Şandeyeke Parlamentoya Katalonyayê çû Rojavayê Kurdistanê û li gel berpirsên wê parçeya Kurdistanê civiya.
Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg got ku ji bo çareserkirina nakokiyan û aştiyeke mayînde ji bo paşeroja Sûriyeyê, pêwîst e gelê Kurd di her maseyeke çareserkirina van hevrikiyan de hebe.
Ruben Wagensberg di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê, civîna bi berpirsan re, rewşa kampan û paşeroja Sûriyeyê kir.
Wagensberg da zanîn ku di civîna xwe ya li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê de, wan ji Mezlûm Ebdî re gotiye:
“Girîng e ew li Şamê bimînin û li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê danûstandin û diyalogê bikin. Her wiha divê em ji Katalonyayê jî her piştgiriyekê pêşkêş bikin.”
Parlamenterê Katalonyayî rewşa kampên li Rojavayê Kurdistanê wekî "gelekî dijwar" bi nav kir û got:
"Ti alîkariyeke wan a navneteweyî nîne. Rêxistinên navneteweyî li wir kar nakin".
Parlamenterê Katalonyayê got jî, “Divê em ji rêxistinên navneteweyî re bibêjin divê biçin wê derê, wekî welatên din.
Her wiha, eger niha kesek bixwaze alîkariya xelkê Rojavayê bike, tenê yek vebijêrka wan heye. Ew jî di vê gavê de Heyva Sor e".
Naveroka hevpeyvînê:
Rûdaw: Birêz Ruben, silav û ev dema te xweş be. Gelekî kêfxweş im ku vê gotûbêjê li gel cenabê te dikim û spas ji bo vê derfetê. Ez dizanim tenduristiya te ne zêde baş e lê spas ku te ev derfet da me. Hûn wekî şandeyekê çar rojan li Rojavayê Kurdistanê bûn. Ez dixwazim tu armanca serdana we ya Rojavayê Kurdistanê zelal bikî û bizanim armanca we çi bû.
Ruben: Gelekî spas. Silav, êvara we baş. Gelekî spas ji bo vê derfetê ku we ez vexwendim bernameya xwe. Me serdana Rojava kir, wekî carên berê, ji bo ku em rewşa koçberên navxweyî ji nêz ve bibînin. Serdana me ya li Rojava bi awayekî sereke ji bo ronîkirina rewşa koçberên devera Şêxwa bû ku berê rûniştvanên Efrînê bûn û niha li Reqa û Tebqayê hatine bicihkirin.
Ango serdan bi awayekî sereke taybet bû bi karê rojnamegerî û siyasî û komek rojnamegeran li gel me bûn. Di encamê de, me hinek nûçe û rapor gihandin Ewropayê û me bal kişand ser dijwariya rewşa mirovî ku ev xelk pê re rû bi rû ne.
Her wiha derfet ji me re çêbû ku em bizanin pêdiviyên wan ên paşerojê çi ne. Her wiha ew alîkariyên navneteweyî yên ku niha digihên wan sînordar in. Em çar rojan li wê derê bûn. Me piraniya dema xwe ji bo vê mijarê veqetandibû.
Rûdaw: Baş e birêz Ruben, ka em behsa civînan bikin. We gelek civîn li wê derê li dar xistin li gel berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk û bi taybetî li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî. Tu dikarî ji me re qala naveroka wê civînê bikî? We behsa çi kir?
Ruben: Belê, her wiha derfet ji me re çêbû ku em di çend civînan de biaxivin, wekî nimûne li gel hevserokan. Her wiha li gel şaredarê Reqayê ku behsa rewşa niha ya bajarê xwe û koçberiya nû kir. Her wiha, bê guman me behsa pirsên siyasî û rewşa nû ya Sûriyeyê kir. Her wiha me karî hevdîtinê li gel General Mezlûm bikin. Me karî çend pirsan gengeşe bikin. Bo nimûne, îhtîmala dagirkeriyeke nû ya Tirkiyeyê, bo nimûne li bajarê Kobaniyê, her wiha me behsa îhtîmala pêleke nû ya koçberiyê kir ku eger ev nakokî berfireh bibe.
