Feqiyê Teyran li zêda wî hat bibîranîn

Wan (Rûdaw) – Li navçeya Miskê ya bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, merasimek bi beşdariya Waliyê Wanê Nezîh Dogan ji bona bîranîna Feqiyê Teyran hat lidarxistin.

Li navçeya Miksê ya Wanê ji bo Feqiyê Teyran çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Waliyê Wanê Dogan jî beşdarî vê çalakiyê bû û li vir axivî. Dogan got ku taybetmendiya herî mezin a Teyran ew e ku zimanê kurdî baş dizanibû ku pê helbest nivîsiye. Teyranê ku di salên 1560î de dijiya alimê Îslamê, şair û wêjekar bû.  

Dogan got ku yên zimanê kurdî baş dizanin şîreta min ji wan re ew e ku helbestên Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî bixwînin û wiha pê de çû: "Dema ku me qebra Feqî ziyaret kir, me gotinên wî bi kurdî û tirkî xwendin. Tenê dema ku tu guhê xwe didî helbestan, lihevanîna dengê helbestan ahengeke taybet derdixe holê. Em li vê derê alimekî, mezinekî navdar bibîr tînin. Daxwaza me ew e ku em li der û dora wî yekîtî û rihê biratiyê saz bikin."

Dogan got ku heke em li gor gotinên Feqiyê Teyran hevdu fêm bikin, ev ê ji bo xizmeta nasnameya milî û biratiyê baş bibe.

Piştî axaftinan helbestên Feqiyê Teyran bi kurdî û tirkî hatin xwendin.

Di çarçoveya çalakiya bibîranînê de tirba Feqiyê Teyran hat ziyaretkirin û li li mala wî dua hatin kirin.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê bajarê Wanê yê Bakûrê Kudistanê hatiye dinê. Sala jidayîkbûna Feqî bi temamî nayê zanîn lê piraniya texmînan li dora sala 1590 zayînî û wefata wî jî sala 1660 zayînî ye.

Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weke ku di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrî ye. Bavûkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîriyê wegirtine. Di dîroka wêjaya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîroknivîskekî mezin e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs).

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê dîtiye. Kesekî xwende û zana bûye. Di dema wî de li Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebûne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên zimên û wêjeyê hatine dayîn. Bi navê “feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê “mentiq et-teyrê” tê. Ev berhema ku pir tê zanîn a Ferîdeddîn Attarê Nîşaborî yê îranî ye. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Ferîdeddîn Attarî wergirtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasata tesewufê ya Ferîdeddîn Attarî wergirtiye.

Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfê nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mim jî bikar aniye. Navê wî yê rastîn Muhammed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.