
Belgefîlm sedemên
vê diyardeyê dikole û balê dikişîne ser "valahiyeke ruhanî" ya di nav
civaka Êzidî de. Hinek ji wan kesên ku dînê xwe guhertiye dibêjin ku wan di nav
dînê Êzidîtiyê de ku wekî dînê girtî û bê peyam bi nav dikin, bersiva pirsên
xwe yên ruhanî bi dest nexistiye. Wan baweriya Xiristiyaniyê wekî rêyeke
hêsantir dîtiye.
Belgefîlm balê
dikişîne ser Diyasporaya Êzidiyan bi taybetî jî ya li Rûsyayê ku tê de
Êzidiyekî berê yê bi navê Maday Mihemedî bûye keşeyê Ortodoks û niha Êzidiyên
din vaftîz dike (di avê re derbas dike) û li ser destê wî dibin Xiristiyan.
Beşek ji wan kesên ku dînê xwe guhertiye diyar dikin ku qebûlkirina Xiristiyaniyê
nayê wateya devberdana ji nasname, ziman û çanda wan a Kurdî. Ew amaje bi wê
yekê dikin ku dêra Ortodoks rê dide wan ku bi zimanê xwe îbadetê bikin û metnên
dînî bixwînin.
Di axaftinên xwe de
amaje pê dikin ku serkirdayetiya dînî ya Êzidiyan (Mîr û Civata Rûhanî) di
dabînkirina pêdiviyên rûhanî yên xelkê xwe de, bi taybetî li Diyasporayê kêmxem
bûye. Hinek ji wan kesên ku bûne Xiristiyan dibêjin ku 15 sal in ti şêx û pîr neçûne
cem wan û ji wan nepirsiye bê ma çima wan dev ji dînê xwe berdaye. Ev hesta
piştguhxistinê wekî sedemeke sereke ya vê guherîna dîn tê dîtin.
Lê belê guherîna
dîn di nav civaka Êzidiyan de bûye sedema nîqaşekê. Hinek kes vê yekê wekî xiyanetê
û gaveke ber bi asîmîlasyonê ve dibînin û ditirsin ku mîrata wan a dînî û çandî
ya taybet tune bibe. Belgefîlm behsa koça dîrokî ya Êzidiyan a ber bi Rûsya û
Kafkasyayê ve ya piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û astengên parastina
nasnameya wan a li jîngeheke nû dike. Di dawiyê de Mîrê Êzidiyên Cîhanê Mîr
Hazim Beg diaxive û ji Êzidiyan dixwaze ku dev ji dînê xwe bernedin. Belgefîlm
çarenivîsa pêkhateyekê li ser rêyeke çarenivîssaz nîşan dide ku rûbirûyî pirsên
bawerî, nasname û mayîna çandî bûye.