RÛDAW TAYBET - Dîplomatê Rûs li ser bikaranîna çekên atomî axivî
Dîplomat û profesorê Zanîngeha Moskowê ragihand ku Rûsya plan nake di şerê li Ukraynayê de çekên atomî bi kar bîne.
Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî bi dîplomat û mamosteyê Zanîngeha Moskowê Dmirtiy Danilov re derbarê pêşhatên dawî yên şerê navbera Rûsya û Ukraynayê hevpeyvîneke kurt kir.
Dmirtiy Danilov diyar kir ku Rûsya pilan nake di şerê xwe yê li Ukraynayê de çekên atomî bi kar bîne.
Danilov her wiha îdia kir ku welatên Rojava û NATO aştiyê naxwazin û armanc dikin ku Rûsyayê di şerê li Ukraynayê de bişkînin.
Derbarê helwesta Tirkyeyê jî Dmirtiy Danilov got ku Tirkiye siyaseta parastina berjewendiyên xwe dike lê di warê stratejîk de ew beşek ji siyaseta NATOyê ye.
Ev jî pirs û bersivên hevpeyvînê ne:
Kamîz Şeddadî: Rûsya ji bo bikaranîna çekên atomî çi qasî nêzîk e?
Dmirtiy Danilov: Rûsya bi rastî jî wekî ku gelek alî jî dibêjin, rêbenda egera bikaranîna çeka nukleerî kêmtir kir.
Lê ev nayê wê wateyê ku Rûsya êdî plana bikaranîna wan çekan dike. Loma jî bi nêrîna min, Rûsya ne nêzîk e ji bo bikaranîna çeka nukleerî.
Mesele ew e ku em hin guherînên girîng di plandanîna xwe de pêk tînin.
Mebesta van guharînan jî ew e ku em bandorê li ser hevrikên me yên li Rojava û NATOyê bikin da ku ew hîn zêdetir fêm bikin û têbigihêjin ku rîsk ji bo wan mezintir bûne.
Eger ew hesaba mezinbûna rîskên li hemberî xwe bikin, hingê dê amadebûna Rûsyayê jî ji bo bikaranîna çeka nukleerî, wekî we pirsî, dê ne zêde be.
Kamîz Şeddadî: Ji bo kêmkirina rageşiya navbeyna Rûsya û NATOyê çi pêwîst e bê kirin?
Dmirtiy Danilov: Pirseke zehmet e. Ji ber ku em nabînin ku aliyê me yê dijber ê li Rojavayê amade be ji bo gotûbêjkirina “Guhartoya B”yê.
Ji bo wan tenê guhorteke heye, ew jî “Guhortoya A”yê ye an ku şikestina Rûsyayê li meydana şer a li Ukraynayê ye.
Di reşweke wiha de, eşkere ye ku ti rêyeke din a Rûsyayê jî nemîne û palndanîna me jî di vê çarçoveyê de tê kirin.
Loma jî divê em armancên xwe yên ku di çarçoveya Operasyona Taybet a Leşkerî de hatine destnîşankirin, bicih bikin. Eve yek.
Ya duyem jî gengaziya guhertoyên din in. Ewên ku vê gavê li Rojavayê wekî Plana Çareseriya Aştiyane tê reklamkirin.
Eşkere ye ku ev plan bi mercên Ukraynayê pêk nayên, jixwe me li ser vê yekê helwesta xwe eşkere kiriye.
Mercên Rûsyayê jî hatine eşkerekirin û ji bo me, di vê rewşê de, garantiya herî sereke ew e ku daketina aloziya şer û çareserkirina konflîktê ya li Ukraynayê dê rê li ber wê yeke venake ku di dahatuyê de Rojava hêz û potensiyala xwe ya leşkerî li Ukraynaya dahatû bicih bike.
Geşedana rewşê, em di çarçoveya van her du guhertoyan de dibînin û pêşbînî dikin.
Lê rewş di paratîkê de çawa geşe bide, ew jî dê siyaseta Rûsyayê ya li hemberî Rojava û NATOyê diyar bike.
Kamîz Şeddadî: Tirkiye wekî endama NATOyê ku pêwendiyên wê bi Rûsyayê re baş in, ji bo daxistina aloziyên di navbera Rûsya û NATOyê de dikare çi bike?
Dmirtiy Danilov: Ez nikarim bêjim ku pêwendiya her du aliyan baştir e. Rûsya çendîn car eşkere kiriye ku em pêwendiyên xwe bi hemû welatan re li gorî helwesta lîderên wan pêşve dibin, yên ku berjewendiyên welatê xwe diparêzin.
Di vir de ya girîng ew e ku berjewendiyên hemû aliyan nêzîkî berjewendiyên Rûsyayê ne, û hin caran jî heta mîna hev in.
Bi ya min, Tirkiye bi awayekî eşkere nîşan daye ku ew xwedî wê şiyanê ye ku berjewendiyên xwe biparêze.
Di serî de jî Tirkiye dixwaze di çarçoveya NATOyê de, wekî di nava rêxistineke kolektîv de, parastina berjewendiyên xwe yên ewlehiyê dabîn bike.
Lê ez ne di wê hizrê de me ku Tirkiye mixalifê NATOyê ye. Di warê strajîk de Tirkiye beşek ji siyaseta NATOyê ye û em vê yekê baş têdigihêjin.
Jixwe giringiya dewletên wiha jî tê de ye. Ji ber ku bi rêya wan serarastkirina siyaseta NATOyê heta radeyekî pêkan dibe.