Li Hesekê du helbestvanan pirtûkên xwe îmze kirin

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Helbestvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bi amadebûna hejmareke wêjevan û helbestdostan du helbestvanên Kurd Seyfedîn Qadirî yê naskirî Şûr û Ebdulxenî Mihemed Emîn dîwanên xwe îmze kirin.

Li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê li hola Cegerxwîn, du helbestvanên Kurd dîwanên xwe îmze kirin.

Helbestavan Seyfedîn Qadirî di ahengê de dîwana xwe ya bi navê Bayê Geliyan îmze kir.

Helbestvan Seyfedîn Qadirî got, “Ev yekem pirtûka min e ku ez çap dikim bi navê Bayê Geliyan. Helbestên curbicur in, derdora 47 helbastan e, 116 rûpel in.”

Her wiha helbestvan Ebdulxenî Mihemed Emîn di ahengê de dîwana xwe ya bi navê Gulperest îmze kir.

Helbestvan Ebdulxenî Mihemed Emîn anî ziman, “Pirtûka min a yekemîn e bi navê Gulperist, helbestên klasîk in. 133 rûpel in û 70 helbest in.”

Her di helbestvan Seyfedîn û Ebdulxenî li gundê Xirbê Camûsê ser bi bajarê Heseke ve ji dayik bûne, her du helbestvan ked û xebata wan di nav rêzên xebatkarên tevgera rizgarîxwaza Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê heye, her wiha di gelek kovarên Kurdî de deberhemên xwe belav kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst