ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Mala xwe kiriye mûzexane

31-07-2017
RÛDAW
Mûzexaneya Baqî Şefîî
Mûzexaneya Baqî Şefîî
Nîşan Pawe Mûzaxane Kirmanşan
A+ A-

Pawe (Rûdaw) – Li bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê hemwelatiyê bi navê Baqî Şefîî mala xwe kiriye mûzexane. Şefîî bi bilûr û helbestan pêşwaziya mêvanên xwe dike.

 

Hemwelatiyekî nîştecihê bajarê Pawe ya parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Baqî Şefîî, qata xwarê ya mala xwe kiriye mûzexaneya kelûperî.

 

Di mûzexaneya Şefîî de bi sedan curên berhem û bermeyên kevin ên dîrokî, destnivîs û wêneyên dîrokî hene.

 

Baqî Şefîî berî karmendê perwerdeyê bûye lê piştî ku malnişîn bûye, dest bi berhevkirina van berheman û avakirina mûzexaneya xwe kiriye.

 

Wî li navçeyên cuda yên Kirmanşanê, bi teybetî jî li navçeya Hewramanê kelûpel û bermayên dîrokî kom kiriye.  

 

Baqî Şefîî dibêje, berpirsên bajêr pêşniyar kirine, ku serdana xelkê ya ji bo mûzexaneya xwe bike bi pere, lê wî ev pêşniyar qebûl nekiriye û bi bilûr û helbest, herwiha bêyî beramber pêşwaziya mêvanên xwe dike.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst