Pismamê Serokê Sûriyê Rîbal Esed: Em nahêlin Efrîn bibe weke Îskenderun

Pismamê Serokê Sûriyê Beşar Esed yê bi navê Rîbal Esed ku kurê Rifat Esed hebûn hêzên Îran û Tirkiyê li Sûriyê red dike û ragihand ku “hebûna Tirkiyê li Sûriyê dagîrkirin e, dagîrkirineke rasteqîne ye, ew derbasî gelek navçeyan bû. Em nahêlin Efrîn û Serê Kaniyê bibe weke Îskenderun.”

Rîbal Esed diyar kir ku ji bo Sûriyê sistema herî baş fedarlîzm e û got: “Eger me karîbû hemû pêkhateyên Sûriyê kom bikin û destûrekî şaristanî binivîsin û têde feralîzim were pêşkêşkirin, ez bawer im ti pirsgirêka kesekî li Sûriyê bi vê sîstemê re tune ye, wê xelk zêdetir hest bi rihetiyê bikin û dê dewleteke şaristanî be, ji bo ku piştî 5-10-15-25 salan heman pirsgirêk dûbare nebin.”

Derbarê destûreke nû de jî Rîbal Esed got: “Bi baweriya min divê destûrekî nû li Sûriyê hebe, destûrekî şaristanî be, di nav de mafê hemû welatiyan parastî be, divê hemû welatî di bin siya yasayê de weke hev bin, divê jin û zilam, mesîhî û musliman , pêkhateyên din, Ereb û Kurd weke hev bin, divê hemû pêkhateyên Sûriyê weke hev bin, ji xeyinî vê yekê wê ti çareseriyek çê nebe.”

Bavê Rîbal Esed demeke li Sûriyê kesê herî bihêz bû, lê di navbera wî û serokê berê yê Sûriyê Hafîz Esed pirsgirêk derketin û ew neçarbûn koçberî Ewropayê bibin. Dema malbata Rîbal li Parîsê bicih dibe ew 9 salî bû û ew niha nikare vegere Şamê.

Rîbal Esed ku niha ligel karê xwe yê karsazî bi siyasetê ve jî mijûl dibe di vê hevpeyvîna taybet a Rûdawê de behsa malbata xwe û rewşa siyasî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Tu pêştir kesekî weke karsaz dihatî naskirin, lê niha tevlî siyasetê jî dibî, armanc û projeyên te yên siyasî çi ne?

Bi xêrhatî birayê hêja, spas ji bo mêvandarîkirina min, weke hun dizanin û te jî got, sala 1984an ez ligel bavê xwe ji Sûriyê derketim û ez 9 salî bûm em rastî zulmeke mezin hatim. Jiyana li xerîbiyê jî gelekî zehmet bû, bi taybet jî ji bo kesekî ku mezlûm be, ev hişt ez derbasî warê siyasî bibim ji bo ku ez karibimvegerim Sûriyê û li kêleka gelê xwe rawest im û ez alîkariya welat ûxelkê xwe bikim.Bavê min dema em zarok bûm berdewam behsa demokrasiyê dikir, behsagirîngiya demokrasiyê li Sûriyê û welatên Ereb dikir, heta sala 1984anjî kovareke bavê min bi nave "Fursan" hebû ku ji aliyê rêjîmê ve hate girtin.Lewma sala 1986an bavê min vê kovarê ligel kovarên din dûbare vekir û heta sala 1997 berdewam bû ku wê demê Tora Nûçegihaniya Erebî ANN hatevekirin.

Em hertim dibêjin divê demokrasî û azadî li Sûryê hebe ji bo ku em karibin bi aştî û aramî weke yek gel bijîn. Jixwe tu dizanî li Sûriyê pir rengiya ciwan heye. Kurd, Ermen, Turkmen, Şerkes û birayên me yên mesîhî û pêkhateyên ola Îslamê hene. Demokrasî rêya ku em têde bi welatîbûn, bi hezkirin aştiyê bijên. Li hemû li welatên Ereban bi giştî têgihiştineke şaş derbarê demokrasiyê heye, ew wiha dibînin demokrasî wate piranî deshelatê bidest dixe û tola xwe ji kemîneyan hilde û bikuje û ev jî nayê qebulkirin. Tu dizanî dema ku em li Sûriyê bûn, em zarok bûn, em di nav bûyerên Îxwan Muslimîn de jiyan, ku wê demê teror hebû,  li ser nasnameyê xelkê dikuştin, siloganeke wan ji bo kuştina kemîneyên weke Elewî, Durzî, Îsmaîlî hebû, Barhilgirek ku teqemenî têde hebû şandin ber mala ku me têde li Otostrada Mezê jiyan dikir, lê ew barhilgir ji aliyê hêzên emnî û pasewanên mala me hate rawestandin û me yekser daxistin qebûyê, ev hemû di bîra min de mane. Dema em ji Sûriyê derketin min hest bi zûlmê kir, ji ber ku profaksyonên medyayî ji aliyê rêjîmê û Îxwan Muslimîn hebû. Karê wan ew bû bibêjin ku Rifat Esed wiha kir, behsa Hemayê dikirin, behsa çîrokên derewînn û ne rast dirin û hewl dan dîroka Dr. Rifat Esed û tiştê ku li Sûriyê kiribû tune bikin, dema ku serokê Xwendina bilind bû, wî zanîngeha Husmê ava kiribû, wî zanîngeha Laziqiyê ava kiribû, zanîngeha Helebê fireh kir, rabîteya xwendekarên derçûyên lêkolînên bilind ava kirk u têde 30 hezar xwendekarên serkeftî cih digirtin. Şandên xwendinê rêkir derve, bi dehan hezar xwendekar li seranserê Sûriyê şandin derve ji bo xwendina xwe berdewam bikin, şandin Yekîtiya Sofyet ya berê û Ewropa Rojhilat û Rûsya.

Tu dixwazî şêwaya desthilatdariya li Sûriyê were guhertin? Bi te merce ku malbata Esed li Sûriyê desthilatdar be?

Ya girîng bi nerîna min divê demokrasiyeke rasteqîne hebe û xelk bi xwe hilbijêre kî hukmê wî bike, divê ev bijardeya xelkê be, em li Sûriyê em ne şahnişînin, malbata Esed nehate ser deshelata Sûriyê ji bo hukmekî melekî bike, Partiya Bees hat û piştre apê min Hafiz Esed rehema xwedê lê be hate ser deshelatê. Berdewam bavê min li kêleka wî bû, di nav partiya Bees de hertim nakokî hebû, bavê min banga demokrasî û azadiyê dikir, em li ser van nirxan mezin bûn, em ne li dijî kesayetiya Beşar Esed in, em ligel demokrasiyê ne, em ligel guhertina aştiyane ne, em li dijî tundûtîjiyê ne ji bo ku ev pêk werin divê destûrekî şaristanî li Sûriyê hebe di nav de divê welatî di bin siya yasayê de weke hev bin û ti cudahiyek di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de nebe, heta di navbera jin û zilam de cudahî tune be, di navbera pêkhateyan, olan, Kurd û Ereb cudahî tune be. Em bixwazin Sûrya siberojê, Sûryeke şaristanî ava bikin, tenê bi vê rêyê ava dibe, divê wekhevî di navbera hemû welatiyan û di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de çê bibe, ji xeyinî vê yekê, windakirina demê ye.

Hûn dixwazin sistema desthilatdariyê bi temamî li Sûriyê were guhertin û destûreke nû were danîn û ne merce ku her tim malbata Esed desthilatdar be?

Bê guman, bê guman, lê ez dûbare dibêjim divê bi rêya aştiyan be, ne divê bi rêya vê opzîsyonê re be ku  me di van 10 salan de dît, ku çekan rakirin û li ser nasnameyê  kuştinê kirin, birayên me yên ku ne li gor îdeolojiya wan be kuştin, birayên me yên Kurd kuştin, birayên meshîsî kuştin, ji hemû pêkhateyên Sûriyê ti kesek ji wan rizgar nebû, nabe em dekotatorî bi deshelateke olî biguher in. Nabe Sûriyê weke Iranê lê were ku berî 40 salan şahê Iranê rakirin û li şûna wî rêjîmeke olî danîn, gelê Sûriyê vê yekê naxwaze, gelê Sûriyê dema sala 2011an daket kolanan hêviya bidestxistina demokrasiyê weke welatên Rojava dikirin, hêvî dikirin weke çawa xelk li welatên Rojava dijîn, ew jî wiha bijîn, xelk îro her tiştî li ser internêtê dibîne tu nikarî her tiştî li ser wan veşêr e, torên civakî çê bûne, êdî li ser telefona her kesî internet çê bûye, li ser telefona wî hemû kenalên cîhanî derdikevin, tu nikarî li ser xelkê veşêrî. Ev tişt girîng e, lê mixabin îslamiyên radîkal vê şoreşê dizîn, ji ber vê yekê pirnaiya xelkê ku li dijî rêjîmê û dekotoriyê ne, baştir dîtin li kêleka rêjîmê bin, ji ber ku hest pê kirin opozîsyon ji rêjîmê xirabtir e.

Dema ku Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê hate avakirin, 250 kes ku piraniya wan Îxwan Muslimîn bûn  kom bûn û vê encûmenê ava kirin. Ev dekomênte ji bo gelê Sûriyê ku ew jî weke rêjîmê ne, li odeyekê civiyan û xwe kirin nûnerê gelê Sûriyê ku qaşo divê ew cihê rêjîmê bigirin û xelk jî vê qebul nakin, pirnaiya wan jî Îxwan Muslimîn bûn, xelkê me jî bîr nakin ku Îxwan Muslimîn li Sûriyê çê kirin. Zehemete rêjîmê biguherin ji bo ku Îxwan Muslimîn şûna rêjîma bigire.

Tu li ser daxwaza xwe tevlî karê siyasî bûyî yan jî kesek din daxwaz kir?

Berovajî vê yekê, dema ez zarok bûm min hest bi zulmê kir, dema em ji welatê xwe derktin em hatim zulmkirin û me propagendeyên rêjîmê û Îslamiyan li dijî bavê xwe dît û ev jî hişt ku ji zaroktiyê ve bandore li ser min bike, piştî demekê kurt sala 1994 ez vegeriyam Sûriyê û rêjîmê jî hewl da li balafirxaneya Şamê min teror bike, wê demê min dixwestin biçin Bostun li wir bixwînim. Sala 1997an jî ez vegeriyam û 2 salan li Sûriyê mam, sala 1999an, dema ku ez çûm serdana bavê xwe li Ispanyayê bikim, rêjîmê li mala me li Laziqiyê da, gelek kesên sivîl ku di nav mala me de bûn hatin kuştin û birîndarkirin, wê demê rêjîmê got, ku qamşo li benderekî ne şerî dane, ev hemû derew bû û wêneyên setalîtê yên cihê mala me û gelek mal û hotlên nêzîkî mala me hebûn , lewma ew bender bû. Ev zulma han hişt ku ez bixwazim li welatê min guhertinek pêk were, wê demê min ji xwe re got, eger ez kurê flan kes im tême zulimkirin, gelo welatiyê normal çawa bijî, tu dizanî zindan, girtin û îşkenecekirin li Sûriyê heye ev tişt jî nayê qebulkirin.

Sala 2006 ez bûm birêvebirê tora nûçegihaniya Erebî û me heman karê torê ji bo belavkirina demokrasî û  azadiyê berdewam kir, sala 2009an, êrîşî kenala me li ser heyiva çêkirî hate kirin, 6 mehan weşana me nebû, piştî 6 mehan nexşeyek dane me û ji me re gotin ji nav xaka Sûriyê êrîş tê kirin, wê demê ez gelekî bêzar bûm û min di nav rêxistina demokrasî û azadiyê de kar kir û min wê demê parlementerên Birîtanî, Alman û hemû welatên Ewropî didîtin û min ji wan re digot, nabe ev tişt çê bibe, em kompaniyeke medyayî ya Birîtanî ne û ji xaka Sûriyê êrîşî me tê kirin û ti kes alîkariya me nake û em nikarin weşana xwe ya telefzyonê berdewam bikin. Lewma min di vê çarçoveyê de karê xwe berdewam kir û bi berfirehî êdî min banga demokrasî û azadiyê li Sûriyê kir.

Piştî ku hûn ji Sûriyê derketin, tu dibêje gelek caran hewla kuştin an jî birîndarkirina te hate dayîn, Beşar Esed ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera we de ti çaran peywendî ligel we danî?

Mixabin, nexêr weke min got, pirsigrêka me ne kesayetî ye, heta niha ti pirsgirêka me ya kesayetî tune ye, rast e zulm li me hate kirin, lê mirov dema ku kîndar be ew ê nikaribe kar bike, bi rastî em ji bo welatê xwe kar dikin, ji bo aştiya xelk xwe û malbata xwe kar dikin, ez naxwazim ti ziyanek begihêje pismamên min,tevî ku ti pêwendî di navbera me de nemane, ez naxwazim ew rastî ti ziyanekê werin, tu dizanî ev malbata min e û li Rojhilata navîn perwerdeya me wiha ye, lê ez bi hevpeyvîn û derketin û gotarên xwe de şîretan li Beşar Esed dikim, divê ew guhdar bike, gelek caran bavê min hewl da ji 33 salan ve û heta niha jî şîreta guhertinê li rêjîmê bike, û niha em dîbinin em gihiştine kuderê, em gihiştine qonaxeke metirsîdar li Sûriyê, ji zû ve bavê min xwest jêre bibêje, gelek kesên xirab hene li ser deshelatê ne, divê tu wan dûr bixe, ev kes tenê berjewendiya xwe diparêzin, lê li bavê min guhdar nekir, di nav van kesan de Mistefa Tlas heye rehema xwedê lê be, Ebdulhelîm Xedam heye, ev yekem kes bûn dest jê derdan, ew tevî zarokên xwe derketin derve, ji destpêka pirsgirêk û kirîzê derketin û li dijî wî rawestiyan. Zulma din ku rastî me hat, binêre opozîsyon çawa ye, dema Ebdulhelîm Xedam derket, her kes pêşwaziya wî dikir, opozîsyon li derdora wî kom dibû, bi heman awayî Menaf Tlas û kesên din, tevî ku ev ligel rêjîmê mabûn, Ebdulhelîm Xedam heta sala 2005an, Menaf  Tlas heta sala 2012an, ew stûnên rêjîmê bûn. Bavê min ji 36 salan ji sala 1984an dixwaze guhertin pêk were, her dema hevpeyvîneke min hebe, êrîşî bavê min  tê kirin ku ev kurê filan kes e, wê çawa xelkê Sûriyê bi veguhestina aştiyan e û demokrasiyê bawer bike, eger hun bi xwe li pey kesekî ne ku ev hemû tişt ji bo Sûriyê kiriye û 36 salan derketiye û  daxwaza demokrasiyê dike, lê pirsgirêka wan ligel wan kesan tune ye ku piştgîriya rêjîmê dikirin, Mistefa Talas şanaziyê bi wê yekê dikir ku çawa hukumê Sûriyê teslîmî Beşar û Ebdulhelîm Xeddam kir, xelkê Sûriyê jî dibîne, ev şaş e, Riyad Hicab serokwezîrê bû di sala 2012an de.

Tu niha li Ewropayê siyasetê dikî û pismamê Beşdar Esed î. Gelk welatên rojavayî niha dixwazin êdi malbata Esed li ser hikum nemîne, paşnavê Esed ji te re nabe astengî?

Nexêr, nasnava Esed... tu dizanî li hemû cîhanê tiştên erênî û nerînê hene, kesên ku li gor nasnava te, te birxînin zehemete baweriya wan kesan bi demokrasiyê ve hebe, weke te dît di çalakiyên min de ez ligel parlementerên Birîtanî civiyam, ligel Encûmena Lordan ya Birîtanya civiyam, bi heman awayî li Almanya, li gelek welatên cîhanê, li kongires, ji ber ku xelk cudahiyê dixin navbera vî kesî û wî kesî, her kesek nasnava wî ev be, yanî reftarên wî weke yên rêjîm be? Xelk dikare cudahiyê nas bike, Ereb nikarin cudahiyê bikin, xelkê me yê Sûriyê nikarin cudahiyê bikin weke opozîsyona Sûriyê ya li derve, li ba wan tenê tu ji malbata Esed be, wê êrîşî te bikin, bi hezarên caran min ji wan re gotiye, gelek kes ji malbata Esed hene tu sûdek ji rêjîmê wernegirtine, gelek kes ji malbata Esed hene hatine çewsandin, gelek kes ji malbata Esed hene ne di deshelatê de ne, tu nikarî malbatekê bi temamî kom bikî û bibêjî ew hemû berpirsyar in.

Te carekê gotibû ku Beşar Esed dixwaze ji bo demokratîkbûna Sûriyê hinek reforman bike, lê Mihemed Mexluf û Ramîl Mexlûf rê li ber Esed girtin. Tu hêj di wê baweriyê de yî?

Bi nerîna min ya şexsî, destpêka hatina Beşar xortekî genc bû, temenê serok Beşar Esed 34 sal bûn, bê guman xwest guhertinek çê bike, xwest veguhestineke demokratîk pêk bîne, lê tu dizanî bi weraset deshelatê wergirt, ew ne di deshelatê de bû, dema ku pismamê min Basil rehema xwedê lê be di sala 1994an de mir, Beşar hat û apê min di sala 2000ê de mir, tenê 6 sal li pêş wî hebû ku were perwerdekirin ji bo ku erkê xwe yê nû werbgire. Naçar ma pişta xwe bi wan kesan ve girê bide ku di dema bavê wî de hebûn, pişta xwe bi hevalên birayê xwe rehema xwedê lê be girt, li ser wî zehmet bû.

Dema şoreşa Sûriyê destpê kir, dema ku xelk daketin kolalan li dijî Ramî Mexlûf û li dijî kompaniyên wî siloganan avêtin, wê demê tu kesekî li dijî Beşar sixêfan negotin, wêdemê Beşar soz da. Buseyine Şeeban derket û got, wê serok derkeve û wê ji bo xelkê derbarê guhertinê superîz be, lê Mihemed Mexlûf çû cem wî rehma xwedê lê be berî du mehan çû ber dilovaniya xwedê, Ramî Mexlûf û Hafiz  çû cem wî, nerîna wî guhertin.  Atif jî xizmê wan bû, Atif Necîb, ku zarokên Derayê ji aliyê wî ve hatin îşkencekirin û reftara wî bi wan re ne axlaqî bû, li şûna ku were muhasebkirin, ji ber ku mervên wî bûn, ew hiştin, bawerî li cem serok çê kirin, ku nabe tu vegerî eger tu li ser ya xwe vegerî wê tiştên zêdetir ji te bixwazin, wê demê karîbûn bandorê li ser wî çê bikin ku gotara xwe biguherîne. Li şûna gotarekê bide û têde gelek guhertinan rabigihîne, bi gotarekê derket hêviyên xelkê têk bir, wê demê xelk jî pê hisiyan ku guhertin tune ye, lewma tûdutîjî çê bû. Cemaeta Hafiz mexlûf daketin û li xelkê dan, weke tu dizanî mesele mezin bû heta gihişte roja îro.

Tu paşeroja Sûriyê çawa dibînî û bi te sistema herî baş ji bo Sûriyê çi ye?

Belê, bi baweriya min ya şexsî divê destûrekî nû li Sûriyê hebe, destûrekî şaristanî be, di nav de mafê hemû welatiyan parastî be, divê hemû welatî di bin siya yasayê de weke hev bin, divê jin û zilam, mesîhî û musliman , pêkhateyên din, Ereb û Kurd weke hev bin, divê hemû pêkhateyên Sûriyê weke hev bin, ji xeyinî vê yekê wê ti çareseriyek çê nebe, piştî 10 salan welatê me wêran bû, xelkê Sûriyê wêran bûn, gelek kesên derve jî hatin nav Sûriyê, hîn jî tu dibînî gotara rêjîmê weke xwe ye û nehatiye guhertin û bi heman awayî jî opozîsyona Sûriyê weke xwe ye ku daxwaza çûna wî dikin, komîteya Destûr jî me ti karekî wê ne dît, tu tiştekî îlan nekirine, bi baweriya min eger bi projeyekê dernevkin, wê şikistê bînin û emê nikaribin gavekê pêşde bibin, ew hîn jî li ser heman mejî ne, ku divê serok ji flan olî be, ti pêwendiyeke vê bi demokrasiyê ve tune ye, ku ti biryarê bide ola serok çi be, gel bi xwe biryarê dide, hilbijartinên azad hene û gel bi xwe biryarê dide kî bibe serok. Madam welatiyekî Sûrî ye, mafê wî ye xwe hilbijêre û xelk dengê xwe bidin wî, Mesîhî be, Kurd be, şerkes, yan Ermen be, madam welatiyekî Sûrî ye û niştîmanperwer be mafê wî ye bibe serokomarê Sûriyê.

Divê cihê Kurdan li Sûriyê çi be?

Bê guman ev tişt şaş e, dema ku bavê min li Sûriyê bû alîkariya birayên me yên Kurd dikir, gelek Kurd ji Tirkiyê jî hatin û pêşwaziya wan kir û li Sûriyê jiyana xwe derbas dikirin, gelek ji wan di nav artêşê de hebûn, fermandarekî Kurd di Seraya El Dîfai bi navî Şêrgo Alosî hebû, kesên rêzdar bûn, lê piştre heqe bi te re ye, birayên Kurd hatin piştguhxistin û bi awayekî ne xwezayî mûamele bi wan re hate kirin, ev şaşiyeke mezin e, ew beşekî girîng û pêwîst yê gelê Sûriyê ne, nabe opozîsyona Sûriyê li derve kom bibin û birayên me yên Kurd nebin, hin kesan dişînin lê ew nûnerayetiya Kurdên li ser erdê nakin, hin kes di nav opozîsyonê de hene qaşo nûnerayetiya Kurdan dikin, lê nûnerayetiyê nakin, yê ku li ser erdê ne û hêz bi wan re ye nayên vexwendin, hin dibêjin ji bo razîkirina Tirkan e, gelo em dixwazin Tirkiyê, yan Iranê razî bikin yan jî Sûriya siberojê ava bikin ku hemû pêkhateyên Sûriyê bi hev re siberoja xwe diyar bikin û biryarê li ser siberoja xwe bidin, li ser baştirîn destûr lihev bikin ku çawa karibin bi hev re bijîn ku di bin siya yasayê de weke hev bijîn, nabe tu bêje ev welatî ji yê din kêmtir e, eger ti wiha got, wê hêzên herêmî û navdewletî destêwerdanê bikin û kesên ku bêne çewsandin wê li dijî te bikar bînin, li Tirkiyê binêr e çawa birayên me yên Sûrî li dijî rêjîmê bikar anîn.

Projeyeke aliyên Kuran hene, dibêjin ku em dixwazin li Sûriyê federasyon hebe, hûn vê yekê çawa dibînin?

Mijarê federalîzmê jî, federalîzim li navçeya me weke parçekirin lê diner in, lê berovajî vê yekê, girîngtirîn welatên cîhanê Amerîka-Rûsya-Almanya-Siwîsra welatên federalî ne, ev ne şaş e eger bi rêyeke rast were bicîkirin, ez nabînim şaş e, divabû ji zûda bihate kirin, îro ew pir girîng e, ji ber ku tu dizanî hêzên Amerîkî li Sûriyê hene, Hêzên Rûsî, Hêzên Iranê û Hêzên Tirkî li Sûriyê hene, eger me karîbû hemû pêkhateyên Sûriyê kom bikin û destûrekî şaristanî binivîsin û têde feralîzim were pêşkêşkirin, ez bawer im ti pirsgirêka kesekî li Sûriyê bi vê sîstemê re tune ye, wê xelk zêdetir hest bi rihetiyê bikin û wê dewleteke şaristanî be, ji bo ku piştî 5-10-15-25 salan heman pirsgirêk dûbare nebin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şereke mezin li dijî DAIŞê kirin û niha rêveberiya hinek herêman dike û wê yekê çawa dibînî?

Bi nerîna min, birayê Kurd bi dijwarî şerê DAIŞê kirin û me dît bi jin û zilamên xwe bi dijwarî şerê DAIŞê kirin û bi îtîrafa generalên Rojava ku çawa di şer de qehreman bû û bi serketin di gelek sengeran de li dijî DAIŞê û grûpên din jî şer kirin, gelek caran jî HSDê destê xwe dirêjî rêjîmê kir, rêjîm bi giştî red dikir, rêjîm dixwaze birayên Kurd vegerin weke berê, lê ev ne lojîkî ye, hemû alî berê xwe didin birayên Kurd, mebesta min hemû welatan. Divabû rêjîm yekem alî ba, ji birayên kurd têgihiştiba û îtîraf bike ku di şerê li dijî dujiminê gelê Sûriyê de alîkar bûn ku ew jî DAIŞ e ku dixwest me hezar salî paşde vegerîne, me dît ku DAIŞ tawanan li Sûriyê kir. HSDê hevpeymanekî girîng e ku dikarîbû di rûyê van Îslamiyên radîkal de bi hemû rengên wan raweste.

Ti peywendiyên te ligel Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) heye?

Nexêr, na Nexêr, qet.

Tu dibejî divê hikûmeta Sûriyê ligel HSDê bikeve dîyalogê, ji ber ku şerê DAIŞê kir û herêm parast?

Bê guman, bê guman. Bê guman ev tiştekî girîng e, ji bo Sûrya siberojê girîng e, ji ber ku weke em dibînin, eger ti wan qebul nekî, tê ti sedemkî nebîne ku li kêleka te rawest in, ew destê xwe dirêjî te dikin û divê tu jî bersiva wan bide û çawa karibin di gelek waran  de bi hev re kar bikin, ne tenê di şerê DAIŞê de di pirsa Tirkiyê de, li idlibê ku bûye pêgeha hemû cîhadiyan, bi dehan hezaran cîhadî ji Libban, Şam û Dêrazorê anîn wê derê li idlibê bicî kirin.

Tu hebûna Tirkiye û Îranê li Sûriyê çawa dibînî?

Hebûna Tirkiyê dagîrkirin e, dagîrkirineke rasteqîne ye, ew derbasî gelek navçeyan bû, xelkê kuştin û ya bi nave Artêşa Azad bikar anîn, Artêşa Azad navekî bê wata ye, ji ber ku ew grûpên Îslamî yên radîkal in, heta wezîrê dadê yê Amerîka Alîkolder yê îdareya Omaba got, piraniya endamên Artêşa Azad hilgirê aydylojya Qaîdê ne, we dît û xelk jî dîtin, dema derbasî Efrînê bûn çi kirin, xelkê kuştin û ji wê xirabtir  tune ye,ew dagîrkarî ye. Hebûna Îraniyan jî li Sûriyê nayê qebulkiirn, Îranî berî derbasbûna Tirkiyê bi gelek salan, Sûriyê û Libnanê bikar tanîn ji bo stratîjiya xwe, ji bo xwe bigihînin deryaya navîn. Iraq jî bikar anîn. Ev ziyanê gihande Sûriyê, me derbasî hemû pirsgirêkan kirin, heta ku derbarê programa xwe ya etomî rêkeftinek îmze kir, lê kirîza Sûriyê û hatina van hemû hêzan, hêzên rojava ji bo dorpêçkirina Iranê ye, her dema ku balafira Îsraîlî radibe li navendên grûpên Îranî dide, çi berjewendiya Sûriyê bi vê yekê heye, Iranî ev hemû milîsên xwe anî, tenê 2 hezar ji wan hatin kuştin, lê heta berî 5 salan 450 hezar kuştiyên me hebûn, milyonek birîndar jî hebûn, nabe em weke kaxezekê ji aliyê xelkê ve bêne bikaranîn.

Di vê rewşa niha de çarenivîsa Efrîn û Serê Kaniyê çawa dibînî? Dibe ku weke tişta li Îskenderûnê bûye li wan herdu bajaran jî bibe?

Na nexêr, em red dikin ev dagîrkarî ye û divê şerê dagîrkariyê bê kirin û ji hemû axa Sûriyê  bê derkirin, ji dema ku li Sûriyê em di dibistanan de bûn em fêr bûne ku heta Lîwa Îskenderon axa Sûriyê ye, em hertim dibêjin di navbera dagîrkarek û yê din cudahî tune ye.Îjar Colan yan Lîwa îskenderon be, Lîwa îskenderun bi gelekî jî ji Colan mestire û divê em hemû xaka xwe vegerîn in. Divê hişyariyek li cem xelkê me yê Sûriyê hebe ku êdî em ne girêdayî aliyên din bin, beşek girêdayî Iranê bin, beşek girêdayî Tirkiyê bin.

Divê em niştîmanperwer bin, ji hev hez bikin, li kêleka hev rawest in û bi hev re siberojekê ava bikin, ku Sûriyeke yekgirtî û bihêz bibînin, Sûryek be ku dujimnan red bike, Tirkiyê yan Iran nayên ji bo alîkariya me bakin, her aliyek ji wan li pey berjewendiya xwe digire, Tirkiyê bikaribe hîn jî axa Sûriyê ji xwe re bibe, wê bibêje çima na? We dît di salên borî de Tirkiyê çû Lîbya  û niha li deryaya navîn pirsgirêka wan ligel Yewnan ligel Fransa ligel çend welatan heye, niha jî derbasî nava nakokiyên di navbera Azerbayican û Ermensiatanê de bûye, hewl dide hementa xwe ya deshelata xwe Osmanî vegerîne, Iran jî ji wan welatan e bi rêya Iraq, Sûriyê û Libnanê dixwaze xwe bigihîne deryaya navîn û hêza wê li navçeyê hebe, mixabin ti projeyeke me tune ye, çi kesek me bibe û bîne û em jî li pey vê xelkê diçin, di navbera xwe de em li ser bingehên tayifî û nejadî şer dikin û em dihêlin her kes berjewendiya xwe pêk bîne em jî li hemû welatan perîşan bûne, milyonek û nîv li Libnanê penaber in, 750 hezar li Urdinê, 3 milyon li Tirkiyê û milyonek jî li Almanyayê, 7 milyon koçber jî di nav Sûriyê de hene, divê em şer rawestînin û berjewendiya welatê xwe bizanbin. Em hemû bi hev re.

Tu texmîn dikî ku guhertineke bingehîn di sala 2021ab de li Sûriyê çêbibe?

Divabû ev guhertin sala derbasbûyê bihata kirin, divabû komîteya destûrê karê xwe bidawî anîba, hikûmeteke niştîmanî pêk bihata, etmosferek bihata çêkirin jib o hilbijartinên serkayetiyê, lê tu dizanî kirîza Corona her tiştî li paş xist, rêkeftinek di navbera herdu serokan Putîn û Trump de hebû, hewl da li ser vê kar bikin, lê niha ligel serok Biden,ez bawerim ew ê gelekî tund be derbarê veguhestina li Sûriyê, lê tişta metirsîdar ew e, rêkeftin di navbera Biden û Rûsya de tune ye, weke ku di navbera Trump û Putîn de hebû, ev dihêle gelek pirsgirêk derkevin, lê hêvî hene ku  xêr be înşala karê Komîteya Destûrê bidawî were û em destûrekî şaristanî amade bikin , ne li gor pîvanê dewletê yan opozîsyonê be.

Tu qebûl dikî ku Kurdistan heye û beşek ji wê li Sûriyê ye?

Tişta ez pê bawerim û hemû xelk jî, birayên me yên Kurd di dîrokê de li van navçeyan hene ku ji wan navçeyan re digotin Kurdistan yanî erdê Kurdan, ne dewlet bû, Erdê Kurdan bû, beşek jê li Iran, beşek li Tirkiyê û beşek li Sûriyê û Iraqê ye. Ew li wir hebûn û hene, lê bi baweriya min weke min berê jî got, dive birayên me yên Kurd li Sûriyê di nav welatê Sûriyê de bin.   Sûriyê federalî be ne şaş e, ew weke her welatiyekî Sûriyê bin, hemû mafê welatîbûnê bidest bixin, ola wan çi be, neteweya wan jî çi be bila bibe, ji xeyinî vê, wê bi salên dûr û dirêj şer berdewam bike, piraniya birayên me yên Kurd li Tirkiyê dijîn, 20 milyon Kurd li Tirkiyê dijîn.

Wek prensîn qebûl dikî Kurdistan heye û hate perçekirin?

Piştî Sayiks Bîko rêkeftin çê bû, weke tu dizanî, li Sîver û Lozanê çê bû ku piştre hilweşandin, weke min got wê zehmet be, zehmete dewletek çê bibe û ligel hemû cîranên xwe di şer de be, ligel Tirkan, ligel Iraniyan ligel Sûriyê û iraqê wê ev bibe sedema derketina pirsgirêkan bo dema 100 salên bê jî wê şer berdewam be. Weke min got, birayên Kurd, Ereb, Ermen û Şerkes bi hezarên salan bi hev re jiyan, divê welatiyên Kurd yên li Tirkiyê mafê wan weke welatiyên Tirkiyê be, bi heman awayî li Sûriyê, li Iraq û Iranê,bi nerîna min avakirina dewleta Kurdistanê bi tena xwe, raste gelek kes li Rojava bawerin gelekî girînge ji bo rê li ber berfirehbûna Tirkiyê û Iranê bigrin,temayên Osman û Farisî û yên din,  lê nerînek din jî heye ku dibêje wê ev bibe sedema derketina nakokiyan û heta 100 salan jî dirêj bike, ji ber ku eger pirsgirêkek di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hebe, yan Iran û Tirkiyê wê hemû li dijî Kurdan lihev bikin û ez jî hêvî nakin ti kesek ziyanê bibîne, divê hemû weke bira bi hev re bijîn, divê em li rêya baş bigerin ku welatên navçeyê bi aştiyê bijîn. Ev bû ku behsa Rojhilata Navîn ya Nû dikirin, Rojhilata Navîn ya Nû wê ne weke Sayiks Bîko be ku navçeyê perçe kirin, lê wê xelkê wê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin.

Careke apê te Cemil Esed li Parîsê ji kesayetê Kurd Ebdurahman Durre re gotibû eslê me Kurd e, û em ji Bakurê Kurdistanê hatine. Te qet tiştek bi vî rengî bihîstiye eslê we Kurd be?

Na welah birayê hêja malbata Esed ji eşîreta Kelbiyê ne, ew girêdayî emîr Dehya Kelbî ne ku mezara wî li Şamê ye û ew eşîreke erebî ya mezin in, lê ev zanyarî li cem min tune bû, tu dizanî xelk ji hev dizewicin, gelek malbat li Şam û Helebê hene nabêjin em Kurd in lê eslê wan Kurd e, gelek malbat hene ji navên wan tu dizanî ew Kurd in, ev gel hemû bi hezarên salan bi hev re jiyan e, ji hev zewcî ne, dibe ku malbata Esed û Kurd ji hev zewicî bin, ew li heman navçeyê dijîn, li heman navçeyê.

Tu bêriya Şamê dike û dixwazî vegerî Şamê?

Bê guman, bê guman birayê hêja, hêviya bavê min ew bû dema em zarok bûn digot divê hun vegerin welatê xwe û hun alîkariya miletê xwe bikin, merovên me li Sûriyê hene, birayekî min li Sûriyê dijî ev 20 sal in me hev nedîtiye, kurê birayê min sala borî hate vir,berê min ew neas nedikir û temenê wî 21 sal bû û min zarokên xuşika xwe ne dîtine, cihê xembariyê ye, ji ber vê yekê ez  dibêjin divê em kar bikin û gelê Sûriyê bi hev re kar bikin û siberoja xwe ava bikin û penaber û koçber vegerin. Înşala em ê vegerin welatê xwe û Sûrya siberojê ava bikin.