Eşqa Seydayê Cegerxwîn û Hawarê

31-12-2016
Besam Mistefa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Cegerxwîn Hawar Govar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Heta niha jî li Kurdistanê yek ji sedemên sereke yên girtin û rawestandina rojname û kovarên kurdî, rewşa aborîya xirab û kêmbûna piştgiriya darayîye. Seydayê Cegerxwîn hîn di salên 50 ji sedsala borî de bîra vê meseleyê kiribû û daxwaz li kurdan kiribû ku li kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan xwedî derkevin û pere û alîkarya darayî jê re bişînin. Êdî di navbera Cegerxwîn û Hawarê de çîrokeke dildariyê jî peyda bûbû.

 

Di navbera Seydayê Cegerxwîn û Kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de çîrokeke taybet, ku sînorên normal derbas dikir û dibû wek rewşeke eşq û evînê, hebû. Cegerxwîn, ku yek ji aşiqên rojnamevaniya kurdî jî bû, Hawar kiribû maşûqa xwe û bi berdewamî xema wê dixwar û rûpelên wê bi helbestên xwe yên bedew dixemiland.

 

Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekemîn (Pirîsk û Pêtî) de, di beşê Name û Reşbelekan de, sê helbestan terxanî vê eşqa di navbera xwe û Kovara Hawarê, xwediyê wê û kiryarên wê de dike. Seyda derketina Hawarê pîroz dike û pesinê xwediyê wê Celadet Bedirxan dide û herwiha dozê li Kurdan dike ku li Hawarê xwedî derkevin.

 

Di helbesta pêşî de, bi navê (Ji Hawarê re), Cegerxwîn wê kovarê dişbîne gulîzareke rengîn a ziman û zargotina kurdî ya resen û wiha li ser wê dibêje: Hezar carî pîroz bikin ev Hewar. Gelek xob û rind e wekî gulîzar. Gulistana zarê me ye pir ciwan. Pesin dide ku min berê wê dixwar. Hezar bilbilên dilşewat û bi xwîn. Di nav bexçeyê wê dikin ah û zar. Hewar pir ciwan e keç e nûgiha. Gelek dîlber û nazik û nazdar.

 

Li jêr navê (Ji Xwediyê Hawarê re) jî, Cegerxwîn bi gotinên nemir pesinekî bêhempa ji Celadet Bedirxan û keda wî ya di Hawarê de dide û wiha dibêje: Di Kurdan de me dî yek mîr û hakim. Ji ber eqlê wî girtin ayîna Cem. Edîb û jîrek û zana û hêja. Xerîqê rehmeta wî cimle alem. Xudan nav û nîşan e bo me rêber. Ji nave wî bi qedr e Nûh û Adem. Tu binivîse di Hawarê selaman. Ji ber min ve li Kurmanca temaman.

 

Di helbesta (Ji Kiryarên Hawarê re) Seyda daxwazê ji Kurdên comerd dike ku li wê kovara qeşeng xwedî derkevin û wiha dibêje: Ey serbilindê kurdî kesê Hawar divêtin. Divê Hawar xwedî kin, bi her hewa û halî. Xatem yek e bi tenha kurdên me tev de Xatem. Hawar e rengê bêjen ka Ristemê ji Zalî. Hawar direfşa Kawa, kaxet qumaşê sade. Jê re peran bişînin kurdino bi dil helalî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst