Soprano Pervin Chakar rêze konseran li dar dixe
Hewlêr (Rûdaw)- Hunermenda Kurd Pervîn Chakarê dê îlonê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêze konseran li dar bixe.
Hunermenda naskirî ya operayê Pervîn Chakar dê bi stran û aryayên nû bi navê “Stranên Payîzê: Rêwîtiya Muzîkê” konseran li dar dixe.
Konsera yekem a Pervîn Chakarê 27ê Îlonê li Stenbolê li Moi Sahneyê ye.
Her wiha konsera duyem a Pervîn Chakarê dê li bajarê Mêrsînê li AKM Bariş Sahnesiyê be.
Pervîn Chakar dê 1ê Çiriya Paşînê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn û 2yê Çiriya Paşînê jî li Wanê konseran li dar bixe.
Chakar dê li Almanya û Norwêçê jî konseran li dar bixe
Her wiha Pervîn Chakar ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê li Almanyayê bi navê "Operaya Dîwanê ya Rojhilat-Rojava" ku ji helbestên helbestvan Goethe pêk tê konseran li dar bixe.
Konsera yekem dê 19ê Çiriya Pêşînê li Berlînê UdK Georg-Neumann-Saal û konsera duyem 6ê Kanûna Yekemê li Stuttgartê li Liederhalle Mozart-Saalê were lidarxistin.
Li aliyê din, Chakar dê 25ê Çiriya Pêşînê li bajarê Osloyê li Konerthusê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe û bi Kurdî, Îtalî Û Almanî stranan pêşkêş bike.