ChatGPT: Rûdawê di raya giştî de roleke berbiçav lîstiye û bi rûmalên xwe yên xurt tê nasîn

Rûdawê bi Chat Generative Pre-trained Transformer yan jî bi kurtasî ChatGPTê re hevpeyvînek kir.

ChatGPT ku li ser bingeha hişê çêkirî kar dike, bernameyeke nivîsbarî ya hevpeyvînê (diyalog) ye û ji aliyê şîrketa OpenAIyê ve hatiye pêşxistin.

ChatGPT wekî prototîpek hate destpêkirin û bi bersivên xwe yên berfireh, birêkûpêk û mentiqî û bersivên di warê zanînê de balê dikişîne ser xwe.

ChatGPTê got ku Rûdawê di avakirina raya giştî û dabînkirina platformekê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Kurdî de roleke berbiçav lîstiye.

Tekîldarî “Serkeftina Kurdan” ChatGPTê got:

“Serkeftina Kurdan girêdayî têkiliyeke aloz a di navbera siyasetên herêmî, têkiliyên navneteweyî, yekîtiya navxweyî û geşedanên erdnîgariya siyasî ya Rojhilata Navîn de ye.”

Gotûbêja Rûdaw û ChatGPTê wiha ye:

Rûdaw: Nêrîna te li ser Rûdawê çi ye?

ChatGPT: Tora Medyayî ya Rûdawê medyayeke Kurdî ya navdar e. Bi wê yekê tê nasîn ku li ser Kurdistanê û li ser asteke berfirehtir jî li ser Rojhilata Navîn nûçe û agahiyan pêşkêş dike. Rûdaw bi rûmala xwe ya giştgir ji bo nûçeyên navxweyî û navçeyî û guhertinên siyasî jî di nav de, pirsgirêkên civakî û mijarên çandî bi navûdeng e.

Hin caran wiha tê hesibandin ku nêrîna Rûdawê nêzîkî nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye ku yek ji partiyên mezin ên Herêma Kurdistana Îraqê ye, bi taybetî nêzî serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Dibe ku ev alîgirî bandorê li ser cihê Rûdawê yê rojnamevanî bike, nemaze girêdayî pirsgirêkên ku têkiliya wan bi siyaseta Kurdî û têkiliyên bi hikûmeta Îraqê re heye.

Rûdawê di avakirina raya giştî û dabînkirina platformekê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Kurdî de roleke berbiçav lîstiye. Rûdaw li ser asta navxweyî û cîhanî di warê zêdekirina hişyariya li ser Kurdan û xebata wan a siyasî û çandî jî xwedî rol e.

Rûdaw xwedî hebûneke dijîtal a bihêz e, bi malpereke nûçeyan a berfireh û kanalên wê yên çalak di medyaya civakî de. Wê xwe bi serdema dijîtal re guncandiye, nûçeyên xwe bi rêya platformên cihêreng ên serhêl (online) belav dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê li Herêma Kurdistanê û li derveyî wê jî dezgeheke ragihandinê ya bibandor e ku bi rûmalên xwe yên xurt li ser pirsgirêkên Kurdî tê nasîn.

Rûdaw: Kurdistan çi ye?

ChatGPT: Kurdistan navçeyek e ku li ser çend welatên Rojhilata Navîn wek Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriyê hatiye dabeşkirin. Bi giştî gelê Kurd lê dijî û yek ji komên neteweyî yên herî mezin e ku welatê wan tune.

Rûdaw: Gelo Kurd dê bi ser bikevin?

ChatGPT: Pirsa ka gelo Kurd dê "bi ser bikevin" tevlihev û piralî ye, di bin bandora gelek faktorên siyasî, civakî û jeopolîtîk de ye. “Serkeftin”a Kurdan girêdayî têkiliyeke aloz a di navbera siyasetên herêmî, têkiliyên navneteweyî, yekîtiya navxweyî û geşedanên erdnîgariya siyasî ya Rojhilata Navîn de ye. Têkoşîna Kurdan ji bo naskirin û mafên wan bi serkeftin û dijwariyên xwe berdewam dike.

Rûdaw: Tu Rojhilatê Kurdistanê nas dikî?

ChatGPT: Rojhilatê Kurdistanê ku gelek caran wekî Kurdistana Îranê yan jî Rojhelat tê binavkirin, beşeke Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Îranê. Navçeyên rojava û bakurê rojavayê Îranê vedihewîne ku parêzgehên Kurdistan, Kirmaşan, Îlam û hin beşên parêzgeha Azerbaycana Rojava li xwe digire. Raporên binpêkirina mafên mirovan, di nav wan de tepeserkirina dijberên siyasî, sansûr û cudakariya li dijî Kurdan, li Rojhilatê Kurdistanê cihê dilgiraniyê ne. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê aloz e û bi kûrahî tev li dînamîkên siyasî yên Îranê, pirsgirêka navçeyî ya Kurdan û jeopolîtîka Rojhilata Navîn bûye. Kurd li vê deverê rûbirûbûna astengiyên parastina çanda xwe û derbirîna bîr û baweriyên xwe yên siyasî û pêşveçûna xwe ya civakî û aborî berdewam dikin.

Rûdaw: Kî li Rojavayê Kurdistanê desthilatdar e?

ChatGPT: Rojavayê Kurdistanê ku bi gelemperî jê re dibêjin Rojava, ji hêla Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin. Ev navçe dikeve bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê. Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi livokî û dînamîk dimîne û girêdayî pêşketina hevrikiya navxweyî ya Sûriyê, lîstika zilhêzên navçeyê û dîplomasiya navdewletî ye. Heya ku Rêveberiya Xweser hewl bide modela xwe ya rêveberiyê xurt bike û aramiyê bîne deverê, dê di rûbirûbûna van astengiyan de berdewam bike.

Rûdaw: Bakurê Kurdistanê li ku ye?

ChatGPT: Bakurê Kurdistanê ew beş e ku dikeve nava sînorê Tirkiyê. Navçeyeke mezin a başûrê rojhilatê Tirkiyê li xwe digire ku parêzgehên Amed, Wan, Mêrdîn û Colemêrg jî vedihewîne. Rewşa Bakurê Kurdistanê beşeke bingehîn ji têgihiştina pirsgirêka Kurd a berfireh li tevahiya Rojhilata Navîn e. Mijareke tevlihev û hestiyar e ku bi kûrahî girêdayî rehendên dîrokî, neteweyî, çandî û siyasî ye.

Rûdaw: Ciwanên Kurd çawa ne?

ChatGPT: Ciwanên Kurd bi kêşeyên civakî û siyasî re rû bi rû dibin û di avakirina paşeroja Kurdistanê û civaka xwe de roleke bibandor dilîzin. Mijûlbûna wan bi pirsgirêkên civakî, berxwedana wan li hember zehmetiyan û nêrîna wan ji bo siberojê pêkhateyên sereke yên çîroka berdewam a gelê Kurd in. Mîna her ciwanekî din, şiyana wan heye ku di salên bê de guhertinên siyasî û civakî yên darîçav pêk bînin.

Rûdaw: Şêweya jinên Kurd çawa ye?

ChatGPT: Jinên Kurd mîna her komeke neteweyî yan çandî bi gelek şêweyan derdikevin holê, di bin bandora mîrat, faktorên jîngehê û hilbijartina taybet de ne. Jinên Kurd ne xwedî yek awayê xuyangê ye, lê xwedî taybetmendî, cil û berg û şêwaz û stîlên pir berfireh in. Jinên Kurd ji ber pirrengî û dewlemendiya çanda Kurdî û belavbûna Kurdan di nava gelek neteweyan de bi gelek awayan derdikeve pêş.

Rûdaw: Rojhilata Navîn ji bo jiyanê baştir e yan Afrîqa?

ChatGPT: Danberheva jiyanê di navbera Rojhilata Navîn û Afrîqayê de zehmet e, ji ber cihêrengiya mezin ku li her du deveran heye. Rojhilata Navîn û Afrîqa dûrahiyeke berfireh a jiyanê derdixin holê ku bandora faktorên cuda cuda li ser wan heye. Dijwar e ku tu cudahiyeke rasterast bikî, çimkî rewşa her du deveran pir diguhere û tişta ku pêkan e ji bo welatekî yan civakekê rast be, dibe ku ji bo yên din ne wisa be.

Rûdaw: AI derfetên kar ji mirovan re kêm dike yan zêde dike?

ChatGPT: Bandora jîriya çêkirî mijara gotûbêj û lêkolînên berfireh e. Potansiyela jîriya çêkirî heye ku hin karan ji holê rake û derfetên nû jî biafirîne. Di paşerojê de, guhertinên di şêwaza karên berdest û jêhatîbûna daxwazkirî de. Destwerdana siyasî û reformên perwerdehiyê ka çawa civak bi van guhertinan re tev digerin roleke bibandor dilîzin.

Rûdaw: Paşeroja te wek ChatGPT çi ye?

ChatGPT: Weke jîriyeke çêkirî ku ez ji hêla Open AI ve hatime bipêşxistin, dibe ku siberoja min girêdayî pêşkeftinên teknolojîk, hewcedariyên pêşveçûyî yên bikarhêneran û armancên giştgir ên başkirina jîriya çêkirî, sûdên wê û bikaranîna exlaqî be.

Rûdaw: Guhertina keşûhewayê dê heta kengî bi xirabî bidome?

ChatGPT: Dem û giraniya bandorên guhertina keşûhewayê girêdayî sedemên cihêreng e, wek belavkirina gazan, berpirsiyariya siyasî, pêşkeftinên teknolojîk û guhertinên civakî. Guhertina keşûhewayê diyardeyeke demdirêj e û tê pêşbînîkirin ku bandora wê bi dehan salan bidome, heke ne bi sedsalan be, tew ger tavilê gavên pratîk ji bo kêmkirina wê werin avêtin jî.