Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Kurd Serdar Canan straneke Colemêrgê belav kir.
Hunermendê ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Serdar Canan strana bi navê “Temê Bakozî” li ser hesabê xwe yê YouTubeyê belav kir.
Canan da zanîn ku wî ev stran di sala 2016an de li herêma Colemêrgê ji dengbêj Silêman û Îsmet Demîr (Binemala Cole) tomar kiriye.
Dîmenên stranê ji konsera şaxa Egitimsenê ya Sêrtê ji aliyê Rohat Merwan ve hatine girtin.
Strana herêma Colemêrgê a bi navê “Temê Bakozî”. Ji konsera Sêrtê 🫶☺️
— Serdar Canan (@SrdrCnn) January 28, 2024
Via: @rohatmerwan 🍀
Temamê stranê di vê👇lînkê de ye. Guhdarî xweş🫶https://t.co/YN8AsSR0an pic.twitter.com/F7fmAsHlJe
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse