Îbrahîm Xort: Arşîva berhemên Kurdî di bin xetereyê de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Îbrahîm Xortragihand ku arşîva berhemên Kurdî di bin xetereyê de ye.

Li navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê, festîvala folklorî ya “Bihevre Jiyanê” hat lidarxistin.

Di festîvala ku 2 rojan berdewam kir de, çîrok û serpêhatiyên Kurdî hatin gotûbêjkirin.

Hejmareke nivîskarên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li festîvalê amade bûn.

Di çarçoveya festîvalê de, li ser çîrokên çar parçeyên Kurdistanê û parastina wan panel hatin lidarxistin.

Nivîskar Îbrahîm Xort ku ji Bakurê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûye beşdarî bernameya Rûdawê bû.

“Parastina berhemên Kurdî bûye pirsgirêk”

Nivîskar Îbrahîm Xort di axaftina xwe de bal kişand armanca festîvalê û got:

“Festîval ji aliyê Dezgeha Rewşenbîrî ya Sêmêlê ve bi serokatiya Îsmaîl Hêzan hat lidarxistin. Ked û xebateke baş hebû.

Ji Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelek nivîskar beşdarî festîvalê bûn. Ji Bakurê Kurdistanê hinek nivîskarên din jî dixwestin beşdar bibin lê ji ber pasaport û kar û barên xwe nekarîn bên.”

“Arşîva berhemên Kurdî di bin xetereyê de ye”

Îbrahîm Xort di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku yek ji pirgirêkên sereke yên Bakurê Kurdistanê parastina çîrok û romanan ne û wiha domand:

“Arşîva berhemên Kurdî di bin xetereyê de ye. Bi rastî li Bakur zêde derfet nîne û berhem nayên parastin  lê me hêvî dikir ku parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî yên ku azad in berhevkariya berhemên Kurdî bikin.

Gelek nivîskar ji Başûrê Kurdistanê beşdarî xebatê bûn û bi rastî jî em bi yekê em kêfxweş bûn.

Ev nîşan dide ku li vî welatî, ne tenê karê îxtîsadî û siyasî bi rê ve diçin herwiha karê hunerî jî tên kirin. Ev jî ji bo pêşketina Kurdistanê taybetmendiyeke baş e.”

“Her dezgehê li gorî xwe rastnivîsa Kurdî çêkiriye”

Xort herwiha da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê di 20 salên dawî de romana Kurdî pêş ket lê di warê nivîskî de gelek pirsgirêkên wan hene û got:

“Her dezgehê li gorî xwe rastnivîs û rêzimana Kurdî çêkirine. Pirsgirêka din jî ev nivîs bi aqilê desthilata Tirkiyeyê têne nivîsandin.

Raste piranî kes bi Kurdî dinivîsin lê di aliyê hişmendî de bi Tirkî ye. Bi xebatên bi vî rengî re jî dê dan û standina me nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê jî bi hêz bibe.”    

“Divê em çanda xwe ya resen biparêzin”

Xort  herwiha got ku pêwîst e ew di nivîsên xwe de girîngiyê bidin şeklê jiyana Kurdan û wiha berdewam kir:

“Eger di çîroka me de gund nebe, kêmasiyeke mezin a wekî asîmlasyonê derdikeve holê. Ji ber ku em gundî ne, em ne bajarî ne. Divê çanda me ya folklorî bê parastin.

Di nivîsên xwe de bi taybetî pêwîst e em dewlemendiya zimanê Kurdî bidin nîşandan.”

Nivîskarê Kurd bal kişand ser pirtûka Erebê Şemo û got:

“Di warê parastina çanda Kurdî de xebata herî baş Kurdên me yên Ermenistanê kirine.

Xebatên gelekî hêja û baş ji wir derketine. Li Bakur jî Îhsan Colemêrgî xebateke bi vî rengî dida meşandin. Xebat têne kirin lê gelekî kêm in, pêwîst e em pêş ve bibin.”