Stêrkê cîhanî Darîn Zanyar: Dixwazim hevjîna min kurd be

31-01-2015
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Darîn Zanyar wek hunermendekî cîhanî naskirî ye û berhemên wî li piraniya welatên cîhanê tên belavkirin, lê wî eslê xwe ji bîr nekiriye û dibêje: “Ez kurd im û stranan ji hemû cîhanê re dibêjim, dibe ku di siberojê de bi kurdî jî stranan bêjim.”

Gava bi riya rêveberê karên wî, pêwendî pê re hat kirin bo vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, yekser qebûl kir. Darîn tevî ku ji dê û bavekî kurd li Swêdê ji dayîk bûye, lê nikare baş bi kurdî bipeyve, lewma bi ingilîzî bersiva pirsên Rûdawê da.

Darîn Zanyar sala 1987 li paytexta Swêdê, Stockholmê ji dayik bû. Darîn di zaroktiyê de pir ji stranên Michael Jackson hez kir.

Vê stêrka kurd sala 2004 dest bi geşbûnê kir. Gava beşdarî bernameyeke pêşbaziya dengxweşiyê bû û bi rêjeya % 78 karîbû pileya duyem bi dest bixe. Di wê bernameyê de hunermend Daniel Lonnstrom pileya yekem anî.”

Lê niha Darîn ji Daniel Lonnstrom navdartir e. Berhemên wî ji hêla şîrketên mezin ên navneteweyî wek Sonny Music û Universal û EME tên belavkirin.

Darîn 6 albûm belav kirine û çend xelatên cîhanî wergirtine. Albûma dawî bi navê Exit di 2013 de belav kir û li seranserê cîhanê bi milyonan heb jê hat firotin.

 

Li Kurdistanê kesî wî nas nedikir

Piştî ku Darîn li Swêdê pir hat naskirin, sala 2006 serdana Kurdistanê kir. Lê dibêje wê demê kêm kesan ew nas dikirin. Niha Darîn pir kêfxweş e ku gellek kesan li Kurdistanê navê wî bihîstiye, lê gelek kes gazinan jê dikin çima bi kurdî stranan nabêje.

Darîn wiha got: “Ez li Swêdê stranan tomar dikim û staf û hevkarên min hemû swêdî ne. Li Swêdê kes guhdariya stranên kurdî nake, lewma ez bi ingilîzî stranan dibêjim, ez bo hemû cîhanê dibêjim. Ez stranan li ser Kurdistanê jî dibêjim. Stranên min bo kurdan û swêdiyan in, bo hemû mirovan e. Dibe ku di siberojê de ez stranên kurdî jî bêjim.”

 

Bi 10 hezar dolaran tê Kurdistanê

Darîn konsêrtên mezin li Swêdê saz dike û gelek kes diçin konsêrtên wî. Ew dixwaze rojekê wan konsêrtan di nav miletê xwe de jî saz bike: “Pir hez dikim ku ez herim û konsêrtekê li Kurdistanê saz bikim. Çend şîrketan pêwendî bi min re kirine da ku li Kurdistanê konsêrtekê saz bikim, lê hîn me li hev nekiriye.”

Li ser gotegotên ku dibêjin Darîn doza pereyekî zêde dike da ku li Kurdistanê konsêrtekê saz bike, wî wiha got: “Ne rast e. Min doza pereyekî zêde nekiriye. Armanca min ew e ku ez li Kurdistanê konsêrtekê saz bikim, bila qet qezenc û pere tê de nebin jî. Tenê min doza 10 hezar dolaran kir ku xerciya hatina min û stafê min e bo Kurdistanê û xerciyên mana me li hotelekê ye.”


50 hezar dolar ji penaberan re civand

Darîn wek hunermendekî cîhanî, ji şerê ku pêsîra Kurdistanê girtiye dilgiran e û dibêje ku ew bi serkeftinên Pêşmerge pir kêfxweş e, lê ji ber rewşa penaber û koçberan xemgîn e: “Ji bo penaberan, min û hunermendekî swêdî kampanyayek ragihand û me karîbû dora 400 hezar kronên swêdî (50 hezar dolarên amerîkî) wek hevkarî bo penaberan kom bikin.

Darîn ne tenê alîkariya penaberên Kurdistanê dike, lê alîkariya hemû hejarên cîhanê dike û dibêje: “Girêbenda min a reklamê bi şîrketekê re heye. Ez qezencên wê girêbendê pêşkêşî hejarên hemû dinyayê dikim.”

 

Ji dengê Homer Dizeyî hez dike

Tevî ku stranên kurdî nabêje û nikare bi kurdiyeke rewan bipeyve, lê Darîn guhdariya stranên kurdî dike: “Ez pir ji stranên Homer Dizeyî hez dikim. Herwiha berhem û stranên Deşnê Murad û Hêlî Luv jî bi dilê min in.”

 

Niha bê yarik e!


Xelk bi giştî dixwazin jiyana taybet a stêrkan zanibin, nexasim jiyana wan a evîndarî. Rûdawê ji Darîn pirsî bê gelo niha evîndar e? Darîn keniya û got: “Na, niha evîndara min nîne.”

Gelo Darîn amade ye bi keçeke kurd re bizewice? Ew dibêje: “Pir xweş e eger hevjîna min kurd be û em herdu bi kurdî bipeyvin. Lê ya herî giring ne neteweya mirov, lê kesayetiya wî yan wê bixwe ye.”


Rûdawê dişopîne

Darîn jî wek piraniya kurdên li derve, rewşa niha ya Kurdistanê bala wê dikşîne û dixwaze nûçeyên nû yên Kurdistanê zanibe.

Darîn got: “Bo zanîna nûçe û aghedarbûna ji rewşa niha ya Kurdistanê ez berê xwe didim nûçeyên televizyonê. Pir giring e zanibim çi li Kurdistanê diqewime, lewma nûçeyên televîzyona Rûdawê dişopînim.”                                                    

 










Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst