Li Amerîkayê 2 Kurdistan: New Mexico - California

New York (Rûdaw) – Derhênerê Kurd Huseyin Ehmed, fîlma xwe ya bi navê “Li Pey Ronahiyê” qedand.

 

Derhêner Huseyin Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku ew di fîlma xwe de behsa çîroka êşa malbatekê dike ku sala 1980an ji ber şerê Sedam reviya ye.

 

Ehmed diyar kir ku ji ber erdnigariya Kurdistanê hinekî dişibe eyaleta New Mexicoyê ya Amerîkayê, wî beşeke dîmenên fîlma xwe li wê derê kişandiye û herwiha di fîlm de lîstikvanên Meksikî, Kanadî û Îranî jî rol wergirtine.

 

Derhênerê Kurd da zanîn ku wî niha senaryoya fîlmekî derbarê komkujiya Helebceyê de jî nivîsandiye û dê dîmenên wê jî li Californiayê bikşîne.

 

Ehmed wiha axifî: “Erdnigariya herêmên navborî dişibin erdnigariya Kurdistanê. Ji ber ku min lîstikvanên Kurd ne dîtin ezê ligel lîstikvanên Meksikî kar bikim. Meksikî jî dişibin Kurdan.”

 

Derhênerê Kurd Huseyin Ehmed li Amerîkayê dijî.