Zankoya Neteweyên Yekbûyî dê tezeke doktorayê ya li ser Kurdan çap bike

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Zana Kurde The Europian Union and the Kurdish Issue: The EU as a Rational and Normative Actor Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zankoya Neteweyên Yekbûyî ku navendeke akademîk a ser bi Neteweyên Yekbûyî ye, teza doktoraya Kurdekî ya li ser Pirsa Kurd dê bike pirtûk û biweşîne.

Pirtûka bi navê “The Europian Union and the Kurdish Issue: The EU as a Rational and Normative Actor - Yekîtiya Ewropayê û Pirsa Kurd: Yekîtiya Ewropa wek aktorekî realîst û avaker” nirxandineke kûr û berfireh e li ser siyaset û helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li ser Pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ev pirtûk li ser doktoraya Kurdekî bi navê Zana Kurde yê ku sala borî ji beşa zanistên siyasî ya Zankoya Azad a Brukselê hatiye amadekirin.

Zana Kurde ji Rûdawê re ragihand ku Enstîtuya Lêkolînên Entegrasyona Herêmî ya Berawirdî ku girêdayî Zankoya Neteweyên Yekbûyî ye, piştî teza wî ya doktorayê pêwendî bi wî re kiriye û pêşniyar kiriye ku teza wî weke pirtûk çap bike.

Zana Kurde her wiha diyar kir cihê şanaziyê ye ku Zankoya Neteweyên Yekbûyî dê pirtûkekê li ser Pirsa Kurd çap bike û logoya NY jî li ser dayne. Zana Kurde hêvî dike ku ev pirtûk ji bo kesên ku li welatên Ewropayê bi Pirsa Kurd re mijûl dibin û her wiha ji bo xwendekarên xwendina bilind ên di warên têkiliyên navneteweyî û zanistên siyasî de bibe çavkanî.

Pirtûk bi zimanê Îngilîzî hatiye çapkirin û di hin malperên wekî Amazon de bi formatên PDF heye.

Zana Kurde hêvî kir ku pirtûk ji bo Kurdî jî were wergerandin da ku xwendevanên Kurd jî ji zanyariyên wê sûdê werbigirin.

Zankoya Neteweyên Yekbûyî

Zankoya Neteweyên Yekbûyî navendek fermî ya Neteweyên Yekbûyî ye. Armanca sereke ya vê zankoyê ew e ku xebatên akademîk-zanistî li ser acendaya Neteweyên Yekbûyî de bike û bibe pira pêwendiyê di navbera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji aliyekî û derdora akademîk a cîhanî ji aliyê din ve. Zankoya Neteweyên Yekbûyî li 14 bajarên cihê yên cîhanê xwedî 14 enstîtuyan e û navenda wê li Tokyo ya Japonyayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst