Albuma Diljen Ronî ya ji klasikên Kurdî pêk tê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Albuma Diljen Ronî ya nû bi tevahî ji stranên klasîkên Kurdî pêk tê ji aliyê KOM Muzîkê ve li ser platformên dijîtal hat belavkirin.


Hunermendê Kurd Diljen Ronî ji Rûdawê re diyar kir ku wî ji stranên klasîkên Kurdî albumek amade kiriye.


Albuma Diljen Ronî ya bi navê "Çile - Klasîkên kurdî" de li platformên dijîtalê wek itunes, spotify, fizy, muud hwd, hat belavkirin.


Di vê albumê de 7 stran hene û bi tevahî ji klasîkên kurdî pêk tê. Di albumê de hest, xemgînî û evîn derketiye pêş.


Diljen Ronî herwiha mizgîniyeke din jî da ku piştî vê albûma ji muzîkên klasîk pêkhatî, albûmeke din a bi şêweya muzîka nûjen jî amade kiriye û dê demeke nêzîk derbikeve.



Diljen Ronî kî ye?


Diljen Ronî di sala 1981’ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Cizîrê qedandiye. Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye. Yekem car di 12 saliya xwe de bi dest tembûrê kiriye.


Piştî demekê malbata wî koçî Amedê dike û perwerdeha xwe ya dibistanê li vir dewam dike. Hin demên cuda li NÇMê beşdarî dersên perwerdehê yên muzîkê dibe. Piştî ku dest bi xwendina tipê dike li vir bêtir xebatên xwe yên muzîkê didomîne.


Bi derfetên biçûk ve li malê studyoyeke biçûk çêdike û demoyan derdixe. Piştî demekê stranên dengbêjan li gorî muzîka îro şirove dike û albuma xwe ya dawî wiha derdixe. Ronî hê jî bijîşkiyê dike û li Stenbolê dijî. 


Diljen Ronî heta niha du albumên bi navê “Çend Gotinen Evinê” û “Du Demsal” derxistine. (Çavkanî: Malpera facebooka fermî ya Diljen Ronî)


Nivîsîn: Aydin Bayram