Civînên gelekî baş bûn, ne tenê li gel Mezlûm lê li gel wan hemû kesan ji bo têgihiştineke baştir li ser rewşa nû ya niha ya bakurrojhilatê Sûriyeyê û rewşa nû ya Sûriyeyê. Her wiha me ew yek jî gotûbêj kir ka paşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê dê çi be.
Rûdaw: Baş e, birêz Ruben, di wê civînê de we çi ji Mezlûm Ebdî re got? Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî çi ji we re got? Bi taybetî gelo tirsa wî hebû? Bila em bêjin ji nemana îdareya serbixwe li Rojavayê Kurdistanê. Wî behsa vê metirsiyê ji we re kir?
Ruben: Pêşî, me guh da General Mezlûm û siyasetvanên din, ji ber ku em dixwazin baştir ji rewşê fêm bikin lê her wiha em li Katalonyayê dibêjin ku hemû piştgirî ji bo her rêveberiyeke Kurdî li Sûriyeya niha ji bo me girîng e, ji ber ku her ji salên gelek berê ve, em têdigihên ku Rêveberiya Xweser û HSDê pêkhateyan diparêzin, her wiha pêkhateya Kurd diparêzin.
Wan di mafan de pêşketin bi dest xistine, bo nimûne di warê mafên jinan de. Em nizanin niha li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê çi dê biqewime lê em têdigihên ku her çareserkirineke nakokiyê û her aştiyeke ji bo paşeroja Sûriyeyê pêwîstiyaw wê bi wê yekê heye ku gelê Kurd di her maseyeke çareserkirina vê nakokiyê de hebe. Loma me ji Mezlûm re got ku girîng e ew li Şamê bimînin û gotûbêj û danûstandinê li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê bikin. Her wiha em jî ji Katalonyayê divê hemû piştgiriyeke xwe pêşkêş bikin.
Rûdaw: Baş e, bila ez careke din bi hûrbînî vê pirsê bikim: Bi taybetî Mezlûm Ebdî çi ji we re got li ser vê rewşa nû ya ku rûbirûyî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye? Çi daxwazên wî ji civaka navneteweyî hebûn?
Ruben: Bo nimûne, li Parlamentoya Katalonyayê, em di sala 2021an de wekî mijareke siyasî lê mikur hatin. Ev jî girîng e ji ber ku rêveberî niha dikare têkiliyên siyasî li gel hikûmeta Katalonyayê û rêveberiyên din dirust bike. Em dixwazin were naskirin û têkiliyan li gel welatên din ava bike, bo nimûne Herêma Kurdistana Îraqê.
Mezlûm ji me re got û me jî bersiv da ku belê girîng e ku em bikarin zextê li welatên din ên Ewropayê bikin da ku heman tiştî bikin ku me li Katalonyayê kir ku parlamento lê mikur were ku parlamento li gel Rêveberiya Xweser biaxive, wekî rêveberiyên din û em bawer dikin ku ev hemû tişt e ku em dikarin bikin. Ji bo me girîng e gelê Kurd rêveberiya xwe hebe ji bo parastina gelê xwe û em ê hewl bidin vê yekê bikin.
Rûdaw: Baş e, di civînên we de hem li gel HSDyê hem li gel aliyên din, bo nimûne li gel ENKSê jî te amaje pê kir ku we civîn kiriye, tiştê ku we dît gelo tu ti hevdengiyekê dibînî? Li gorî te, hevdengiyek ji aliyên Kurdan heye ji bo ku mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê were misogerkirin?
Ruben: Na, li gorî min li vir her kes yekîtiya gelê Kurd dixwaze. Li vir, bo nimûne li Katalonyayê rewş pir cuda ye lê pirsgirêkên me jî yên wekî yên we li Katalonyayê hebûn dema dîktatoriya Franko berî 30 - 40 salan bi dawî bû. Divabû em li gel Spanyayê danûstandinê bikin ji bo xweseriya Katalonyayê, bo nimûne li gel dibistan û zanîngehan da ku bi zimanê Katalonî bin û em siyasetekê deynin ji bo Katalonyayê ku ji siyaseta Spanî cuda be. Bo nimûne, polîsekî cuda ji Îspanyayê. Her wiha, bê guman li Katalonyayê îdeolojiyên cuda hene, hemû Katalonî ne lê îdeolojiyên cuda hene, ji çep û ji rast hene, gelekî girîng bû yekîtiyek li gel gelek aliyan were avakirin, loma li gorî min li Sûriyeyê jî heman tişt e.
Em bawer dikin ku divê ji bo yekîtiya hemû gelê Kurd kar bikin. Bê guman li gorî min hin pirs zehmet in lê her wiha derfeteke pir baş e ji bo ku ev pêvajo niha were bicihanîn, çimkî derfeteke me heye ji bo misogerkirina mafan ne tenê ji bo beşek ji Kurdan lê ji bo hemû gelê Kurd li Sûriyeyê.
Rûdaw: Birêz Ruben, ev divê wiha be lê we tê bînî kir ku ev xwestek ji aliyê her du aliyan ve heye?
Ruben: Wekî min ji te re got, me hemû dem an piraniya demê veqetand ji bo axaftina li ser koçberan û pişt re paşeroja Sûriyeyê û danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Sûriyeyê lê belê, di vê beşa duyem de her wiha me behsa pirsên girîng kir wekî wê yekê ku hemû gelê Kurd dikare werin nûnerkirin û her wiha kêmîneyên din jî ku li Rojavayê dijîn, ji ber ku li Rojava ne tenê Kurd hene, wekî hûn dizanin, Ereb hene, Asûrî hene, Tirkmen hene, ango divê ev gel yekgirtî bin ji bo danûstandina li Şamê.
Rûdaw: Bi taybetî bila ez behsa rewşa mirovî bikin. Bila ev pirsa min li ser wê yekê be ku we tê bînî kiriye û çar rojan li wir bûne û we şopandina xwe kiriye, gelo rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî giştî çawa ye? Pêwîstiya wan bi çi heye?
Ruben: Li gorî me, rewş ne zêde baş e, ji min bawer bike. Min di rabirdûyê de serdana kampên penaber û koçberan li seranserê cîhanê kiriye. Rewş li Rojavayê pir dijwar e, çimkî ti alîkariyeke wan a navneteweyî nîne. Rêxistinên navneteweyî li wir kar nakin, ango rewş ne baş e. Em tenê yek rêxistinê dibînin ku Heyva Sor e, li wir kar dike lê bo nimûne Neteweyên Yekbûyî û ACNUR û UNICEF û MSFyê li wê derê nînin, tenê Heyva Sor heye.
Loma divê em ji rêxistinên navneteweyî re bibêjin ku divê biçin wê derê, wekî welatên din. Her wiha, eger niha kesek bixwaze alîkariya xelkê Rojavayê bike, tenê yek vebijêrka wan heye. Ew jî di vê gavê de Heyva Sor e.
Rûdaw: Ew derfeta rêxistinên navneteweyî heye û dikarin biçin?
Ruben: Belê, derfeta wan heye û berpirsyariya wan jî ew e ku biçin. Ev gelekî girîng e, ji ber ku pêwîstiya bi hezaran kes bi alîkariya wan heye, pêwîstiya wan bi ACNURê heye, pêwîstiya wan bi UNICEFê heye, pêwîstiya wan bi rêxistinên mezin ên din heye, çimkî astengî niha gelekî gelekî mezin e. Ji ber ku xelkekî zêde li Şêxwa, xelkekî zêde niha li Reqayê, li Tebqayê, li dibistanan, li kampên nû, li malan, carina bê kareba ne, ava wan a germ tune ye, xwarina wan tune ye. Lewra pir girîng e ku ev rêxistin bikarin biçin Rojava.
Rûdaw: Birêz Ruben Wagensberg, Parlamenterê Katalonyayê, spasiya te dikim ku tu li gel min bûyî, gelekî spas ji bo vê derfetê. Bi hêviya saxlemiya te.
Ruben: Gelekî spas ji bo vê derfetê. Bibûre, ji ber ku ez îro ne baş im û hinekî nexweş im.
Rûdaw: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse