Şayan Şehîr: Ez di tabloyên xwe de cih didim reng û remzên Kurdî
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekara Kurd Şayan Şehîr dibêje ew di xebatên xwe de cih dide reng û remzên Kurdî û diyar dike, “Ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im.”
Şayan Şehîr dibêje jibilî xebatên li ser tuwalê, girîngiyê dide wênesaziya dîgîtal jî û dide zanîn ku wênesaziya dîgîtal li cîhanê hêj nû ye.
Ew hunermenda ji Hewlêra paytexta Başurê Kurdistanê dibêje, “Min berê tabloyên xwe weke diyarî didan kesûkar û dostên xwe lê niha li cihê ku diyarî bikim, difiroşim.”
Şayan Şehîr tekez jî dike ku ew dahata ji berhemên xwe bidest dixe bo zarokên koçber ên li kampan dibexşîne.
Şêwekara Kurd Şayan Şehîr bersiva pirsên Rûdawê da…
We kengî dest bi şêwekariyê kir?
Ji zaroktiya xwe ve ez ji şêwekariyê hez dikim. Bavê min ji şêwekarên naskirî yên Hewlêrê bû. Her roj tiştên nû nîşanî min didan. Ez han didam ku di vî warî de bixebitim. Mixabin ez hîn di 9 saliya xwe de bûm û bavê min koça dawî kir. Piştî bavê min, gelek alîkariya dayik û mamê min gihişte min. Dema ku ez ji bo pêkanîna mastera xwe di warê karûbarên rêveberiyê de çûm Amerîkayê, li tenişta zanîngeha min koleja huneên ciwankariyê hebû. Û li şûna ku bi beşa xwe ve mijûl bibim, her roj diçûm koleja hunerê ciwankariyê û li wir bi nîgarkêşiyê ve mijûl dibûm. Ev jî bû wesileya ku ez di warê şêwekariyê de perwerdeyeke akademîk bibînim. Piştî ku vegeriyam Hewlêrê jî mamoste Feysel Osman ez perwerde kirim.
Gelo we çawa dest bi şêwekariya dîjîtal kir?
Li Kurdistanê hejmara kesên ku şêwekariya dîgîtal dikin ji 5 kesan derbas nabin. Cîhanê ev beşa hunerê nû nas kir û di du salên dawîn de jî Herêma Kurdistanê ev beş nas kir.
Li Kurdistanê piştî ku min dest bi xebata di vî warî de kir, ez di wê baweriyê de me ku serkevtî me. Herwiha kêmtir dema min digire û kêmtir diwestim. Lêbelê pêdîviya mirov bi xeyalkirineke mezin û bijartineke bêhempa heye. Min li ser vê beşê li Amerîka û Îtalyayê kursên taybet wergirtin. Ez ji bo ku ev beşa hunerê li Kurdistanî jî belav bibe hewl didim.
Heta niha we çend pêşangeh vekirin?
Ez beşdarî 3 pêşangehên hevbeş bûm. Dawîn pêşangeha min li Enstîtuya Fransî ya li Hewlêrê birêve çû. Hejmareke zêde ya tabloyên min gihiştin ber destê hunerdostan û min dahata wê pêşangehê jî bo zarokên koçber ên li kampa bexşand.
Di gelek tabloyên we de em rastî reng û remzên Kurdî tên…
Belê. Ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serfiraz im. Bi cihdayîna di xebatên xwe de, ez dixwazim çand û rengên Kurdî bi cîhanê bidim nasîn. Ez hêvîdar dikim ku kevneşopiyên Kurdî dîsa bikevin rojevê û hêvîdar im bi girîngîdayîna pêwîst a bo çand û kevneşopiyên Kurdî, em dê bi nifşê nû jî bidin naskirin.
Gelo bi dahata ku ji hunera xwe bi dest dixin, hûn dikarin debara xwe bikin?
Berî niha tabloyên ku min çêdikirin, min weke belavî kesûkar û dostên xwe dikirin. Lêbelê niha dixwazim tabloyên xwe bifiroşim. Niha jî bi vî karî mijûl im û siparişên derbarê tabloyên dîjîtal de werdigirim. Weke min got ev beşa hunerê hîn gelek nû ye û divê xelk nas bike.
Tabloyên dîjîtan xweşiktir in an jî xebata we ya li tuwalê?
Bêguman çêkirina tabloyên dîjîtal hêsantir û xweştir e. Kêmtir dema mirov digire. Li gel vê yekê eger mirov tabloyê ne ecibîne, mirov dikare jê bibe û ji nû ve çêbike. Lêbelê li ser tuwalê ev gelek zehmet e. Her du teknîk jî xwedî xweşikahiyên xwe hene , ez ji xebata bi herdu teknîkan jî hez dikim.
Di tabloyên we de fîgûra jinê her tim cih digire. Gelo sedemeke diyar bo vê yekê heye?
Ev heyameke direj e li ser jinan karûxebatan pêk tînim. Di piraniya tabloyên min de fîgûra jinê li pêş e. Dema mirov li dîrokî binêre, mijara bingehin a hemû hunermendan jin in. Ez jî di xebatên xwe de hewl didim peyama ku divê jin hevkariya hev bikin û hev bihêz bikin, bidim.
Ez di tabloyên xwe de li ser azadiya jinê disekinim. Ez di wê baweriyê de me ku divê ew astengên ku li pêşiya jinan hene bên rakirin. Berî niha li Kurdistanê mafên jinan dihatin binpêkirin lê di rewşa niha de her çiqas bi qasî asta ku em dixwazin jî be jin zêdetirî xwedî maf in.
Gelo ji ber ku xebata li ser tuwalan têrî daxwaza we nekir, we berê xwe da şêwekariya dîjîtal?
Ji bo wênegirêyê ji berê ve meraqeke min heye. Ez bi qasî nîgarkêşiyê ji wênegirtinê hez dikim. Ez di wê baweriyê de me ku wêne wêne peyama ku tê xwestin zûtir dide. Jiyanê zindîtir nîşan dide. Lê ev nayê wê wateyê jî ku nîgar peyama ku tê xwestin nade.
Hûn qelîteya kolejên hunerên ciwankarî yên li Kurdistanê çawa dibînin?
Min li Amerîka, Îtalya û Hewlêrê perwerdeya şêwekariyê dît. Ez dixwazim bi zelalî bibêjim ku derbarê vegotina waneyan û çavkaniyan ti cudahiyek nîne. Perwerdekarên li vir jî gelek jêhatî ne û di nav wan de mamosteyên gelek baş hene. Lê ez heyranê şêwekarên Îtalyan im û dixwazim bigihijim asta wan.