Eşqa Seydayê Cegerxwîn û Hawarê
Hewlêr (Rûdaw) – Heta niha jî li Kurdistanê yek ji sedemên sereke yên girtin û rawestandina rojname û kovarên kurdî, rewşa aborîya xirab û kêmbûna piştgiriya darayîye. Seydayê Cegerxwîn hîn di salên 50 ji sedsala borî de bîra vê meseleyê kiribû û daxwaz li kurdan kiribû ku li kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan xwedî derkevin û pere û alîkarya darayî jê re bişînin. Êdî di navbera Cegerxwîn û Hawarê de çîrokeke dildariyê jî peyda bûbû.
Di navbera Seydayê Cegerxwîn û Kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de çîrokeke taybet, ku sînorên normal derbas dikir û dibû wek rewşeke eşq û evînê, hebû. Cegerxwîn, ku yek ji aşiqên rojnamevaniya kurdî jî bû, Hawar kiribû maşûqa xwe û bi berdewamî xema wê dixwar û rûpelên wê bi helbestên xwe yên bedew dixemiland.
Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekemîn (Pirîsk û Pêtî) de, di beşê Name û Reşbelekan de, sê helbestan terxanî vê eşqa di navbera xwe û Kovara Hawarê, xwediyê wê û kiryarên wê de dike. Seyda derketina Hawarê pîroz dike û pesinê xwediyê wê Celadet Bedirxan dide û herwiha dozê li Kurdan dike ku li Hawarê xwedî derkevin.
Di helbesta pêşî de, bi navê (Ji Hawarê re), Cegerxwîn wê kovarê dişbîne gulîzareke rengîn a ziman û zargotina kurdî ya resen û wiha li ser wê dibêje: Hezar carî pîroz bikin ev Hewar. Gelek xob û rind e wekî gulîzar. Gulistana zarê me ye pir ciwan. Pesin dide ku min berê wê dixwar. Hezar bilbilên dilşewat û bi xwîn. Di nav bexçeyê wê dikin ah û zar. Hewar pir ciwan e keç e nûgiha. Gelek dîlber û nazik û nazdar.
Li jêr navê (Ji Xwediyê Hawarê re) jî, Cegerxwîn bi gotinên nemir pesinekî bêhempa ji Celadet Bedirxan û keda wî ya di Hawarê de dide û wiha dibêje: Di Kurdan de me dî yek mîr û hakim. Ji ber eqlê wî girtin ayîna Cem. Edîb û jîrek û zana û hêja. Xerîqê rehmeta wî cimle alem. Xudan nav û nîşan e bo me rêber. Ji nave wî bi qedr e Nûh û Adem. Tu binivîse di Hawarê selaman. Ji ber min ve li Kurmanca temaman.
Di helbesta (Ji Kiryarên Hawarê re) Seyda daxwazê ji Kurdên comerd dike ku li wê kovara qeşeng xwedî derkevin û wiha dibêje: Ey serbilindê kurdî kesê Hawar divêtin. Divê Hawar xwedî kin, bi her hewa û halî. Xatem yek e bi tenha kurdên me tev de Xatem. Hawar e rengê bêjen ka Ristemê ji Zalî. Hawar direfşa Kawa, kaxet qumaşê sade. Jê re peran bişînin kurdino bi dil helalî.