Ian McCary: Pêşmerge di paşeroja Îraqê de pir girîng e

17 demjimêr berê
Diyar Kurde
Ian McCary pirsên Diyar Kurde bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ian McCary pirsên Diyar Kurde bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Koalîsyon Ian McCary Pêşmerge DAIŞ Îraq Sûriye
A+ A-

Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) Ian McCary got, “Em di wê baweriyê de ne ku rola Pêşmergeyan di aramkirina paşeroja Îraqê de pir girîng e.”

Ian McCary amaje pê kir ku Koalîsyonê di şikandina DAIŞê de roleke girîng gerandiye û da zanîn, “Me bi milyonan mirovên ku di bin desthilata DAIŞê de êş û azar dikişandin rizgar kirin.”

Nûnerê Taybet ê Koalîsyonê li ser vekişîna ji Sûriye û Îraqê anî zimên, “Em ji vê herêmê venakişin, em bala xwe jî ji ser herêmê ranakin.”

Ian McCary destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên bi Pêşmergeyan re kevn û li pey çû:

“Têkiliyên me hene û em dê hevahengiya li gel Pêşmergeyan bidomînin. Wekî tu jî dizanî, hevkarî û hevahengiya me li gel wan [Pêşmerge] vedigere berî dehan salan.”

Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) Ian McCary pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin:

Rûdaw: Gelekî spas, birêz nûnerê taybet ku tu mêvanê Rûdawê yî.

Ian McCary: Gelekî spas.

Rûdaw: Tu dikarî ji me re bibêjî, we di çend saetên borî de, di civîna wezîran de, çi gotûbêj kir?

Ian McCary: Bê guman. Ev civînek e ku em her sal bi Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) re dikin. Di Koalîsyonê de 87 endamên me hene û em her sal li ser asta wezîran dicivin. Ji bo ku em bipêşveçûn û xalên xwe yên li pêş binirxînin, her wisa awayê hevahengiya bi hev re gotûbêj bikin, ji bo ku em şerê gefa DAIŞê ku hîn didome, bikin. Ev civîneke girîng e çimkî 10 sal di ser pêkanîna Koalîsyonê re ku di 2014an de dest pê kir, derbas dibin.

Wekî ku tu dizanî wê çaxê wê koma terorîst (Rêxistina DAIŞê) Mûsil xist bin kontrola xwe û paşê yek ji sisêyê Îraq û Sûriyeyê jî kontrol kir. Di heyama 10 salên borî de, serkeftineke mezin û darîçav di rûbirûbûna DAIŞê de hebû.

Me hemû herêmên Îraq û Sûriyeyê yên ku di bin kontrola wan de bûn dîsa kontrol kirin. Me bi milyonan mirovên ku di bin desthilata DAIŞê de êş û azar dikişandin rizgar kirin. Me binesaziya wê rêxistinê hilweşand û her wiha me karîbû hejmarekê ji wan sûcdaran rûbirûyî berpirsiyariyê bikin.

Loma jî di heyamê salên borî de, me gelek serkeftin bi dest xistin lê hê gelek karên me heye ku em bikin.

“Em dilgiran in DAIŞ dubare peyda bibe”

Rûdaw: Her wekî te behsa wê raguhastina ku ji du qonaxan pêk tê kir, tu çi qasî piştrast î ku DAIŞ li Îraq û Sûriyeyê dîsa peyda nabe?

Ian McCary: Hîn jî çavê me bi baldarî li ser wê gefa DAIŞê ye ku li herêmên Îraq û Sûriyeyê heye. Baweriyeke me ya mezin bi şiyana hêzên ewlehiyê yên Îraqê heye ku di 10 salên borî de, bi rêya hevahengiya me, bi awayekî bêhempa bi pêş ve çûne.

Her çi qasî bi awayekî pir xerab ziyan li wan ketibe jî dilgiraniya me ji egera dubare peydabûna DAIŞê hîn jî heye. Ger em ne miqate bin û bala me ne li ser be, dibe ku DAIŞ li Sûriyeyê ji nû ve derkeve holê.

Loma wezîrên ku îro civiyan li hev kirin ku bi baldarî haydarî gefa DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê bin. Her wisa hevnêrîn bûn li ser berdewamiya karkirina bi awayekî pir nêzîk bi hevkarên me yên li Îraqê re.

Tişta ku em li Îraqê dikin, em dê bi xurtî di hevahengiya dijeterorê ya Îraqê de bi hikûmetê re berdewam bin.

Her wisa em dê çarçoveya vê hevahengiyê li gorî bipêşveçûna xwe û zêdebûna şiyana hêzên ewlehiyê yên Îraqê biguherin lê em ê zextên xwe yên li ser DAIŞ û pêkhateyên wê ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hene bidomînin ji bo ku em piştrast bibin ku ne li wir ne jî li Îraqê careke din peyda nabin.

“Em ji vê herêmê venakişin”

Rûdaw: Li gorî çend raporên medyayî li deverê, hîn jî nêzîkî 2500 endamên DAIŞê li deverê bi serbestî digerin. Ji aliyekî din ve jî 29 hezar çekdarên DAIŞê li girtîgehên bakurrojhilatê Sûriyeyê ne û nêzîkî 43 hezar endamên malbatên wan çekdaran li wir in. Gava em qala vê guherînê dikin an bidawîanîna li erkê hevpeymaniyê, bi dîtina te, hîn ne pir zû ye ji bo vê raguzer û qonaxê? Çimkî hîn jî gef li herêmê heye û endamên DAIŞê jî di girtîgehan de ne.

Ian McCary: Gelekî spas ji bo vê pirsê. Ez bi rastî dixwazim vê yekê tekez bikim. Em ji vê herêmê venakişin, em bala xwe jî ji ser herêmê ranakin. Mijara DAIŞiyên ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine girtin hîn jî ji bo me pêşînkarek e û em ê jî li qada navneteweyî karkirina xwe bi hemû hevkarên xwe re berdewam bikin ji bo ku em piştrast bin ku ew çekdarên girtî li cihekî ewle bên hiştin heta ku bên darizandin.

Hewldana me ya herî girîng li wir ew e ku em zêdetirîn çekdaran ji bakurrojhilatê Sûriyeyê derxin derve û bişînin cihên ku ji wan hatine. Îcar ger ji Ewropa, Asyaya Navîn, Afrîka yan welatên din ên Rojhilata Navîn hatibin. Em dixwazin ku ew li welatên xwe bên vegerandin û em niha mijûlî vê pêvajoyê ne.

Her wiha, têkildarî penaberên ku li Kampa Holê ne, gelek Îraqiyên ku bi salan bû li wir asê mabûn, li ber vegerê ne. Ew vêga dikin vegerin welatê xwe. Hejmareke hindik a penaberên welatên din jî hene ku vedigerin, Asyaya Navîn û welatên din jî di nav de.

Ew jî niha dikin vegerin cih û warê xwe û dest bi jiyaneke nû bikin. Cihê xebînetê ye ku gelek kesên li Kampa Holê tifal in û wan ji wir zêdetir cihekî din nedîtiye. Ew di şert û mercên herî xirab de mezin dibin. Ya herî baş ku em dikarin bikin ew e ku em wan vegerînin û jiyaneke nû bidin wan.

“Em dê hevahengiya li gel Pêşmergeyan bidomînin”

Rûdaw: Tu dikarî dabaşa cureyê têkiliyên we yên li gel Pêşmergeyan di vê raguzeriyê de bikî çimkî em dizanin ku hûn vêga ligel hikûmeta Îraqê li ser têkiliyên ewlehiyê yên siberojê di gotûbêjê de ne, gelo xwezaya têkiliyên we li gel Pêşmergeyan dê çawa be?    

Ian McCary: Têkiliyên me hene û em dê hevahengiya li gel Pêşmergeyan bidomînin. Wekî tu jî dizanî, hevkarî û hevahengiya me li gel wan [Pêşmerge] vedigere berî dehan salan.

Hevdem li gel hikûmeta Îraqê, em dê karkirina li gel Pêşmergeyan jî berdewam bikin çimkî em di wê baweriyê de ne ku rola Pêşmergeyan di aramkirina paşeroja Îraqê de pir girîng e.

Rûdaw: Pirsa dawî. Li Îraqê peywendiyên we bi Hikûmeta Îraqê re hene lê li Sûriyeyê ti pêwendiya we bi hikûmetê re nîne. Naxwe, hûn dê piştî Îlona 2026an erêa xwe çawa birêk bixin?

Ian McCary: Em dê karkirina xwe li gel hevkarên xwe yên li herêmê û li qada navneteweyî jî bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku tekane rêya ji bo paşeroja Sûriyeyê bi gihîştina çareseriyeke siyasî ve girêdayî ye, li ser bingeha xal û hêlên giştî yên ku di peymannameya hejmar 2254ê  ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih girtine.

Hemû hewldanên me yên dîplomatîk di vî warî de ne, vêga jî em dê pêkanîna hemî operasyonên mirovî û leşkerî yên pêwîst ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê berdewam bikin.

Rûdaw: Gelekî spas, birêz nûnerê taybet.

Ian McCary: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst