Nizar Yosif pirtûka ‘Zagros Zengilê Şaristaniyê’ belav kir

31-10-2023
RÛDAW
Nizar Yosif di pirtûka xwe de balê dikşîne ser dîroka amûrên muzîkê
Nizar Yosif di pirtûka xwe de balê dikşîne ser dîroka amûrên muzîkê
Nîşan Nizar Yosif Zagros Zengilê Şaristaniyê Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û nivîskar Nizar Yosif pirtûka xwe ya nû ya  bi navê “Zagros Zengilê Şaristaniyê” belav kir.

Nizar Yosif xelkê bajarê Dêrika Hemkoyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev nêzîkî 27 sal in li Almanyayê dijî.

Hunermendê Kurd pirtûka xwe “Zagros Zengilê Şaristaniyê” ku behsa dîroka muzîkê li Kurdistanê dike, belav kir.

Di pirtûka xwe de balê dikşîne ser dîroka amûrên muzîkê yên di serdemên Sumerî, Babilî, Horî û Mediyan de.

Nizar Yosif ji Rûdawê re diyar kir ku ew sê salan li ser pirtûkê xebitiye û pirtûk li bajarê Dihokê çap bûye.

Nizar Yosif gelek karan bi hev re dike, wekî şêwekarî, stranbêjî, çêkirina awazan û nivîsandina helbestan.

Heta niha zêdeyî 16 hunermendan stranên wî gotine, hinekan helbest û awaz û hinekan helbestên wî birine û kirine stran.

Nizar Yosif bixwe jî 5 albûmên muzikê derxistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst