Kirmanckî li ber deriyê UNESCOyê ye

Dêrsîm (Rûdaw) –  Hewldana Parastina Mîrateya Çand û Xwazayê ya Dêrsîmê ji bo zaravê Kurdî Kirmanckî (Zazakî, Dimilkî, Kirdkî) ya ku di bin gefa wendabûnê de ye bikeve nav Lîsta Temsîlî ya Mîrateya Çandî ya Neşênber ya UNESCOyê, serî li Komîsyona UNESCOyê ya li Tirkiyê da.

 

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku UNESCOyê di nava “Atlasa Zimanên li ber Wendabûnê” de cih dabû Kirmanckî jî. Serlêderên ji parêzer Bariş Yildirim, parêzer Reyhan Hêlîn Bûlût, Serokê Şaxê KESKê yê Dêrsîmê Mazlûm Dogan, rojnamevan Ercan Topaç, Derhênerê Hunerî yê Koma Arêyê Kay Yilmaz Can Şare, Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsîmê Mûstafa Taşkale, Endamê Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Tûnç pêk tên, îro li navenda KESKê ya Dêrsîmê  ji bo Kirmanckî serlêdana Lîsta Temsîlî ya Mîrateya Çandî ya Neşênber ya UNESCOyê bi konferanseke çapemeniyê eşkera kir. Hewldanê, bi daxwaznameyekê serî li Komîsyona UNESCOyê ya li Tirkiyê da.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Parêzer Bariş Yildirim got ku divê berê her tiştî kanaleke bi temamî Kirmanckî dest bi weşanê bike û li zanîngehan beşên Kirmanckî bên vekirin û bibe zimanê perwerdeyê. Yildirim, desnîşan kir ku divê saziyên herêmê berpirsyariya pêwîst bigire ser xwe. Yildirim, got ku “Mirov ne li welatekî, di hundirê zimanekî de dijî”.

 

Derhênerê Hunerî yê Koma Arêyê Kay Yilmaz Can Şare jî desnîşan kir ku niha ne tenê kêmasiyên Kirmanckî hene, ji ber ji aliyê nivşên nû û zarokan ve nayê bikaranîn, Kirmanckî ber bi tunebûnê ve diçe. Şare got ku zimanê zikmakî maf e, mafeke mirovî ye. Di vî warî de Şare wiha berdewam kir: “Divê dewleta ku em hemwelatiyê wê ne, ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

 

Parêzer Reyhan Hêlîn Bûlûtê jî bal kişand ser asta bişaftinê û ji daxuyaniya hewldanê ya ji bo çapemeniyê mîna da û wiha pêde çû: “Niha li vir li şûna Kirmanckî, bi Tirkî axaftin û daxuyaniya me bi xwe jî ast û radeya metirsiyê rave dike. Dil dixwast ku em zimanê xwe vê daxuyaniyê bidin. Em her kes dizanin dewleta Tirkiyê ji bo tunekirina zimanan gelek hewlên sîstematîk bi pêş dixe.”

 

Bûlûtê got ku li herêma Dêrsîmê taybetmendiyeke din a Kirmanckî jî ew e ku baweriya Raya Heq (Elewîtiyê) li xwe digire, di hundirê xwe de dihewîne.

 

Di daxwaznameya Hewldana Parastina Mîrateya Çand û Xwazayê ya Dêrsîmê de hat diyarkirin ku ji ber di qadên mîna zanist, perwerdehî, çapemenî, bazirganî û karûbarên fermî de Kirmanckî nayê bikaranîn, ev yek jî Kirmanckî ber bi tunebûn û wendabûnê ve dibe. Herwiha di daxwaznameyê de balkişand ser rewşa Tirkiyê ku ji bo parastina zarên mîna Kirmanckî ti polîtîkayeke parastin û pêşvebirinê tune ye.

 

UNESCOyê Rêkeftina Parastina Mîrateyên Çanda Neşênber di sala 2003yan de pejirad, Tirkiye jî di sala 2006an de bû yek ji aliyê vê rêkeftinê.

Li gora Madeya 2yem Xala Yekem a Rêkeftina Parastina Mîrateyên Çanda Neşênber a UNESCOyê, “Di veguhestina mîrateya çanda neşênber de hilgir ziman e û dabûnerît û vegotinên devkî jî dikeve nava tixûbên vê mîrateyê”.