Sala 1992yan di jiyana Xiristiyanên Herêma Kurdistanê de guherîneke mezin rû da.
Keşe Filîp Xûrî nîvê temenê xwe di jûrên
tarî yên dêran de derbas kir. Ev xebateke xwebexş û nihênî bû ji bo
rizgarkirina zimanê Suryanî.
Hikûmetên Îraqê di salên 1970 û 1980yî de li dijî
Xiristiyanên Kurdistan û Îraqê gelek zext kirin. Ji ber van zextan, zimanê
Suryanî tenê wekî zimanê nimêj û axaftina nav malan mabû.
Sala 1992yan di jiyana Xiristiyanên Herêma Kurdistanê de guherîneke
mezin rû da.
Di gera yekem a Parlamentoya Kurdistanê de Yasaya Perwerdeyê
ya Hejmara 4an hat pesendkirin. Vê yasayê maf da hemû pêkhateyan ku bi zimanê
xwe bixwînin.
Ji xwendekariya bi Erebî heta birêvebiriya dibistaneke
Suryanî
Dema ku yasaya Parlamentoya Kurdistanê ket meriyetê, Enlêl
li pola duyem a navendî bi zimanê Erebî dixwend. Wî biryar da ku here dibistaneke
bi zimanê Suryanî.
Ev karekî zehmet bû çimkî wî bi tîpên Suryanî nizanîbû. Lê
belê Enlêl îro birêvebirê dibistaneke Suryanî ye li bajarokê Sersengê yê Dihokê.
Niha 3 hezar û 700 xwendekarên Xiristiyan li parêzgehên
Hewlêr û Dihokê bi zimanê xwe dixwînin. Van xwendekaran ji baxçeyê zarokan ve
bi zimanê dayîkê dest bi xwendinê kiriye.
Li Herêma Kurdistanê 48 dibistanên bi zimanê Suryanî hene.
Di 24 dibistanan de hemû program bi zimanê Suryanî ne.
Xwendekar tenê waneyên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bi zimanên
din dixwînin. Di 24 dibistanên din de jî wêje, rêziman û ayîn bi Suryanî tên
xwendin.
Dihok navenda dibistanên Suryanî ye
Piraniya dibistanên Suryanî li parêzgeha Dihokê ne ku
hejmara wan digihîje 32yan.
Di 29an ji van dibistanan de hemû program bi zimanê Suryanî
ne. Her wiha 16 dibistan jî li Hewlêrê ne û di 2 dibistanan de xwendin bi
temamî bi Suryanî ye.
Waneyên dibistanên Suryanî heman programên Wezareta
Perwerdeyê ne ku ji bo zimanê Suryanî hatine wergerandin. Tenê waneyên ol û
zimanê Suryanî ji vê yekê cuda ne.
Heta niha li deverên naverast û başûrê Îraqê ti dibistan
nîne ku hemû programên xwe bi zimanê Suryanî bide xwendin.
Ev yek bû sedema sereke ku malbata Fatin Feyziyê ji Mûsilê
ber bi parêzgeha Dihokê ve koç bike. Fatin niha li dibistaneke Suryanî mamoste
ye.
Zimanê Aramî dibe zimanekî standard
Xiristiyanên Kurdistanê ji Kildan, Aşûrî û Suryanan pêk tên.
Her pêkhate bi zaravayekî Suryanî diaxive ku koka wan digihîje zimanê Aramî.
Lê belê îro zimanê Suryanî bûye zimanê standard ê xwendin û
nivîsîna wan.
Ji ber perwerdeya dema borî, niha di nav Xiristiyanên
Kurdistanê de du nifşên cuda hene ku bi nivîsîn û xwendinê ji hev fêm nakin.
Mamosteyekî Xiristiyan ê malnişîn ji ber ku berê bi Erebî
xwendiye, niha nikare bi Suryanî bixwîne û binivîse.
Pêngaveke din a dîrokî 6ê Kanûna Pêşîn a 2016an hat avêtin.
Li Koleja Perwerdeyê ya Zanîngeha Selahedînê beşa zimanê Suryanî hat vekirin.
Ev yekem car bû ku li Îraq û Herêma Kurdistanê kolejek di
asta zanîngehê taybet a ziman, çand û edebiyata Suryanî de tê vekirin.
Enkawa bûye navenda rewşenbîriyê
Geşbûn û vejîna zimanê Suryanî li Herêma Kurdistanê berdewam
dike. Niha 12 kovar û rojname, 4 radyo û 3 kanalên televîzyonê yên Xiristiyanan
hene.
Bajarokê Enkawayê ne tenê navendeke civakî ye, di heman demê
de bingeha rewşenbîrî, siyasî û çandî ya Xiristiyanan e.
Niha li Başûrê Kurdistanê 32 rêxistinên wan ên çandî û
civakî hene. Her wiha 8 partiyên wan ên siyasî bi awayekî azad kar dikin.
Îro li Başûrê Kurdistanê bi dehan pirtûkên rewşenbîrî,
wêjeyî, çandî û siyasî bi zimanê Suryanî hatine çapkirin.
Ew tîpên ku Keşe Filîp bi salan li ber ronahiya çirayan û bi
dizî nîşanî zarokan didan, niha bûne zimanê perwerde, siyaset û jiyana
Xiristiyanan.