bi xatirê we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse