Li Neteweyên Yekbûyî pêşangeha Çîrokên Êzidiyan hat vekirin

3 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Li Neteweyên Yekbûyî pêşangeha wêneyan hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Li Neteweyên Yekbûyî pêşangeha wêneyan hat vekirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan New York Neteweyên Yekbûyî Pêşangeh Çîrokên Kurdên Êzidî Kê DAIŞ Têk Bir
A+ A-

New York (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, li avahiya sereke ya Navenda Neteweyên Yekbûyî pêşangeha “Çîrokên Êzidiyan” vebû.

Di pêşangehê de çîrokên tundûtujiyê yên li hemberî Kurdên Êzidî tên vegotin ku ji aliyê DAIŞê ve 10 sal berê hatibûn kirin.

Pêşangeh bi wêne û çîrokên nivîskî tê pêşkêşkirin û bi vî awayî 195 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî ji çîrokên Êzidiyan bi taybetî jî jinên Êzidiyan agahdar dibin û dibînin ka çi hatiye serê wan.

“Tişta hatiye serê Êzidiyan jenosîd e”

Avaker û Midûrê Pêşangehê Saed Qasim Silêman ji Rûdawê re got:

“Navê pêşangeha me ‘Kê DAIŞ Têk Bir’ e. Em gelekî dilşad in ku pêşangeha me li New York vebû.

Ev pêşangeh, xem, dilêşî û nexweşiya keç, dayîk, xwîşk û zarokên Êzidiyan nîşan dide.

10 sal di ser re derbas bûne lê mixabin hîn jî di kampan de Êzidî hene.

2 hezar û 700 keç, jin û zarokên Êzidiyan hîn jî winda ne.

Em wekî Rêxistina Farida Globalê bi vê pêşangehê ji dinyayê re xuya dikin ew tiştên ku 10 sal berê çêbûne jenosîd e.”

“Barekî giran li ser milê wan heye”

Rêveberê Afrîner ê Pêşangehê Adrian Shankar Filho jî wiha got:

“Mirovên ku rastî êrişên seksî hatibûn ji bo vegotina çîroka xwe di bin barekî giran de bûn.

Vî barî li ser wan hestiyariyeke giran û mezin çêdikir û me jî hez kir bi rêya xwe di pêvajoya têkoşîna wan de barên wan sivik bikin

Ji ber ve jî me çîrokên wan qeyd kirin, dîmenên hevpeyvînên wan girtin, portreyên wan girtin û bi vî awayî em dikarin li hemû cihanê bigerin û ji mirovan re bêjin ka çi bi wan hatiye kirin.

Her wiha bi vî awayî em dikarin rêya edalet û berpirsiyariyan bigerin ji bo qurbaniyan ên ku rastî tundûtujiyên hatine.”

Pêşangeh cara ewil li bajarê New Yorkê vebû lê dê piştî New Yorkê biçe hinek dewletên din jî.

Yek ji wan wênegirên pêşangehê ya bi navê Hailey Sadler dibêje ew Amerikî ye lê gelekî jî dilşad e ku cara ewil li welatê wê pêşangeh vebûye.

“Jinên Êzidî gelekî bi hêz in”

Hailey Sadlerê jî got:

“Ez gelekî bi rûmet im ku beşek ji vê pêşangehê me. Min wekî wênegir cih girt.

Gelek wênegir hebûn û ez jî sala 2019an çûm Kurdistanê.

Min li çîrokên wan guhdarî kir, wêneyên jiyana rojane yên jinên li wir û rewşa kampan girtin.

Ez li hemû cîhanê geriyam, çîroka jinên Êzidî ji bo min yek ji wan çîrokên herî bi rûmet e.

Çîrok bi min ve zeliqîne û her tim di bîra min de ne. Guhdarkirina çîrokên wan, dengên wan û peyvên wan gelekî bi hêz in û jinên Êzidî bixwe jî gelekî bi hêz in.

Ez gelekî bextewar im ku çîrokên wan li vir li Navenda Sereke ya Neteweyên Yekbûyî cih digirin.”

Pêşangeh bi piştgiriya Misyona Almanyayê ya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin û hata 1ê Çiriya Paşîn vekirî bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst