Amûra mûzîkî ya bi navê Erbane gellek çand û ayînan li hev kom dike

31-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hosta hîn jî erbaneyên ku li nav kurdan di dawet û rojên taybet de gellekî tên bikaranîn, çêdikin.

Çerm dikişînin ser gergereyeke darîn a gilover û erbaneyê çêdikin. Erbane bi lêdana tiliyan tê lêxistin û li herêmên kurdan wek amûreke mûzîkê tê bikaranîn.

Li aliyê hundirê erbaneyê de xelekên hesin hene û ev xelek di her lêxistinê de li çermê li ser erbaneyê an jî li gergereya darîn dikevin. Deng û rîtma ku ji lêketina xelekan derdikeve awazeke gellekî cuda dide erbaneyê. 

Erbane di dawet û rojên taybet ên komên cuda ên dînî yên wekî ermenî, êzîdî û suryaniyan de jî gellekî tê bikaranîn û bi dengê xwe dilê mirov xweş dike. 

Zulfî Yoldaş ê (68) ku li navçeya Sûrê ya Amedê di dikaneke biçûk de erbaneyan çêdike, erbaneyên ku çêdike ne tenê li Kurdistan û Tirkyeyê difroşe lê dişîne derveyî welêt jî. 

Yoldaş ji AAyê re got, wisa tê bawerkirin ku gelê Medîneyê dema Hz. Pêxember ketiye Medîneyê bi erbaneyê pêşwaziya wî kirine û erbane li herêmên kurdan pir tê lêxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Çermê ku di avê de dihêlin dikişînin ser gergereyên ku ji darên gurgan, bîşeng û spîndaran tê çêkirin û bi vî awayî erbaneyan çêdikin. Pişt re erbaneyan didin ber tavê. Erbane bi çar cureyan tên çêkirin. Ev cure wiha ne: Postê mî, bizin, kar û berxikan."

Wî hostayê erebanê her wiha got, erbaneyên ku ew çêdike ne tenê li Kurdistatn û Tirkiyeyê li derveyî welêt jî tên firotin û wiha axivî:

"Li Amedê ji xeynî min ti kes vî karî nake. Erbaneyên ku ez çêdikim heta welatên wekî Hollanda, Swêd, Almanya, Iraq û Erebistanê jî diçin, heta  li Çînê jî hatine firotin. Ez erbaneyên navînî bi 35 lîreyan, erbaneyên mezin jî bi 50 lîreyan difroşim." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst