Encumena edebî ya bajarê Pawe hat girtin

31-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Kirmaşan (Rûdaw) – Li bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, Encumena Edebî ya Herman bi hêceta ku destûra fermî wernegirtiye hat girtin. Berpirsê encumenê jî dibêje, hêcetek din jî ew e ku di çalakiyan de keç û xort bi hev re tevlî dibin.

Encumena Edebî ya Herman li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve hat girtin.

Li gorî malpera kurdpa, encumena edebî ya Herman ku zêdetirî du salan bû li nav avahiya pirtûkxaneya giştî ya bajêr de kar û çalakiyên xwe dikir, roja 29ê Cotmeha îsal bi fermana rêveberê pirtûkxanê hat girtin.

Hat zanîn ku hêceta girtina encumenê nebûna destûra fermî ya kar bûye.

Lê berpirsê encumena edebî ya Herman, Ednan Muradî diyar kir ku jibilî hêceta nebûna destûra fermî hêceta wê yekê jî li wan girtine ku keç û xort bi hev re tevlî civîn û çalakiyên encumenê dibin.

Muradî da zanîn, ji ber ku beria ku encumen bê girtin çend caran hişyarî dabûn encumenê ku nabe keç û xort bi hev re tevlî civîn û çalakiyan bibin ji ber wê jî divê ji hev bên cudakirin.


Bajarê Pawe girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ye. Piraniya xelkê wir kurdên Hewramî yên şîe ne. Nifûsa bajêr nêzîkî 61 hezar kes e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst